Saturday, October 31, 2009

Barzanî: Em Naxwazin Êdî Xwîna Gencên Kurd û Tirk Birije

30-10-2009

Rûdawnet – Hewlêr: Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di kongreyeke hevbeş a çapemeniyê de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ragehand ku piştîvaniya siyaseta 'Vebûna Kurd' a Hikûmeta Tirkiyê dikin û domand: ''Em naxwazin êdî xwîna hîç gencekî Kurd û Tirk birije.''

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ligel şanda pêre îro ber êvarkî gihiştin Hewlêrê. Davutoglu, piştî bêhnvedaneke kurt ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî civiya. Di civînê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, Serokê Parlamenê Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî, Nêçîrvan Barzanî û jimareyeke din a rayedarên hikûmî jî amade bûn.

Piştî civînê di kongreyeke çapemeniyê ya hevbeş de Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî destpêkê bixêrhatina şanda mêvan kir û got: ''Ez bixêrhatina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Prof. Ahmet Davutoglu dikim, ev serdan pir girîng e û dibe hevkar bo pêşketina peywendiyan ligel Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.''

Barzanî, di pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de rola Davutoglu bilind nirxand û wiha axifî: ''Herêma Kurdistanê dikare bo Tirkiyê bibe pirek da ber bi Iraqê here, ji ber di meselên ewlekariyê de tu pirsgirêkên wê nînin û herêm aram e. Herwiha ji bo pêşxistina peywendiyên me vekirina Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê pir girîng e. Îro navçe di qonaxeke hestyar re derbas dibe û rolê Tirkiyê pir girîng e ku peywendiyên me yên pêre bi pêşkevin.''

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî amaje bi siyaseta niha ya Tirkiyê derbarê pirsgirêka Kurd de jî da û pêde çû: ''Ez dixwazim di vir de behsa siyaseta Hikûmeta Tirkiyê jî bikim, bi baweriya min ev siyaseteke rastteqîne ye bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê. Bi hemû awayekî em piştîvaniya vê siyasetê dikin û em amade ne hemû alîkariyekê jî bikin. Êdî em naxwazin xwîna hîç gencekî Kurd û Tirk birije.''

Di kongreya çapemeniyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî wiha peyivî: ''Pir kêfxweşim ku îro serdana Herêma Kurdistanê dikim û vêderê wek mala xwe dibînim. Herwiha bo wê pêşwaziya germ jî pir xweşhalim û sipasiya Serok Barzanî dikim.''

Davutoglu wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ''Vîzyoneke me ya hevbeş heye û bo me û Rojhilata Navîn jî girîng e. Tirkiye dixwaze Rojhilateke Navîn a nû dirust bike ligel Tirk, Ereb, Kurd, Fars, Şî'e û Sunne. Jiber wêya çar pêkhate li Iraqê hene bo me pir girîng e. Em tehdîdeke ewlekarî ya ser İraqê wek tehdîda ser xwe dizanin. Li gor wê rastiya li Rojhilata Navîn heye pêwistiya me bi piştîvaniya Kurd heye. Herwiha ev serdaneke dîrokî ye û niha wextê wê hatiye em pêngavên pêwist bavêjin. Peyama me bo hemû biraderên Kurd, Ereb û Turkmenên li Iraqê ew e careke din navçeyê bi hev re avadan bikin.''

Li ser pirsekê derbarê peywendiyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de jî Barzanî wiha bersiv da: ''Ez hebûna pirsgirêkan di peywendiyên me de xwezayî nabînim. Rewşa niha ya peywendiyan xwezayî ye. Ez vêna jî wek pêngaveke girîng dibînim û bawerim wê ber bi pêştir herin. Bi vê serdanê wê peywendî hê baştir bibin. Siyaseta Tirkiyê ya ku di vê dema dawî de dimeşîne rast e û em piştgiriya wê dikin. Hevdîtinên me jî di keşûhewayeke birayetî de derbas bûn.''

Derbarê pirsa tundûtûjiyê de jî Barzanî axaftina xwe wiha qedand: ''Em bi hîç awayekî tundûtûjiyê pesend nakin. Riştina xwîna gencên Tirk û Kurd me diêşîne. Armanca siyaseta Erdogan çareserkirina sedeman e. Em piştgiriya vê pêngava jîrane ya Tirkiyê dikin.''

Biryar e ji bo vekirina Konsolxaneya Tirkiyê li Musilê sibe Ahmet Davutoglu serdana bajer bike û li wir jî hinek hevdîtinan pêk bîne.


Dr. Berhem Ligel Wezîrê Bazirganî Yê Tirkiyê Civiya

31-10-2009

Rûdawnet – Hewlêr: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih, doh evarê li Bajarê Hewlêrê ligel Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Zafer Çağlayan civiya. Di civînê de behsa peywendiyên bazirganî û aborî hat kirin. Di civîna de, behsa çawahiya bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê hat kirin û herdû aliyan tekez kir ku divê di hemû waran de peywendî bihêz bibin. Herwiha behsa pêşxistina peywendiyên navbera Iraq û Tirkiyê û berjewendiyên hevbeş jî hat kirin, ku di navbera herdû aliyan de hene. Hêjayê gotinê ye, doh Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Zafer Çaglayan, ligel şandeke bilind a karsazên Tirk gihîştin Herêma Kurdistanê û ji aliyê rayedarên herême ve hatin pêşwazîkirin.

VOA: Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pesna Turkîyê da bo bizavêt wê yên dubare aştvekirinê



31/10/2009

Barzani, Iraq's National Assembly Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pesna Turkîyê da bo bizavêt wê yên dubare aştvekirinê û dawî anîna bi alozîya xwe tevî serhildawên Kurdên wî welatî.



Mesud Barzanî roja eynî gote Wezîrê Derveyê Turkîyê Ahmed Davutoglu ku bi seredan li wê herêmê ye û piştgirîya hewla reforma li hikumeta Turkîyê diket bi merema dana mafêt zêdetir bi 12 milyon Kurdêt wî welatî.



Wezîrê Derveyê Turkîyê dinav danûstandina xwe de li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê daxwaza hevarîyek berfirehtir kir di şerrê dijberî terorîzmê de.



Turkîye, Yekîtîya Ewropa û Amerîka Partîya Karkerên Kurdistanê yan PKKê weku rêkxistîyek terorîstî hisêb dikin. Pêywendîyêt navbera Turkîye û hikumeta Herêma nîvçe-otonoma Kurdistana Iraqê xirab bûbûn dinav salên buhurî da liber hebûna serhildawên PKKê li ser tixûbê navbera herdu alîyan.



Seredana Davudoglu yekem seredana wezîrek Turkîye ye jibo Herêma Kurdistanê. Ew tevî şandeka kardarîyê û karbidestên hikumetê li Iraqê ye weku pişkek ji bizava bihêz kirina pêwendîyêt navbera herdu welatan.


Bilmez: Dixwazin Ocalan bê parastin bêhêlin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: Şemî, 31. Cotmeh 2009
löjl
güncel AW 31.10.2009-Dadgehê bi boneya agahiyên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinan de dayîn miwekîlê xwe di çarçoveya doza hatî vekirin de 6 sal 4 meh ceza li parêzer Îbrahîm Bîlmez birî. Parêzerên Ocalan bi tundî nerazî bûn nîşanî biryarê dan û daxuyandin ku naveroka hevdîtina wan bi awayek derzagonî tê guhdarkirin û bi vê boneyê ceza li wan tê birîn. Parêzeran ev yek wekî hewildana daxwaza bêparastin hiştina Ocalan nirxandin.
Dozên li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Herî dawî di encama doza bi boneya agahiyên di hevdîtina mijara sala 2006'an pêk hatî de dayîn miwekîlê xwe, dadgehê 6 sal 4 meh cezayê girtîgehê da Parêzer Îbrahîm Bîlmez. Di doza bi boneya, "Endamtiya rêxistinê" ceza hate dayîn de, agahiyên di hevdîtinê de hatine dayîn, wekî delîl hatin nîşan dan. Li gorî Zagona Înfaza Ceza qeydkirina hevdîtinên di navbera parêzer û miwekîlên wan de zagonî nîne.

Ceza ve Güvenlik Tedbirlerinin İnfazı Hakkında Kanun 13 Aralık 2004'de kabul edildi ve 29 Aralık 2004'de Resmi Gazete'de yayınlandı. Kanunun 1 Haziran 2005'te yürürlüğe girdi. Kanun yürürlüğe girmeden 5 gün önde 25 Mayıs 2005'te yapılan ek bir değişiklikle avukatlar ile müvekiller arasında yapılan görüşmelere bir cezaevi görevlisinin girmesi sağlandı. Bu değişiklik sadece İmralı Cezaevi'nde 10 yıldır tek başına tutuklu kalan Abdullah Öcalan ile müvekilleri için uygulanmaya başlandı. Söz konusu kanunda görüşmelerin kayıt altınması gibi bir karar söz konusu değil. Bi heman sedem û awayî heta niha gelek doz derbarê parêzerên Ocalan de hatiye vekirin.

