Thursday, December 31, 2009

Li Tirkiyeyê jina 71 salî jî dibe endama rêxistinê

Li Tirkiyeyê jina 71 salî jî dibe endama rêxistinê
Jina 71 salî Selma Argun ku bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" mehek berê hatibû girtin, li gorî parêzeran bi awayekî keyfî girtî tê hiştin. Parêzeran, anî ziman ku girtina jina 71 salî li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Argun, li gel temenê xwe yê mezin, di odeya ku kapasîteya wê 8 kesîn, di nava şertên giran de li gel 22 kesan dimîne.

Li Navçeya Pirsûs a Rihayê di 22'ê mijdarê de di serdegirtina malan de Kemal Barlîn, Bekîr Acar, Selma Argun (71) û Omer Faruk Çobanoglu hatin binçavkirin û piştî 2 rojan ji aliyê Dadgeha Asliye Ceza ve bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Ji 4 kesên hat girtin jê jina 71 salî Selma Argun jî li gel temenê wê yê mezin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê. Argun, niha li gel zirufên giran bi 22 kesan re di odeya bicûk a 8 kesî de dimîne. Kaça Argun Dilşa Kuş, diyar kir ku keça wê salê 2 caran diçû Sûriyeyê û gora kalkê wê ziyaret dikir. Kuş, da zanîn ku polîsan ev çûn û hatina wê wekî sedema endama rêxistinê daye nîşan û kirine sedema girtinê. Kuş, wiha got: "Kalkê min Melle Abdullah welatparêzeki kurd bû. Ji ber welatparêz bû her tim rastî êrîşa dewletê dihat. Ji ber zilma dewletê Tirkiye terk. Di serî de çû Îranê, ji wir çû Iraqê û herî dawî çû Sûriyeyê. Demekê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ma. Herî dawî li vir jiyana xwe ji dest da. Niha gora kalkê min Mele Abdullah li Sûriyeyê ye û ji ber vêyekê diya min her dim diçû gora kalkê min ziyared dikir." Dilşa Kuş, anî ziman ku dema diya wê li Pirsûsê bû ji ber beşdarî çalakiyên demokratîk dibû her tim ji aliyê polîsan ve dihat dilzarkirin û rastî astengiyan dihat. Kuş, destnîşan kir ku diya wê û bavê wê ji ber zordariya dewletê neçar man ji Pirsûsê bar kirin û çûn Gundê Çarmelîkê. Kuş, da zanîn ku piştî gundê wan şewitî dîsa neçar ma vegeriya Pirsûsê.

'Girtina Argun li dijî hiqûqa gerdûnî ye'

Parêzer û parazvanên mafên mirovan jî anîn ziman ku girtina Selma Argun li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Parêzerê Argun Recep Elmas, da zanîn ku muvekîla wî ne ji ber 'Endama rêxistinê ye' hatiye girtin, ji keyfî hatiye girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Sedat Gozkiran jî destnîşan kir ku ew ji reşwa Argun agahdar e û wiha got: "Li Odeya jinan a 8 kesî 22 kes dimînin. Jina 71 salî Selma Argun di nava mercên giran de dimîne. Parêzerê Argun, ji mere got bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye' hatiye girtin. Li gorî me hinceta jinek 71 salî ne ev e. Ev girtin li dijî hiqûqa gerdûnî û navneteweyî ye. Em vê girtinê wekî girtinek keyfî dinirxînin"

© ROJ TV

BDP kongreya awarte pêk tîne

BDP kongreya awarte pêk tîne
BDP ku piştî parlementer û şaredarên DTP'a hatî girtin derbasî partiyê bûn, bû hedefa operasyon, êrîş û zordariyan di rojên pêş de bi awayek awarte diçe kongreyê. BDP ku heta kongreyê dê bi gelek derdorên cuda re bê cem hev û banga beşdariyê û piştgiriya partiyê bike. Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk diyar kir ku lazim e derdorên demokratîk ên tirk jî berpirsyariyê bigirin.

Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ku di 2'yê gulana 2008'an dehate avakirin, piştî parlementer û şaredarên DTP'a hatî girtin biryara derbasûna partiyê dan, rastî operasyon û zordariyan hat. Ji ber pêşketinên nû partî di 1'ê sibata 2010'an de kongreya asayî pêk tîne. Kongre dê li Salona Sporê ya Ahmet Taner a Anqereyê pêk bîne. Ji bo kongreyê komîsyona amadekariyê hate avakini. Di bin neya komîsyonê de beşên r êxistin, teknîk, malî, diyalog û dîplomasiyê hatine avakirin. Komîsyona amadekariya kongreyê dê 2'yê sibatê komîsyona kongreyê dê bi komîsyonên girêdayî re li Marmara, Ege, Anatoliya Navîn, Çukurova, bajarên kurdan civînên gel pêk bîne. Her wiha dê di civînan de bersiva pirsa, "Rêveberiyek çawa?" bê dayîn. Bi civînan dê hewil bê dayîn gel tev li pêvajoya kongreyê bê kirin.

BDP, bi derdorên cuda re tê cem hev

Li aliyê din rêveberiya BDP'ê ji bo pêşwazîkirina pêvajoyê jî û pêşvebirina aştî demokrasiy3e jî dê hewil bide pêşiyşa siyaseta demokratîk veke. Bi vê armancê rêveberiya partiyê dê bi derdorêncuda re bê cem hev, civînên maseya gilover û xebatên zanistî bemeşîne. Nûnerên çapemenî, quncik nivîs û nûnerên saziyên civakî dê beşdarî civînan bên kirin.Her wiha nûnerên partiyên wekî HAK-PAR û KADEP'ê rayedarên BDP'ê dê di 12'ê çileyê 2010'an de bên cem hev.
BDP di 13'ê kanûnê de jî dê bi rewşenbîr, nûnerên STK, hunermend, sendîqa û derdor^ne demokratîk re bê cem hev. Her wiha derdorên elewî û oldar re jî dê civîn bên kirin.

Ahmet Turk dê beşdarî civînan bibe

Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk ku derbarê mijarê de agahî dan û diyar ki ruk ev civinên, "Em Tirkiyeyek çawa dixwazin e" û wiha domand: "Li Tirkiyeyê pirsgirêk gelek in. Kurd tenê zore ku van pirsgirêkan çareser bikin. Lazim me bi bindestan, derdorên hatine vederkirin, ciwan û jinan re hevpariyê bikin û têkoşîna demokrasiyê bidomînin. Ji bo pêşvajo ber bi başiyê ve biçe hewceyî bi piştgirî û hewildana herkesî heye. Çend hevalên me dê beşdarî civînan bibin. Qasî derfet hebin Ahmet Turk jî dê beşdarî civînan bibe."

'Heta kongreyê serokê komê tune ye'

Çelîk derbarê kongreyê de jî wiha got: "Em dixwazin di kongreya me de hemû derdorên li dijî mîlîtarîzm, alîgirên demokrasiyê li cem me bin. Em dixwazin van di rêveberiya xwe de bibînin. Em bi vê armancê em xebatên xwe didomînin. Em dixwazin rêveberiyek bersivê bide pêvajoyê ava bike. Ji bo vê em bang li herkesî dikin ku di bin baneya BDP'ê de bê cem hev." Li ser xebata koma Meclisê jî Çelîk anî ziman ku dê di 3'yê çile de MYK û koma Meclisê bên cem hev û dê xebatên xwe yên Meclisê heta 1'ê sibatê plan bikin. Çelîk diyar kir ku koma Meclisê dê di 5'ê sibatê de berhev bibe. Çelîk girtina şaredaran jî cardin şermezar kir û anî ziman ku têkoşîna wan a ji bo azadiya şaredaran dê heta dawiyê berdewam bike û dê têkoşîna demokratîk a ji bo vê yekê bidomînin.

© ROJ TV

Tugluk: Bila li Komara Tirkiyeyê pîroz be

Tugluk: Bila li Komara Tirkiyeyê pîroz be
Mumameleyên Hevserokên DTP'ê yên berê Ahmet Turk û Aysel Tugluk ku piştî rakirina parlementeriya wan di rojnameya Fermî de hate weşandin, çûn Edliyeya Enqereyê, bi gotina, "Bila li Komara Tirkiyeyê pîroz be" berteka xwe anî ziman.

Biryara Dadgeha Makezgonê ya Tirk a derbarê rakirina parlementeriya Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk de di rojnameya Fermî de hate weşandin. Piştî weşandina biryarê Turk û Tugluk j bo îfade dayînê çûn Edliyeya Enqereyê. Muameleyên Turk û Tugluk didomin. Parlementer Bengî Yildiz, Parêzer Nurî Yaman û Halîl Îbrahîm Ozdemîr jî bi Tugluk û Turk re çûn edliyeyê. Turk li ser pirsên rojnamegeran bersiva, "Li ser biryara me berî niha girtibû em dê biçin îfadeyê" da. Aysel Tugluk jî bi gotina, "Ev biryar. Hatina me ya vir bila li Komara Tirk pîroz be" nerazîbûna xwe anî ziman.

© ROJ TV

Bi berxwedanê serfirazî pêk tê

31/12/2009

Nerazîbûnên li hemberî girtina siyasetmedar û şaredarên kurd berdewam dike. Li Êlih, Riha, Erzirom, Mêrdîn, Colemêrg, M êrsîn, Wan, Stenbol û Amedê bi daxuyanî, meş û serdanan girtina siyasetmedarên kurd bi tundî hate şermezarkirin û hate xwestin ku AKP dawiyê li zordariyên li hemberî kurdan bîne.
ÊLIH: Endamên Sendîqaya Genel-Îş'ê ya Êlihê û endamên Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Êlihê bi armanca şermezarkirina girtina Şaredar Nejdet Atalay çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. Karker û karmendan anîn ziman ku heta Atalay serbest tê berdan dê çalakiyên xwe bi berfirehî bidomînin. Her wiha Odeya Avasazên Înşîatê, Odeya Endezyaran, Odeya Endezyarên Jeolojiyê, Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Kîmyayê û Odeya Endezyarên Nexşeyê daxuyaniyek hevapr dan û bi tundî girtina nûnerên kurdan şermezar kirin.
RIHA: Li Navçeya Wêranşara Rihayê jî bi armanca şermezarkirina zordariyan li hewşa şaredariyê kon hate vekirin û çalakiya birçîbûnê ya rojekê hate lidarxistin. Li kon wêneyên Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn û Serokê DTP'a hatî girtina ya Wêranşarê hatin daliqandin.
ERZIROM: Li navçeya Qarayaziya Erziromê jî girseyek mezin li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê daxuyaniyek da çapemenyiê. Serokê Rêxistina DTP'ê ya berê Suat Tutkun, operasyona li hemberî BDP'ê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku tu cara nvan operasyon û êrîşan qebûl nakin.
MÊRDÎN: Li Qosera Mêrdînê jî nêzî hezar û 500 beşdarî vekirina avahiya BDP'ê bûn û operasyona li dijî BDP'ê şermezar kirin. Girseya li ber BDP'ê li hev kom bûn, pankarta "Êrîşên li dijî vîna gelê kurd a azad nayê qebûlkirin" vekir û dowîzên "Hûn nikarin dest vîna me bidin", "Êrîş me bêzar nakin" rakirin. Di vekirinê de navê kesên hatine girtin hatin xwendin. Piştî meşê 5 deqîqeyan li ber Şaredariya Qoserê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.
COLEMÊRG: Li Geverê jî endam û rêveberên Tum Bel Sen û Genel Îş'ê li ber Şaredariya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê BDP'ê yê Geverê Vahît Şahînoglu, Şaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr û şaredariyê, KURDÎ-DER, KESK, DÎSK jî amade bûn.
MÊRSÎN: Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi daxuyaniyekê operasyon şermezar kir. Daxuyaniya ku endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk amade bûn pankarta "Dest vina min nedin, Ji Muharrem Erbey re azadî" vekir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Mîrze Mehmet Soylemez, daxuyanî xwend û diyar kir ku êdî li Tirkiyeye têkoşîna parazvanê mafê mirovan jî suc e.
STENBOL: Li Stenbolê jî endam û nûnerên Vakfa Lêkolîna Mafên Civakê (TOHAV) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li ber Lîseya Galatasaray li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser nave parêzeran Taylan Tanay, xwest girtî serbest bêne berdan û êrîşa didome bi dawî bibe. Parêzer piştre çûn serdana BDP’a Stenbolê
AMED: Li Amedê jî bertekên li dijî operasyona BDP'ê û girtina şaredar û parêzvanên mafên mirovan didomin. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kirin û zextên li ser komelê şermezarkirin.
WAN: Li Qerqeliyê, li ber avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê hate li dar xistin. Şaredarê Qerqeliyê Murat Durmaz, Serokê BDP'a Qerqeliyê Allahverdî Çelîkok, endamên Meclîsa Giştî a bajar jî di nav de komek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Şaredarê Qerqeliyê Murat Durmaz, diyar kir ku projeya ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin, projeya qedandinê ye.

