Monday, November 30, 2009

KURDISTANIYAN LI LONDONÊ HELWESTA DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

http://www.dundee.ac.uk/djcad/generalcourse/images/London.gif

Şert û mercên Ocalan têde tê ragirtin, piştî cihê wî hat guhertin zehmettir bû û êşkence gihişte wê astê ku Ocalan jêre bêje 'çala mirinê'.

Ev êşkenceya li Îmraliyê li paytexta Ingilîstanê Londonê bi meşekê hat protesto kirin.

Bi sedan kurdistanî li pêşiya qereqola polêsan a Wood Greenê kom bûn û heta bi Navenda Komala Kurd a li Harringeyê meşiyan.

Meş di bin barana zêde de jî pêk hat û çalakgeran pankarta li ser nivîsandî 'Azadî ji bo Ocalan û bila dawî li Êşkenceya li Îmraliyê were anîn' hilgirtin.

Bi dovîzên hatin hilgitrin û sloganan, dilsoziya bi Ocalan re û hêrsa ji hukûmeta AKPê hate ziman.


© ROJ TV


GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI DIJÎ ZEXTAN KETE ROJA 32.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI DIJÎ ZEXTAN KETE ROJA 32.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PYD'ê yên li girtîgeha Şamê Edrayê, kete roja xwe ya 32.

Bi aramanca destekê bidin çalakiya girtiyan, li Qamişlo û Dêrka Hemko xwepêşandan hatin lidarxistin..

Li bajarê Qamilo girseyeke qelebalix bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê, daxuyaniyek dan...

Di daxuyaniyê de, bang li rayedarên dewleta Sûrî hat kirin ku demekê berî ya din, daxwazên girtiyan bicih bîne...

Bi heman armancê li Dêrka Hemko jî, endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk, xwepêşandaneke bi meşeleyan li dar xistin..

Ciwanên di çalakiyê de, dewleta Sûrî hişyar kirin û gotin, eger zext bi dawî nebin ew ê çalakiyên xwe li her deverê belav bikin...

Li bajarê Elmanyayê Dûsseldorfê bi dehan endam û alîgirên PYD'ê çalakiya gireva birçîbûnê dabûn destpêkirin..

Çalakger, îro jî wê li ber parlamentoya eyaletê ya li Dusseldorfê xwepêşandanekê li dar bixin..

© ROJ TV

BOZAN TEKÎN: KURDÊN AZAD ÊN RÊBER APO LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG NEMÎNIN

BOZAN TEKÎN: KURDÊN AZAD ÊN RÊBER APO LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG NEMÎNIN

Di çarçoveya çalakî û şahiyên doh de endamê konseya rêveber a KCKê Bozan Tekîn got, kurdan pêvajoya vejînê temam kiriye û êdî bûne îradeyek.

Tekîn behsa rewşa Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocaln jî kir û ji bo pêkanînên dawiyê jî got, ne mumkin e werin qebûlkirin.

Tekîn qaşo başkirana şert û mercên Ocalan jî weke 'çêkirina çala mirinê' bi nav kir û got, yekane armanca dewleta tirk ew e ku îradeya azad a kurdan bişikîne.

Tekîn herî dawî bang li Kurdistaniyan kir da ku li hemberî vê pêkanînê bêdeng nemînin.

Çalakî bi stranên Zinar Sozdar, helbestên Zeyat Burisk bi dawî bû.

© ROJ TV

Berpirsyarên pergala Îmraliyê hisyar kirin


30/11/2009

KOMÎTEYA Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got divê CPT û DMME’yê ji bo sererastkirina şert û mercên Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê anî ziman ku nebaşbûna pirsgirêkên tenturistiyê yên Ocalan fikarên wan zêde kirine û wiha got: “Bi salan e dîlgirtina Rêbertiya me didome, her wekî giranbûna şert û mercên tecrîdê têr nedikirin, niha jî bê tevger û bê hewa hatiye hiştin. Ev bi tenê bê hiqûqiya saziyên têkildar nîşan nade, di heman demê de bê wijdaniya wan jî nîşan dide.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di rewşeke ku li tevahiya Tirkiyeyê ‘berlêvekirina çareseriya demokratîk’ tê axaftin de hikûmte ango dewlet; hewl dide ku Rêbertiya me hewa jî negire. Ev jî nişan dide ku samîmiyeta wan a ji bo çareseriyê nîn e.”
Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê anî ziman ku Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropaye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) raste rast ji vê rewşê berpirsiyar in û ev bangewazî kir: “Li ser vî esasî ji saziyên tekildar dixwazin şert û mercên Ocalan demildest bêne sererastkirin û di vî warî de berpirsgiyariya xwe bînin cih. Her wiha bangî welatparêzên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn, bangî hemû demokrat û kurdistaniyên nojdar dikin ku li her derê bikevin nava liv û tevgerê û nerazîbûna xwe bînin ziman.” BEHDÎNAN (ANF)

PKK bingeha civaka azad e


30/11/2009

Demhat TOLHILDAN - QENDÎL / ANF
Ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan bi mebesta 31’emîn salvegera damezrandina PKK’ê axivî û anî ziman ku PKK li ser xîmê jiyaneke azad hatiye avakirin. Kaytan wiha got: “Rêber Apo ev jiyan red kir û li Kurdistanê felsefeya têkoşîn û jiyanê pêş ve bir.”
Ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan got ku Tevgera Azadiya Kurdistanê rê li ber pêşveçûna ciwanên Kurdistanê vekiriye û wiha got: “Gelê kurd ligel PKK’ê dît ku tûne bûn ne qeder e.” Kaytan derbirî ku PKK’ê felsefeya têkoşînê afirand û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dîroka mirovatayê, li hemberî pergala şaristaniyê dîroka lehengiyê ye.” Kaytan got, dema mirov hûr û kûr bifikire, dê bibîne ku bê felsefe nabe. Ji ber hindê jî divê felsefeyê wekî zanistiyê heqîqetê qebûl bike.

‘An azadî an jî qet’
Kaytan li ser felsefeya Ocalan rawestiya û anî ziman ku Tevgera Apocî li ser bingehê nêrîneke nû ya ji bo jiyanê ava bûye û wiha got: “Cewherê felsefeya Apocî, ‘divê jiyan di ser her tiştî re bê girtin, heke dê jiyan hebe divê azad be yan jî dê qed nebe’. Ev esas e.”
Kaytan nêrîna Ocalan a ji bo mirovahiyê wiha anî ziman: “Rêber Apo, dibêje ‘heke di mirovekî de bi qasî tayekî mû îşareta ji bo jiyanê hebe divê ew mû bê girtin û vegera wî ya ji bo jiyanê pêkan bibe’.Ev helwest, felsefeya Rêber Apo ya ji bo jiyanê vedibêje.” Kaytan pirsa azadî bi çi pêkan e? kir û anî ziman ku ev pirs mirov ber bi vekolîna heqîqetê ve dibe.

Azadî bû rastiya jiyanê
‘Rêbertiyê me felsefeya civaka kurd lêpirsî û hewl da ku civaka kurd ji rewşa ku tê de bû derbixe’. Kaytan di dewama gotinên xwe de anî ziman ku Tevgera Azadiyê hêmaya azadiyê ji asta xeyalbûnê derxist û veguherand rastiyeke jiyanê.
Kaytan li ser perspektîfa Ocalan a ji bo dewletê jî rawestiya û got ku Ocalan dewletbûnê wekî dûrketina ji rastiya civakî dinirxîne û wiha got: “Rêbertiya me dibêje, ‘Paşroja mirovatiyê rasttir e. Ez ê li wir li mirovatiyê bigerim, bigirim û ji nû ve bidim destpêkirin. Pêşeroj ji pêkhatina vê rastiyê wêdetir tiştekî din nîn e’. Ev jî tê wateya dan û standineke rast a bi rih û rîcikên xwe re.”
Kaytan anî ziman ku PKK derveyî dewletbûnê hewldana ji bo afirandina civaka azad e.

© Azadiya Welat

72 sal in bi birîna Dêrsimê dijî



30/11/2009

Di ser hildana Dêrsimê re 72 sal derbas bûn. Her çiqas 72 sal di ser bûyerê re derbas bibin jî kesên bûne şahidên wahşeta wê demê gav bi gav vegotin û dîsa bûyer li ber çavan zindî kirin. Şahidan diyar kir ku wê demê mirov di odeyan de kom dikirin û didan ber keleş û çekên otomotîk û gulebaran dikirin, piştre davêtin çal û koncalan. Bago Polat got ‘min destê xwe da ber serê xwîşka xwe. Em hatin gulebarankirin. Guleyek bi serê xwîşka min ket. Serê wê parçe parçe bû. Heman guleyê du tiliyên destê min ê rastê jî jê kirin’.

‘Ez avêtim çemî’
Kalê 82 salî Huseyîn Gul, serpêhatiya komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an wiha vegot: "Leşker hatin gund û kî diket ber wan dikuştin. Leşker piştî hatin gundê me Demenanê em ji gund reviyan. Gund şewitandin. Piştre leşker hatin gundê Kavun û gotin gundiyê Demenan di nava we de hene? Wê rojê leşkeran nêzî 40 kesên Demanan ku zarok û jin jî di nav de kom kirin û birin. Em birin rûbaroka Harçîk û li wir em dan ber guleyan. Gule li me barandin" Gul, anî ziman ku gule wekî baranê bi ser wan de dibariyan û wê demê ew ji zendik, pişt û milê xwe de birîndar bû. Gul, serpêhatiya xwe wiha vegot: "Em êvarî tev kom kirin û birin rexê çem û em dan ber guleyan. Dema ez birîndar bûm min xwe avêt erdê û wekî miriyan raketim. Leşker hatin kesên kuştin tev avêtin bin kevir û latan. Ez jî avêtim nava avê. Ji bo ez di nava avê de nefetisim min li ber xwe da. Ez nêzî 200 metreyî ber bi avê çûm. Piştre min xwe bi kevirekî nava avê girt û ez derketim ser kevir. Ez derketim ser kevir û rawestiyam. Hîn dengê teqîna guleyan dihat."
Gul, da zanîn ku dema ew li ser kevir rawestiyabû birîndarekî din di nava avê de di cem wî re derbas bû. Gul, anî ziman ku dema wî destê xwe dirêjî kesê birîndar kir, wê demê birîndar jî destê xwe dirêjî wî kir û ji nava avê derxist. Gul, serpêhatiya xwe wiha got: "Piştî min ew ji nava avê derxist û kişand ser kevir. Min dît ku xaltiyê min e. Ew jî wekî min 10 salî bû. Bi giranî birîndar bibû. Ji serê xwe, milê xwe û sînga xwe birîndar bibû. Em çûn bin dareka biyê û heta sibê man. Heta 4 rojan me xwarin nedît. Me tenê av vexwar. Piştî roja 4'an xaltiyê min mir."