'Mafê parastin ji holê tê rakirin'

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku hedefa ceza ne ew miwekîlê wan e û wiha axivî: "Dixwazin mafê parastinê ji destê me derxin. Ev ne dozên ji nişkave hatine vekirin e. Bingeha van heye. Ji sala 2005'an heta niha bingeha guhdarkirina parêzer û miwekîlên wan hate avakirin. Ne tenê ez mafê gelek hevalên min jî bi vî awayî tê astengkirin. Derbarê tevahiya parêzeran de doz hatine vekirin. Dixwazin parêzerên miwekîlê me diparêzin tune bin. Em di vê baweriyê dene. Nasnameyek siyasî ya miwekîlê me heye. Dadgeh axaftinên em têkildarî pirsgirêka kurd ên bi miwekîlê xwe re dikin, wekî delîl dibîne. Pirsgirêka kurd di mehên dawiyê de gelek zêde tê nîqaşkirin. Di çapemeniyê de cih digire. Pirsgirêka kurd û Ocalan bi hev re tên ziman. Ji axa me ya têkildarî pirsgirêka kurd xwezayîtir tiştek tune ye."

Bîlmez bi bîr xist ku di dema nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd tên kirin de cezayek wiha fikaran zêde dike û wiha domand: "Lazim e bingeha zagonî bê avakirin. Ku ji darazê re bimîne, ev yek xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd nake." Parêzer Omer Guneş jî diyar kir ku zagona li gor doz li wan tê vekirin encama hişmendiyek antî demokratîk e û wiha pêde çû: "Mevzûata ceza ya Tirkiyeyê gelek li paş mevzûata navneteweyî, biryarên DMME û AÎHS'ê ye. Derbarê hevdîtinên me yên bi miwekîlê me re pêşiyê bi sedema 'hûn çima van diaxivin' lêpirsîn tê vekirin û piştre jî doz vedikin. Bi awayek bê zagon hevdîtinên me qeyd dikin. Li ser van doz vedikin û ceza didin. Dema Birêz Ocalan dibe mijar bi tevahî hiqûqê binpê dikin." Guneş diyar kir ku mafên tu parêzerên hevalên wan di bin ewlehiyê de nîne û diyar kir ku ger tê xwestin pirsgirêka kurd çareser bibe, lazim e mafê parastinê yê parêzeran ji destê wan neyê girtin.

Friday, October 30, 2009

Roj TV: Esnafên Kopê dikanên xwe venekirin

Esnafên Kopê dikanên xwe venekirin
Esnafên Navçeya Kopê ya Mûşê, bi boneya hatina cenazeyê Endamê HPG'ê Ziyaddîn Çayir (Çiya Zinar) dikanên xwe venekirin. Welatî ji bo cenaze bê definkirin, ber bi Gundê Kanîsipiyê ve ketin rê.

Malbata Endamê HPG'ê Ziyaddîn Çayir (Çiya Zinar) cenazeyê kurê xwe Çinar ku di oprasyona 24'ê cotmehê de li Çewlîkê li gel 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elezizê girtin û birin Mûşê. Malbata Çayir, piştî Cenazeyê kurê xwe Çayir birin Navçeya Kopê ya Mûşê dê bi girseyî defin bikin.
Esnafên navçeyê bi boneya hatina cenaze serê sibê dikanên xwe venekirin. Li navçeyê hemû dikan hatin girtin û esnafên li Rêxistina DTP'ê ya Kopê kom bûn. Girseya ku li Rêxistina DTP'ê kom bibûn piştî cenazeyê Çayir ji mizgeftê girtin ji bo definkirinê cenaze birin Gundê Kanîsipiyê.

Roj TV: DTP dê têkildarî 'Plana Piştgiriya Agahiyan' de gilî bike

DTP dê têkildarî 'Plana Piştgiriya Agahiyan' de gilî bike
DTP'ê ku di civîna Meclisa Partiyê (MP) de pêşveçûnên dawî nirxandin, dê derbarê 'Plana Piştgiriya Agahiyan" a ligel 'Plana Têkoşîna Terorê' re derketiye holê û DTP wekî hedef digire de giliyê bike. Di civînê de biryar hate girtin ku bi 100 parêzeran DTP giliyê bike. Her wiha dê li Amedê bi beşdariya serokên bajaran û şaredaran jî bi armanca nirxandina pêşketinan civînek bê lidarxistin.

DTP'ê di civîna 27'ê cotmehê ya PM'yê û 28'ê cotmehê ya MYK'yê de rewşa siyasî nirxand û hind biryar girtin. Di civînê de rewşa siyasî ya piştî hatina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê hatin nirxandin. Di civînê de tespîta, "Me bi gelê xwe re rola di vê pêvajoyê de ketiye ser milê me lîst. Bes helwesta gel barê me girantir kir û wezîfeyên mezin danîn pêşiya me" hate kirin. Di civînê de rexneyên li hemberî DTP'ê jî wekî, "Hewildana manîpulekirina pêvajoyê" hatin nirxandin. Her wiha di civînê de Endama PM'ya DTP'ê Esat Canan jî ku di hind dezgehên çapemeniyê de wekî DTP rexne kirî hate nîşan dan, daxuyand ku gotinên wî hatine berovajîkirin.

Biryarên nû hatin girtin

Di civînê de hind biryarên nû hatin girtin. Ji van a herî girîng jî biryara, "Zêdetir rêxistin bûn û xwe gihandina gel" e. Piştî civînê jî komîsyon hatin cem hev û plansazî kirin. Têkildarî pevajoyê jî hate daxuyandin ku ligel hatina komên aştiyê jî operasoyn û pevçûnan berdewam kiriye. DTP her wiha dê xebatên dîplomatîk jî zêde bike. Di civînê de komîsyonên rêxistinên civakî û partiyên siyasî, perwerdehî, hilbijartin û propaganda, hiqûq, çapemenî û têkiliyên gel , têkiliyên derveyî, rêveberiyên herêmî, rêxistin bûn û hejmaryarî jî di nav de 9 komîsyon hatin avakirin. Xebatên komîsyonan dê di civînek din a MYK'yê de bên pêşkêşkirin. Ji bo ni rxandina xebatan li gorî biryara hatiye girtin bi beşdariya parlementer, serokên bajar û şaredaran dê li Amedê d i 31'ê cotmehê û 1'ê mijarê de civînek bê li darxistin.
Li gorî biryarê piştî civînê dê endamên PM'yê li bajarên lê bixebitin belav bibin. Endamên PM'yê dê bi gel re civînan bikin û li ser pêvajoyê nîqaş bên meşandin. Her wiha ji bo xwedîlêderketine pêvajoyê dê spasiya gel bê kirin.

Dê giliya plana qedandina partiyê bê kirin

Her wiha biryar hate girtin li hemberî 'Plana Piştgiriya Agahiyan' a bi 'Plana Têkoşîna bi Îrtîcayê' derketî holê ya ji hêla TSK'ê ve bi armanca qedandina DTP'ê hatiye çêkirin, xebat bê meşandin. Bi 100 parêzeran DTP dê giliya planê û berpirsyaran bike. Her wiha li hemberî binpêkirina mafê destnedayînê jî DTP dê xebatan bimeşîne.

Roj TV: DEWLETA TIRK LI PEY DEK Û DOLABAN E

DEWLETA TIRK LI PEY DEK Û DOLABAN E
Rayedarên tirk jî tevî êrîşkariya dewletê, ji bo berovajîkirina rastiyan, çi ji destê wan tê dikin. Li aliyekî zarokên kurdan didin qetilkirin û paşê jî radibin kurdan gunehbar dikin. Mînaka vê ya herî dawî jî, Wezîrê Karên Hundur yê Tirk Beşîr Atalay e.

Atalay doh êvarê axivî û weke gotina pêşiyan 'Hem dize, hem topiz e' tevgeriya. Wezîrê Tirk Atalay operasyonên artêşa tirk û qetilkirina zarokên kurd ji nedîtî ve hat û weke her carê DTP gunehbar kir. Atalay, weke ku heta niha gavên ji bo çareseriyê avêtibin, îdîa kir ku DTPê gavên wan ên ji bo çareseriyê asteng dike. Atalay, pêşwazîkirina qasidên aştiyê jî, weke mînak nîşan da û got ku, ev pêşwazîkirin hemû DTP'ê plan kiribûn.