© Azadiya Welat

Bi makezagona sûcdaran nabe

31/12/2009

Rewşenbîr û Nivîskarên ku Vedat Turkalî, Erol Katircioglu, Gencay Gursoy, Samî Evren, Hakan Tahmaz jî di nav de BDP'a Stenbolê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Nivîskar Turkalî, bal kişand ser operasyonên li dijî BDP'ê û binçavkirina bizorê ya parlamenteran û diyar kir ku dewlet îro bi makezagona sûcdarên ku demekê ew derdixistin ezmanan tê bi rêvebirin û wiha got: "Ev gomlekê dînan ji vî welatî re teng û qirêj e. Divê teqez ev gomlek bê guhertin. Îktidar jî û muxalefet jî vê yekê zanin, lê her du jî diparêzin."
Nivîskar Vedat Turkalî, Erol Katircioglu, Serokê Konseya Navenda TTB'ê Gencay Gursoy, Serokê Giştî yê KESK Samî Evren, Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, Rojnamevan Aydin Çubukçu, Marsîs Kurkçugîl, Ertugrul Kurkçu û Reqas ZeynepTanbay BDP'a Stenbolê ziyaret kirin. Li ser navê BDP'ê Parlementerê Amedê Akin Bîrdal û Şaredarê Şirnexê Hasîp Kaplan rewşenbir pêşwazîkirin.
Li ser navê rewşenbiran Vedat Turkalî, diyar kir ku Tirkiye pirsgirêkan hêzan çareser nake û naxwaze çareser bike. Turkalî, anî ziman ku di nava Tirkiyeyê de gelek îblîsê berjewendiya wan di pergalê de hene heye. Turkalî, anî ziman ku çi dikin û nakin nikarin Tirkiye, tirkan û kurdan ji vê pergalê rizgar bikin. Turkalî, pergala heyî rexne kir. Turkalî, anî ziman ku niha libasekî teng li welat dikin û ev libas li ser bejna welat teng û qirêj xuya dibe. Turkalî, xwest ev libasê teng ku li Tirkiyeyê hatiye kirin bê guhertin û wiha got: "Muxalefet jî û îxditar jî zanin ku êdî ev gomlek ji Tirkiyeyê re teng û qirêj e. Lê bi hesabê herduyan jî tê. Ka bifikirin 3 trilyon dolar li gule û topan dane û li ser dar ber û çiyê Herêma Kudistanê dibarînin. Ev rewşek şerm e. Divê em vî hesabî bipirsin. Divê ev hesab bê pirsîn."
Turkalî, da zanîn ku girtina partiyan ne çareserî ye û wiha dom kir: "Me heviyên birayên xwe yên kurd kişandin. Bi DTP'ê heviyên me zêdebûn em pê kêfxweş bûn, lê ew jî girtin. Niha partiyek nû heye, lê divê em karibin hêviyên wan xurt bikin."

BÊHÊVÎTÎ ZÊDE BÛ
Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Gencay Gursoy jî anî ziman ku wan piştgirî da DTP ku vegere meclisê û bi vegera meclîsê heviyên wan ê meşandina siyaseta meclîsê xurt bû. Gursoy, anî ziman ku bi girtin û binçavkirinan pirsgirêk çareser nabe. Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren jî anî ziman ku sala 2009'an ji bo Tirkiyeyê salek gelek girîng û tijî tebinî derbas bû. Evren, anî ziman ku girtina partiyê, binçavkirin û girtina siyasetmedar û hilbijêran ruyê rast ê AKP'ê diyar kiriye.
Berdevkê Meclîsa Aştiyê yê Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, daxuyand ku li Amedê bi parlementerên Amedê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr re hevdîtin çêkirine û yekem car dibîne ku li herêmê bêhêviyek serdest bûye.
Tahmaz, anî ziman ku destkelepçekirina şaredaran heviya li herêmê şikandiye û wiha got: "Êdî dibêjin riyên çareseriyê nema ye. Heviya wan rewşenbir û demokratên rojava ne. Dibêjin di pêşerojê de operasyonên din jî hene. Operasyona li dijî şaredariyan wekî operasyona kerta dawî dinirxînin. Divê êdî têkoşîna kesên hiqûq û demokrasiyê dixwazin pêş bikeve. Divê em bi siyasetmedarên kurd re têkevin nava şêwirmendiyê û heviyên wan dîsa xurt bikin."
Rojnameger Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku êdî di cîhanê de jî hêzên bêçareseriye pêş dixe têk diçin û ani ziman ku ew piştgiriyê dide BDP'ê. Aydin Çubukçu jî daxuyand ku têkoşîna kurdan a 20 salan têkoşînek bi sebr e û xwest her kes vê têkoşînê ji xwe re mînak bigrin. Çubukçu, anî ziman ku piştgiriya têkoşîna kurdan piştgirya têkoşîna aştî û azadiyê ye û wiha axivî: "Kesên piştgiyê bidin BDP'ê dê piştgiriyê bidin hêvî û bendewariyên xwe. Divê her kes piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan." Hunermend Zeynep Tanbay jî anî ziman ku bûye endamê BDP'ê û got êdî dixwaze bêtir bixebite. Niviskar Marsîs Kurkçugîl, Nivîskar Erol Katircioglu jî piştgiriya xwe anin ziman û polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin. STENBOL - DÎHA

‘We hêza me zêde kir’
Parlementerê BDP'ê yê Amedê Akin Bîrdal ku rewşenbir pêşwazîkirin diyar kir ku ziyareta wan hêzek gelek mezin daye wan û spasiyên xwe anîn ziman. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî bi sala nû û bi partiya nû hêviyên wan ên aştî demokrasî û azadiyê xurttir bûne. Kaplan, anî ziman ku ger bi hêzên aştî û demokrasiyê re di nava tifaq û yekîtiyekê de têkoşîna aştî û demokrasiyê bimeşînin tu hêz nikare wan têk bibe.
Kaplan, destnîşa kir ku êdî pirsgirêk li meclîsê çaser nabin û anî ziman ku çareserî di sindoqan de ye. Kaplan wiha got: "Me Galdyo û çete çareser nekir. Me girtina partiyan û hêzên li dijî aştî û demokrasiyê çareser nekir. Me bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 û makezagon neguhert. Ji bo çareseriye êdî sindoq pêwist e. Êdî ev makezagon û meclîs nikare Tirkiyeyê bi rêve bibe. Ji bo Tirkiye pirsgirêkan çareser bike divê di sala 2010'an de rûpelek nû li ser bingehê welatiyê azad û wekhev veke.

© Azadiya Welat

Demîrtaş: Ev pêvajoyeke siyasî ye

31/12/2009

Parlamenter û şaredarên BDP'î, Şardariya Sûrê ziyaret kirin. Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Salahattîn Demîrtaş, diyar kir ku di şexsê siyaseta kurd de dixwazin bi rûmeta kurdan bilîzin û got: "Ev pêvajoyek siyasî ye û dê dom bike" Piştgiriya Şaredara Wêranşarê Leyla Guvun û Şaredarê Navçeya Surê Abdullah Demîrbaş ku di operasyona li dijî BDP'ê de hatin girtin, didomin.
Parlamenterên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Alî Aydin, şaredarên navçeyên navendî û navçeyên Amedê, rêveberên TAY-DER û ESP, endamên Komên Aştiyê bi girseyî Şaredariya Sûrê ziyaret kirin.
Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku AKP siyasetek qirêj dimeşîne û wiha got: "Şaredariya Sûrê ev du serdem e rastî heman bextreşiyê tê. Hemû hilbijêrên kurd dixin zinadanan. Di şexsê siyaseta kurd de bi rûmeta kurdan dilîzin. Dixwazin vîna gelê kurd bişkînin û kurdan bêvîn bihêlin. Pêvajoyek siyasî tê meşanin. Ev pêvajo dê bidome. Lê belê li hemberî vê yekê têkoşîna me jî dê bidome."
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Serekaniyê Îsmaîl Aslan, bi mebesta piştgiriyê çû serdana Şaredariya Wêranşarê. Aslan, di dema serdanê de bi Cîgira Şaredariyê Suna Ulugturken re hevdîtin çêkir û da zanîn ku ev girtin dê wan bi hêztir bike û wiha got: "Ji HEP'ê û heta niha li ser partiya me pêkutî tên meşandin. Partiya me hate girin. Hevalên me hatin girtin. Lê vê rewşê bi tu awayî em paş de nebirin. Dewletê fam nekir ku dema yek diçe, yeke nû tê. Em hêvî dikin ku hevalên me di zûtirîn demê de bên berdan û bên ser peywira xwe. Em dê biçin serdana şaredariyên xwe yên Qoser û Pirsûsê jî."
Endamên Komên Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê hatin jî, çûn serdana Şaredariya Surê. Berdevkê Koma Aştiyê ya Qendîlê Mehmet Şerîf Gençdal, diyar kir ku operasyon li dijî vîna gelê kurd pêk hatiye û wiha axivî: "Ew çiqasî pêkutiyan bikin, me bigrin û me bikujin jî, dîsa jî nikarin bibin xwedî vîna me. Bila neyê ji bîrkirin ku yên dixwazin me biqedînin dê ew jî biqedin. Avakirina aştiyê ji ya şer zortir e. Ya girîng ew e ku em van zorahiyan bihevre derbas bikin. AMED

© Azadiya Welat

Li Pirsûsê 'Konê aştiyê' vebû


31/12/2009

Karkerên Şaredariya Pirsûs a Rihayê, bi mebesta şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê nîv rojê dest ji kar berdan. Li aliyê din Endamên Meclîsa Şaredariyê li pêş şaredariyê 'Konê Aştiyê' vekir. Li aliyê din Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, 'Nobeta Aştiyê ku bi armanca şermezarkirina li dijî operasyona BDP'ê û girtina Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Muharrem Erbey, dabû destpêkirin bi dawî kirin.
Li Navçeya Pirsûs a Rihayê 210 karker û karmendên şaredariyê, bi armanca operasyona li dijî BDP'ê û girtina Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn şermezar bikin, heta danê nîvro dest ji kar berdan. Nûnerê Genel Îş'ê yê Herêmê Sadik Demîr, diyar kir ku hikûmetê nikarîbû Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn bi riya hiqûqê tasfiye bikira, serî li riya bêhiqûqî dan. Demîr, anî ziman ku dê têkoşîna wan a li dijî bêhiqûqiyê bidome. Nûnerê Genel Îş'ê yê Pirsûsê Mustafa Coşkun jî anî ziman ku wekî darbeya 12'ê îlonê û faşîzma Hîtler de şaredarên wan hatin girtin û wiha got: "Di şexsê şaredaran de tê xwestin ku têkoşîna aştî û demokrasiyê tasfiye bikin. Lê dê li hemberî vê yekê têkoşîna me bidome. Ji bo ev operasyon û binpêkirin bi dawî bibin em dest ji kar berdidin."

