Sunday, February 28, 2010

Hevpeyvîn digel Welîd Haji sebaret têkelîyên Sûrîya û Îranê



28/02/2010

سه‌رۆکی سوریا به‌شـار ئه‌لئه‌سه‌د و سه‌رۆکی ئێران مه‌حمود ئه‌حمه‌دی‌نه‌ژاد له‌ میانه‌ی ئێواره‌خوانێـکدا له‌ دیمه‌شق، پـێـنجشه‌ممه‌ 25 ی دووی 2010

Serokê Sûrî Başar Asad seredana Îranê kir bo qeymkirina têkelîyan li demê kû piranîya welatên cîhanê bi taybet li rojava helwîst dijî Tehranê werdigirin jiber nîyaza wêya navokî. Di hevpeyvînekê de di dengê Amîrîka, şarezayê kar û barên sîyasî Welîd Haji, bingeh li Dubay gote Dexîlê Şemo Asad wesa dike jinkû her karekê Sûrîya kirî jêre maye.


Serokwezîr got 'krîzê li me neda' lê li Wanê 500 esnafan top avê


28.02.2010

Qeyrana aborî ku Serokwezîr Recep Tayip Erdogan got 'li Tirkiyeyê nade' li bajarên Serhedê hezar û 455 deriyê dikanan da girdin. Bi tenê li Wanê 500 esnafan darebeyên xwe bi temamî girtin.

Li herêma serhedê, qeyrana aborî bandorek mezin li ser çandiniyê û sewalkariyê kir û rê li pêşiya bazirganiyê jî girt. Bi têkçûna aboriyê ya li herêmê bûyerên qaçakvaniyê jî li herêmê rû dan. Qeyrana aborî bû sedem ku gelek esnaf dikanên xwe bigirin. Li herêmê ji ber qeyrana aborî, çavkaniyên çandinî û sewalkarî qels bû û lewre jî aboriya herêmê têk bir. Ji ber vê rewşê karê qaçaxvaniyê jî zêde bû.

Tenê di sala 2009'an de ji ber kaçaxvanî kirine 40 kes hatin kuştin. Sedema herî mezin a vê yekê jî têkçûna aboriyê ye. Sedema van kuştinan jî qedeqeya deriyên sînor ên gundên wekî; Kapikoy, Alîcan, Akyaka, Aktaş, Turkgozu, Umut û Esendere tê dîtin. Girtin û qedexekirina deriyên sînor û astengkirina bazirganiya sînor bû sedema zêdebûna kaçaxvaniyê û her wiha bû sedem ku gelek dikan jî bên girtin. Li gorî daneyên Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Wanê, di sala dawî de li Wanê 537, li Qersê, 241, li Agiriyê, 219, Li Bedlîsê 169, li Îdirê 123, li Erdexanê 122 û li Mûşê jî 44 esfan bi tevahî hezar û 400 û 55 esnaf ji ber qeyrana aborî kilît li deriyê dikanên xwe xistin û dikanên xwe girtin.

Tecrubeyên heyî têne nîqaşkirin


28/02/2010

Konferansa ji aliyê KCD'ê ve hate amadekirin ya bi navê "Muzakereyên Navneteweyî û Tecrubeyên Çareseriyê" bi tevlîbûna gelek kesên ji welat û ji derveyî welat hatin, dest pê kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, anî ziman ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên înkarê nayê çareserkirin û pirsgirêka kurd pirsgirêka demokratîkbûnê û azadiyê ye.
Konferansa li Salona Resepsiyonê ya Sumerpark dest pêkirî Analîstê Polîtîkayê yê Nûnerê BASK'ê Jone Goîrîzelaîa, Berdevkê Partiya Aralarê Jon Abrîl, Akademîsyen Ana Vîllellas Arîno, Parlamentera berê yê Galîçyayê Camîlo Nogueîra, Nûnerê Serokê Dewleta Afîkayê Nelson Mandela û Dadgerê Dadgeha Bilind yê Başurê Afrikayê Essa Moosa, Parêzerê Mafên Mirovan yê Başurê Afrîkayê Brîan Currîn, Cengîz Çandar, Nûnerê partiya çepgirê yê Elmanyayê Norman Peach, Malnişînê Balyozxaneyê Unal Unsal, Sezgîn Tanrikulu, Ahmet Turk, Ji parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrinê Îrfan Dundar, Nivîskar Avnî Ozgurel, Akademîsyen Ayşe Betul Çelîk jî di nav de gelek rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên biyanî yên welat beşdar bûn.
Konferansa ku bi kurdî, tirkî, îngîlîzî û îspanyolû werger hatin kirin. Konferansê bi weşana zindî dom kir. Di konferansê de ligel Prof. Norman Paech, Prof. Dr. Buşra Ersanli, Prof. Dr. Dogu Ergîl, Prof. Dr. Mîthat Sancar, Doç. Dr. Fîkret Başkaya, Dr. Fuat Dundar, Cîgirê Musteşarê MÎT yê berê Cevat Oneş, Parlamenterê Îngîlîtanê Lord Raymond Hylton, Cîgirê Sekreterê berê yê NY'ê Hans-C. Von Sponeck, Galler Serokê Partiya Neteweyî Dafydd Iwan, Bask Ji Efrîqa Başûr Nûnerê ANC Hassen Ebrahim jî di navde nêzî 120 rewşenbir amade bûn.