Roj TV: CENAZEYÊN GERÎLAYÊN HPG'Ê YUCE Û YILDIZOZ DOH ÊVARÊ LI AMEDÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN VEŞARTIN

CENAZEYÊN GERÎLAYÊN HPG'Ê YUCE Û YILDIZOZ DOH ÊVARÊ LI AMEDÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN VEŞARTIN
Di operasyonên eskerî yên li Çewlikê de 5 gerîlayên HPGê di navbera 24 û 25ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn. Li Amedê cenazeyên 2 gerîllayan hatin veşartin. Bi hezaran kesên cenazeyên gerîlayên HPG'ê Yuce û Yildizoz veşartin, dewleta tirk şermezar kirin û soza xurtkirina têkoşînê dan. Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş ji qetilkrina gerîlayên HPG'ê, hukumeta AKP'ê berpirsyar girt. YUCE Û YILDIZOZ DOH ÊVARÊ LI AMEDÊ
BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN VEŞARTIN
Artêşa tirk a ji ber belgeya hewldana darbeyê bi zehmetiyan re rûbirû ye, hewl dide bi operasyonên tinekirinê rojevê biguherîne. Artêşa tirk ji bo vê armancê li gelek deverên Kudistanê dest bi operasyonên berfireh kiriye. Ji ber operasyonên artêşa tirk di 24 û 25'ê cotmehê de li bejahiya Çewlikê şer qewimî û 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Merasima ji bo veşartina cenazeyên gerîla Hacî Yuce bi navê kod Hamza Derîk û Erdal Yildizoz Bager Andok doh êvarê li Goristana Yenîkoy ya Amedê hate lidarxistin. Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokê DTP'a Amedê Firat Anli jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasimê bûn. Bi hezaran kesî piştî wecîbeyên dînî yên li mizgeftê, kesk û sor û zer li cenazeyên gerîlayan pêçan û dûre jî bi gotina siloganên 'Tolhildan', 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Serok APO' heta goristanê meşiyan. Li Goristanê jî, bi hezaran kesî wêneyên her 5 gerîlayên di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hildan. Pişt re jî bi hezaran kesî, bi siloganên tolhildanê û soza xurtkirina têkoşînê, cenazeyên Haci Yuce û Erdal Yildizoz veşartin. Dûre jî Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û ji qetilkirina gerîlayan hukumeta AKP'ê berpirsyar girt. Demîrtaş diyar kir, ku yên kêfxweşiya kurdan fêm nakin, wê êşa kurdan jî fêm nekin û got: ' Em soz didin şehîd û hevalên xwe û dibêjin heta aştî û azadî bê, emê têbikoşin'.
Bi hezaran kes pişt re jî, bi gotina siloganên rûreşkirina dewleta tirk û sonda 'tolhildanê' û xurtkirina têkoşînê ji goristanê veqetiyan.

Weşana Azadiya Welat dîsa ji bo mehekê hate rawestandin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 30. Cotmeh 2009
löjl
güncel AW 30.10.2009- Rojnameya kurdî ya rojane Azadiya Welat bi hinceta "Propagandaya Rêxstinê kiriye" mehekê hate girtin. Rojnameya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê di weşana kurdî de herî emir direje, piştî 15'ê tebaxa 2006'an dest bi weşana rojane kir. Piştî rojname bû rojane heta niha 5 caran hate girtin.
Li Tirkiyeyê bi kurdî tenê Rojnameya Azadiya Welat weşanê dike. Azadiya Welat ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi hinceta "Propagandeya Rêxistinê kiriye" mehekê rastî cezayê girtinê hat. Dadgehê, ji ber nûceyên di hejamer duh (29 cotmeh) de di rupela yekemîn de "Navên şehîdan aşkera bûn", rupela 5'emîn de "Ocalan kurd ji mirinê hişyar kirin", rupela 7'emîn de "Berîtan li Akademiya Jinan hate bibîranîn" û rupela 8'emîn de jî "Şerê Şeran" sedem nîşan da.

Heta niha 120 rojan hate girtin, 30 rojên din dîsa cezaye girtinê girt

Rojnameya Azadiya welat di 15'ê Tîrmha 2006'an dest bi weşana rojane kir. Di nav 3 salan de 5 caran cezayê girtinê lê hate birîn. Rojnameyê ji destpêka weşana rojane heta niha 120 rojan rastî cezayê giritnê hat. Rojnameyê bi vî cezayî dê 30 rojên din jî girtî bimîne.

Di dîroka çapemeniya kurd de rojnameya herî emir dirêj

Rojnameya Azadiya Welat, li Tirkiyeyê di salan 1990'an de li ser mîrasê kevneşopiya çapemeniya kurd dest bi weşanê kir. Li Tirkiyeyê yekem car bi kurdî Rojnameya Welatê bi heftane di 22'ê sibeta 1992'ê dest bi weşanê kir. Rojnameya Welat piştî 115 hejmaran ji ber doz û cezayan hate girtîn. Piştî wê Rojnameya 'Welatê Me' dest bi weşanê kir. Rojnameya Welatê Me heya sala 1996'an 46 hejmar derxistin hate girtîn û piştre jî Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Rojnameya Azadiya Welat di dîroka çapemeniya kurd de ya herî emir dirêj e.

Azadiya Welat di 15'ê tebaxa 2006'an de dest bi weşana xwe ya rojane kir

Li Tirkiyeyê di salên 1990'an de çapemeniya azad dest bi weşanan kir. Gelek rojname û kovar bi mecbûrî li Stenbolê dihatin weşandin. Belavkirina wan rojname û kovaran heya sala 2000'î jî li herêmê qedexe bûn, lê dîsa jî li herêmê dihatin belavkirin. Di şert û mercên gelek zahmet de rojname di gihiştin destê gel û rastî eleqeyekî mezin dihat. Cihê kurdî lê neyê axaftin rojnameya kurdî zêde fêde nade xwedekar û di 2003'an de navenda Azadiya Welat anîn Amedê. Azadiya Welat ji bo pêşvebirina kurdî û zimanekî hevpar rolekî mezin lîst. Bilî Tirkiyeyê kurdê li Suriyeyê, Iraqê û Îranê jî eleqeyekî mezîn nişan didin.

Ocalan: Hatina koman planên dewletên pûç kirin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 30. Cotmeh 2009
löjl
güncel ANF 30.10.2009-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, hatina komên aştiyê û bi awayekî bi rûmet pêşwazîkirina wan ji aliyê gelê Kurd ve, niyeta rast a hikûmeta AKP'ê derxist holê... Ji lewra Ocalan anî ziman ku AKP di mijara aştiyê de ne ciddî ye û got: "Ez Erdogan dawetî cidiyetê dikim. Ji niha şûnde wê ti kom neyên Tirkiyê. Ji xwe pêwîstî bi hatina wan jî nema."...
HATINA KOMAN Û HELWESTA GEL A BI RÛMET NIYETA HUKÛMETÊ DERXIST HOLÊ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Çarşema bihûrî di hevdîtina xwe de, komên aştiyê yên li ser banga wî hatin Tirkiyê û tabloya derketî holê nirxandin. Ocalan diyar kir ku hatina komên aştiyê û pêşwazîkirina gelê Kurd a bi rûmet, niyeta rast ya hukûmeta AKP'ê derxist holê...

PÎLANÊN HUKÛMETÊ PÛÇ BÛN AKP JI WENDAKIRINA DENGAN TIRSIYA
Ocalan got, planên hukûmetê pûç bûn û weha dewam kir: "Aştî mijareke cidî ye û divê mirov rêzê jêre bigire. Her tişt hate fêmkirin. Kesên çûn wir ne tenê alîgirên DTP'ê yan jî PKK'ê bûn. Alîgirên AKP'ê jî di nav wan de hebûn. Jixwe ya ku hukûmet tirsand jî ev bû. Lê ev mijar bi fikara tirsa wendakirina dengan wê neyê birêvebirin. Ji aştiyê re cidiyet divê. Ji ber ku li ser banga min hatin, ez careke din malavahiya wan hevalan dikim. Bi vê hatinê re dilsoziya xwe ya bi min re nîşan dan. Bi hatina van koman û helwesta gelê Kurd nîşan da me nîşan da ku em aştiyê dixwazin. Lê belê hukûmet bi cidiyet nêzî vê helwesta me nebû."