KONÊ AŞTIYÊ VEKIRIN
Her wiha li aliyê din Endamên Meclisa Şaredariyê jî bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û şeredaran li ber Şaredariyê 'Konê Aştiyê vekir. Konê ku 24 saetan vekiri bimine ji aliyê endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk ve rastî eleqeyek mezin hat. Li kon wêneyê Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn hate daliqandin. Endame Meclîsa Şaredariyê Muslum Baran û Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mehmet Sitki Dehşet, di ziyareta 'Konê Aştiyê' de axaftin kirin û polîtîkaya Hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.

NOBETA AŞTIYÊ BI DAWÎ BÛ
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi armanca şermezarkirina, serdegirtina li dijî komeleya wan çalakiya nobedariyê ya 2 rojan dabû dest pêkirin. Gelek sazî û dezgehan jî piştgirî dan çalakiyê û çûn ziyerata komelê. Piştî nivro endamên Meclîsa Şaredariyê ÎHD'ê ziyaret kir û serdagirtin şermezar kir. Di ziyaretê de hate diyarkirin zext û zordariyên li ser saziyên kurdan nayên qebul kirin û xwestin dest ji vê yekê bê berdan. ESP'ê jî ÎHD ziyaret kir û piştgiriya xwe ani ziman. Aliyê din rêveberên Komeleya Sarmaşikê jî komele ziyaret kir.

JI 72 SAZIYAN SERDAN
Di nava rojê de parlamenter, şaredar û rêveberên BDP'ê yên Amed, Şaxa ÎHD ziyaret kirin. Platforma Demokrasiyê ya Êlihê ya ji 72 saziyên pêk tê piştî li ber Edliyeya Amedê daxuyani dan çapemeniyê bi girseyî Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kirin. Di nav endamên platfomê de parlementerê Êlihê yên BDP'î Ayla Akat Ata û Bengî Yildiz jî di nav de diyar kirin ku ÎHD li navneteweyî û welat de saziyekî sivîl ya herî girîng e û zextên li ser ÎHD'ê şermezarkirin.
Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, diyar kir ku di şerên cîhanê de li hemberî cihên pîroz êrîş nehatine kirin û wiha got: "Lê îro cihên kurdan yên piroz û qîmet digrin bin piyan. Saziyekî wekî ÎHD'ê divê bê parastin lê rastî pêkutiyên nebaş tê. Serokên bi dengên gel hatî tên girtin. Tu kes vê nêzikahiyê qebul nake."
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu jî sipasiya xwe ji bo hemû saziyan kir û ani ziman ku pirtşgiriya îro jî bo ÎHD'ê tê kirin gelek watedar e.
Di nava rojê de bi sedan kesan avahiya ÎHD'ê ziyaret kir û şevê jî ziyaretan domkir. Endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê û Hewildana Aştiyê ya Amedê komele ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Nobedariyê heya direng şevê domkir. AMED - RIHA

Xebatkarên DÎSKÎ kar berdan
Xebatkarên DÎSKÎ yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, çalakiya berberdanê ya saetekê li dar xistin.
Xabatkarên DÎSKÎ'yê bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, li ber avahiya xizmetê civiyan û dirûşmeyên "Pêkutî me bêzar nakin" û "Vîna siyasî nayê astengkirin" avêtin û bi çepîkan girtin şermezar kirin. Xebatkarên ku girtin şermezar kirin, ji bo saetekê kar berdan. Li ser navê kedkaran Metîn Evran, daxuyanî xwend û diyar kir ku ji ber li Tirkiyeyê şerê asta jêr tê meşandin, bi 10 hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Me pêvajoyên ku bi mîlyonan mirov ji cîh û xwe durketine jiya. Piştî van tiştên hatin jiyîn, bi destpêkirin pêvajoya demokratîk, siyasetmedar û hilbijartiyên kurd bêhiqûqî û bi biryarên siyasî hatin girtin."
Evren, balkişand ser pêla girtinê ya li dijî kurdan û wiha axivî: "Hilbijartiyên vîna gelê kurd, bi awayekî mînayêka wê li cîhanê nîne dest kelepçekirî derxistin edliyeyê û ew girtin." Evren, anî ziman berpirsiyarê êrîşan tekanê desthilatdariya AKP'ê ye û pêkanîna biryara siyasî şermezar kir. AMED

© Azadiya Welat

‘Pêşlêvekirina’ AKP’ê heta vê derê!

31/12/2009

ABUZER TORBALI - BRUKSEL
Mamostayê Zanîngeha Teknîk û Zanist a Tennessee Profesor Michael Gunter, destnîşan kir ku bi biryara Dadgeha Makeqanûnê ya girtina DTP’ê planên desthilatdariya AKP’ê yên 'pêşlêvekirina ê' têk çûn.
Profesor Michael Gunter, da zanîn ku girtina DTP’ê, darbeyek mezin li pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê da û Ji encama girtina DTP’ê ne gelê kurd, wê Tirkiye zirareke mezin bibîne. Gunter vegot ku girtina DTP’ê, van gotinên fransiyan ku ji bo Burbonan bi kar anîn tîne bîra mirov: "Wan tiştek fêm nekiriye, tiştek jî, ji bîr nekirine." Tirkan ji çareseriya pirsa kurd tiştek fêm nekirin, û tirsa xwe ya ji ber kurdan jî ji bîr nakin.

KURD ÊŞAND IN
Michael Gunter destnîşan kir ku girtina DTP’ê dê bandoreke neyînî li têkiliyên Tirkiyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê jî bike. Li ser vê jî da zanîn ku her çiqas wî hêviyên çareseriya pirsgirêka kurd winda nekiribin jî. Pêvajo ber bi xerabiyeke tevlihev ve hat dafdan. Lê desthilatdariya AKP’ê, mecbûr e vê pirsgirêkê çareser bike, naxwe, ew ê ziyanan bibîne.

CIHÊTIYA WAN NEMA
Profesor Michael Gunter, helwesta serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî, bi van gotinên manîdar anî ziman: “Kes nikare bêje ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ji sedî sed çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze. Lê, cihêtiya Erdogan ji desthialdariyên beriya xwe ew reformên dane destpêkirin in û pêwist e dawiya wan bîne. Bi parçeyên biçûk reform çênabin û çareserî jî çênabe. Eger ev rewş bidomîne, cûdatiya Erdogan a ji yên beriya wî jî namîne.”

A GIRÎNG BÎZAVA KURD E
Michael Gunter, siyasetên klasîk û redkirina gelê kurd jî rexne kir û wiha pê de çû: “Siyasetên Tirkiyeyê yên klasîk sûdê nadin Tirkiyeyê.” Gunter destnîşan kir ku gelê kurd duh hebû, îro jî heye, sibe jî wê hebe. Baş tê zanîn ku berî DTP’e jî gelek partiyên kurdan hatin girtin. Lê bîzava kurd dewam kir. Piştî girtina DTPe jî dewam bike. Gunter ji bo artêşa Tirk jî da zanîn ku artêşa Tirk aktor e. Lê aliyê din ku li dijî artêşê şer dike jî aktor e. Gunter ji ber vê jî aşkera kir ku tu mafê artêşa Tirkiyeyê ya îlankirina çareserkirina pirsgirêka kurd nîn e.

AKTOR JI HOLÊ RAKIRIN
Mamosteyê Zanîngeha Tanessee Profesor Michael Gunter got ku, Yektiya Ewropayê ji bo Tirkiye bibe endam li bendê ye Tirkiye reforman pêk bîne û pirsa kurd çareser bike. Gunter vedibêje ku ev pêk nehat tişta ku hat kirin partiya siyasî DTP ku dikaribû bibe aktorê çareseriya pirsgirêka kurd hat girtin. Vegot ku ev yek, ne li gorî krîterên Kopenhagê ne û derfetên çareseriya demokratîk jî asteng kirin.

HEVSENGA ÇARESERIYÊ
Michael Gunter, siyaseta Amerîka, di çarçoveya denge û berjewendiyên Rojhilata Navîn de nirxand. Di vê nirxandinê de jî aşkera kir ku helwesta Qesra Spî ya li li hemberî kurdan ne negatîf e. Lê berjewendiyên xwe li ber çavan digire. Aktorên li Rojhilata Navîn tirk û ereb bandorê li biryarên Amerîkayê dikin. Ev jî hevsengekê derdixe holê. Lê pêwist e Amerîka ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, Tirkiyeyê ber bi aliyên pozîtîf de daf bide. Li gorî Gunter heke Amerîka Tirkiyeyê rasterast tasfiye bike dibe ku ev bandoreke neyînî derxe holê û dibe ku ev ji bo kurdan jî bibe sedemê hin talûkeyan. Gunter vedibire ku Amerîka dixwaze bi riyên dîplomatîk bandorê li Tirkiyeyê bike.
Mamostayê Zanîngeha Tanessee Profesor Michael Gunter, destnîşan kir ku rewşa kurdan îro, ji berî 10 salan gelekî baştir e û ji kurdan xwest ku kurd ji vê rewşa erênî baş sûdê wergirin û ji bo çareseriya kurd baş binirxînin. ANF

Wednesday, December 30, 2009

72 RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL YÊN LI BATMANÊ: EM ÇARESERIYA KELEPÇEKIRÎ NAXWAZIN

72 RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL YÊN LI BATMANÊ: EM ÇARESERIYA KELEPÇEKIRÎ NAXWAZIN

Nûnerên 72 rêxistinên civaka sivîl doh li Amedê bûn..

Nûnerên rêxistinan, li ber avahiya adliyê bang li hukûmeta AKP kirin û ev peyam dan:

'Em çareseriya kelepçekirî naxwazin'...
72 RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL YÊN LI BATMANÊ:
EM ÇARESERIYA KELEPÇEKIRÎ NAXWAZIN

Batmaniyên ku şaredar û rêveberên wan hatin kelepçekirin, doh li Amedê bûn..

Nûnerên 72 rêxistinên civaka sivîl, ji ber Şaredariya Amedê heta avahiya adliyê meşiyan..

Di meşê de pankarta bi nivîsa 'Em çareseriya kelepçekirî naxwazin' hat hilgirtin..

Nûnerên rêxistinan, ji ber ku destûr da operasyonan hukûmeta AKP hişyar kirin..

PLATFORMA ŞAXÊN KESK`Ê YÊN AMEDÊ:
BI OPERASYONÊ DEMOKRASÎ HAT PAŞVEXISTIN


Platforma Şaxên KESKên yên li Amedê jî, tevî xebatkarên Şaredariya Peyasê, li ber
Şaredariya bajarê mezin, daxuyaniyek da çapemeniyê..