'Bavê min bi darve kirin'
Jina bi navê Beser Gul ya di sala 1924'an hatiye dinê û niha 87'ê salî jî wiha got: "Ez wê demê 14 salî bûm. Em wê demê li Gome Derweşê dijîn yê navê wê yê niha taxa Esen Tepe. Leşkeran bavê min gazî kir qereqolê. Bavê min çû qereqolê, piştre jî me tu agahî jê negirtin. Birayên min ji bo agahiyekê bigirin çûn qereqolê. Wê demê leşkeran gote biryarên min 'Bavê we li qereqolê darve kirin, neçin dê we jî darve bikin'."

'Malbata min qir kirin'
Welatiyê bi navê Bago Polat yê di sala 1928'an hatiye dinê û niha 82 salî ye jî wiha got: "Wê rojê leşker hatin gund nêzî 30, 40 kes ji gund birin. Leşkeran gote me 'Em ê we koçber bikin'. Me digot dê me bibin koçberiyê, em ketin pêşiya wan. Em birin herêma Taxteqalê ya li ber ava Harçîkê. Êdî dinya tarî dibû, li hemberî me 4 çekên otomatîk ên giran danîn. Piştre jî em hemû gulebaran kirin. Di dema gulebarandinê de dayik, bav, 2 xwîşkên min û birayê min hebûn. Min destê xwe danîbû ser serê xweşîka xwe. Gule bi serê xwîşka min ket û serê wê parçe parçe kir. 2 tiliyên min ên destê min yê rastî jê kirin û ez ji ser hişê xwe çûbûm." Polat, anî ziman ku ji malbata wî tu kes najî û wê rojê hemû malbata wî hate qetilkirin.
Polat, destnîşan kir piştî gulebarandinê leşkeran hemû cenaze bi kêrên çekan kontrol kirin ka kesek dijî an ne. Polat, bilêv kir ku leşkeran hemû cenaze avêtin avê û wekî ew jî miriye avêtin avê û wiha domand: "Wê rojê ji bilî min û Huseyîn Gul tu kes sax nema. Piştre me xwe ji avê xilas kir û em çûn çiya. Em çûne cem kesên li çiyayan ber xwe dikin. Em bi wî şeklî xilas bûn. Piştî efû derket em vegeriyana bajar. Dewletê hemû kes qetil kir û niha jî înkar dike. Tiliya Ataturkî jî di nav de bû. Digotin Ataturk nexweş bû lê ez bawer nakim. Dema ku rayedarekî dewletê bê ez dê însanên me çawa qetil kirine hemûyan yek û yek nîşan bidim." DÊRSIM (DÎHA)

PKK LI VÊ MALÊ HATE AVAKIRIN

.

30/11/2009

DTP’iyan gundê Fîsê yê bi ser navçeya Licê yê civîna damezirandina PKK’ê lê pêk hat ziyaret kirin û li derdora mala civîn lê pêk hatibû darên çamê çandin û peyama aştiyê û biratiyê dan. Çalakvan bi coş û heyecaneke mezin li odeya ku PKK lê hatiye avakirin, geriyan.


© Azadiya Welat

‘Civakeke bêşiûr hat afirandin’


30/11/2009

Alî OZŞERÎK - ZURÎH
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Ewropayê (ATÎK) li Ewropayê rêzepanelên bi navê ‘Ji îmha û înkarê re na, wekheviyek rastîn ji neteweya kurd re’ hat destpêkirin. Panela yekemîn li bajarê Winterhur a Swîsreyê hat lidarxistin. Gerger jî di panelê de axaftinek kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê civakeke bêşiûr hatiye afirandin.
Parlamenterê DTP’ê yê Amedê Selahattin Demîrtaş, Lêkolîner-Nivîskar Haluk Gerger û Serokê ATÎK’ê Musa Demir jî wekî panelîst beşdar bûn.

Ferzkirina tirkbûnê
Gerger destnîşan kir ku gelê wî ev zêdetirî 20 salan e di bin zextên fizîkî û manewî de têdikoşe û wiha axivî: “Di şer de hem kurd û hem jî tirkan bedêlên giran dan. Saziyên ku çavkaniya demokrasiya Tirkiyeyê dikin jî êdî riziyan. Civakeke ku bêşiûr hat afirandin.”Gerger, bal kişand ku li Tirkiyeyê gelek rewşenbîr û hunermend piştgirî didin pergala milîtarîst û nijadperest. Haluk Gerger anî ziman ku mafê gelê kurd heye ku pêşeroja xwe bi xwe ava bike û wiha pê de çû: “Dixwazin her kes bêje ‘Bextewarî ji wî re yê bêje ez tirk im’. Ev yek ji xwe bingeha pirsgirêkê ye. Tirkiye bi parastina xêzên xwe yên sor nikare vê pirsgirêkê çareser bike.”

Îradebûna gelê kurd
Parlamenterê DTP’ê yê Amedê û Wekîlê Serokê Koma Parlamentoyê ya DTP’ê Selahattîn Demirtaş jî dewlet ji bo demeke bigire piştgirî dide AKP’ê lê bi tasfiyekirina PKK’ê ev pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha lê zêde kir: “Di hilbijartina 29’ê Adarê de dewlet û DTP bi hev re ketin pêşbirkeke. Encamên hilbijartinan derxistin holê ku gelê kurd îradeya xwe ya nûnertiyê dide kê. Hatiye fêmkirin ku PKK li pêşiya Projeya Nû ya Rojhilata Navîn astenga herî mezin e û êdî tu kes nikare bi çekdarî PKK’ê tasfiye bike. Ji ber vê yekê jî xwestin ku bi ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd’ gelê kurd bixapînin û ji PKK’ê dûr bixin. Di parlementoya Tirkiyê de çar partiyên xwedî kom hene. Lê mixabin ji bilî me hemû partî dixwazin vê pirsgirêkê bi tasfiyekirina PKK’ê çareser bikin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku wekî kesên ji çareseriyê direvin neyên xuyakirin li her derê bi hemê hêza xwe dixebitin. Em li her derê dibêjin ku ‘Açilimeke’ li ser tasfiyekirina PKK’ê hatiye plankirin, bi ser nakeve.”
Demîrtaş dest nîşan kir ku berî her tiştî divê dewlet bi paşeroja xwe re rûber bibe û heke paşeroj neyê darizandin pêşeroj bi ser nakeve û wiha got: “AKP’ê bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, niyeta xwe ya rastrîn derxistiye holê. Ji bo naveroka vê pêvajoyê bê tuje kirin û aştiyeke mayînde pêk bê, çi ji destê me bê em dê bikin û bi ser kevin.”

Armanca tasfiyekarî ye
Serokê ATÎK’ê Musa Demir jî anî ziman ku ji afirandina Komara Tirkiyeyê vir de, di çerseriyê der her tim polîtîkayên îmha û înkarê hatiye bi kar anîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her dem tasfiyekirina tevgera kurd hatiye fikirîn. Edî hatiye fêm kirin ku Tevgera Azadiya Kurd bi şerê çekdarî nayê tasfiyekirin û niha jî dixwazin bi ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd’ îradeya gelê kurd tasfiye bikin. Bêgûman em bawer dikin û piştgirî din ku mafê gelê kurd heye ku pêşeroja xwe, bi xwe biafirîne. Ev pêvajo wekî wekî polîtîkayeke dewletê tê bi pêş xistin. Armanc, tasfiyekirina PKK’ê ye û DYA ji bo vê piştgiriyê dike.”

© Azadiya Welat

Li hemberî êrîşan bêdeng nemînin!


30/11/2009

Hunermenda navdar Susan Saradon diyar kir ku divê jin li hemû qadên jiyanê û welatê ku lê dijî bêyî tirsa cezakirinê bijî û li qada polîtîkayê xwe bide nîşandan divê xwedî maf bin.
Dema ku şîdeta li hemberî jinan tê gotin welatên weke Kongo, Şîlî, Bosna tê bîra mirovan. Ligel van li gelek welatên ku jîn rastî şîdetê tên hene. Hunermenda amerîkî Susan Sarandon ji bo ko balê bikêşe ser pirsgirêkên wan jinên ku rastî şîdeta cînsî tên bang li hemû jinan kir û xwest ku li hemberî şîdetê bêdeng nemînin.
Sarandon di malpera WITNESS’ê de daxuyaniyek da û daxuyaniya wê li hemû çapemeniyê hat belavkirin. Sarandon di daxuyaniya xwe diyar kir ku şîdeta li dijî jinê li hemê qadên jiyanê derketiye holê û ji bo girîngiya mijarê bîne ziman mînakeke ku li Zimbabweyê hatiye jiyîn pêşkêş kir. Sarandon anî ziman ku ji bo jin di qada polîtîk de jî hebûna xwe bidomînin, divê li her derê îmkan ji wan re bên pêşkêşkirin. Susan Sarandon bal kişand ser şîdeta zayendî ya ku jin di vê qadê dijîn û destnîşan kir ku divê ev yek bên deşîfrekirin.