BI BÊ HURMETÎ DIAXIVIN Û HEQARETÊ DIKIN
Ocalan got, "Li aliyekî wezîrê karê hundur Atalay tiştekî dibêje, li aliyê din malbatên eskeran bi armanca îstîsmarê diçin meclîsê û bi Serokê Meclîsê re hevdîtinê pêk tînin, bi awayekî bê hurmet Kurdan weke terorîst binav dikin. Ev bê hurmetiyeke mezin e."
Ocalan diyar kir ku AKP'ê di mijara çareserkirinê de ne cidî ye....

AKP NE TENÊ GEL HER WEHA DEWLETÊ JÎ DIXAPÎNE
Û got, AKP ne tenê gel, her weha dewletê jî dixapîne... Ocalan diyar kir ku AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere û bi vî awayekî zerarê dide dewletê...

EZ ERDOGAN DAWETÎ CIDIYETÊ DIKIM JI NIHA ŞÛNDE WÊ TI KOM NEYÊN TIRKIYÊ
"Aştî mijareke cidî ye, AKP ne ji dil e, ev kes aştiyê naxwazin. Qonaxa pêvajoya hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiyê nîşan dide ku hukûmet ne cidî ye. Niha dîsa hewl didin her gunehî bixin stûyê Kurdan. Ez Erdogan dawetî cidiyetê dikim. Ji niha şûnde wê ti kom neyên Tirkiyê. Ji xwe pêwîstî bi hatina wan jî nema."
Ocalan gotina Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a 'Wê her tişt vegere serî' jî nirxand û weha got: "Çi dikin bila bikin".... Ocalan bal kişand ser hewldanên tesfiyekirina tevgera azadiya gelê Kurd û weha dewam kir:

YA AKP DIKE LI DIJÎ OL, BIRATÎ Û DEMOKRASIYÊ YE
"Em CHP û MHP'ê li aliyekî bihêlin, jixwe ew aştiyê naxwazin. Yek jê neteweperestê faşîst e û yê din nijadperestê faşîst e. Jixwe şer dixwazin. Helwesta Bulent Arinç baştir xuya dike. Ez ji vir bang li birêz Arinç dikim. Ya ku niha AKP dike li dijî dînê Îslamê ye. Li dijî biratî û demokrasiyê ye jî. Birêz Arinç hûn dîroka Îslamê baş dizanin; hûn şerê Uhud, Bedîr û Xendeqê dizanin. Dibêjin 5 hezar esker û 5 hezar cerdevan mirine. Her weha dibêjin 40 hezar ji me jî mirine, yanî bi giştî 50 hezar kes mirine. Eger li wir 50 hezar kes miribin, ev yek tê maneya ku li wir şerek heye. Dibêjin, teror heye. Eger teror be jî, dîsa şerek heye. Eger şer heye, wê demê du aliyê vî şerî jî hene. Aştî jî di navbera aliyan de çêdibe."

NABE KU ERDOGAN LI GORÎ HESTÊN XWE TEVBIGERE
Ocalan weha got: "Ev kes hînê ditirsin ku kursiyên xwe wenda bikin. AKP ne ji dil e. Bi hatina komên aştiyê, niyeta AKP'ê jî derket holê. Ji xwe armanca min ji bangkirina li koman jî ev bû. Qaşo ev kes hesaban dikin ku min li vir bikar bînin û pirsgirêka li gorî xwe çareser bikin. Ew ê ti carî nikaribin min bikar bînin."

LI ŞÛNA AZADIYÊ TESLÎMIYETÊ LI GELÊ KURD FERZ DIKIN
Ocalan got, li şûna îradeya azad a gelê Kurd qebûl bikin, teslîmiyetê li ser ferz dikin û diyar kir ku di vî warî de, rewşa gel dişibe ya jinê: "Li ser gelê Kurd pîrekbûnê ferz dikin. Girîngiya ku ez didim jinê û azadiya wê li holê ye. Ez behsa çanda destavêtinê ya 5 hezar salan dikim. Jiyana bi çanda destavêtinê re, herî baş jin dizanin bê çawa ye. Îrade û kesayetiya jinê 5 hezar salin hatine tinekirin. Eger jin bixwaze jî, nikare hebûna xwe nîşan bide. Di warên civakî, pisîkolojîk, aborî, siyasî û çandî de, dor li jinê hatiye girtin. Niha jî vê yekê li ser gelê Kurd ferz dikin. Eger li ser esasê azadiyê û parastina kesayetiyê bin, ez ne li dijî hezkirin û evînê me. Di vê çarçoveyê de, ez silavê xwe ji tevahiya jinan re dişînim."

Ocalan behsa xebat û hewldanên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane kir û got; di vî warî de çi ket ser milê min, min bi cih anî. Ocalan asta ku gel û Tevgera Kurd gihiştiyê destnîşankir û got; dikarin biryarên xwe bi xwe bidin, ez êdî eleqeya xwe jê naynim.'

XETA YEKEMÎN ÎNKAR Û TINEKIRIN E
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser nexşeya rê ya hê di destê dewletê de ye û got, weke min di wir de jî destnîşan kiribû, li Kurdistanê hê 3 xetên polîtîk tên meşandin. Ji wan a yekemîn xeta înkar û tinekirnê ye û ev xeta MHP'ê û CHP�ê ye. Ocalan anî ziman, ku Ergenekonî jî di nava vê xetê de cih digire, ev kesên ku tevkujiya Êrmeniyan pêk anî, niha jî li pê tevkujiya Kurdan e.

XETA 2�YEMÎN JÎ DAMEZARANDINA DEWLETEKE PIÇÛK Û BI VÊ YEKÊ JÎ KONTROLKIRINA KURDAN E
Ocalan got, xeta duyemîn jî ewe ku hewl didin li başûr dewleteke piçûk a Kurdan ava bikin, Kurdan tev pê ve girêdin û bi vî awayî kontrol bikin. Ocalan diyar kir, DYE û AKP jî di vê xetê de ne û herwiha Barzanî û Talabanî jî bi wan rê vê xetê birêve dibin.

ARMANC TASFÎYEKIRINA MIN Û YA PKK'Ê YE
Ocalan destnîşan kir, armanc tasfîyekirina wî û PKK'ê ye û got; "Ev xeta AKP'ê, ji xeta yekemîn talûketir e. Ev tevkujiya çandî ye, qaşo hewildanên çareseriya xwe jî li ser vê xetê dide meşandin." Ocalan Mamoste Medya ya 10 salî ku li Amedê dersên Kurdî dida zarokan jî, mînak nîşan da û ev pirs kir; "Dozgerên te tehamul nake ku Kurd zimanê xwe yê dayîkê jî fêr bibin, ma ev e pêşîvekirina çareseriya te?"

HEWILDANÊN ÇARESERIYÊ YÊN HUKÛMETÊ TÊ WATEYA TEVKUJIYA ÇANDÎ, CIVAKÎ Û ABORÎ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, xeta 3. jî xeta ku ew diparêzin, sîstema KCK'ê ya rêxistinbûyîna Kurdan e û wiha dewam kir: "Dewlet çawa TUSIAD'ê qebûl dike, divê KCK'ê jî qebûl bike. KCK ne rêxistineke civaka sivîl ya ji rêzê ye, lê xwe birêxistinkirineke demokratîk a civakê ye. Ji bo baştir bê famkirin ezê mînakekê bidim. Bi Kurdî Xwendina KCK'ê dişibe Keçikê. Têgihiştina ma ye KCK'ê jî ev e. Weke lêgerîna keçeke piçûk û jinek a ji bo eşqê û azadiyê ye. Ev eşq, eşqa rastî ye. Yên ku dikarin vê eşqê rakin bila vê eşqê bijîn, yên nikarin bila dûr bisekinin. Pirsgirêka me bi yek-dewlet, yek-milet, yek alê re nîne. Pirsgirêka me bi sîstema dewleta yekpare re jî nîne. Heta dixwazin bira yek yek bimînin. Em tiştek zêde jî naxwazin. Bila mafên ku Fransayê dane Korîkayê ku wan jî Fransa ji xwe re mînak girtine, ji bo kurdan nas bike bes e. Dema Fransayê mafê azadî, herêmî û xweserî yê Korsîkiyan nas kir ma yekparebûna Fransayê xirab bû? Na. Niha rê nadin ku Kurd zimanê xwe yê dayîkê jî fêr bibin. Ev çîroka pêşîvekirina li pirsgirêkê jî, ne ya AKP'ê, ya DYE'ê ye. Ev pêvajo piştî hevdîtina 5'ê Mijdara 2007'an dest pê kir. Ev ne tenê projeya Hukûmetê ye jî, projeya dewletê ye."