Di daxuyaniyê de operasyona li dijî îradeya gelê Kurd herwiha weke derbeya li dijî demokrasiyê hat binavkirin..

Berdevkê Platfromê Yakup Keskîn weha axivî:

"Bi girtina siyasetmedar û nûnerên gelê Kurd û berterefkirina daxwazên aştî, azadî û demokrasiyê, pirsgirêka Kurd wê ti carî neyên çareserkirin."...

Piştî daxuyaniyê, endamên platformê çûn serdana Şaredarê Amedê Osman Baydemîr....

Li aliyê din Şaredariya Peyasê, ji ber ku nûçeya binavê 'Li ser qaxezên şaredariya şemaya KCK'ê hatiye dîtin', li dijî rojnameya Starê nerazîbûn nîşan da...

Şaredariyê got: "Ev îdîya ku berî 4 mehan di îdîanameyêkê de cih girtibû, careke din weke nûçe hat belavkirin. Bi vê yekê vê rojnameyê xwestiye şaredar Zulkuf Karatekîn hedef nîşan bide."

Rêxistina BDP'a Yenîşehîrê jî li dijî girtinan nerazîbûn nîşan da..

Rêxistinê belavokên bi nivîsa 'Li Şaredarên xwe xwedî derkevin' li tevahiya tax, kolan û gundan belav kirin..

© ROJ TV

POLÊSAN BI SER NAVENDA GIŞTÎ YA BDP DE GIRT

POLÊSAN BI SER NAVENDA GIŞTÎ YA BDP DE GIRT

Li dijî îradeya gelê Kurd, helwestên qirêj ên dewleta Tirk her diçe zêde dibin.

Doh jî di hedefa dewleta Tirk de Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê hebû.

Polêsên ku bi ser navenda BDP'ê de girtin, serî li rêbazeke ecêb û dijdemokratîk dan.

Polêsên sivîl li navenda giştî ya BDP'ê, li parlementerên kurd geriyan.

Balkêş e ku ev kirina qirêj piştî civîna MGK'ê ya pêr pêk hat.

MGK'Ê MOHRA XWE LI BIN ÊRÎŞÊN NÛ XIST
POLÊSAN GIRT SER NAVENDA GIŞTÎ YA BDP'Ê

Rojên dawî gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan a 'Emê vegerin serê serî', li qada siyaseta legal, weke 'Qirqirina siyasî' tê bicîhanîn.

Girtina DTP'ê ya di 11'ê Kanûnê de ji bo vê mînakeke pir girîng e.

Paşe bi darbeya 24'ê Kanûnê, 48 siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî hatin girtin.

Her wiha li dijî parlementerên DTP'î tim û tim gotinên ne baş, tehdît û reşkirina wan jî kêm nebûn.

Piştî civîna MGK'ê ya doh ku têde biryara şerê topyekun hate dayîn, îro dor li Navenda Giştî ya BDP'ê hate girtin.

9 polêsên sivîl dane sibehê bi ser navenda partiyê de girtin.

Polêsên sivîl, li Navenda Partiyê li parlementerê berê yên DTP'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk û parlementerên BDP'ê Emîne Ayna, Sebahat Tuncel û Selahattîn Demîrtaş geriyan.

Bûyera sosret a li Navande BDP'ê pêk hat ji aliyê gelek rojnemevanan ve jî hate şopandin.

Îro jî, ji bo parlamentera BDP ya Stenbolê Sabahat Tuncel bi darê zorê bibin dozgeriyê, polês bi ser Navenda Giştî ya BDP de girtin...

© ROJ TV

DI ENCAMA ÊRÎŞAN DE HETA NIHA 47 KES HATINE GIRTIN

DI ENCAMA ÊRÎŞAN DE HETA NIHA 47 KES HATINE GIRTIN

Ji roja ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şer îlan kir ango ji 24'ê Kanûnê û vir ve, hejmara Şaredar û nûnerên gel yên hatin girtin gihişt 47 kesan...

Ji bilî binçavkirin û girtinê jî, di xwepêşandanên protestoyî de, polêsan êrîşî gel kir û gelek kes birîndar kirin..

Êrîşa li dijî nûnerên gelê Kurd, 14 Nîsanê bi îdîaya 'Endamên Meclîsa KCK ya Tirkiyê ne' destpê kir...

Di çarçoveya heman îdîayê de, êrîşan 11ê Îlonê destpê kir û herî dawî jî, 24'ê Kanûnê dewam kir..

14'ê Nîsanê Cîgirên Hevserokên DTP'ê jî di nav de, 51 siyasedmedarên kurd hatin girtin.

Paşê 28'ê Gulanê li dijî KESK'ê operasyonê dest pê kir û di encamê de 42 rêveber hatin girtin.

17 Hezîranê li dijî DTP'ê êrîşa 2. hat destpêkirin û 11 endamên Meclîsa bajaran hatin girtin..

11'ê Îlonê jî, li Amed, Şirnex, Mêrdîn û Wanê 10 kes hatin girtin.

Di 11'ê kanûnê de jî polêsan bi ser nûnertiya Azadiya Welat û Radyoya Dunya de, girtin û 11 kes hatin girtin...

Herî dawî jî di 24'ê Kanûnê de li 10 bajaran êrîş li dijî BDP'ê pêk hat..

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Serokê Şaxê ÎHD'a Amedê Muharrem Erbey, Serokê DTP'a hatî girtin yê Amedê Firat Anli û 7 şaredar jî di navê 47 kes hatin girtin.

Bi vî awayî, heta niha bi bahaneya ku endamên KCK'ê ne, ji 218 kesên hatin binçavkirin, 140 kes hatin girtin..


© ROJ TV

Parlamenter îfadeyê nadin

30/12/2009

Parlamenteran rest dît, gotin em naçin
Ekîbên TEM'ê yên Midûriyeta Enqereyê, ku bi boneya biryara dadgehê ya 'birina dadgehê ya bi zorê" dabû çûn ber Navenda Giştî ya BDP'ê, ji ber BDP'î ne li Navenda BDP'ê bûn, piştî teblîgat danîn û gîrtek girtin, ji ber Navenda Giştî ya BDP'ê qetiyan. Di vê navberê de dadgehê ji bo parlamentenên BDP’î biryara bêroj a di bin kontrola polîsan de bibin darazê da. Parlamenteran daxuyand ku ew ê neçin, îfadeyan nedin.

POLÎS ÇÛN BDP’Ê
Ekîbê TEM'ê yê Midûriyeta Enqereyê ku ji 8 polîs û keyayetê daxê pêk dihat, bi boneya biryara dadgehê ya 'birina dadgehê ya bi zorê" dabû çûn ber Navenda Giştî ya BDP'ê û xwestin parlamenterên BDP'ê Emîne Ayna, Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk ku parlementeriya wî ket, bi zora bibin dadgehê. Polîsan teblîgat teslîmî parêzerên BDP'ê Nurî Ozmen, Mahmut Tanzîn û rêveberên BDP'ê kir. Piştî polîsan teblîgat teslîmî parêzer û rêveberan kir, bi sedema ku parlementerên navborî ne li Navenda Giştî ya BDP'ê bûn bi paşve vegeriyan.

HEYET HATIN…
Parlamenterên ku dadgehê derbarê wan biryara "Birina dadgehê ya bi zorê" dabû hîn nehatine Navenda Giştî ya BDP'ê. Hîn parlamenter nehatine, lê ji Koma Partiya Keskan a Çep ku endamê Parlamentoya Ewropayê ye Soren Sondergaard û Rui Tavorez ku hatibûn Enqereyê hatin Navenda Giştî ya BDP'ê. Li bendê ye ku Soren Sondergaard û Rui Tavorez dê beşdarî danişîna parlamenteran bûbûna.

DADGEHÊ ÇI GOT?
11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji ber ber axaftinên di demên cûda de der barê parlamenterên BDP'ê Emîne Ayna, Selahattîn Demîrtaş Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk ê qedexeya siyasî biryara "Birina dadgehê ya bi zorê a bêroj" da. Li ser vê biryarê polîs kengî û li ku parlementerên BDP'ê bigrin dê wan binçav bikin û bi zorê bibin dadgehê.

PARLAMENTER NAÇIN
Hevserokê DTP'a hate girtin ê berê Ahmet Turk, deme ji Navenda Giştî ya BDP'ê çû, pirsên rojnamevanan bersivand. Turk, diyar kir ku qirîza îfadeyan bi zordayîna xala 14'emîn a Makeqanûnê hatiye vê astê û wiha got: "Di demek munasîb de em dê biçin îfade bidin." Turk di dewama gotinên xwe de anî ziman ku heta niha ji ber ku parlamenteriya wan didomiya îfade nedidan. Lê piştî parlamenteriya wan ket, dê biçin îfadeyan bidin. Turk ji bo 3 parlamenterên BDP’î jî anî ziman ku ew ê neçin îfadeyan nedin.
Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Emîne Ayna jî anî ziman ku ew ê neçin îfadeyan nedin. ENQERE

Berpirsyar AKP ye
Parlamenterê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li avahiya BDP'a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê, anî ziman ku di biryara xwe ya berî niha girtine de israr dikin. Demîrtaş wiha axivî: "Derbarê parlamenterên berê Sedat Bucak û Mehmet Agar ku bi boneya avakirina çeteyan tên sûcdarkirin de heta niha tiştek nehatiye kirin. Lê parlementerên nêrîna xwe ya siyasî aşkera kirine dibin dadgehê. Em jî dibêjin em nabin perçeyek vê senaryoyê. Ev bêdadî ye. Em ji hiqûq û darizandina edlî razî ne lê bi darizandina siyasî nerazî ne. Li pişt vê biryarê AKP heye."
Demîrtaş bi bîr xist ku Burhan Kuzu yê AKP'yî diyar kiriye di zorê birina dadgehê ya parlementeran tu pirsgirêk tune ye û wiha pêde çû: "Bi vê yekê Kuzu aşkera kiriye ku AKP li pişt vê biryarê ye. Em ji dibêjin dibe ku Kuzu (berx) bî lê em nabin berx. Dibe hûn darazê ji bo armancên xwe bikar bînin lê em nabin perçeyek vê lîstikê. Dibe hûn bixwazin kurdê kolê yên girêdayî dewletê biafirînin lê em nabin. Ji ber ku li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinîne şaredarên me bi qeydan diavêjin girtîgehê. Der barê parlamenterên me de biryara bi zorê birine dadgehê derdixî. Lê em dê bi gelê xwe re xeta xwe ya bi rûmet biparêzin. Ji yên dibêjin 'Krîzê derdixin re jî' em dibêjin tiştek wisa hêsan tune ye. Hem bêdadiyê bikin û hem jî bêşermiyê bikin bavê ser stûyê yeke din. Em polîtîkayên AKP'ê nas nakin. Ev du salek ev krîz didome. AKP'ê tu gav neavêtin. Gelê kurd mexdûr dikin. AKP li ser kurdan faşîzmê û zordariyê dimeşîne. Lê gelê kurd serî natewîne."
Parlamenter Tugluk jî diyar kir ku li hemberî biryarên wan serê xwe natewînin û wiha pêde çû: "Êrîşên di demên dawî de li hemberî partiya me û gelê me pêk tên jî hewildana bê îrade kirinê ye. Lazim e herkes bizanibe ku gelê kurd dê heta dawiyê li rûmeta xwe derekve û rêxistinbûna xwe bilind bike." AMED

© Azadiya Welat

Serfermandarî ji reş re dibêje spî


30/12/2009

Serfermandariya Giştî angaşt "Di bin banê Serfermandariya Giştî de bi navê JÎTEM'ê tu yekîne tune." Lê îtîrafkarê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan bi bordroyên meaş û belgeyên din hebûna JÎTEM'ê îspat kiribû. Her wiha Sazûmankarê JÎTEM û bersûcê Ergenekon Arîf Dogan hebûna JÎTEM’ê qebûl kir û wiha got: “Tu elqeya min Ergenekonê tune ye. Min 21 salan li çiyayan berpirsiyarî kir. Min li çiyayan JÎTEM pêk anî û pratîze kir." Herî dawî Orgeneralê teqawîtkirî Necatî Ozgen di 16 kanûna 2009'an de di bernameya NTV'yê ya "Canli Gasteyê" de hebûna JÎTEM'ê qebûl kir û gotibû "Di JÎTEM'ê de kesên subay hene. Mirovên ku ji wan re dibên JÎTEM subay in"

© Azadiya Welat

Tuesday, December 29, 2009

KOMÊN AŞTIYÊ: 'DEWLET BI ÊRÎŞÊN DAWÎ DIXWAZE TEVGERA KURD BÊBANDOR BIKE'

KOMÊN AŞTIYÊ: 'DEWLET BI ÊRÎŞÊN DAWÎ DIXWAZE TEVGERA KURD BÊBANDOR BIKE'

Komên Aştiyê êrîşên bi ser BDP û saziyên kurd de, weke hewldana tesfiyekirina kurdan nirxand.