Rastî îşkenceyê hat
Susan Sarandon bi bîr xist ku hêzên dewletê, di 11’ê hezîrana 2008’an de Sekretera Tevgera Guherîna Demokratîk (MDC) Memory Shirinorira bi zorê birin fermandariya leşkerî û li wê derê rastî îşkenceyê hatiye. Piştî îşkenceyê ji aliyê rastî destdirêjiya milîsên dewletê hatiye. Her wiha Sarandon bi lêv kir ku niha zarokên Shirinorira jî di bin gefên milîsên dewletê de ne.
Susan Sarandon diyar kir ku Memory Sihirinorira li dijî hemû rîskan amade ye ku çîroka xwe ji hemû kesan re vebêje û wiha got: “Memory dibêje, ez neçar im ku ji bo jinên din jî rastî van êrîşan neyne, çîroka xwe vebêjim.”
Banga parvekirinê
Memory Sihirinorira çîroka xwe bi vîdeoyeke vedibêje û dixwaze ku hemû jin vê vîdeoyê temaşê bikin. Susan Sarandon, ji bo Memory Sihirinorira û têkoşîna wê wiha axivî: “Min gelek jinên ku bi rastî êrîşan hatine dîtin. Lê ez care yekem jineke wekî Memory wêrek dît ku çîroka xwe vedibêje. Hûn jî bi wêrekî nêzîkê vê mijarê bibînin di azadbûna şexsê Memory de di hemû jinên Zimbabwe de cih bigirin. STENBOL (DÎHA)

© Azadiya Welat

Ji Selamo ‘Kenên Spî’


30/11/2009

Li Mêrdînê fîlmê kurdî ‘Kenê Spî’ dest pê kir
Li Mêrdînê kişandina fîlmê kurdî yê Senaryoya wê ji bûyereke hatiye jiyandin pêk tê yê bi navê “Kenê Spî” dest pê kir. Mijara filmê di salên 1980’ê de hevaltiya dînekî û zarokan vedibêje.
Li naçveya Nisêbînê ya Mêrdînê kişandina fîlmê kurdî yê bi navê “Kenê Sipî” dest pê kir. Derhêneriya fîlmê Shîar Abdî yê li Ewropayê dijî dike û senaryo jî Selamo nivîsiye. Her wiha Selamo di fîlmê de jî dilîze. Çiroka senaryoyê ji bûyereke hatiye jiyandin hatiye girtin. Çîrok di sala 1980’an de li navçeya Nisêbînê debas bûye. Fîlm bi hevaltiya zarokê bi navê Cengo û dînê navçeyê Xelîlo dest pê dike û cih dide bandora 12’ê îlonê. Xelîlo naaxive û ‘bê axiftin’ têkiliyê bi zarokan re datîne. Di nav fîlm de nasnameya Xelîlo hêdî hêdî derdikeve holê. Li gorî pêvajoya nû, car caran bûyerên jiyana zarokan û Xelîlo bandor dikin tên şîrovekirin. Kişandina fîlm li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê û Amedê tê kirin. Ji bilî Selamo hemû lîstikvanên fîlm piranî zarokên Mêrdîn û navçeya Nisêbînê ne. Li gorî plansaziyê fîlm dê di nava meha kanûnê de bi dawî bibe. MÊRDÎN

© Azadiya Welat

Turkiya û kêşey kurd le bakûr



Bo yekemîncar kêşey kurd lenêw perlemanî turkiyada le 13î novêmberda, gftugoy leser kiraw ew bilqey ke sereta nawiyan na "kiranewey kurd"u paşan gorîan bo "kiranewey dîmukiratî", teqî. parte nejadperstekanî weku partî komarî gel‌u mehepe,‌ beaşkira dujmnayetî xoyan bo kurdu kêşe rewakey nîşandaw partî dadu geşepêdanîş kewtewe kawêjkirdinewey ew belênaney ke çendîn sale dûpatiyan dekatewew taiêsta lepiraktîkda hîç ştêkî uway nekirduwe ke btwanêt kemêk letînuwêtî kurd bo azadî bşkênêt. ewey cêgay sernce serkirdayetî siyasî başûrî kurdistan lehemû kes geşbîntirn bebelênekanî erdoxan beşêweyek hendêkcar leerdoxanîş ziyatir piştîwanî leakepe deken weku ewey sî sale kurd lew beşey kurdistanda hîçiyan nekirdibêt, xebatî mlîonan kurd ke şewu roj kar bo azadî‌u mafekaniyan deken‌u besedan‌u hezaran qurbanî neteweyek piştguwê dexirêt‌u basî lêwe nakirêt. belam ew hemû dujmnayetiyey bzavî azadîxwazî kurd lebakûr neytwanîwe bo satêkîş xebatkaranî partî komelgay dîmukiratî‌u partî kirêkaranî kurdistan bwestênêt.


dewletî turkiya ke nayewêt herdû partî (PKKu DTP) ke nuwênerî rasteqîney gelî kurdin lebakûrî kurdistan, weku layenî beranber qbul bikat‌u belku hemû ew bangeşaney ke bo çareserî kêşey kurd deyken tenha bo lawazkirdinî ew partaneyew iêsta deyanewêt sînarîoyekî siyasî rêkbixen‌u hendêk kurdî destemokiraw lexoyan kobikenewew weku nuwênerî gelî kurd bediniyaiyan binasênin, çon?


mawey çend salêke dewletî turkiya lehewlî ewedaye ke kempî awarekanî mexmûr dabixen‌u beqsey xoş‌u hendêkcarîş behereşew gureşe biyangêrnewe bo turkiya, belam iêsta betewawetî lewe dlniyabûn ke awarekanî mexmûr behîç şêweyek nayenewêt herwa suk‌u asan xoyan bedestewe biden‌u tenha (PKKuDTP) detwanin qena'etiyan pêbiken bo geranewe. pêdeçêt 'ebidulla ocelan hestî bew plane kirdibêt, boye daway kird dû girupî aştî bigerênewe bo turkiya, ew pêşwaziye gewreyey ke lelayen gelî kurdewe lêyîankira, rêsekey dewletî turkiyaî kirdewe bexurî‌u hawkat dengdaneweyekî gewrey cîhanî lêkewtewew kêşey kurd, carêkîtir benêwneteweyî kirayewe, keçî lêreşda xelkanêk leserkirdayetî başûrî kurdistan ew heluwêstey kurdiyan weku îstîfzaziyet leqelemda, belam ewe hestî neteweyî xelkêke ke deyan sale rojane termî "biraw xuşkekaniyan" bo dehênanewe, xo salane deyan fîstîvalî wa dekirên lebakûr, bo nimûne lenewrozda bemlîonan mirov heman awaz deçrn, belam turkiyau hawpeymanekaniyan boye narehetin, çunke guwê bo beyt‌u balorekanî ewan nagirn. salane bemlîonan dolar lew kurde destemokirawaney bakûrî kurdistanda serf dekirêt ta dijayetî partî kirêkaranî kurdistan biken‌u belku xuwaye bibne elternatîv, belam ta bêt terîktir debinewe, meger partî heq par, ke hemû kes dezanêt kê piştîwanîan dekat, ewe de sale neyantwanîwe şarewanî gundêk ne leturkiyau ne lebakûr bibenewe, berastî kurd utenî beparey xelkî hejaru enfalkirawî kurd, girew leser espî topîu deken. partî kirêkaranî kurdistan delên, le mewdwa ta rewşeke negorêt, hîç girupêkî aştî nanêrnewe bo turkiya, emeş hem dewletî turkiyau hem ewaneşî deyanuîst nan‌u piyaz bew dengoyanewe bixon, wa lêkirduwe ke debêt beduway rêgayekî dîkeda bigerên.

beguwêrî hendêk hewal ke lêrew lewê dze deken‌u hewldane aşkirakanî turkiya bo geranewey hendêk kes bo bakûrî kurdistan, ke hîç î'tîbarêkiyan niye, deyanewêt wa le xelk bigeyenin ke lêşawî berew‌ turkiya çûnewe, berdewame. pêdeçêt mîtî turkî legel hendêk kesî wek 'usman ocelan‌u çend kesêkî dîke ke reduî kewtin‌u iêsta le başûr nîştecên‌u hîç dewrêkî siyasî‌u serbazîan nemawe, herweha kemal burqay‌u çend kesêkî dîke le ewrupawe bênewe turkiya. dewletî turk deyewêt lew rêgayewe dergayekî dîke legel yekêtî ewrupa bikatewew herweha lenawxoy ew wilateş ray giştî turk hêwr bikatewew bilê, eweta çendîn "serkirde" bepêyî xoyan teslîmî turkiya bûnetewe. turkiya pêştirîş komelîk benaw runakbîrî kurdî lesuîdu wilatanî dîke birdotewew iêsta muçeyekî xeyalî bo birîunetewew leterete şeş kar deken. letelefzîonêk ke tenanet natwanin nawî kurdistan bern‌u dû çepke gulî kesk‌u sûru zerd lepenay yektirda lestodîokaniyan dabinên. belî turkiya kurdî away dewêt, çî le ehmed turk‌u leyla zanaw 'usman baydemîr bikat ke sazş leser kêşey netewekeyan naken! 'êraq‌u iêran‌u sûriyaş nkolî lekurdî lecorî 'usman ocelan naken.


turkiya lehewlî ewedaye, şwan perwerî goranîbêjîş bixne nêw ew karwanewe, belam bedlniyayiyewe herkesêk bebê helkirdinî çray sewzî (PKK u DTP) birwatewe, le bakûrî kurdistan pêşwazî lê nakirêt‌u hîç çareser‌êkîş beduway xoyanda nahênin, boye şîvan perwer nayewêt bikewête gemeyekî wawe ke birştî sî sal xebatî dexate jêr pirsiyarewew beba deçêt. katêk 'usman ocelan‌u ew çend kesey legelîda xoyan teslîmî emerîka‌u partî‌u yekêtî kird uwayan nîşanda ke lenzîktirîn katda, gerîlayek leqendîl‌u bakûrî kurdistan namênêt‌u şuwên hewesbazî‌u dîmukiratiyekey ewan dekewn, belam zorî pêneçû leser ew bire pareyeyî boyan birayewe destiyan naye bîna‌qaqay yektirî‌u paşan ciyabûnewe, turkiya sûr dezanêt ke ewane hîç karîgeriyekiyan niye leser xelkî kurd, belam emro ke nayenewêt pirsî kurd weku kurd deyewêt, çareser biken, boye pena bo ew kesane deben.