HÊZ Û ÎRADEYA MIN A ÇEKAN BIDE BERDAN HEYE LÊ JI SALA 1999'AN VIR VE HÊZA HUKÛMETAN TÊRÊ NEKIR
Ocalan herwiha anî ziman, ku hêz û îrada wî ya çeka bide berdan heye. Lê ji sala 1999'an û vir ve, hêza hukûmetan ji bo vê yekê nebû û ti gav jî neavêtin. Ocalan got, "Ji hatina komên aştiyê jî diyar e, ku ji bo çekberdanê hê ez dikarim PKK'ê îkna bikim û wiha dewam kir:

EZ ÊDÎ DEST NADIMÊ, GELÊ KURD Û TEVGERA WÎ DIKARE BIRYARÊN XWE BI XWE BIDIN
"Li min gohdarî dikin, dilsozên min in. Lê ez êdî dest wernadim. Min di mijara çareseriya demokratîk û aştiyane de, ya ketî ser milê xwe bicih anî. Gelê Kurd gelekî bi rûmet e, ji bilî aştiyeke bi rûmet tiştekî din qebûl nake. Îradeya Kurdan a ji bo aştiyê çê bûye. Bila gelê Kurd ji MHP, CHP, AKP, DTP'ê, ji hemû partiyan û rewşenbîran vê pirsê bike; ji bo aştiyeke bi rûmet îradeya me heye, gelo ya we jî heye? Divê em rê nedin kesên dijberî aştiyê. Weke min gotibû, dibe ku ez li vê derê bimrim, bêm kuştin jî, ez nizanim lê ez hebim jî, tinebim jî, gelê Kurd û tevgera Kurd hatiye wê qonaxê ku, êdî dikare biryarên xwe bi xwe bidin û ji azadiya xwe û rûmeta xwe wê ti tawizan nede. Ez li vê derê nikarim biryara şer bidim, nadim jî. Vê biryarê tenê PKK dikare bi xwe bide. Hevalên Gerilla dilsozên min in, ez dizanim, lê gerilatî zehmet e. Divê xwe baş biparêzin. Bila komên weke Ergenekonê ji nava xwe tasfiye bikin. Waye ji ber komên weke Ergenekonê yên di nava wan de, di şikeftek de, bi komî têne kuştin. Divê baş li wan bikolin û derînin holê."

Ocalan di hevdîtina vê hefteyê de, bersiv da hin nivîsên Îsmaîl Beşîkçî û Baskin Oran jî. Ocalan der barê dîtina Beşîkçî ya 'divê dewleta kurdan hebe' û ya Baskin Oran ya 'nasnameya jorîn ya tirk tirsnake' de jî fikrên xwe anîn ziman.

BEŞÎKÇÎ XWEDÎ NIYETÊN BAŞ Û DURUST E, LÊ BELÊ EW BI NÊRÎNA DEWLETÎ NÊZ DIBE
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bersiv da hin nivîsên sosyolog Îsmaîl Beşîkçî û Prof.Dr.Baskin Oran. Ocalan bi bîr xist ku Beşîkçî dibêje, 40 mîlyon kurd hene, divê dewleteke wan hebe û got: 'Bi nêrîna dewletî nêzî pirsgirêkê dibe. Ez wî fêm dikim. Xwedî niyeteke baş û durust e. Bi peyama xwe dixwaze bibêje 'dewletê bixwazin.' Lê belê tiştên ez dixwazim bibêjim, tam fêm nake. Aliyê min ê sosyolojîk jî xurt in. Beşîkçî jî sosyolog e, lê belê nikare dewletê baş analîz bike. Dewlet ji bo gelan azadiyan nayne'.

DEWLET NE ÇARESERÎ YE
Ocalan anî ziman ku wî di parêznameya xwe de jî gotiye dewlet ne çareserî ye û wî aliyên civakî û dîrokî yên pirsgirêkê anîne ziman û wiha got: 'K.Mars, Lenîn û Mao jî, ne karîne dewletê baş tehlîl bikin. Îngilistanê deriyê xwe ji K. Marks re vedikir. Ew xwedî dikir. Armanca wê ew bû ku, wî li hemberî Almanyayê bikar bîne. Ez nabêjim, K.Marks ajanekî îngîlîz e. Lê belê xizmet ji siyaseta îngîlîz re kiriye. Ji ber vê sosyalîst û komunîstên alman, ji Marks hez nakin. Ji ber vê, li Almanyayê ne komunîzm, nijatperestî pêşketiye. Behsa faşîzma Hîtlerê dikin, lê belê Modernîteya Kapîtalîzm bi xwe faşîzm e. Lenîn li ser dewleteke sosyalîst difikirî. Prodhon, Kroptkîn û Bakunîn wan dewlet baş tehlîl kiribû. Hetta Kropotkîn li dijî Lenîn derdikeve û ji wî re dibêje ku, demokrasî tine dike û dîktatoriyê pêş dixe. Lenîn jî, ji bo wî digot, dîn bûye. Lê di encamê de Yekitiya Sovyetan hilweşiya. Çîn welatekî ku di krîza îro de, kapîtalîzm li ser piya dihêle ye. Yanî Kroptkîn mafdar derket. Dewleta sosyalîst nabe. Ji sosyalîzm jî dewlet nabe. Çavkaniya zexta mêtîngeriyê dewlet bi xwe ye. Ez nabêjim dewlet bi temamî tiştekî xerab e. Aliyên wê yên baş jî hene, lê belê eger dewleteke demokratîk û hiqûqî be'.

NASNAMEYA JORÎN A TIRK LI SER HEMÛ GELAN FERZ DIKIN
NASNAMEYA JORÎN YA TIRK FELAKETEK E
Ocalan bal kişand ser tespîta Baskina Oran ya wekî 'nasnameya jorîn ya tirk felaketek e' û dibêje ev tespîteke dereng-mayî ye. Ocalan got: 'Erê, 'nasnameya jorîn ya tirk felaket e'. Ez jî heman tiştî dibêjim. Nasnameya jorîn ya tirk li ser hemû gelan ferz dikin. Yên nasnameya jorîn ya tirk afirandiye bi xwe jî ne tirk in. Ji avakarên Îtîhat Terrakî, 2 kes kurd, yek ereb û yê din jî, arnavut e. Îdologê wan jî Ziya Gokalp e. Ziya Gokalp kurdekî zaza ye.

ÎNGÎLÎZ DIXWAZIN LI BAŞÛR, NETEW-DEWLETEKE KURD AVA BIKIN Û BI YEKÊ JÎ KURDAN BIGIRIN BIN KONTROLÊ'
Ocalan ev siyaset jî wekî siyaseta îngîlîzan bi nav kir û got: �Îngîlîzan berê hewl dan li Anatoliya Rojava, dewleta cihûyan ava bikin. Ji bo vê xwestin ax jî bikirin. Lê belê Osmaniyan ev qebûl nekir. Dû re li Filistanê ava kir. Niha jî dixwazin li Başûr, Netew-dewleteke kurd ava bikin, hemû kurdan li derdora vê kom bikin û bi vî rengî jî hemû kurdan bigirin bin kontrolê. Min li daxuyaniya Barzanî guhdarî kir. Ji bo min dibêje 'dijminahiya kurdan dike'. Armanca min azadkirina gelê kurd e. Barzanî an vê fêm nake, yan jî li hesabê wî nayê. Ez ji bo wî hêrs jî nabim. Dikare dewlet ava bike, lê belê divê ne feodal be, ji demokrasiyê re vekirî be'.