Qasidên aştiyê ji rêveberiya tirk xwestin ku dev ji siyaseta tesfiyekirinê berde û pêşiyê li siyaseta demokratîk veke.

Komên Aştiyê yên li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Qendîl û Mexmûrê çûn Tirkiyê, terora girtina nûnerên gelê kurd şermezar kir.

Qasidên aştiyê girtina siyasetmedar û şaredarên kurd, weke hewldana tesfiyekirin û bêbandorkirina tevgera kurd nirxand.

Qasidên aştiyê gotin, rêveberiya tirk bi operasyonan dixwaze BDP û saziyên kurd bi şerekî psîkolojîk û fizîkî, bêbandor bike û siyaseta tesfiyeyê bi wan bide qebûlkirin.

Komên aştiyê ji rêveberiya tirk xwestin, dev ji siyaseta tesfiyekirinê berde û pêşiyê li tevlîbûna siyaseta demokratîk veke.

© ROJ TV

GIRTINA NÛNERÊN GELÊ KURD LI ELMANYAYÊ HAT PROTESTOKIRIN

GIRTINA NÛNERÊN GELÊ KURD LI ELMANYAYÊ HAT PROTESTOKIRIN

Îlankirina şer li dijî gelê Kurd û girtina nûnerê wî, li Elmanyayê hat şermezarkirin..

Di çalakiyê de, bêdengiya welatên Ewrûpayê li hemberî zêxtên li dijî gelê Kurd hat protestokirin..

Çalakî li paytexta Elmanyayê Berlînê li ber wezareta karê derve hat lidarxistin..

Kurdistaniyan bi slogan û dovîzan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin..

Endamê KNK'ê Felemez Başboga jî, axaftinek kir û got, gelê Kurd li dijî zilma dewleta Tirk wê berxwedana xwe xurt bike..

Piştî axaftinan, li ser navê girseyê, heyetekê derbarê rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê de, dosyayek radestî rayedarên wezaretê kir..

© ROJ TV

Gelê kurd serî li ber zilmê natewîne

29/12/2009

Li Wanê û Êlihê meşên girseyî
Nêzî 10 hezar kesên bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, li ber avahiya Rêxisitna BDP'ê ya bajar hatin cem hev, bi dirûşmeyên, "Pêkutî me bêzar nakin" ber bi Dadgeha Wanê ve dest bi meşe kirin. Li Êlihê bi hezaran kesên xwestin bi armanca şermezarkirina operasyoan li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan meşekê li dar bixin, rastî astengiya polîsan hatin.
Di nava kesên li ber avahiya BDP'a bajar hatin cem hev, Parlamenterê Wanê yê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredar Bekîr Kaya û şaredarên navçeyê, rêveberên Navenda Giştî ya BDP'ê jî di nav de nêzî 10 hezar kes li wir daxayanî dan çapameniyê. Li ser navê girseyê Parlamenter Ozdal Uçer, diyar kir ku girtin bi bi hincetên hundir vala pêk hatine û girtin şermezar kir.

‘EM HEMÛ KCK’Î NE’
Uçer, destnîşan kir ku gelê kurd bêdeng namîne û wiha got: "Binêrin hevalên me bi hincetên hundir vala tên binçavkirin û girtin. Hevalên me yên aştiyê û biratiyê diparêzin dibêjin KCK'î ne û wan dibin girtîgehan. Ger parastina aştiyê û biratiyê KCK'îbûn e, em hemû KCK'î ne. Lê ev pêkutî û zilma li dijî gelê kurd tiştekî nû nîne. Ev zilmek ku 80 salin dom dike ye. Niha jî bi zanebûn dixwazin gel û polîsan bînin hemberî hev. Lê bila hemû kes baş bizanibin, gelê kurd li hemberî vê zilmê bêdeng namîne. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku hevalên me bi lêz bên berdan." Piştî axaftina Uçer, bihezaran kes ji ser Kolana Komarê ber bi Dadgeha Wanê ve dest bi meşê kir.

MEŞ ASTENG KIRIN
Li Êlihê bi hezar kesan xwestin bi meşekê oprasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan şermezar bikin, rast astegiya polîsan hat. Girseya li ber Şaredariya Êlihê kombûyî Parlamentera BTP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî di nav de bi hezar kesî xwestin heya li ber Nexweşxaneya Farabî bimeşin, rastî astengiya polîsan hatin. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya runiştinê kir. Polîsan li nêzî Nexweşxaneya Farabiyê gelek panzer û hêzên çevîk bi cih kirin. Girseya çalakiya runiştinê pêk anî ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan û PKK'ê dirûşm berz kirin. WAN - ÊLIH

© Azadiya Welat

Belavoka 'Li şaredarên xwe xwedî derkevin'

29/12/2009

AMED - Rêxistina BDP'ê a Yenîşehîrê, belavokên xwedî derketina li şaredaran û beşdariya meşa şermezarkirina girtinên piştî operasyona li dijî BDP'ê, belav kirin.

Rêxistina BDP'ê ya Yenîşehîrê ya Amedê, belavokên xwedîderketina li şaredaran û beşdariya meşa şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan, hatin belav kir. Xebatkarên Rêxistina BDP'ê ya Yenîşehîrê derbarê meşa ku dê li ber Komeya Hemwelatiyên Azad a Taxa Nîsanê ya Baglarê dest pê bike, belavok belavkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Yênîşehîrê Mehmet Aksunger, girtin wekî êrîşek li dijî vîna gelê kurd nirxand. Aksunger, girtina şaredaran wekî girtina vîna gelekî nirxand û da zanîn ku kesên ji demokrasiyê bawer dikin vê rewşê qebûl nakin. Aksunger, banga xwedîderketina li şaredaran kir. Piştî daxuyaniyê, jî li navçeyên Ofîs, Yenîşehîr û li tevahî taxên din û gundên navendê belavok belav kirin.

© Azadiya Welat

'Operasyon hewldana tasfiyekirina kurdan e'

29/12/2009

AMED - Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmûrê hatin Tirkiyeyê, têkildarî operasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan diyar kir bi navkirina "Operasyona KCK" vê operasyona li dijî şeredar û BDP'ê rewa dikin. Komên Aştiyê anîn ziman ku bi vê yekê dixwazin tevgêra kurdan tasfiye bikin.

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmûrê hatin Tirkiyeyê, têkildarî operasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan bertekên tund nîşan dan û oprasyon şermezar kirin. Komên Aştiyê bi daxuyaniyek nivîskî, armanca operasyonê nirxand û destnîşan kir ku bi navkirina "Operasyona KCK" vê operasyona li dijî şeredar û BDP'ê rewa dikin. Komên Aştiyê di daxuyaniyê dewiha got: "Bi vê operasyonê dixwazin tevgêra kurdan tasfiye bikin. Bi operasyona 14'ê nîsanê xwestin DTP'ê bêhêz bikin. Bi operasyona 24'ê kanûnê jî xwestin bi girtina hilbijêr û vîna gel hêviyên gel bişkînin. BDP, saziyên sivîl û rêxistinên kurdan, dê vê êrîşa pişaftin û tesfiyekirinê qebûl nekin. Bi gotina "Operasyona KCK'ê ye" operasyona li dijî tevgêrên kurdan meşrû dikin û dixwazin xebatên hilbijêr û nûnerên ku bi vîna gel hatine hilbijartin asteng bikin. Hikûmeta AKP'ê di pêvajoya hewildana çareseriyê de kurd û vîna kurdan li dervê çareseriyê hiştine û dixwaze pirsgirêkê bêyî kurdan çareser bikin. Bi girtina DTP'ê û girantirkirina mercên Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan ku kurdan wekî vîna xwe ya siyasi qebûl kiriye û herî dawî jî bi girtina şaredar û siyasetmedarên kurd dixwaze xebatên kuran ên demokratîk û aştiyê asteng bikin û dixwazin kurtan tasfiye bikin." Komên Aştiyê di berdewama daxuyaniyê de da bal kişandin ser mercên vegerê jî û wiha gotin: "Ji bo ku ji Qandîl û Maxmûrê veger dest pê bikin, divê berî her tiştî şert û merc bêne avakirin. Lê li şûna şert û mercan ava bikin, li dijî vê yekê mercan girantir dikin û astengiyan zêde dikin. Ji bo veger dest pê bike, divê rê li pêşiya siyasetê vekin û pêvajoyek demokratîk dest pêbikin."


© Azadiya Welat

Tugluk û Demîrtaş: Em ji bo îfade dayînê naçin

29/12/2009

AMED - Parlamenterê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş û parlementera DTP'a hate girtin Aysel Tugluk, derbarê biryara "Birina dadgehê ya bi zorê ya bêroj" de, diyar kirin ku dê ji bo îfade dayînê neçin dadgehê.

Parlementerê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Parlementera DTP'a hate girtin Aysel Tugluk, derbarê biryara bi zorê birina dadgehê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji bo îfade dayînê dê neçin dadgehê. Demîrtaş, biryara îfade dayînê şiband senaryoyekê û destnîşan kir ku ji tiştên bên jiyîn Hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e.

© Azadiya Welat

Bi kurdî stran got hate kuştin


29/12/2009

ENQERE - Li navçeya Çankayayê ya Enqereyê welatiyê bi navê Emrah Gezer, ji ber ku di pîrozbahiya rojbûna hevalê xwe de stranên kurdî got, ji aliyê polîsekî sivîl ve hate kuştin. Şahidin bûyerê diyar kirin ku polîsê sivîl bi zanebû gule berdan Gezer. Polîsê bûyer kîrî hate girtin û bûyer wekî "Bûyera sedema staranên kurdî derketî" hate bi navkirin.