hîç gumanêk leweda niye ke çareserî kêşey kurd be çek nakirêt‌u le dwacarda her debêt pena bo aştî bern, belam aştî legel xawenî pirsekeda dekirêt ke emro, partî kirêkaranî kurdistan‌u partî komelgey dîmukiratiye, hemû hewlêkî dîke kat kuştin‌u xohelxeletandine, turkiyau erdoxan katêk nayanewêt basî gorînî yasay binçîneyî ew wilate biken, ke têyîda kurd hîç statuiyekî niye cge le xizmetkarêtî, îtir çon kêşey kurd çareser dekirêt. emro yan sbey her wek çon turkiya caran nkolî le bûnî kurd dekird, belam duway serheldanêkî sî salî çokiyan dadaw peşîman bûnewe, bedlniyayiyewe rojêk dêt ke benaçarîş bêt legel nuwêneranî rasteqîney gelî kurd bikewne utûêjewe, kurdî bakûr iêsta le piraktîkda lerêgay şarewaniyekanewe xoyan xoyan berêwe deben‌u pirsîşiyan be turkiya nekirduwe ta le malekanî xoyan bekurdî qse biken, nek ewe le perlemanî turkiyada bekurdî qse deken‌u be deyan telefzîonî kurdîş hen, kurt‌u kurmancî ewey akepe deyewêt be kurdî bidat, çend salîke kurd xoy bebê guwêdane razîbûnî dewletî turk, taqîdekenewe. şaredarî amed, 'usman baydemîr le kobûneweyek legel beşêk le kurdanî danîştuwî suîd beaşkira utî: iême bew teşte awey erdoxan nakewîne mele, babzanîn çîan le hegbedaye, ewkate iêmeş biriyarî kotayî xoman dedeyn..
(KAWE EMÎN)

© HAWAR NET 2009

Bi qeyda dengê îspat bû ku 2 endamên DTP'ê dewlata Tirk kuştî ye


CIZÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Têkîldarî qetilkirina endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş tomara deng ya kiryarên bûyerê Zekî Akdogan hate bi destxistin. Di tomara deng a Akdogan de tê diyarkirin ku qetilkirina Olmez û Edîş ne ji bo pereyan, ji ber ku DTP'î ne pêk hatiye. Akdogan, anî ziman ku roja Mihrîcana Berxbirê serê sibê bi Fermandarê Qerqola Çemanê re niqaş kirine û ji ber vê yekê fermandarê qereqolê jî gefa "Dema ku hûn biçin hûn dê bibînin" li van kiriye. Piştre jî tê gotin wan biryar qetilkirina Olmez û Edîş daye. Di tomara deng ya Akdogan de tê destnîşankirin ku qetilkirina Edîş û Olmez bi agadariya dewletê pêk hatiye.

Têkildarî qetilkirina endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş delîle bûyerê ronî dike hate bidestxistin. Tomara dengê endamê "Tîma Xençer" Zekî Akdogan ya têkildarî qetilkirina endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş, hate bidestxistin. Di tomara dengê Zekî Akdogan de tê diyarkirin ku Tîma Xencer bi agahdariya dewletê Olmez û Edîş kuştine. Di 25'ê tîrmehê de li Navçeya Elkê endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş dema diçûn Mihrîcana Berxbirê ya Elkê hatin qetilkirin. Piştî bûyerê hate angaştin ku bûyer ji aliyê 15 endamên Tîma Xençer ve pêk hatiye. Her çiqas welatiyên herêmê û parazvanên mafên mirovan destnîşan kirin ku bûyer ji aliyê "Tîma Xençer" ve pêk hatiye û xwestin bûyer zelal bibe jî heta niha rayedarên dewletê têkildarî Tîma Xencer tiştek nekiriye. Piştî bûyerê hevalekî Endamê "Tîma Xençer" Zekî Akdogan, bi awayekî veşarî têkildarî bûyerê bi Akdogan re sohbetê dike û dengê wî tomar dike. Di vê qeyda hate bidestxistin de gelek agahiyên bûyerê zelal dikin derdikevin holê. Di tomara dengê Endamê "Tîma Xençer" Zekî Akdogan, ku piştî bûyerê hate girtin û niha li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê girtî ye, hemû aliyên bûyera qetilkirina endamên DTP'ê Olmez û Edîş ronî dibin. Di tomara deng de, kî, çawa, çima Olmez û Edîş qetilkirine û piştî wê plansaziyên wan çibû hemû cih digire. Li gorî agahiyên tomarê, hat gotin ku ji ber Olmez û Edîş di sala 2008'an de beşdarî ROJ Tv bibûn û diyar kiribûn ku fermandarekî Qereqola Çeman gef li wan xwariye dosya wan a kuştinê hatibû amadekirin û fermana kuştina wan ji aliyê Qereqola Çeman ve hatibû dayîn. Piştî bûyerê birayê Ferhat Edîş Nîhat Edîş jî, ji DÎHA'yê re axivîbû û diyar kiribû ku di sala 2008'an de birayê wî ji aliyê Serdarê Qereqola Çemanê Çoşkun û Serbaz Qereqolê Sinan ve rastî gefên mirinê hatibû.

'Di nava ekîbê ji 15 kesan pêk dihat endamên eşîra Babat jî hebûn'


Di tomara dengê Akdogan de hate gotin ku dosya kuştina Olmez û Edîş 2 sal berê ji aliyê Qereqola Çeman ve hatibû amadekirin û dema Olmez û Edîş roja Mihrîcana Berxir a Elkê diçûn elkê di rêde bi rayedarekî Qereqola Çeman re niqaş kirine û piştî niqaşê leşkerê rayedar gotiye "Hûn biçin hûn dê bibînin". Akdogan, dibêje piştre rayedarên qereqolê farmana kuştina Edîş û Olmez daye wan. Akdogan, di tomara deng de dibêje ku di nava tîmê ji 15 kesan pêk tê 4 endamê eşîra Babat ku niha cerdevanin û 4 kes jî ji Mala Beyrê hene û rêbertiya tîm dikin. Akdogan di tomara deng de têkildarî qetilkirina Olmez û Edîş wiha dibêje: "Me çar kes li Derê Avê danîn. Me kesek jî ji bo çavdêriyê li ber dîrekê şebekeyê danî. Em 10 kes çûn cihê ku em bûyerê pêk bînin. Ez bi telefonê bi wan re axivîm min got 'Dema hûn hatin erebeya xwe li Dûvê Botê bisekinînin û derkevin jor, 100 - 145 karê me hene werin ez bifroşim we' Piştre hatin û min bi gotina 'Hûn bi xêr hatine' pêşwazi kirin. Piştre em li bin darê rûniştin. Ciqare û kola jî anîbûn. Me hinekî sohbet kir. Gotin 'ka kar li kune?' Min jî got 'li pişta zinarin diçêrin' wan jî got 'Ka çenteyê we li kune?' Min jî got 'Şivanan bi xwe rebirine' Westiyabûn. Yekî xwe dirêj kir. Bawerim bê xew bûn. Min dît ku wê ji me têkevin şikê min agahî da hevalê xwe. 3 kes hatin. Ketin şikê. Yekî li hevalê min nerî û got 'Ev çi çekek xweşik e. Ez dikarim lê binerim?'. Lê hevalê min çeka xwe nedayê. Armanca wî çek bi dest bixistaya. Armanca me fam kiribû. Min çav da hevalê xwe û Hevalê me bi hevre gule berdan wan. Deng ji yekî derneket, yê din rabû ser xwe û bimere şer kir. Gelekî gir bû. Me tevan bi kêran êrîşî wî kir. Ket xwar. Piştre me ew daxistin xwar û bi keviran serê wan perçe kirin. Piştre jî me qirş û qal avêt ser wan. Piştre dolmîş hat û hevalên me li dolmîşê suwar bûn û çûn. Piştre kesên li Derê Avê jî xistin dolmîşê û çûn. Ji min re gotin wesatiya wan bavêje dolê. Piştre ez jî çûm li wesatiya wan suyar bûm û min bi tirs ajot. Ji ber ku ez bi lez çûm erebeyê vîraj derbas nekir û ket newolê. Piştre min çeka xwe girt û ez ji wir dûrketim."

'Me dê li Gundê Pîrozhan bûyerên din çêkira'


Akdogan di tomara deng de diyar kir ku wan dê li Gundê Pîrozhanê bûyerên din çêkira û wiha dom kir: "Piştî bûyerê ez hatim Gundê Pîrozhanê. Me dê bûyerên din çêkira. Min got hîn ev bûyer nû ye baş nabe. Min got bi me bihisin baş nabe. Di vegerê de em çêkin. Biştre bi lez û bez ez çûm nava rezan, dol û dol çûm Pirozhanê. Ji bo em şik û gumanan çênekin, ez ji aliyê din ve ketin nava gund. Di ketina gund de min Sabramoglu Huseyîn dît. Ez sekinîm ku biçe. Piştî ew çû ez ketim nava gund. Min derdor guhdar kir. Min dît ku bûyer hatiye bihîstin." Di tomar deng ya Akdogan de bûyer ji aliyê kê ve hatiye kirin, çima kirine û koma ji 15 kesan pêk tê çawa şopa xwe winda kirine hemû tişt bi awayekî aşkera derdikeve holê. Tomara deng wiha ye:

Zekî Akdogan: Yanî min ev bûyer kir û veşart. Riha tu kesî hajê nebû. Lewma dewlet li gel me ye. Çimkî agahiya yên din jê tuneye.