Ji Aydar nameyek ji bo Obama: Bêbextiyê li kurdan nekin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 30. Cotmeh 2009
löjl
güncel ANF 29.10.2009-Endamê Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û serokê kevin yê KONGRA GEL Zubeyir Aydar ji Obama dipirse ku ew, li ser kîjan esasî û belgeyan, gunehkariyên neheq dikin û got: PKK, di têkoşîna 30 salan de, dijberiya kesekî, bi giştî li dijî berjewendiyên DYA�yê neketiye nava hewldanan û hedef negirtiye.
Nameya Aydar, bi gotina �Birêz Barak Obama� dest pê dike û dibêje, �PKK, ji bo azadiya gelê kurd têkoşînê dike. Lê dewleta we, rêxistina PKK�ê, ku ji bo azadiya gelê kurd têkoşînê dike, bi awayekî neheq û derî hiqûqî, di lîsteya rêxistinên terorîst de bi cih kiriye. Serokê Amerîka yê berî we, birêz Buhs jî, di hevdîtina 5�ê mijdara 2007�an de, bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erodgan re, bi armanca ku Tirkiye memnun bibe PKK wek dijminê Amerîka îlan kir. Wezîrê Karên Xezînê yê Amerîka jî, di 30�ê gulana 2008�an de PKK, di lîsteya ku qaçaxa narkotîkê dike de bi cih kir û navê rêvebirên PKK�ê, Murat Karayilan, Riza Altun û Zubeyir Aydar jî, dikirand.�

�HEQARET Û ÎNFAZ E�
Aydar di nameya xwe de hewldanên DYA�yê mîna heqaret rawe dike û wiha dibêje: �Birêz Obama, di sedsala 21�ê de ku peymanên gerdûnî wek nirxê herî pîroz yên mirovahiyê têne dîtin, ev neheqî çima, li ser kîjan esasî û bi kîjan belegeyan? Em vê yekê wek heqaret qebûl dikin, wek înfaza bêdadgeh dibînin. Gelê kurd jî vê êrîşê li dijî xwe hesab dike û nerazîbûna xwe tîne ziman.�
Aydar diyar kir ku di dîroka PKK�ê û têkoşîna PKK�ê de, yek carê û li tu deveran têkildarî qaçaxa narkotîkê nebûye û got: �Dewleta tirk, bi riya medya û bi armanca şerê psîkolojîk, li dijî Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd, her dem serî riyên kirêt û bextreş daye. Baş tê zanîn ku dewleta tirk di vî karî de navdar e û di raporên navneteweyî de jî ev yek hatiye dikirandin. Ne li Tirkiyeyê û ne jî li dewletên cîhanê, der barê haraketa me de, dozeke bi vî sûcî nehatiye vekirin.�

TRAFÎKA NARKOTÎKÊ...
Aydar bal kişande ser rapora Wezareta Karê Derve ya Amerîka û Interpolê ku gelek caran destnîşan kirine ku, trafîka narkotîkê di destê tirkan de ye û got: Ya herî giring jî, dadgeha bajarê Almanya Frankfurtê, diyar kir ku di qaçaxa narkotîkê de, hinek ji rayedarên dewletê jî cih digirin û navê serokwezîra Tirkiyeyê ya berê Tansu Çîller jî cih girtiye.
Aydar, da zanîn ku Wezareta Karê Hundirîn ya Îngilistanê û dewleta Fransayê jî diyar kirin ku narkotîka tê Ewropa ji sedî 80 jê di ser dewleta tirk re derbas dibe. Aydar bi bîr xist ku di heman demê de, Rapora Susurlukê jî aşkere kir ku rayedarên tirk, karê narkotîkê wek ranta şer kirina karekî serekeye.

DAXWAZA KOMÎSYONEKÊ
Aydar bal kişande ser bîrdoziya PKK�ê ku karên wiha kirêt red dike û li dijî kiryarên wiha têkoşînê dike û got: �Hereketa PKK�ê, bi îdeolojiya xwe ya felsefî, civakî û siyasî, li dijî karên ku ziyanê didine civakan. Em weke Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd, ji destpêkê û heya niha, li dijî karên wisa derketine û me kampanyayên dijber jî dane destpêkirin. Lewra em bang li we, li wijdanê raya giştî ya Amerîka û cîhanê dikin, li sazî û dezgehên hiqûq, sazî û dezgehên mafên mirovan dikin ku komisyoneke bêalî were sazkirin û hebûna mal û mewdan, pere û zêr û hwd. yên PKK'ê lêkolîn bikin. Eger bi 10 qurîşan jî têkiliyeke qaçaxa narkotîkê di hatin û çûna PKK'e de were dîtin, em ji bo her cûre kiryar amade ne. Eger na, tiştekî wiha nebe, ev tê wateya ku îdiayên têkiliya PKK�ê bi qaçaxa narkotîkê re, dereweke mezin e û armanca reşkirina siyasî ye.�

TÊKOŞERÊN AZADIYÊ...
Endamê Konseya Rêvebir a KCK�ê Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku Murat Karayilan û Riza Altun, jiyana xwe, ji bo azadiya gelê xwe feda kirin û du mirovên ku jiyana wan ji bo nifşên mirovahiyê tev wek mînakên ferîştehî ne û got: �Min jî piştî qedandina zanîngeha hiqûqê li Sêrtê dest bi parêzeriyê kir. Lê zilm û zordestiya li ser gelê min, nedihate qebûlkirin û min jî qebûl nekir. Min ji bo Komela Mafê Mirovan ya Sêrtê pêşengî kir û serokatiya wê kir. Ji bo riyên siyasî werin bikaranîn min di partiya kurd HEP�ê de kar kir û wek parlamenter hatim bijartin. Lê zordestiya dewleta kirk li parlamenê jî nûnerê kurd girtin girtîgehan, ez jî bi komek hevalên xwe re, reviyam Ewropayê.�
Aydar, got li Ewropayê jî têkoşîna gelê xwe di heman çarçoveyê de didomîne û wiha domand: �Ez weke nûnerê gelê kurd, ji bilî karên siyasî û dîplomasiya gelê kurd, tu karên bazirganî û hwd nekiriye. Saziyên îstîxbarata we û Ewropa jî vê yekê baş dizanin.�

PIŞTGIRIYA ÇI DIKIN?
Aydar, neheqiya ku bi destê Amerîka û raydarên Amerîkayê pêk tê, wek dilxweşiya Tirkiyeyê bi nav kir û got: �Helwesta we ya neheq, tevgera kurd û rêvebirên tevgera kurd, gunehkar û dijmin îlan dike, gelê kurd nerazî dike û dilsotî dike û hewldanên we jî, kiryarên li dijî xwe qebûl dike. Pêwist e were zanîn ku helwesta Amerîka û rayedarên wê, tên wateya siyasetên, inkar û jiholêrakirinê û erêniya şerê gemarî ku li dijî gelê kurd tê meşandin. Di pêvajoya ku çareseriya pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin de, tewra we, dibe arîkar û desteka mîlîtarîzma dewleta tirk.�

ÇI DAXWAZÎ KIRIN?
Endamê Konseya Rêvebir a KCK�ê Zubeyir Aydar herî dawî diyar kir ku, pirsgirêka kurd, ji sûcdariya teror û ewlekariyê bêhtir, doza mafên herî maqûl a gelê kurd e û di çarçoveya hebûn û nebûnê de ye. Çareseriyeke lezgîn dixwaze û got: �Em, hêvî dikin ku hûn û rêvebiriya Amerîka, ji dijberiyê bêhtir, di çarçoveya çareseriya siyasî ya demokratîk de, nêzîkî gelê kurd û pirsgirêka kurd bibin. Mîna serdana we ya Li Tirkiyê û hevdîtina we bi Serokê DTP�ê Ahmed Turk re, ji bo berjewendiyên herêmê tev dilsoziyekê nîşan bidin û dostaniya gelê kurd bikin.� BRUKSEL / ANF

Thursday, October 29, 2009

MAHMÛD OSMAN: DYE DIJBERIYA KURDAN DIKE HELWESTA WÊ PROVAKATORÎ YE

MAHMÛD OSMAN: DYE DIJBERIYA KURDAN DIKE HELWESTA WÊ PROVAKATORÎ YE
Parlemanterê Iraqê yê Kurd Mahmud Osman di siyaseta Kerkûkê de Dewletên Yekbûyî yên emerîkayê bi dijberiya Kurdan gunehbar kir. Osman Emerîka weke provakator bi nav kir û got, zextên Emerîka li ser Kurdan dike nabe werin qebûlkirin.

Der barê mijara Kerkûkê de rewşa têkiliyên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de her diçe aloztir dibe. Herî dawî siyasetvanê kurd Dr. Mahmûd Osman Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi provakatoriyê gunehbar kir. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a PNA'yê Mahmûd Osman, doh êvarê daxuyaniyek daye û gotiye, Emerîka dest werdide pirsgirêka Kerkûkê, zextê li Neteweyên Yekbûyî û Desteya Bilind a Hilbijartinê dike. Osman anî ziman ku, di mijara Kerkûkê de helwesta Emerîkayê li hember Kurdan neyênî ye û ya ku dike jî provakatorî ye. Mahmûd Osman got, Neteweyên Yekbûyî hewl dide pirsgirêkê çareser bike, lê Emerîka hewl dide çareseriyê li gorî berjewendiyên aliyê din biguherîne. Osman axaftina xwe weha bi dawî kir: Ji bo çi Emerîka bi tenê zextê li Kurdan dike. Rojeke bi tenê jî zext li aliyê din nekiriye. Bila Emerîka xwe lê bigire da ku pirsgirêk li gorî xwezaya xwe çareser bibe.