Welatiyê bi navê Emrah Gezer (29) ku ji Navçeya Ferqînê ya Amedê ye û ji sala 1994'an heya niha li Enqereyê dijî ji ber di rojbûyina hevalê xwe de bi kurdî strî hate kuştin. Li gorî îdîayan bûyer wiha pêkhat; Emrah Gezer, di 27'ê kanunê de li Semta Kavaklidereyê ya girêdayî Navçeya Çankayayê ya Enqereyê tevlî pirozbahiya rojbûna hevalê xwe bû. Heya direngî şevê bi hevalên xwe re kêf û şahî kir û piştî mûzîka zindî xilasbû ji hevalên xwe re stranên kurdî got. Li ser vê yekê hinek kesên li ser mesaya din yên ku tîmên taybet jî di nav de mudaxeleyê li gotina staranên kurdî kir. Komê gelek hekaret û dujûn li Gezer û li hevalên vî dan. Li ser vê yekê di navbera van de niqaş derket. Jina bi navê Sînem Uludag û polîsên bi navê S.A. û L.A. ji ber ku Gezer staranên kurdî got nîqaş derxistin. Xwediyê lotikxanê mudaxeleyê li nîqaşan kir û nîqaş li derva domkir. Piştî Gezer ji lotikxanê derket ji aliyê polîsê bi navê S. A. ve bi 3 guleyan hate kuştin.

Bêtehemuluya stranên kurdî di girtînameya polîsan de jî hate nişan dan

Piştî bûyerê polîsê bi navê S. A. hate binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. S.A dê îro derxin dadê û dê bi "cînayetê" bê darizandin. Bûyer di girtînameya polîsan de "Sedema strana kurdî bûyer derket" hate nivîsandin. Li aliyê din birayê Emrah Gezer yê jiyana xwe ji dest dayî Ramazan Gezer yê li gel birayê xwe kêf dikiri jî hate binçavkirin. Hate zanîn ku kujerê Gezer li herêmê di nav tîmên taybet da xebitiye û niha jî li Qeroqola Polîsan a 10 Nîsanê di xebite.

'Polisan raste rast Emrah armanc girtin û gule berdanê'

Şahidê li cihê bûyerê yê ku nedixwast navê xwe bêje, diyar kir ku bi 5 hevalên xwe re ji bo tevlî pîrozbahiya rojbûna hevalê xwe bibin çûn kêfê. Şahêdê bûyerê anî ziman ku piştî mûzîka zindî xilas bûn wan staranên kurdî gotin. Şahidan, destnişan kir ku koma li ser maseya li rex wan ya timên taybet û jina bi navê Sînem Uludag neheqî li wan kir gotina "PKK'iyên pis, cihê PKK'î lêbin ez lê rûranêm" kirine. Şahid, bilêv kir ku Uludagê şuşeyê avê avêtina wan û bûyer mezin bûye, li ser vê yekê garson ketin navberê. Şahidê bûyerê wiha got: "Jinê her tim dujîn didan. Pişt re xwediyê mekanî di serî de ew derxistin derva û pişt re jî em derketin. Dema ku em derketin derva dengê çekan hat û me dît Emrah kete erdî. Polîs raste rast Emrah nişan girt û kuşt."

© Azadiya Welat

Ji bo şaredarên xwe rûdinin

29/12/2009

Karkerên Sendîkaya Genel Îş'ê bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP’ê dê hefteyekê li Şaredariya Êlihê rojê saetekê dest ji kar berdin û çalakiya rûniştinê pêk bînin. Qurdelayên reş bi wesayitan hatin vekirin. Karkerên Şaredariya Peyasa Amedê jî bi heman mebestê dest ji kar berda.
Karkerên Sendîkaya Genel Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê yên li Şaredariya Êlihê dixebitin bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, dê hefteyekê rojê saetekê dest ji kar berdin û li ber Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Sendîqaya Genel Îş'ê yê Êlihê Halîs Yakut, diyar kir ku Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay jî di nav de 23 kesên hatin girtin bi awayekî bêdadî hatine girtin. Yakut, bi bîr cxist ku sûcdariya li Atalay tê kirin ji ber ku di sala 2006'an de dema ku Serokwezîr Erdogan hatiye Amedê bûyer derketibûn û wiha got: "Heke helwest û bertekên gel bibin sedama girtina kesekî, li Êlihê gel îro jî çalakiyan li dar dixe. Armanca vê çalakiyê jî ew e ku 'Em vîna xwe dixwazin, em şaredarê xwe dixwazin.' Em hêvîdarin ku dad dê vê daxwaza gelê Êlihê li ber çavan bigire û Şaredarê me û hevalên wî berdin." Yakut, destnîşan kir ku dê di nava hefteyekê de her roj çalakiyên xwe bidomînin û wiha domand: "Em dê îro heta hefteyekê her roj saet di 08.00 û 09.00'an de dest ji kar berdin û bi armanca şermezarkirinê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Em bang li derdorên bihestiyar û eleqedar dikin ku dest ji girtina vîna gel berdin. Em wekî gelê Êlihê heya Şaredarê me Nejdet Atalay tê berdan, em ê bi wesayît û kargehên xwe ve alên reş pê ve bikin."
Her wiha li tevahiya bajar, ji bo protestokirina operasyona li hemberî siyasetmedarên kurd qurdelayên reş bi wesayitan hatin vekirin.

LI PEYASÊ ÇALAKÎ
Karkerên Peyasa Amedê jî bi heman mebestê dest ji kar berda û girtina siyasetmedarên kurd protesto kir. Karkerên rêxistinkirî yên Sendîkaya Genel-Îş’ê ji bo 4 saetan dest ji kar berda û ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya Amedê Sadik Demîr anî ziman ku dozger bi talîmata hikûmeta AKP’ê tevdigerin û got ku şaredar bi awayekî derqanûnî hatine girtin. Nûnerê sendîkayê yê kar Tahsîn Yaraşir jî diyar ku di nava 15 rojan de geşedanên girîng pêk hatine û dewlet dixwaze kurdan derî siyasetê bike.

HER ROJ DÊ RÛNIN
Karkeran anî ziman ku ew ê heta şaredarên wan serbest tên berdan çalakiyên xwe bidomînin û her roj saet di 12.30’ê de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. ÊLIH - AMED

© Azadiya Welat

Monday, December 28, 2009

Li Baydemîr ji xala 301'an lêpirsîn hate vekirin

Li Baydemîr ji xala 301'an lêpirsîn hate vekirin
Derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de, bi îdîaya "çêrî" kirine ji xala 301'an a TCK'ê lêpirsîn hate vekirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, piştî operasyona li dijî BDP'ê ku li 10 bajaran hevdem pêk hatibû û di encamê de zêdetirî 80 siyasetmedarên kurd û şareder jî di nav de hatibûn binçavkirin, li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê daxuyanî dabû çapameniyê. Bi hinceta Baydemîr di daxuyaniyê de 'çêr' kiriye ji xala 301'an a TKC'ê lêpirsîn hate vekirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê, derbarê Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr bi hinceta di daxuyaniyê de "Gotinên çêrî" kiriye lêpirsîn da dest pê kirin. Hate zanîn ku Serdozger ji ber xala 301'an a TCK'ê ya ''Bi çûkxistina sazî û dezgehên dewletê, komarê û tirkîtiyê'' lêpirsîn daye dest pê kirin. Ger piştî lêpirsînê doz bê vekirin, Baydemîr dê bi cezayê heta 3 salan bê darizandin.

Baydemîr di axaftina xwe de ev tişt gotibûn: Wezîrê Karên Hundir, gotibû di demek nêz de dê hewldanên çareseriyê bikevin jiyanê. Di dîroka Komarê de yekem car hewldana çareseriyê hate nîqaşkirin. Hîna di ser de mehek derbas nebû, DTP hete tasfiyekirin. Parlementeriya wan hate betalkirin. Li gel hemû tiştî bi hêviya perçeyek demokrasiyê em vegeriyan sîne-î Meclîsê. Em wekî 98 şaredar û 10 Serokê Meclîsa Gişîtî yên bajaran, em derbasî israra siyeseta demokratîk BDP'ê bûn. Lê piştre 16 şaredar jî di nav de zêdetirî 80 hilbijarityên me hatin binçavkirin. Hîna me dûh parvekir ku meşê hêviyê. Ez lêborî ji gel dixwazim, ez bang li Serokwezîr û hikûmetê dikim; kîjan şaxê dara berûyê di ku dera wan re rabûye? Me wekî baz û kevekon ji hev cûda nekin 'has...tîr' in. Baş zanibin ku hûn dê kurdekî ku xiyanetê li xwe bike nebînin. Şeyh Saît, Seyîd Riza rastî xiyanetê hatin, lê êdî vê xiyanetê hûn dê nebînin.

© ROJ TV

Danişîna parlementerên DTP'iyên berê dê sibê bê dîtin

Danişîna parlementerên DTP'iyên berê dê sibê bê dîtin
Danişîna parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel, Selahattîn Demîrtaş, Emîne Ayna û parlementerên DTP'a hate girtin Ahmet Turk û Aysel Tugluk ku parlementeriya wan hate xistin ku biryara 'Bi zora polîsan dê wan bibin dadgehê" hatibû girtin, dê sibê bê dîtin.

Danişîna parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel, Selahattîn Demîrtaş, Emîne Ayna û parlementerên DTP'a hate girtin Ahmet Turk û Aysel Tugluk ku parlementeriya wan hate xistin, dê sibê li 11 Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Heyeta dadgehê di danişîna 29 û 30'ê îlonê biryara bi hinceta tablîgat şandine û beşdarî danişînê nebûne biryara "birina bi zorê ya danişîne" girtibû. Heyetê ji bo Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk jî bi sedema navnîşana wî hatiye guhertin biryara ku dîsa teblîgatê bişîne dabû.

Heyetê ji bo parlementerên DTP'a berê û parlementerên BDP'ê Tuncel, Demîrtaş û Ayna, jî biryara "Bi zora polîsn anîna dadgehê" dabû. Parlementeran diyar kiribû ku beşdarî danişînê nabin. Turk û Tugluk ku parlementeriya wan hatibû xistin, lê hîn destnedayina wan didome, diyar kiribûn ku dibe ku beşdarî danişînê nebin.

© ROJ TV

Li Êlihê 70 saziyan operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 kesan şermezar kir

Li Êlihê 70 saziyan operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 kesan şermezar kir
Nûnerên 70 sazî û dezgehên li Êlihê, bertek nişanî girtina Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay da û gotin "Şiklê binçavkirina kesên hatine girtin binpêkirina mafên mirovan e. Bi awayekî howane hatine binçavkirin. Derê hinek malan hatin şikandin û hinek jî bi merasim girtin binçavan. Ev yek li dijî mafên mirovahiyê ye. Li aliyê din destên şaredarên me bi kelepçeyî û rêz kirî birine dadê, em vê zihniyetê şermezar dikin."

Nûnerên 70 sazî û dezgehên Êlihê, bi armanca girtina Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay û şaredarên din li ber Şaredariya Êlihê daxuyani dan çapemeniyê. Daxuyaniya Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî tevlî bû, Serokê Odeya Dermanfiroşan Mehmet Emîn Beyaz xwend. Beyaz, diyar kir ku gelek şaredar, siyasetmedar û parêzvaanên mafên mirovan hatine girtin û wiha got: "Kesên hatin binçavkirin di rayagiştê de tên nasin û bi awayekî nemûsaîd hatin binçavkirin. Derê hink mala şikandin, hinek bi merasî girtin binçavan. Ev yek li dijî mafên mirovan e. Em zihaniyeta şaredarên me bi kelepçeyê anîne dadê şemrezar dikin û red dikin."