X: Ez dê pirsekê ji te bikim, lê bila tu guman, an jî tirs nekeve dilê te. Ya min tenê meraqe. Ma sucê van her du mirovan çi bû? Ma xayîn bûn, an ji bo pere bû? An jî sucê wan yên din hebûn?
Zekî Akdogan: Na na ji bo pere ne, fermana wan ya mirin 2 sal berê hatibû dayîn yanî dosyaya wan 2 sal berê hatibû amadekirin. Lewma her du jî ji partiyê bûn. Biryarê wi ji bo ROJ TV axiftinbû û derheqê fermandarekî Qerqola Çemanê de axiftibû. Behsa gefan filan kiribû. Yek jî ev her du dema ku roja Bexbirê sibê diçine Berxbirê bi Fermandarê Qerqola Çemanê niqaş kiribûn. Fermandarî gotibû wan neçin Bexbirê. Wan jî gotibû em dê biçin. Li ser vê yekê Fermandarî gefa 'Dema ku hûn biçin hûn dê bibînin' li wan xwari bû. Ev jî çûnbûn. Piştre jî agahi hate dê vê bûyerê bikin.
X: Yanî agahiya dewletê jê hebû?
Zekî Akdogan: Erê erê ma agahiya dewletê pê nabe?
X: Lewma me digot dewlet bixwaze dê telefonana guhdar biki û bi awayekî lezgînî bûyerê çareserbike. Teqez agahiya delwetê jê hebû.
X: Pişter hevalên te çûn kîrê. Ma çûne qerqolê?
Zekî Akdogan: Ew çûne Derê Avê û bi koma dinre hatin cem hev û çûn.
X: Li noktaya kontrolê derbasî qerqolê bûn. Yanî dewlet kî kîjan saetê de li kuderê derbas bûye dizane. Dema ku wesayît ji nokteyên kontrolê derbas dibin tên qeyîdkirin.
Zekî Akdogan: Agahiya dewletê pê heye. Me li berçava nagire. Di ekîba me de mirov heye. Dema ku nokteyên kontrolê de kaxizekê nîşan dide û em derbas dibin. Tu kes pirsa me nake û me ranawestîne. Mirovê li gelme yêke wisaye.
X: Ma şopa tiliyên we di wesayîte de nama? Ma we destik bikar anîn?
Zekî Akdogan: Na min tu tişt bikar neyna. Di demek kin min bikar anîn. Nizanim.
X: Yanî tu dibêjî agahiya dewletê pê hebû.
Zekî Akdogan: Dema ku agahiya dewletê pê tunebe tu kes nikare bûyerên wisa bike.
. (Dîha / ajansan)

© HAWAR NET 2009

Çalakiyên ji bo rewşa Ocalan belav dibin


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Piştî daxûyaniyên Ocalan a derbarê rwşa hucreya wî ya nû de çalakîyên protestoyî zêde dibin. Rewşa Ocalan li rojevê bû mijara sereke.

Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got divê CPT û DMME’yê ji bo sererastkirina şert û mercên Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih bîne.


Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê anî ziman ku nebaşbûna pirsgirêkên tenturistiyê yên Ocalan fikarên wan zêde kirine û wiha got: “Bi salan e dîlgirtina Rêbertiya me didome, her wekî giranbûna şert û mercên tecrîdê têr nedikirin, niha jî bê tevger û bê hewa hatiye hiştin. Ev bi tenê bê hiqûqiya saziyên têkildar nîşan nade, di heman demê de bê wijdaniya wan jî nîşan dide.”


Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di rewşeke ku li tevahiya Tirkiyeyê ‘berlêvekirina çareseriya demokratîk’ tê axaftin de hikûmte ango dewlet; hewl dide ku Rêbertiya me hewa jî negire. Ev jî nişan dide ku samîmiyeta wan a ji bo çareseriyê nîn e.”


Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê anî ziman ku Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropaye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) raste rast ji vê rewşê berpirsiyar in û ev bangewazî kir: “Li ser vî esasî ji saziyên tekildar dixwazin şert û mercên Ocalan demildest bêne sererastkirin û di vî warî de berpirsgiyariya xwe bînin cih. Her wiha bangî welatparêzên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn, bangî hemû demokrat û kurdistaniyên nojdar dikin ku li her derê bikevin nava liv û tevgerê û nerazîbûna xwe bînin ziman.

Saziyên civakî yên Amed: Bila şert û mercên Ocalan bê başkirin

Piştî neqilkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmralî, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi riya parêzerê xwe diyar kir ku şert û mercên wî girartir bûne û ew avêtine çala mirinê. Ocalan xwest ku sazî û nûnerên mafên mirovan û saziyên sivîl li hemberî vê yekê hişyar bin. Bi vê yekê re saziyên sivîl ên Amedê bertek nîşanî mercên Ocalan dan û xwestin mercên Ocalan bêne başkirin. Sekreterê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Edîp Yaşar, diyar kir ku ev rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd digre û xwest Girtîgeha Îmralî bê girtin.

Meclisa Şêwirînê ya KESK'ê şertên Ocalan hildede rojeva xwe

Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Tayfun Gorgun diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îdeolojîk e û vê helwestê şermezar dikin. Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren jî da zanîn ku dê mijarê di rojeva Meclisa Şêwirînê ya KESK'ê de binirxînin.

Li Sêrtê polîsan mudaxaleyî mîtîngê kirin: 20 kes hatin binçavkirin

Li Sêrtê, polîsan mudaxaleyî girseya beşdarî mîtînga bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû bibûn, kir. Di mudaxaleya polîsan de zêdeyî 20 kesan hatin binçavkirin.

Li Geverê çalakî


Ciwan bi gotina 'bi agir nelîzin' rayedarên tirk hişyar kirin. Nêzî 200 ciwanên li taxa Esentepeyê kom bûn, bi gotina siloganên ji bo Ocalan, dest bi meşê kirin. Ciwanan dijwarkirina şertên jiyanê yên Ocalan şermezar kir, riya Gever, Wan û Colemergê jî, li çûyin û hatinê girtin. Hêzên tirk jî bi bombeyên gazê êrîş kirin û bombeyek jî avêtin mala Ahmet Baltaci. Ji ber bombeya gazê zarokên li malê ji hiş ketin û çalakiyên ciwanan jî heta derengiya şevê dewam kirin.

Hêzên dewleta tirk li taxa Yeşîltepeyê avêtin ser hin malan û gelek kes kirin binçavan.
Dikandaran jî, îro danê sibê dikanên xwe venekirin û dijwarkirina şertên jiyanê yên Ocalan şermezar kirin. Çalakiyeke din li navçeya Rihayê Wêranşarê pêk hat.
(Dîha / ajansan)

© HAWAR NET 2009

Sunday, November 29, 2009

Li nexweşxaneya zarok ji ber teşhîsa xelet mir bijîşkê zarokan tune ye

Li nexweşxaneya zarok ji ber teşhîsa xelet mir bijîşkê zarokan tune ye
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê ku bi boneya teşhîsa xelet zarokeke jiyana xwe ji dest da, derkete holê ku bijîşkên zarokan tune ye. Malbatan daxuyand ku zarokên wan li beşa lezgîniyê cardin paşve tên şandin û nayên tedawî kirin. Serbijîşkên nexweşxaneyê Cesîm Guneş diyar kir ku ligel Wezareta Tenduristiyê pêwistiyê dizane jî bijîşk naşîne.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê du roj berî niha bi mirina zaroka yek salî Narînê hate rojevê. Dayîk û bavê Narînê, Fatma û Abdurrezak Kalkan daxuyandin ku keça wan ji ber teşhîsa xelet jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê bûyerê jî malbatên zarokên xwe dibin Beşa Nexweşiyên Zarokan û Welidînê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê bi boneya bijîşkên zarokan tune ye, li berşa lezgîniyê tedawiyek li ser piya tê kirin û malbat paşve tên şandin. Bi taybetî malbatên zarokên xwe bi boneya nexweşiyên têger tînin bi tevahî dişînin beşên lezgîniyê ya nexweşxaneyê û malên tenduristiyê. Li ber deriyê malên tenduristiyê û beşên lezgîniyê yên nexweşxaneyan jî malbat di dorê de perîşan dibin. Malbat ji pêkanînan nerazî ne û rayedarên nexweşxaneyê jî îdîa dikin ku bijîşk naxwazin bên bajar.

'Nexweş perîşan mane'

Metîn Ozturk ku zaroka wî nû ji dayîk bûye û ji ber nerihetiya wê aniye nexweşxaneyê, anî ziman ku ji ber tunebûna bijîşkek pispor nikare zaroka xwe tedawî bike û wiha axivî: "Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş e me nikarin bibin nexweşxaneyên taybet jî. Min zaroka xwe bir nexweşxaneyê. Lê ji ber tunebûna bijîşk wan ji min re got an here acilê an jî here malek tenduristiyê. Gelek zarokên bi boneya şewba berazan tên şandin, nayên tedawî kirin. Dewlet bajarekê wiha perîşan dihêle? Lazim e ji vê yekê re çareyek bê peydakirin." Hacer Karasu ku zaroka xwe ji ber kelijandina bilind razand nexweşxaneyê derbirî ku ji ber tunebûna bijîşkê pispor ew şandine beşa lezgîniyê. Zarokê min hêj nexweş e û lazim e ji bo vê yek ê çareyek bê peyda kirin. Veynep Voral jî da zanîn ku ne ew ne zarokê wê ji ber tunebûna doxtorên pispor nayên tedawîkirin.

Serbijîşk Wezareta Tenduristiyê berpirsyar nîşan da

Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê Cesîm Guneş diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê hewceyiya bijîşkan a nexweşxaneyê dizane û ligel vê yekê hêj bijîşk neşandiye. Guneş wiha got: "Bijîşk jî şert û mercên nexweşxaneyê begem nakin. Yên tên jî di demek kin de tayîna xwe dixwazin. Zarok ji xwe tedawiya wan zehmet e. Di rewşek nexweşiya şewba berazan jî heyî de, ji ber ku bijîşk tune ye, tedawiya wan nayê kirin. Ji ber ku doxtorên ji ber leşkeriyê îstîfaya xwe dane hêj wekî dixebitin xuya dikin, Wezareta Tenduristiyê bijîşk naşîne."