© ROJ TV

VOA: Kemal Burkay Derheqa Vegera Welt diaxife



29/10/2009

Kemal Burkay
Kemal Burkay

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan û nivîskar Kemal Burkay behsa vegera xwe ya welêt dike û gazîya serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan ya bo hatina wî û Yaşar Kaya dinirxîne.

Birêz Burkay dibêje, ew hez dike vegera welatê xwe, lê di destpekê de, divê bingehên çûyîna rewşenbîr û sîyasetvanên derva werine amade kirin. Ez nîyeta serokwezîr Erdogan rind dibînim lê ew yek têr nake. Eger qanûna bingehîn naye guhertin û hindek xal neyên rakirin, ku xalên ku nivîs û ramanên me wekî tawan dibînin, em dê çawa vegerin? Ez naxwazim li vê temena xwe bikêvim zindanê. Ez 30 sal li hevîya vegerê mam, ezê çend mehên din jî bisekinim.
Rêzdar Burkay her wiha dibêje, rêbazên wan yên çareserîya pirsa Kurdî, ji yên DTP cihê ne. Em federasyona li Kurdistana başûr, di çareserîya pirsa Kurdî de nimûneyeka baş dibînin. Dîsa, Belçîka û Swîsre jî mînakên din yên baş in.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

"Em şer dikin ditirsin û dema em aştiyê dixwazin ditirsin"


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Li Akademiya ‘Şehîd Bêrîtan ya Perwerdekirina Şervanên Nû’ , 55 namzedên gerîllatiyê piştî dewreya “Şehîd Ronahî” temam kirin, û bi merasimekê sund xwarin.
Di merasima gerilayên nû de, Serokê Navenda Parastina Rewa Duran Kalkan û fermandarên HPG’ê û hejmareke zêde gerîla amade bûn. Di merasîmê de, Kalkan axaftina, bi pêwana salvegera şehdatea Gulnaz Karataş bi kod navê Bêrîtan û şehîdên azadiyê bibîranîn û got, “pêwiste şervanên HPG’ê tev giyana Bêrîtan esas bigirin û li dijî dijminê har û hov têkoşînê bikin. “

Kalkan, destnîşan kir ku ciwanên kurd, bi hatina serê çiyan û tevlîbûna nava refên HPG’ê, bersivê didin nijadperestî û şovenîzma dijwar ya CHP’ê û MHP’ê û êrîşkeriyên wan.

‘Dewreya perwerdeyê bersiva êrîşa ye’

Duran Kalkan, bal kişande ser êrîşên dawî yên li dijî gelê kurd û got: “Ev dewreya perwerdehiya ciwanên me, bersiva êrîşên li Xarpotê, Enqerê, Konya, Hezex, û cih û warên din bersiv e. Ev dewerya perwerdehiya ciwanên me, watedar e, ji b her kesî ku li hemberî Haraketa me, Rêber Apo û li hemberî gelê Kurd çawa rawesitn û çawa tevbigerin mesajek e. “ Kalkan, diyar kir ku sîstem xwedî taybetmenidyên balkêş û dijwar û got: “Em derdikevin çiyê ditirsin, em dadikevin ditirsin. Em şer dikin ditirsin û dema em aştiyê dixwazin, dîsa ditirsin. Lewra dibin serokaitya Rêber Apo de têkoşîna li dijî sîstemeke wiha ya ji nirxên mirovahiyê dûr, bi saya ciwanan tê meşandin. baweriya me ewe ku ciwanên kurd wê ji niha û pê de jî bi heman dilsoziyê têkoşîna pîroz bidomînin. Ev şerê azadiya gelê kurd û mirovahiyê ye.”

‘Rêya aştiyê di çiyê re derbas dibe’

Kalkan dazanîn ku riya aştî û azaidyê di çiyan re derbas dibe û bang li ciwanên kurd kir ku, ji bo bidestxisitna azadî, aştî û demokrasî, pêwiste ciwnaên krud teva di nava refên gerîla de cih bigirin û bi hêza gelê kurd ya li kolanan, li meydanan re bibin yek û weke yek devî, yek destî û yek bedenê didi têkoîşîna li dijî sîstema dagdirker şer bikin. . (HAWAR NET.com)

© HAWAR NET 2009


"Çareserî bi tasfîye kirinê nabe"

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ku di civîna PM'a DTP'ê de axivî diyar kir ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd neqediyaye û navbera hatiye dayîn jî dê di meha mijdarê de cardin dest pê bike. Turk diyar kir ku tê xwestin bingeha pêvajoyê li ser tasfiyeyê bê danîn û wiha got: "Helwesta kurdan a azadî û mafan hikûmetê û raya giştî di nav matmayîbûnê de dihêle û ji ber vê yekê hikûmet gav paşve diavêje. Ji ber ku hikûmet pirsgirêka kurd sanahî dibîne, niha matmayî bûye."


Meclisa Partiyê ya DTP'ê li Navenda Giştî di bin serokatiya Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna de pêk hat. Di civînê de pêşveçûnên piştî hatina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê, êrîşên li dijî DTP'ê, xitimîna pêvajoya çareseriyê, nêzîkatiya muxalefetê û plansaziya pêşerojê hate nîqaşkirin. Endamên PM û MYK'ê jî di nav de tevahiya endaman beşdarî civînê bû.

Hevserok Turk berî civînê axaftinek kir û anî ziman ku di warê siyasetê de ketine hefteyek têrmijar û wiha axivî: "Em hem bûn şahidê nîqaşên girîng û hem jî bûn aliyê van nîqaşan. Di serî de jî me diyar kir ku pêvajoyê dê dijwar derbas bibe. Wisa xuyaye ku hikûmet bi berfirehî mijar nenirxandiye û amadekarî nekirine. Hikûmet di bin bandora hind nîqaşan de dimîne û helwest diguherîne. Ji ber vê yekê caran neçar dimîne pêvajoyê radiwestîne. Tabloya niha jî encama vê rewşa hikûmetê ye."

Turk, bal kişand ser lîstikên ku têne lîstin jî û da zanîn hin kes dixwazin pêvajoyê tasfiye bikin. Turk, xwestina kurdan jî bi bîr xist û wiha dom kir: "Kurd ne tasfîyekirinê, aştî û azadiyê dixwazin. Ji ber ku kurd li hemberî heq û hiqûqa xwe li hemberî maf û azadiya xwe bi israr in hikûmet şaş maye. Divê ji vê daxwaza kurdan re amade be. Ger ku tasfiyekirina kurdan difikirin ev yek ne pêkan e. Ger ku aştiyeke bi rûmet û azadiyê biparêzin hemû kurd dê piştgiriyê bidin. Ji ber ku hikûmet pir sivik nêzîkî merseleyê dibe, pirsgirêk têne jiyîn."
DTP: Di salvegera damezirandina komarê de em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna di peyama têkildarî 86'emîn salvegera damezirandina Komara Tirk de daxuyandin ku dikarin pirsgirêka kurd a qasî avakirina komarê kevin bi prensîbên komên yên wekhevî, azad û biratiyê di nav xwe de çareser bikin.

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna têkildarî 86'emîn salvegera damezirandina Komara Tirk peyamek weşandin. Di peyamê de hate daxuyandin ku baweriya wan bi çareseriyek demokratîk û jiyana hevpar a 76 milyon kesî heye û ev tişt hatin gotin: "Em ji bo feraseta komarê ya dij demokrasî, yekrengî û jakoben vegerînin komerek demokratîk, hemdem, pir rengî û ji cudahiyan re rêzê digire. Komar ne desthilatdarya komek elîtan û burokrasiyê ye. Komar wekhevîya hemwelatiyan, xwe rêvebirina hemwelatiyan û demokrasî ye. Komar madela hevpariya azad û wekhev a ziman, çand û gelan e. Tirsa li ser xeyalan û modela rêveberiya otorîter li gelek devarên cîhanê hate jiyîn. Lê di encama têkoşînan de ev model vegeriya komarên pir rengî, demokratîk û ademî merkeziyetî."

'Em dikarin pirsgirek çareser bikin'

Di peyamê de hate daxuyandin ku pirsgirêka kurd hêmana herî mezin a pêşneketina komarê ye û wiha hate testnîşankirin: "Ji bo pêşveçûna komarê lazim e pirsgirêk kurd li ser bingehek wekhev, azad û demokratîk bê çareser kirin. Divê jiyanek biratî û wekhev bê avakirin. Ji bo aştiyek mayîn de û çareseriya pirsgirêk divê herkes tişta dikeve ser milî bike. Em dikarin li ser prensîbên komarê yên wekhevî, azad û demokrasiyê pirsgirêka kurd di salvegera 86'emîn de di nav xwe de çareser bikin. Baweriya me bivê yekê heye û em bi vê baweriyê cejna komarê pîroz dikin."