'Demildest kesên hatine girtin berdin'

Beyaz, ani ziman ku tu gavên siyasetmedaran û xebatkarên saziyan li dijî zagonan birgiren nabin demokratîk. Beyaz, axaftina xwe wiha domand: "Heke bixwazin aştiyê bînin vî welatî divê dest ji zext û gefên cezayan berdin. Divê hemû astengên li dijî rêxistiniyê û azadbûna ramanî rakin. Divê siyasetmedarên hatine girtin bên berdan. Em wekî rêxistinên civakî yên sivîl ên Êlihê bang li hukumet û dardorên têkîldar dikin ku dest ji van pêkutiyan berdin. Em dixwazin ku şaredarê me û hevalên wî yên xebatê demildest bên berdin."

Saziyên beşdarî daxuyaiyê bûn wiha ne:

"Navenda Çan Bahar, Baroya Êlihê, Odeya Dermanfiroşên Êlihê, Odeya Sinhetkar û Esnafên Êlihê, Odeya Tabian a Êlihê, Komeleya Dildarên Derdorê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê, Bayindir-Memur Sen, BES, Bem Bîr-Sen, Bîrlîk Haber-Sen, Buro-Sen, Kooperatîfa Sanayiya Mezin. BODER, BTS, DÎVES, Dîyanet-Sen, Dîya-Der, ESM, Odeya Endezyarên Elektrîkê, Egitîm Sen, Egîtîm Bîr-Sen, Enerjî Bîr-Sen, Kooperatîfa Kefaretên Esnafan, Yekitiya Odeya Esnafan, Komeleya Astengdarên Sporê, GOÇ-DER, Komeya Erzaxên Gişti Genel-Îş, Haber-Sen, Hewildana Jiyandina Heskîfê, ÎHD ÎMO, JMO, Odeya Kahvevana, KUKDÎ-DER, Koopretifa Sanayiya Biçûk, Memur Sen a Çandê, MAZLUMDER MİM-MO, MAK-MO, MMSMO Memur-Sen, MEYADER, Komeleya Mîdyadiyan, Odeya dolmivanan, Nefel, Ozgur-Der, Petrol-Îş, Saglik-Sen, SES SELÎS, Waqfa Seyît Bilal û Becirmaniyan, Saglik Îş, Odeya Plansaziya Bajêr, Tarim Orkam-Sen, Tes-Îş, Tek Gida-Îş, TMMOB, Tum Bel-Sen, Tum Koy-Sen, Toç Bîr-Sen, Ulaştirma-Memur Sen, Yapı Yol-Sen, Yenî Sanayî Koop, Odeya Endezyarên Çandiniyê û Odeya Çandiniyê.

© ROJ TV

Em jî KCK’î ne


28/12/2009

Çalakiyên ‘Em jî KCK’î ne’ gur dibin
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi hezaran jinên ku bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 BDP'iyan li ber Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Taxa Cudî li hev kom bûn, heta ber BDP'a Sîlopî meşiyan. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberên MEY-DER'ê jî amade bûn. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmên "Êrîş me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Erdogan kerdogan tu bi qurbana Ocalan", " Em hemû KCK'î ne" û "Destê dirêjî vîna me dibin bila bişkên" berz kirin.
Piştî jin gihiştin ber BDP'ê du deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Rêvebera BDP'ê Ozlem Kutlu, operasyona li dijî BDP'ê şermezar kir. Kutlu anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya înkar û îmhaya kurdan ji salên 1990'î de didome û niha jî bi şeweyekî din didome. Kutlu, anî ziman ku kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê bi têkoşîna xwe pûç derxistine û dê ji niha û şûnde jî pûç bikin.
Platforma Demokrasiyê ya Rihayê jî operasyona li dijî BDP'ê şermezar kir. Endam û nûnerên Platforma Demokrasiyê li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê civîna çapemeniye pêk anîn. Li ser navê platformê Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz Sedat Gozkiran, daxuyanî xwend. Gozkiran, binçavkirin, girtin û êrîşên li dijî BDP'ê şermezar kir û anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê bi vê operasyonê helwesta xwe ya li hemberî mafên mirovan zelal kiriye. Gozkiran, da zanîn ku hikûmet nikare bi polîs, dozger û hêza şîdetê pirsgirêkê çareser bike û xwest hemû kesên mafên mirovan diporêzin li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Gozkiran, da zanîn ku dê têkoşîna wan a li hemberî binpêkirina mafan bidome û xwest kesên hatine girtin zû serbest bêne berdan.

WÊRANŞAR LI SER PIYAN BÛ
Li navçeya Wêranşarê jî bi beşariya 10 hezaran kesî operasyon hate şermezarkirin. Girseya li ber Dibistana Dumlupinar li hev kom bûn, wêneyên Şaredara Wêranşarê Leyla Guven û Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn bilind kirin û dest bi meşê kirin. Li gel Şaredarê Serêkaniyê Prz. Îsmaîl Arslan rêveber û endamên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl nêzî 10 hezar kes heta Qada Komarê meşiyan. Girseya ku qasî kîlometreyekê dirêj bû bê navber dirûşmeyên "Erdogan şaş nabe, me neşîne çiyê", "Ocalan", "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan", "Bêyî serok jiyan nabe", "Erdogan Kerdogan tu bi qurbana Ocalan", "Vêranşahr ranezê, li vîna xwe xwedî derkeve" berz kirin. Girseyê di meşê de dowîzên "Em hemû leyla ne", "Em hemû KCK'î ne, me jî bigrin" vekirin. Girseya ku ji Kolana Karacadag heta Kolana Cumhuriyetê meşiyan li Qada Cumhurîyetê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê BDP'ê Mehmet Alî Turk diyar kir ku kurdan di dîrokê de li tu kesî îxanet nekiriye û lê her tim rastî îxanetê hatiye. Piştî daxuyaniyê girse ber bi avahiya Şaredariyê ve meşiyan. Girsê dîsa bê navber di lehê PKK'ê û Ocalan de dirûşme berz kirin.
Girseyek mezin a girtina BDP'iyan şermezar kir li ber BDP'a Sêweregê hatin cem hev. Girseya heta Meydana Kanlukuyê meşiyan sloganên, "Bijî biratia gelan", "Bila destên dirêjî kurdan dibin bişkên" û "Li dijî tasfiyeyê berxwedan rewa ye" berz kirin. Li vir Serokê Rêxistina DTP'a hatî girtin Melîk Karaç diyar kir ku AKP'ê pêvajoya tasfiyeyê daye destpêkirin.

ÊLIHÎ LI BER EDLIYEYÊ BÛN
Bi heman armancê bi hezaran kes berî 11 kesên li Êlihê hatine binçavkirin li ber Edliyeya Êlihê hatin cem hev. Ligel ku polîsan bi panzer û hêzên çevîk xwestin girseyê asteng bikin jî, girseyê bi biryar çalakiya xwe domand. Herikîna hezaran kesî ya ber bi avahiya Edliyeya Êlihê ve didome. Girseya girtina BDP'yiyan şermezar dike, sloganên, "Zordarî me bêzar nake" û "AKP xwe şaş neke sebra me xilas neke" diavêje. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata, Şaredarê Hezoyê Raşît Haşîmî, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Serokê BDP'a Êlihê Mehmetşah Kaygusuz, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Mehmet Şerîf Ekîncî, cîgirên Şaredarê Êlihê, endamên Meclisa Şaredariyê û Meclisa Giştî ya Bajar, nûnerên saziyên civakî û hezaran kes li ber edliyeyê kom bûn. Kaygusuz li vir axaftinek kir û bi tundî girtina BDP'yiyan şermezar kir.
Şaredarê Sêrtê Sadak jî bi gotina, "Gelê me yê wekî xwîna di laşê me de hêzê dide me. Bi salan e hûn li îradeya xwe xwedî derdikevin. Ev îrade dê her tim di xizmeta we de be" dest bi axaftina xwe kir. Sadak wiha got: "Dema em li salên 90'an binêrin Parlementerê me Mehmet Sîncar hate qetilkirin, Parlementer Nîzamettîn Toguç hate sirgûnkirin. HEP, OZDEP, HADEP û DTP hatin girtin. Lê coşa gelê me ya azadiyê tu caran kêm nebû. Ji ber ku gelê kurd li îradeya xwe xwedî derdikeve û li dijî bêdadiyê têdikoşe. Em tu caran serî nadanên. Pêkanînên li dijî kurdan sûcê mirovahiyê ne. Hemû kirinên me hiqûqî ne û li gorî nirxên mirovahiyê ne. Lê pêkanînên li hemberî me hovîtiye û em li dijî van tu caran serî natewînin." Sekna bi hezaran kesî ya li ber edliyeyê didome. Parlementer Ata û rêveber ji bo beşariya civîna seat di 14.30'an a derbasî Rêxistina Bajar a BDP'ê bûn.

JI MAZLUMDER’Ê DAXUYANÎ
Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê ya Êlihê Murat Çîçek jî bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî operasyona li dijî BDP'ê da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî qediyana dema binçavkirinê kesên hatine binçavkirin wekî sûcdarên şer hatine qeydkirin û xistine rêzê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev dîmen bi taybetî dane çapemeniyê. Bi van dîmenan, rewşa dema darbeyan derketiye holê. Em wekî Şaxa MAZLUMDER'ê ligel daxwazên gel vê operasyona bi îdîaya hizûra gel hatî red dikin û dixwazin kesên hatine girtin di zûtirîn demê de serbest bên berdan."
Endam û nûnerên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Êlihêk, Borseya Bazirganiyê, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Çandiniyê, BAGÎAD û Odeya Yekîtiya Sinhetkaran, operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 siyasetdemar û şaredarên BDP'î şermezar kir. ŞIRNEX - ÊLIH - RIHA

‘Me jî heman sûc kiriye’
Şaredarên Şirnex û Navçeyên Şirnexê, endamên Meclîsa Bajêr û şaredariyê, bi armanca şermezarkirina oparasyona li dijî BDP'ê ku jê 7 şaredar bi tevahî 23 siyasetmedarên kurd hatin girtin, daxuyanî dan çapemeniyê û gotin, "Me jî heman suc kiriye, an divê hûn hevalê me berdin an me jî bigrin."
Bi armanca şermezarkirina oparasyona li dijî BDP'ê ku şaredar jî di nav de 23 siyasetmedarên kurd hatin girtin li ber Şaredariya Şirnexê daxuyaniyek çapameniyê hate li dar xist in. Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Silopiyê Emîn Tugurlu, Şaredarê Qilebanê Şukran Sîncar, Şaredarê Herzexê Resul Sadak, Serokê Meclîsa Giştî ya bajar Eyap Taniş, Serokê Rêxistina BDP'ê Sekvan Aytu, Şaredarê Gundikê Melê Abdurrezak Yildiz, Şaredarê Başverîmliyê Sînan Uysal, endamên meclîsa şeredariyên BDP'ê yên herêma Şirnexê jî beşdar bûn. Kome dirûşmeyên "An wan berdin, an me jî bigirin", "Em hemû Aydin in", "Em hemû Nejdet in", "Em hemû Leyla ne" qêriyan. Li ser navê bijartiyan Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, diyar kir ku AKP'ê di bin navê hewldana demokratîk de, qedandina kurdan bi rêbazên nerm meşandin. Uysal, anî ziman ku di pêvajoya ku nîqaşên bêdengiya çekên û bêpêvçûnê hate nîqaşkirin de, operasyonên li dijî BDP'ê pêk hat. Uysal, wiha got: "Di pêvajoya aştî di hate nîqaşkirin de DTP hate girtin. Şaredar û siyasetmedarên kurd hatin girtin. Qada siyaseta legal hate girtin. Gelê kurd, bivîn û bi rûmet e. Gelekî ku ji bo azadiya xwe ew qas bedel daye, dê li hemberî hemû êrîşan bi vîn û rûmeta xwe bisekine."
Uysal, da zanîn ku ew jî heman sûcê hevalên xwe dikin û wiha dom kir: "Em jî dibêjin em dê vê riya hevalên me ku hûn wekî suc dibînin em ê dom bikin. Em jî dê vî sûcê ku hevalên me kirye bikin. Em dê kirina vî sûcî bidomînin. Gelê kurd tu carî ji dayîna bedelan netirsiya. Em dixwazin hevalê me bi lezgînî serbest bên berdan. Bi vê operasyonê ruyê AKP'ê derket holê." Uysal, anî ziman ku polîtîkaya înkar û îmhayê duh bi ser neket û ji niha û şunde jî bi ser nakeve. Uysal, xwest hevalên wan ên hatine girtin serbest bêne berdan û xwest rê li pêşiya dîlalogê vekin. ŞIRNEX