© ROJ TV

Dozgeriyê li şûna lînçkeran lêpirsîn li mexdûran vekir

Dozgeriyê li şûna lînçkeran lêpirsîn li mexdûran vekir
Gengaşî û fikarên piştî hewildana lîncê ya li Bajaroka Bayramîçê li hemberî kurdan pêk hatî berdewam dike. Li navçeyê dozgeriyê li şûna derbarê lînçeker û êrîşkaran de lêpirsînê veke, derbarê mexdûran de lêpirsîn da destpêkirin. Kurd hêj nikarin derkevin kuçeyan.

Êrîşên li hemberî kurdan ji sala 2006'an li herêma Deryaya Reş destpêkirîn, ev demek dirêje li herêma Egeyê bi zêdebûn berdewam dikin. Ligel zêdebûna pêla nijadperestiyê, hedef nîşan dayîna, partiyên wekî CHP û MHP'ê, xwedîlêderketina Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan a li êrîşkaran, hewildanên lînckirina k urdan jî zêde dibin. Hemû sedemên biçûk jî êdî dibin sedema lînca kurdan. Bûyerek bi kêrê birîndarkirinê ya di meha tebaxê de li Bajaroka Bayramîça Çanakkaleyê pêk hatî, çend roj berî niha bû sedema lînçkirina kurdan. 3 hezar kesên 3 roj berî niha bi hîseriyek gûrûhî êrîşî malên kurdan kir, xwest kurdan linc bike. Di êrîşan de li taxa kurd dijîn, derî û pacên malan hatin şikandin û gelek kurd birîndar bûn. Li şûna dewlet êrîşkaran bidarizîne, kurd hildan binçavan. Her wiha cardin li şûna dozgerî êrîşkaran pirsiyar bike, lêpirsîn li kurdên mexdûr vekir.

'Polîsan lînc temaşe kir'

Kurdên niha nikarin derkevin ji derve, rojên dijwar derbas dikin. Li gorî ciwanên kurd Tîmur Ozkan, Ceyhun Gormuş û Tamer Demîr dema li navenda bajarokê pevçûnek derketiye temaşe kirine. Hate ragihandin ku di dema pevçûnê de polîsan 3 ciwanên tu eleqeya wan bi pevçûnê tune, binçav kirine. Hate daxuyandin ku bi binçavkirina ciwanan gengaşiyê dest pê kiriye. Hate diyarkirin ku 2 rêveberên MHP'ê yên bajarokê û Cîgirê Midûrê Dibistana Seretayî ya Mîllî Hakîmiyetê H. Y. li derdorê qêrîne û îdîakirine ku kurdan êrîşî polîsan kiriye. Hate zanîn ku li ser vê yekê polîsan 3 ciwanên kurd ên binçav kirîn di nav destê êrîşkarên nijadpereste hiştine û lînc temaşe kiriye. Têkildarî mijarê Tamer Demîr agahî dan û wiha got: "

'Ez hildam wesayîtê cardin derî vekirin û êrîşkaran li min xist'

"Ez bi hevalek xwe re li kafeteryayekê rûniştibûm. Ji derve deng hatin. Me dît li ber otogarê du kom şer dikin. Em nêzîk pevçûnan bûn. Me nişka ve dît ku koma li wir êrîşî me kir. Demek dirêj li min xistin. Midûriyeta Polîsan 50 metre dûrî cihê bûyerê bû lê qet nexwestin mudahaleyî bûyerê bikin. Demek dirêj mudahale nekirin. Dema polîs hatin jî li şûna êrîşkaran ez binçavkirim. Pişre polîsan li min xist. Gaza îsotê li rûyê min ki rin. Piştre cardin d erî vekirin û êrîşkarên ji derve jî cardin dest bi lîncê kirin. Piştî demek wiha li min xistin, ez birim nezaretê û li vir jî gelek li min xistin. Dema ez çûbûm cihê bûyerê, pevçûn qediya bû. Pevçûn çima derketibû ez wê jî nizanim. Tu eleqeya min bi bûyerê re tune ye. Em kurd in û herkes vê yekê dizane. Cihek biçûk e. Ji ber vê yekê êrîşî me kirin. Sebeb jî polîs in. Di erebeya polîsan de jî destûr dan ku êrîşkar li me bixin."

'Giliya me li ber çavan negirtin lêpirsîn li me vekirin'

Li ser mijarê Demîr anî ziman ku ji bo kontrolê jî nebirine nexweşxaneyê û bijîşkek gazî qereqolê kirine. Demîr wiha domand: "Doxtor tenê cihên derpkirî nivîsandin û çû. Piştre bi hinceta 'Li dijî polîsên li ser wezîfeyê derketine û bi zanîn mirov birîndar kirine' em derxistin dozgeriyê. Giliya me ya derbarê êrîşkaran de jî li ber çavan negirtin û nexistin meriyetê." Tîmur Ozkan jî heman tişt gotin û anî ziman ku bi hevalê xwe re ji bo sedema şer bizanibin çûne cihê şer û rastî êrîşê hatine. Ozkan wiha got: "Nişka ve bi gotinên 'kurdên rezîl' êrîşî me kirin. Me nezanî çi bû. Piştî lêdanek dirêj polîsan em birin qereqolê lê vê carê koma li ber qereqolê kom bûyî êrîş bir ser taxa kurd lê dijîn a Harmanliyê."


Heta kesek nemire kes nayê vir?

Yazgul Çatirak ku mala wê rastî êrîşê hat, da zanîn ku nişkave dîtiye kevir li mala wan hatiye barandin û wiha pêde çû: "Me nezanî çibû. Nişkave kevir li mal bariyan. Ez, bûka min û zarokên me, me bi zorê avêtin odeya piştê. Lê heta em çûn odeya piştî tevahiya camên me hatin şikandin. Sloganên, 'Bayramîç dê bibe gora kurdan', 'Bila kurd cehnimin' , 'Ya Allah Bismillah, Allahu Ekber' diavêtin. Me lambe girtin û xwe xist pişt deriyê odeya dikeve aliyê piştê yê malê. Piştî demekê êrîşkar çûn û me jî xeber da polîb û leşkeran. Polîs rojek piştre hat. Pirsa 'Mirî û mayî hene an na?' kir û çû. Bi hezaran kesan êrîşî malan kir. Polîs li van deran tune bûn. Ji bo tedbîran divê kesek binire? Ev qas derî û pencere hatine şikandin lê polîs hêj li palpiştan dikgere."

'Di her tiştî de me dikin hedef'

Terecan Ugurlu diyar kir ku nişka ve êrîşê dest pê kiriye û li ser vê yekê 3 zarokên xwe hildane û reviyaye mala xwezûrê xwe. Ugurlu wiha domand: "Çima ev qas cudakarî heye. Ku kesekê cezayek kiribe jî lazim e daraz ceza bide. Di tiştek biçûk de jî êdî kurd dibin hedef. Dema navbera wan de tiştek çêdibe hiqûq lê dema bi kurdan re çêdibe lînc dest pê dike. Ji tirsan me nezanî cejn çawa derbas bû. Em nikarin ji mala xwe derkevin. Me nekarî em biçin goristanê jî. Me hewildan malên xwe cardin tamîr bikin. Heta niha tu wezîfedar nehatine û tiştek nekirine." Talîp Demîr jî diyar kir ku dewletê wezîfeya xwe nekiriye û ev bûyer ji ber vê nijadperestiya li Tirkiyeyê zêdebûyî pêk hatiye.

© ROJ TV

Şahidên Kamkujiya Dêrsimê: Mirov dan ber guleyan û avêtin çem

Şahidên Kamkujiya Dêrsimê: Mirov dan ber guleyan û avêtin çem

Previous - Next
Piştî Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen 'Komkujiya Dêrsimê' parast mijara Serhildan û komkujiya Dêrsimê dîsa ket rojevê. 'Komkujiya Dêrsimê' ku piştî Serhildana Dêrsimê ya sala 1938'an pêk hat bi 10 hezaran mirov hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar mirov, li gorî daxuyaniyên gelê herêmê jî 70 hezar mirov hatin kuştin û çem û rûbar xwîn herikîn. Di ser hildana Dêrsimê de 71 salek derbas bû. Her çiqas 71 salek di ser bûyerê re derbas bûbe jî miovê bûne şahiyê bûyerê wahşeta wê demê gav bi gav vegotin û dîsa bûyer li ber çavan zindî kirin. Şahidan diyar kir ku wê demê mirov di odeyan de kom dikirin û didan ber keleş û çekên otomodik û gulebaran dikirin, piştre davêtin çal û koncalan.

Piştî di sala 1923'an de komar ava bû Elevî-Kizilbaş ketin nava heviya pêşerojek azad. Ev heviyên wan di sala 1937-38'an de bi destê dewletê bi "Komkujiya Dêrsimê" bi xwînê sor bû. Di serî de li Koçgirî, piştre li Pulumurê herî dawî jî li Dêrsimê elewî rastî qetlîamê hatin. Hîn êş û jana vê komkujiyê nehatiye jibîrkirin Cîgrê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen di 10'ê mijdarê de komkujiya Dêrsimê parast. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar, li gorî şahid û daxuyaniyên gel nêzî 70 hezar mirov hatin kuştin. çem, rûbar û dol tev xwîn herikîn. Kesên bûn şahidê bûyerê û bi birîndarî xilas bûn hîn ew dîmena sala 1938'an ji ber çavê wan neçûye. Li gel 71 salek di ser bûyerê re derbas bûye wekî îro duh pêk hatibe tê bîra wan. Welatiyên bûne şahidê bûyerê ji mere çavdêrî û serpêhatiyên xwe vegotin.