15 rêxistinan mesaja ‘bila pêşvekirin raneweste’ dan

15 rêxistinên civaka sivîl li Diyarbekirê hatin cem hev û xwestin, ji ber nerazîbûnên ku derbarî pêşwazîkirina komên ku ji Qendîl û Mexmûrê hatine çêbûne bile “projeya pêşvekirina demokratik” neyê rawestandin.

Di Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê de îro 15 rêxistinên civaka sivîl, bo “projeya pêşvekirina demokratîk” neyê astengkirin û rawestandin bang li hikumet, muxalefet û DTP’ê kirin. Ser navê rêxistinên civaka sivîl Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Galip Ensarioğlu daxuyaniya çapemeniyê xwend. Ensarioğlu got, di encama xebatan de komek endamên PKK’ê ji Xabûrê derbasê Tirkiyeyê bûne û wiha domand:

“Lê di merasîmên pêşwazîkirinê de teşeya hesreta aşitî yê gelê herêmê, li rojavayê welatê de bûye sedemê şîroveyên cuda û hinek komên medya û siyasî jî viya wek derfetê hildane dest û bikaranînê netirsiyane. Rola DTP’ê di çêkirina pêvajoyê de girîng e û li ser girseyê jî hakimiyetek wê heye lê pêşketinên dawî baş birêve nebirine û li paş pêşketinan maye. Em li bendêne ku, DTP ji vir şûndetir hêj hesas tevgere û însiyatifê hilde dest.”

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, CHP û MHP pêşketinên dawî wek firsendkariyek siyasî nirxandine û bi piştgiriya medya hesasiyeta civakê xwestine veguherînin xwepêşandanên kolanan. Ensarioğlu wiha domand:

“Divê biryarbûna AK Partî yê domandina pêvajoyê de bidome û êdî gavên pratîkî bavêje. Heta sedemên derketina çiyê ji holê neyên rakirin, daketina hemû rêxistinê xwestin ne rasteqîn e. Pêvajoya girîng divê qurbanê pêşwazîkirinek neyê kirin. Em banga hemû aliyên ku domandina vê pêvajoyê dixwazin dikin ku bila biheşyarî tevgerin. An dê Tirkiye pirsgerêkên xwe çareser bike û li herêmê bibe dewletek mezin, an jî çareser neke û bibe dewletek ji hêla kesên dîtir tê birêvebirin. Em bo çareserkirina vê pirsgirêkê bo hemû berpirsiyariyan amade ne.”

Ensarîoğlu di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamegeran jî bersivandin û got, pêvajo zehmet e lê nêzî çareserkirina pirsgirêkê ne. Ensarîoğlu got, “Hikumet di vê mijarê de rîsk girt. Rîskê ku hikumetê hildaye serê xwe em dizanîn tê çi wateyê. Divê DTP jî rîsk û însiyatifê bigre. Ev derfeta dîrokî ji 100 salan carekiye hatiye pêşiya Tirkiyeyê. Di vê dema ku em nêzî çareseriyê bûne de, ji rijandina her dilopek xwînê em hemû berpirsiyar in.”

Galip Ensarioğlu got, bo domandina pêvajoyê, ew ê di rojên pêşî de ji Wezareta Karên Hundir, DTP û CHP’ê randevu bixwazin. (ajansan)

© HAWAR NET 2009


Wednesday, October 28, 2009

AIDS Li Rojhilatê Kurdistanê Zêde Dibe

Sabir Qadirî

Rûdawnet - Taybet: Îstatîkên fermî yên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê behsa 5 hezar rewşên nexweşiya AIDSê li navçeyên Kurdnişîn dikin. Navend û dezgehên sivîl jî dibêjin rêjeya rastî ji vêya zêdetir e. Jimara qurbaniyên AIDSê li cîhanê bi giştî jî zêde dibe û heta îro zêdeyî 25 milyon kesan canê xwe jiber vê nexweşiya metirsîdar ji dest dane.

AIDS heta sala 1981ê wek nexweşiyeke nenaskirî mabû, sala 1987an cara yekem li Îranê jî peyde bû û piştî derbasbûna 22 salan, niha jimara nexweşên AIDSê li Îranê li gor îstatîstîkên fermî yên Wezareta Tendirustî ya Îranê dighe 20 hezar kesan, herçiqas sazî û dezgehên sivîl (NGO) jî behsa zêdeyî 50 hezar nexweşên AIDS ê li Îranê dikin.

Jimara nexweşên AIDSê li herçar parêzgehên Kurdnişîn ên Rojhilatê Kurdistanê li gor serjimêriyên navendên pizîşkî yên herçar parêzgehan dighe nêzîka 5 hezar kesan, lê li gor serjimêriyên navendên NGO jimara nexweşan zêdeyî 9 hezar kesan dibe.

AIDS bi sedemên peywendiyên seksî, xwînê û gelek rêyên din ji kesekî vediguhêze bo kesekî din. Îstatîkên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî WHO ya ser bi UN dide xwiyakirin ku ji sedî 80 guhastina vê nexweşiyê bi rêya karê sêksî ye, lê berpirsên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê radeghînin ku li Îranê tenê ji sedî 4 ji jimara nexweşan bi rêya sêksê tûşî AIDSê bûne.

Nebûna navendên bibandor bo nehîştina nexweşiya AIDSê, nebûna navendên şîretkarî û fêrkariyê, lawaziya çandî ya civak û takekesan, paşgwehxistina navendên hikûmî û veşartina jimara rast a nexweşan roleke mezin dilîzin di zêdebûna jimara nexweşan de.

Bi baweriya Nûnerê herdû bajarên Seqiz û Bane li Parlamenê Îranê Fexreddîn Heyderî li gel ku li gor welatên din bi giştî jimara nexweşên AIDSê li Îranê kêm e jî, lê belavbûna vê nexweşiyê vedigere gelek fakterên çandî û civakî. Heyderî eşkere kir ku Wezareta Tendirustî ya Îranê û navendên tendirustiyê xemsar in û got: "Mixabin navendên ser bi Wezareta Tendirustî şîretên pêwîst bo nehîştina vê nexweşiyê nadin xelkê."

Navbirî rexne li xemsariya sazî û dezgehên ser bi Wezareta Tendirustî girt nemaze veşartina jimara rastî ya nexweşan û domand: "Divê Wezareta Tendirustî girîngiyê bide hişyarkirina xelkê, û divê di qonaxên xwendinê yên seretayî, navendî û amadeyî de şîret li xwendekaran bê kirin."

Jimara nexweşên AIDSê li Parêzgeha Sine nêzîka 800-1500 kesan e û li Azerbêcan a Rojava nêzîka 500-1200 kes e. Herwiha li Parêzgeha Kirmaşan 3000 kes bi AIDSê ketine. Lê li gor îstatîstîkên navendên sivîl û saziyên NGO jimara nexweşên AIDSê zêdeyî 9 hezar kesan e.

Ji aliyekî din ve beşek ji çavdêrên rewşa Kurdistanê behsa hebûna destên veşartî bo paşdehiştina daniştvanên navçeyên Kurdnişîn dikin. Çavdêrê rewşa Rojhilatê Kurdistanê Dr. Rehîm Ferehmend Bêkarî, belavbûna maddeyên hoşber û planên hinek aliyan wek sedemên serekî yên belavbûna nexweşiya AIDSê li navçeyên Kurdnişîn binav dike û berdewam dike: "Berevajiya welatên din ku sedemê serekî yê belavbûna AIDSê peywendiyên sêksî ne, li Kurdistana Îranê maddeyên hoşber û alavên bikaranîna wan sedemên serekî yên zêdebûna AIDSê ne."

Navbirî behsa sedemên zêdebûna AIDSê dike û pêde diçe: "Bêkarî û paşketina aborî jî sedemên serekî ne di zêdebûna AIDS ê de. Mixabin ne li Kurdistanê tenê lê li seranserê Îranê serjimêriyeke eşkere û dirust tune ku jimara rastî ya nexweşên AIDSê destnîşan bike."

Di bersiva gelo ew destên veşartî ser bi kijan aliyî ne, Ferehmend got: "Bersiva vê pirsê pir eşkere ye.. pêwîst nake ez bibêjim."

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî herdem dibêjin destê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe di belavkirina nexweşiya AIDSê û maddeyên hoşber de heye. Bi baweriya wan hikûmet wiha dike da dengê nerazîbûna xelkê bitemirîne.