Gever û Colemêrg rabûn ser piyan
Li navçeya Geverê ya Colemêrg, dikandaran bi armanca şermezarkirina girtina 7 şaredarên BDP'ê û Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle jî di nave 23 kesan dikanên xwe venekirin. Girseyên ji bo ku biryara girtina siyasetmedarên kurd şermezar bikin daketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama bûyeran de heta niha 3 jê polîs 10 kes birîndar bûne. Li Colemêrgî jî ligel taxan çalakî pêk hatin û polîsan êrîşî gel kir.
Dikandarên navçeya Geverê ya Colemêrgê bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê hatiye lidarxistin û 23 kes hatin girtin dikanên xwe venekirin. Li Navçeyê temamê dikanan nehatin vekirin. Komên hatin cem hev di serî de li ser Riya Gever û Şemzînanê agir pêxistin û barîkat danîn. Polîsan jî tedbîrên berfireh girtin.
Komên hatin cem hev di serî de li ser Riya Gever û Şemzînanê agir pêxistin û barîkat danîn. Komên ku agir pêxistin û çalakî pêk anîn, polîsan bi panzêrên bi zirx mudaxaleyî koman kir û bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî çalakvanan kir.
Bûyerên di encama mudaxeleya polîsan a li hemberî girseya girtina BDP'yiyan şermezar dikirin, dest pê kirîn, didomin. Bûyer li hemû deveran belav bûn. Komên li deverên cuda digihin hev barîkatan datînin û zordariyên li ser kurdan şermezar kirin. Li navçeya bi hezaran kes daketiya kolanan, welatiyên sivîl car car rastî guleyên polîsan hatin.

3 POLÎS BIRÎNDAR BÛN
Li ser Riya Gever-Şemzînanê ku cihê herî zêde çalakî lê zêde ne, polîsên ji wesayîtên zirhî peya bûn, xwestin bikevin nav girseyê. Girseya destûr neda polîsan, bi keviran bersiv dan. Di encama avêtina keviran de 3 polîs birîndar bûn. Bombeyek gazê ya polîsan avêtî ji hêla çalakgeran ve paşde hate avêtin û kete hundirê panzera deriyê wê vekirî. Ji ber vê polîs neçar bûn panzer vala kirin. Li navçeya bûyer zêd bûn, ciwanek bombeya gazê li serî ketî bi giranî birîndar bû. 10 welatiyên sivîl di necama bombeyên gazê, guleyên plastî yên polîsan avêtîn de birîndar bûne. Hate zanîn ku polîs gelek caran jî guleyên rasteqîn bikar anîn.

LI COLEMÊRGÊ JÎ ŞER
Li navenda Colemêrgê j îli taxên Medresê, Kiran û Rezan çalakiyên ji bo protestokirina operasyona li hemberî siyasetmedarên kurd pêk hatin. Girseyên li nava taxan li hev civiyan û agir pêxistin bi dirûşman girtina siyasetmedarên kurd protesto kir. Girseyên ku dirûşam ‘Em jî KCK’î ne’ berz dikir rastî êrîşên polîsan hat. Girseyan bi keviran bersiv da êrîşên polîsan û şer li nava taxan belav bû. Leşkerên cilên sivîl li xwe kiribûn bi çekan êrîşî gel kir. COLEMÊRG

Li Panos û Milazgîrê îro çalakî hene
Rêxistinên Partiya Aştî û Demokrasiyê, dê îro bi girseyî avahiyên rêxistinên xwe yên navçeya Milazgîr û Panosê vekin.
Endam û rêveberên BDP'ê yên navçeyên Panos û Milazgirê dê sibê girtina 7 jê şaredar 23 endamên BDP'ê bi girseyî şermezar bikin. Li Navçeya Milazgîrê, BDP'a Milazgirê dê deriyê xwe li ber gel veke. Girseya piştî vekirinê dê saet 10.00’an de li ber avahiya BDP’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û operasyona li dijî BDP'ê şermezar bikin. Li navçeya Panosê ya Agirî jî îro saet di 12.00’an de dê vekirina avahiyê BDP'ê pêk bê. Rêveberên BDP'ê belavokên beşdariya vekirinê belav kirin û ji her kesî xwestin li partiyê xwedî derkevin û operasyonê şermezar bikin. MÛŞ - AGIRÎ

© Azadiya Welat

Li dijî qedexekirinê nameyên bi kurdî

28/12/2009

AMED - TZPKurdî, bi armanca balê bikşine ser qedexekirina kurdî ya li girtîgehan qamapanyaya nameyên kurdî ji bo tevahîya girtîgehên li girtîgehên Tirkiyeyê dabû dest pêkirin. Di çarçoveya qamapanayayê de li Amedê bi hezaran nameyên kurdî ji bo girtigehan hatin şandin.

Nûnerên TZPKurdî li ber Postexaneya Mezin a Amedê hatin cem hev û ji bo girtiyên li girtîgehên Amedê hezar nameyên bi kurdî şandin. Li ber Postexanê Serokê Gişti yê Kurdî-Der'ê Remzî Azîzoglu, daxuyaniyek da çapameniyê. Azîzoglu, diyar kir ku hej jî siyasetmedarên kurd ji ber ku kurdî axiftine rastî lêpirsinan tên û ev yek li girtîgeha jî didome. Azîzoglu, ani ziman ku li ser kurdî hej zext didomin û ji bo ku balê bikişinin ser vê yekê, ji bo sersalê bo hemû girtiyan dê nameyên kurdî bikşinin, Piştî daxuniyê name ji bo girtiyan hate şandin.

© Azadiya Welat

Li Wanê 10 hezar kesan dest bi meşê kir


28/12/2009

WAN - Nêzî 10 hezar kesên bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, li ber avahiya Rêxisitna BDP'ê ya bajar hatin cem hev, bi dirûşmeyên, "Pêkutî me bêzar nakin" ber bi Dadgeha Wanê ve dest bi meşe kirin.

Li Wanê, nêzî 10 kezar kesî, bi armanca operasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesên ku di navde Serokê Şaxa MEYADER'ê Ferzende Abî, Serokê Komeleya Hemwelatiyên Azad a Taxa Hacîbekîrê Tefîk Say, Saymanê Rêxistina DTP'a hate girtina ê Wanê Siddik Gul, Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê Yildiz Tekîn û Eylem Açikalin, Kerem Çaglı, Ramazan Ozlu, Selîm Çay, Cafer Koçak, Zîhnî Karakaya, Mustafa Ayaz, Kamuran Parlak, hatin girtin, şermezar bike meşek pêk anî.

Girtin hatin şermezarkirin

Di nava kesên li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya bajar hatin cem hev, Parlementerê Wanê yê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredar Bekîr Kaya û şaredarên navçeyê, rêveberên Navenda Giştî ya BDP'ê jî di nav de nêzî 10 hezar kes li wir daxayanî dan çapameniyê. Li ser navê girseyê Parlementer Ozdal Uçer, diyar kir ku girtin bi bi hincetên hundir vala pêk hatine û girtin şermezar kir.

'Gelê kurd bêdeng namîne'

Uçer, destnîşan kir ku gelê kurd bêdeng namîne û wiha got: "Binêrin hevalên me bi hincetên hundir vala tên binçavkirin û girtin. Hevalên me yên aştiyê û biratiyê diparêzin dibêjin KCK'î ne û wan dibin girtîgehan. Ger parastina aştiyê û biratiyê KCK'yîbûn e, em hemû KCK'î ne. Lê ev pêkutî û zilma li dijî gelê kurd tiştekî nû nîne. Ev zilmek ku 80 salin dom dike ye. Niha jî bi zanebûn dixwazin gel û polîsan bînin hemberî hev. Lê bila hemû kes baş bizanibin, gelê kurd li hemberî vê zilmê bêdeng namîne. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku hevalên me bi lêz bên berdan."

Piştî axaftina Uçer, bihezaran kes ji ser Kolana Komarê ber bi Dadgeha WAnê ve dest bi meşê kirin. Meşa ku tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin

© Azadiya Welat

Li dijî operasyona BDP'ê gilî û bertek

28/12/2009

AMED - Parêzerên Baroya Amedê, di derheqê Dozgeriya Komarê û nûnerên Miduriyeta Polîsan a Amedê de ji ber operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 şaredar û siyasedmedaran îtîraz kirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku dimenên derketin holê dema OHAL'ê xirabtirin.

Bertekê li dijî operasyana li hemberî BDP'ê hatiye kirin didomin. Baroya Amedê jî têkîldarî operasyonê de li ber Dadgeha Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê sedan parêzerên Baroya Amedê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, bi binavkirina operasyonê ya wekî 'Operasyona KCK', raya gihştî şaş hatiye agahdar kirin. Aktar, wiha got: "35 kesên hatin binçavkirin di rayagiştî de tên nasîn û siyasetmedarên kurdin. Di nav van siyasetmedaran de şaredar û şaredarên berê jî hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin pêkutiyên dema OHAL'ê anîn ber çavên me. Dema ku kesên hatin binçavakirin sewqî dadê kirî destên wan kelepçekirine anîne dadê. Bi vê yekê vîjdana civakê gelek êşandine."

'Bi taybet û zanebûn ev kirin'

Aktar, da zanîn ku destê "Kesên qaçaxtiyê dikin û kesên zirarê bidin xwe û hinek din an jî di her alî de taluqene bin" tê kelepçekirin. Aktar, destnişan kir ku lê kesên di rayagiştî de tên nasin parêzer, şaredar û parelementerê berê hemû destê wan kelepçe kirin û bi rêz birin dadê. Aktar, bilvê kir ku bi taybet û zanebûn ev dîmene afirandin û destur dane çapemeniyê da ku bi weşînin.

Di derheqê dozger û Miduriyeta Polîsan de gilî

Aktar, ani ziman ku ev pêkutî li dijî hiquqê û rumeta mirovahiyêye û wiha domad: "Em wekî parêzerên Baroya Amed, li dijî vê bêdadiyê û pêkutiyanin. Em dê di derheqê dozgeriyê û midurên polîsan, midurên TEM'ê û polîsên tevlî vê lêpirsiê bûyî, ji ber ku bi awayekî zanebûn tevgeryane û berpirsiyên xwe bi awayekî xirab bikar anîne dê gilî bikin." Aktar, têkîldarî mijarê de dê roja çarşem "meşa bi cup" bikin û pêkutiyan protesto bikin. Piştî giliyê, ji bo girtina BDP'iyan îtiraz kirin.

© Azadiya Welat