Kalê 82 salî Huseyîn Gul, serpêhatiya komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an wiha vegot: "Leşker hatin gund û kî diket ber wan dikştin. Leşker piştî hatin gundê me Demenanê em ji gund reviyan. Em çûn Gundê Kavunê. Gundê me tev dan ber agir û şewitandin. Piştre leşker hatin Gundê Kavûn û gotin gundiyê Demenan di nava we de hene? Wê rojê leşkeran nêzî 40 kesên Demanan ku zarok û jin ji di navde kom kirin û birin. Em birin Rûbaroka Harçîk û li wir em dan ber gulelayan. Gule li me barandin" Gul, anî ziman ku gule wekî baranê bi ser wan de dibariyan û wê demê we ji çenga, pişt û milê xwe de birîndar bû. Gul, serpêhatiya xwe wiha vegot: "Em êvarî tev kom kirin û birin rexê çem û em dan ber guleyan. Dema ez birîndar bûm min xwe avêt erdê û min xwe kir wekî miriyan. Leşker hatin kesên kuştin tev avêtin bin kevir û latan. Ez jî avêtim nava avê. Ji bo ez di nava avêde nefetisim min di ber xwe da. Ez nêzî 200 metreyî ber bi avê çûm. Piştre min xwe bi kevirekî nava avê girt û ez derketim ser kevir. Ez derketim ser kevir û rawestiyam. Hîn dengê teqîna guleyan tê."


'Me xwe avêt çiyê û em xelas bûn'

Gul, da zanîn ku dema ew li ser kevir rawestiya bû birîndarekî din di nava avê de di cem wî re derbas bû. Gul, anî ziman ku dema wî destê xwe dirêjî kesê birîndar kir, wê demê birîndar jî destê xwe dirêjî wî kir û ji nava avê derxist. Gul, serpêhatiya xwe wiha got: "Piştî min ew ji nava avê derxist û kişand ser kevir. Min dît ku xaltiyê min e. Ew jî wekî min 10 salî ye. Bi giranî birîndar bibû. Ji serê xwe milê xwe û sînga xwe birîndar bibû. Piştî em demekê sekinîn ji bo em biçin dervê çem me dîsa xwe avêt nava avê û me avjenî kir. Piştî demekê me xwe gihand rexê çem. Em çûn bi n darek biyê û heta sibê man. Heta 4 rojan me xwarin nedît. Me tenê av vexwar. Piştî roja 4'an xaltiyê min mir." Gul anî ziman piştre bi birîndarî çû çiye û li wir rastî kesekî ji eşira xwe hatiye û piştre xilas bûye. Gul, anî ziman ku wê demê gelek mirov hatin kuştin û ew tu carî bûyerê ji bîr nake.

'Bavê mîn li qerqolê dervekirin'

Jina bi navê Beser Gul ya di sala 1924'an hatiye dinê û niha 87'ê salî jî wiha got: "Ez wê demê 14 salî bûm. Em wê demê li Gome Derweşê dijîn yê navê wê yê niha Taxa Esen Tepe. Leşkeran bavê min gazî kire qerqolê. Bavê min çû qerqolê, piştre jî me tu agahî jênegiritin. Birayên min ji bo agahiyekê bigirin çûn qerqolê. Wê demê leşkeran gote biryarên min 'Bavê we li qerqolê darvekirin, neçin dê we jî darvebikin' Min jî xizmên xwe di komkujiyê de windakirin."

'Hemû malbata min kuştin ez jî birîndar bûm'

Welatiyê binavê Bago Polat yê di sala 1928'an hatiye dinê û niha 82 saliye jî wiha got: "Wê rojê leşker hatin gund nêzî 30, 40 kesî ji gund birin. Leşkeran gote me 'Em dê we koçber bikin' Me di got dê me bibin koçberiyê, em ketin pêşiya wan. Em birin Herêma Taxtiqalê ya li ber Ava Harçîkê. Êdî dinya tarî dibû, li hemberî me 4 çekên makînelî yên giran danîn. Piştre jî em hemû gulebaran kirin. Di dema gulebarandinê de day,bav, 2 xwîşkên min û birayê min hebûn. Wê demê min destê xwe danîbû ser serê xweşîka xwe digirt. Gul hat serê xwîşka min ket û serê wê parçe parçe kir. 2 tiliyên min yê destê min yê rastî jêkirin û ez li ser hişên xwe çûmbûm." Polat, ani ziman ku ji malbata wi tu kes najî û wê roj hemû malbata wi hate qetîlkirin.


'Hemû kes kuştin, dewlet niha jî înkar dike'

Polat, destnişan kir piştî gulebarandinê leşkeran hemû cenaze bi kêrên çekan kontrol kirin ka kesek dijî an ne. Polat, bilêv kir ku leşkeran hemû cenaze avêtin avê û wekî ew jî miriye avêtin avê û wiha domand: "Wê rojê bilî min û Huseyîn Gul tu kes sax nema. Piştre me xwe ji avê xilaskir û em çûn çiya. Em çûne cem kesên li çiyayan berxwe dikin. Em bi wî şeklî xilas bûn. Piştî efû derket em vegeriyana bajar. Dewletê hemû kes qetilkir û niha jî înkar dike. Tiliya Ataturkê jî di nav de bû. Di gotîn ataturk nexweş bû lê ez bawer nakim. Dema ku rayedarekî dewletê bê ez dê însanên me çawa qetîlkirine hemûyan yêk û yek nîşan bidim."

© ROJ TV

Li Gundê Fisê peyama aşitiyê û biratiyê hate dayîn

Li Gundê Fisê peyama aşitiyê û biratiyê hate dayîn
DTP'iyan Gundê Fîsê yê girêdayî Navçeya Licê yê civîna damezirandina PKK'ê lê pêk hat ziyaret kirin û li derdora mala civîn lê pêk hatibû darên çamê çandin û peyama aştiyê û biratiyê dan.

DTP'iyên ji bo pîrozbahiyên Cejna Qurbanê çûn Navçeya Lice ya Amedê, piştî pîrozbahiyê derbasî Gundê Fîsê yê ku civîna damezirandina PKK'ê li pêk hatibû ziyaret kirin û ji bo aştiyê darên Çaman çikilandin. Di ziyareta Gundê Fîsê de Cîgira Serokê Koma DTP'ê Gultan Kişanak, parlementerê û şaredarên navçeyan ên DTP'ê, Serokê Rêxistina DTP'ê yê Bajarê Amedê Firat Anli, Xwîşka Sazûmankarê PKK'ê Hayri Durmuş Zekiye Durmuş, Bavê Sazûmankarê PKK'ê Mazlum Dogan Kazim Dogan û Dîya wî Kevîre Dogan, Xwîşka Sazûmankarê PKK'ê Alladdîn Zogurlu Piroze Zogurlu û gelek welati amade bûn. Di ziyaretê de Pîroze Zogurlu, mala civîn lê hatiye kirin mêvan lê gerandin. Piştre jî heyata DTP'ê û welatiyan li baxçeyê civîn lê hatiye kirin Darên Camê çandin. Li vir Serokê Rêxistina DTP'ê yê Amedê Firat Anli, axiftine kurt kir û xwest ku darên wan ji bo aştiyê û biratiyê çandi mezîn bibin. Piştî ziyaretê heyeta DTP'ê ji Gundê Fîsê vegeriya.

© ROJ TV

‘DIVÊ EV PEKANÎN NEYÊN QEBÛLKIRIN’

29/11/2009

Piştî parêzerên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan diyar kirin ku mercên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi neqilkirina Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê re girantir bûne û tecrîda li ser Ocalan zêdetir bûye, rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî vê yekê dan. Nûnerên rêxistinên mafên mirovan xwestin heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê û diyar kirin ku ew dê têkildarî vê mijarê xebatê bidin meşandin.
Ocalan, bi riya parêzerên xwe anîbû ziman ku ew avêtine çala mirinê û xwest rêxistinên mafên mirovan û rawşenbîr û demokrat li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Li ser vê banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nûnerên rêxistinên mafên mirovan ketin nava hewldanan û xwestin ku heyetek serbixwe biçe Îmralî.

Tahrîbata fîzîkî û ruhî
Têkildarî mijarê Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî, diyar kir ku lêkolîna ku ji aliyê heyetek ne serbixwe ve pêk were ew qebûl nakin û xwest ku heyetek serbixwe biçe lêkolîn bike. Fincanci, da zanîn ku îzolasyon nayê qebûl kirin û wiha got: "Ev pêkanîn li ser Ocalan hilweşîna fîzîkî û ruhî pêk tîne. Destdanina ser azadiya kesekî bi serê xwe tecrîd û îzolasyon e. Li ser vê yekê mercên Ocalan hîn girantir bûne û tecrît hîn girantir bûye. Ev pêkanîn li dijî hiqûq û peymana navneteweyî ye. Ev yek ji aliyê tu kesî ve divê neyê qebûl kirin."

‘Bila eyetek serbixwe biçe’
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku piştî parêzerên Ocalan têkildarî rewşa muvekilên xwe agahî dan û şûnde ew dê serî li rayedar û Wezareta Dadê bidin. Turkdogan, destnîşan kir ku ev angaşt pir cîddî ne û divê di demek nêzîk de heyetek serbixwe biçe lêkolînê dest pê bike. Turkdogan wiha axivî: "Li gorî Ocalan bi riya parêzerên xwe agahî dane rewş pir cîddî ye. Pirsgirêkên mezin hene. Ev tecrîd her ku diçe girantir dibe. Her wiha cezayê dîsîplînê dane. Ev ceza keyfî ne. Wezareta Dadê rêziknameya xala 45/1'an a sohbetê li vir pêk nîne. Cezayê tecrîdê wekî rêbazekê bikar tîne. Divê teqez rêxistinên mafên mirovan heyetek serbixwe çêkin û bişînin Îmraliyê. Divê heyet biçe Ocalan muayine bike. Her wiha divê heyetek hakimê serbixwe jî biçe lêkolîn bike. Çawa ku nexweş û girtiyên din ên nexweş ji bo muaineyê sevkî nexweşxaneyan têne kirin, mafê Ocalan ê dermankirinê jî heye. Ger ku ji ber ewlehiyê nikaribin sevq bikin jî divê heyetek serbixwe biçin wî muayine bikin. Divê şert û mercên wî bêne başkirin."
Li ser mijarê Turkdogan diyar kir ku lazim e ligel CPT'ê destûr bê dayîn ku saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê jî li Îmraliyê lêkolînê bikin. Turkdogan wiha axivî: "Berî niha jî dema pirsgirêkên tenduristiyên yên Abdullah Ocalan hatîn rojevê me ji bo lêkolînê serî li Wezareta Dadê da. Bes heta niha tu bersiv nedane me. Niha kes der barê girtîgeha nû de nizane. Rayagiştî vê yekê meraq dike. Wezareta Dadê her tim dixwaze mijarê bi riya CPT'ê re çareser bike. Lê li vî welatî jî saziyên mafên mirovan hene. Divê destûr ji van re jî bê dayîn ku lêkolînê bikin."

'Dê serî li Wezaretê bidin'
Serokê Komîteya Navenî ya TTB'ê Gençay Gursoy jî anî ziman ku her tim têkildarî mijarê hişyariyan dikin û wiha pêde çû: "Angaştin parêzeran daxuyandîn gelek cidîne. Li ser vê yekê di rojên pêşde em dê xebatekê bidin destpêkirin. Ku rewşek tecrîdê girantir dike û zêdetir dike hebe lazim e di zûtirîn demê de dawî lê bê anîn. Di demek tê xwestin pirsgirêka kurd çareser bibe de tiştek wiha nayê fêkirin. Ku serlêdana parêzeran çêbibe em ji bo lêkolînê dê serlêdanê bikin. Ji bo çûyîna Îmraliyê em dê serî li Wezareta Dadê bidin."
Keskîn diyar kir ku roja Ocalan anîna Tirkiyeyê heta niha, hiqûqek taybet tê bikaranîn û wiha pêde çûn: "Ocalan ev 10 sale tenê di girtîgehek girêdayî Serfermandariya Giştî de tê girtin. Ev li dijî hiqûqa navxweyî û naventeweyî ye. Di bin navê başkirinê de îzolasyon li ser Ocalan tê meşandin. Ligel ku tê zanîn ka pêkanînek biçûk jî ya li dijî Ocalan gelê kurd çiqas eleqedar dike, dewlet lîstikek bi talûke dilîze. Ligel vê yekê êrîşên li Îzmîr û Çanakkaleyê tên wateya kûrkirina van polîtîkayên zordariya li ser kurdan. Serfermandariya Giştî jî di nav vê lîstika bi talûke de ye." Keskîn diyar kir ku lazim e saziyên mafên mirovan û civakî bi armanca astengkirina vê lîstika bi talûka bikevin nav hewldanê. STENBOL

‘AKP bi agir dilîze'
CÎGIRÊ Serokê DTP’a Amedê Cafer Kan der barê girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bertek nîşanda û got: “Gelê kurd dibêje dest bi hin nirxên min nedin. Birêz Ocalan ji wan xetên sor ên kurdan e. Dêstdirêj kirina van xetên sor tê wateya qiyametê. AKP’ê bi agir dilîze. Ev pêkanînên li hemberî Rêberê Gelê Kurd provakasyon in. Divê her kes hişê xwe bide serê xwe em pêkanînên bi vî rengî bi tundî şermezar dikin.”
DTP’a Amedê der barê girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û qedexekirina pîrozkirina mîhrîcana Fîsê ji aliyê Walîtiya Amedê ve şermezar kir û li ber avahiya DTP’a Amedê daxuyaniyeke girseyî da. Ji aliyê girseyê ve alên PKK’ê hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

‘Bila kes me necerîbîne’
Cigirê Serokê rêxistina DTP’ Amedê Cafer Kan diyar kir ku îradeya gelê kurd li 6 metrekareyî hilnayê. Kan qedexekirina Mîhrîcana Fîsê şermezar kir û ev yek şiband pêkanînên salên 80’yî û got: “Walîtî mîhrîcana Fîsê qedexe kirin lê ger ku me bixwesta me dikarî bû bê destûr jî pîroz bikira lê divê kes îradeya me necerîbinin. Hûnê bi xisar derkevin. Ev pêkanînên dewletê dişîbe ên salên 80’î.” Cafer Kan der barê giran kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bertek nîşanda û got: “Gelê kurd dibêje dest hin nirxên min nedin birêz Ocalan ji wan xetên sor ên kurdan e. Dêst dirêj kirina ev xetên sor tê wateya kiyametê.” Kan AKP’ê hişyar kir û got: “ AKP’ê bi agir dilîze. Ev pêkanînê li hemberî Rêberê Gelê Kurd provakasyonê. Divê her kes hişê xwe bide serê xwe em pêkanînê bi wî rengî bi tundî şermezar dikin.” AMED

© Azadiya Welat

Li Licê AKP hate hişyarkirin

29/11/2009

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Fîsê ku yekem car ji aliyê dewletê ve hatibû qedexekirin li pêşiya avahiya navçeyê ya DTP’ê bi beşdariya bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin.
Heyeta ku ji Amedê hatibû ya ji serokê DTP’a Amedê Firat Anli, cîgirê serokê koma DTP’ê parlamenter Gultan Kişanak, parlamenterê DTP’ê Hamît Geylanî, şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, şaredara Baglarê Yuksel Baran, nûnerên saziyên sivîl li pêşiya DTP’a Licê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Her wiha Dayikên Aştiyê, xwişka Hayrî Durmuş Zekiye Durmuş, bavê Mazlum Dogan Kazim Dogan û dayika wî Kevire Dogan û xwişka Aladdîn Zogurlu Pîroze Zogurlu hatin Licê. Malbatên Durmuş, Dogan û Zogurlu da zanîn ku ji bo damezirandina PKK’ê pîroz bikin hatine Licê.

‘Gêlê Licê gelekî bi rûmet e’
Şaredara Licê Fîkriye Aytîn bertek nîşanî destûrnedayîna mîhrîcanê da û şermezar kir. Piştî Aytîn serokê DTP’a Amedê Firat Anli bi pîrozkirina cejnê ve dest axaftinê kir û wiha got: “Gelê Licê gelekî bi rûmet û qehreman e. Di nav şerê 30 salî de gelek zilm dît lê tu rojekî jî serî netewand. Lîcê hat şewitandin. Mirov hatin kuştin, koçber bûn lê heta îro tu caran teslîm nebû. Gelê Licê ji nasname û rûmeta xwe xwedî derket îro jî xwedî derdikeve. Anli bertek nîşanî qedexekirina mîhrîcanê da û wiha got: “Ji aliyekî ve dibêjin çareserî ji aliyê din jî mîhrîcanê qedexe dikin. Em paşve gav navêjin. Ji 7 salî heta 77 salî ev gel şiyar bûye. Îro gundê Fîsê qedexe dikin. Em 5 sal berê çûn. 30 sal berê jî çûn li vir û gundekî li ser rê kesek nikare qedexe bike.”
‘Em destûrê naxwazin’
Parlamenter Gultan Kişanak jî bertek nîşanî qedexekirina mîhrîcanê da û ev tişt gotin: “Em bangî kesên ku mîhrîcanê qedexe kirine dikin. Dema gelê kurd dest bi têkoşînê kir destur ji kesekî nexwest. Bi domkirina têkoşînê jî em desturê ji kesekî naxwazin. Kesên biryara qedexekirina mîhrîcanê dane malên gelê Licê şewitandin. Gundên wan şewitandin. Li hember zilm, zordariyê tu caran vî gelî dev ji berxwedana xwe berneda. Ji bo berxwedanê ji destur kesekî nexwest. Kesek nikare bibe asteng.”
Kişanak bertek nîşanî zextên li ser DTP’ê da û wiha got: “Ji DTP’ê re dibêjin bila konvoyên we tunebin, mîtîngan li darnexin, qasidên aştiyê pêşwazî nekin. Bila DTP teslîm be. DTP xwe di avahiyan de heps nake. Dê bi tevî gelê xwe di qadan de be. Vî gelî gelek îktîdar dîtin. Lê tu gelekî nikaribû pêşiya têkoşîna vî gelî bigirin. Bila AKP hinekî dîroka kurdan ya nêz hîn bibe û dê bibîne kurdan çawa ber xwe dane.”
‘Provokasyonan pûç derxin’
Kişanak bal kişand rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Îmraliyê û wiha got: “Ger dewlet û AKP bixwaze aştî pêk were bila şertên girtîgeha Îmraliyê biguherinîn û bi dawî ji tecrîdê bînin. Ev tecrîda giran ya li ser Ocalan provokasyon in. Gelê kurd dê van provokasyonan vala derxe. Nedayîna parêznameyên Ocalan mînakeke bê hiquqiyêye. Bi bahaneya guherina şertên girtîgehê ew şandin tabuteke 6 metreqare. Bila AKP gavên xwe baldarî biavêje. Gelê kurd dê êrîşên li hember nirxên xwe û provokasyonan vala derxe. Bangî serokwezîr dikim, li vî welatî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da bila kesek li ser wan siyasetê neke ev bê wijdanî ye. Bila ji bo gelekî ku dibêje rêberê me ye kesek tabutan çêneke.”
Piştî axaftinan li pêşiya avahiya DTP’ê salvegera damezarindina PKK’ê bi şahî û govendan hat pîroz kirin. Heyet li vir çûn gundê Fîsê ku PKK li vir hatibû damezirandin û li vir dar çandin. AMED

Ji bo Ocalan bi hezaran kes meşiya
LI SILOPIYA Şirnexê salvegera damezirandina PKK’ê bi beşdariya bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê bi hezaran kes meşiyan û bal kişandin li ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Dİ pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê PKK û KCK’ê hatin vekirin. Bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî başdarî pîrozbahiyê bûn. Şaredarê Sîlopiyê Emîn balkişand li ser tecrîda li ser Ocalan jî û wiha got: “Me der barê rewşa tenduristiya Ocalan de agahiyek girt. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûne. Ez li vir bang li Serokwezîr û Serokomar dikim. Ev bi agir dilîzin. Bila baldar bin. Ji bo birêz Ocalan bi dehan kesan xwe şewitand. Bila vê yekê her kes baş bizanibe. Ev pêvajoya aştiyê ye. Bila li ser van hesasiyetan tevbigerin.”ŞIRNEX

© Azadiya Welat