KURD AZADIYÊ DIXWAZIN
Baydemîr, hevserokê KCD'ê, şaredar û siyasetmedarên kurd ên girtî jî bi bîr xistin û wiha got: "Heke ew jî tevlî vê civînê biban dê hêj dewletmentir ba. Ji ber vê yekê civînekî kêmas e." Baydemîr, destnişan kir ku pirsgirên li Tirkiyeyê tên jiyîn ji ber aştiya navxweyî pêk nehatiye.
Baydemîr, bi lêv kir ku daxwaza kurdan a rêveberiyên herêmî wekî wekî perçekirina welat tê nişandan û wiha berdewam kir. "Gelê kurd dixwaze zimanê wî azad be. Nasname, çand û hemû nirxên xwe bi azadî bijî. Cihên dirokî yên mina Heskîfê bên parastin. Li aliyêdin cudahiya di nav bera herêmê û herêmên din de yên pêşvebirinê bên rakirin." Baydemîr, têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd jî wiha got: "Heya niha pirsgirêka kurd bi înkar û îmhayê nehate çareserkirin. Pirsgirêka kurd bi asîmîlasyonê jî nehate çareserkirin. Bi şer û tepisandinê jî nehate çareserkirin. Pirsgirêka kurd bi polîstîkayên îro yên "kurdê xwe" bi afirinin ji nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd incax bi kurdên nasnameya xwe dinasin dê bê çareserkirin. Wê demê dê biratiyek pêk bê û kurd û tirk dê yek û du baş binasin."

'Çareserî bi muxataban pêk tê'

Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç axaftina destpêkê kir û diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de hikûmet ji bo diyalogê nêzîkatiyê nîşan nade û wiha got: "Em dê bi beşdarên konferansa xwe re biaxivin da ku bêyî muxatab çaresî pêk tê yan na? Em dê li ser mînakên wekî ÎRA, Bask û Afrîkaya Başûr hûr bibin. Gelo li wir jî bêyî ku gel û rêberên gelan muxatab bên girtin, çareserî pêk dihat ya na? Di pirsgirêka kurd de jî heke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, PKK, BDP û rêxistinên sivîl muxatab neyên girtin, dê pirsgirêk çareser bibe ya na?
Yuksel Genç, diyar kir ku pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêka hemû Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Tu kes nikare bi serê xwe vê pirsgirêkê çareser bike. Divê ku bi muxatabgirtina îradeya azad a gelê kurd bê çareserkirin. Di vê şerê de gelê me êşên pir mezin kişand. Di cîhanê de jî pirsgirêkên wiha pêk hatine lê hatine çareserkirin."

KOMPLEKSA DEWLETÊ
Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç, diyar kir ku divê êdî tu kes di kompleksa 'dewleta mezin' de israr neke û wiha pê de çû: "Di Tirkiyeyê de niha ew fikra 'me împaratoriyeke mezin winda kir' serdest e. Dibêjin; 'em ji bilî nasnameya tirk, tu nasname napejirînin'. Wiha nabe. Ev kompleks jî di komkujiyên ermenî û elewiyan de derket holê. Êdî dema çareseriyê hatiye. Pirsgirêkên bi vî rengî li Fransa, Îrlanda û Îspanyayê jî hatin jiyîn. Lê li wê hat çareserkirin. Divê ku li vê jî çareserî pêk bê û êdî Tirkiye jî ji kompleksên 'parçebûn' û 'biçûkbûnê' rizgar bibe."Genç, bal kişand ku pêla nijadperestî ya li Tirkiyeyê ji hemû pêlên faşîzmê mezintir e. Genç, da zanîn ku divê gelê tirk jî wekî welatên din ên wekî Fransa, Îspanya û Afrîkaya Başûr xwe ji vê pêla nijadperestiyê rizgar bike

PKK’Ê SAMÎMIYET NÎŞAN DA
Genç bal kişand ser girtina DTP'ê jî û got ku du parlamenter ji parlamentoyê hatine derxistin û qedexeya siyasetê girtine. Genç axaftina xwe wiha domand: "Hikûmet, hêza polîsa li dijî gel bi kar tîne. Mînak, di nav çend mihan de zêdetirî 1500 endamên BDP û DTK'ê hatine girtin. Dîsa bi hezaran zarok jî niha di girtîgehan de ne. Ev hemû tişt jî di dema KCK'ê agirbestê îlan kiriye de pêk hatin." Yuksel Genç, li ser hatina komên aştiyê jî rawestiya û wiha pê de çû: "Ji sala 1999'an û vir de çend komên aştiyê hatin. Ev jî samîmiyeta PKK'ê ya ji bo aştiyê nîşan dide. Divê her kes vê yekê baş bizanibe ku kurd, zêde tiştek naxwazin. Bila ziman, nasname, çand û hunera me azad bikin. Wê demê dê hemû pevçûn bi dawî bibin."
Genç, anî ziman ku HPG'ê rê li pêşiya çareseriyê vekir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gerîla vîna ji çiyê dakeve diyar kir. Lê gerîlayên ji çiyê daket hatin girtin. Ger ku dema 10 sal berê em hatin Tirkiyeyê nehata girtin, dê rewşa Tirkiyeyê ya îro pir cuda buya. Ev wextê ku hate windakirin bû sedema kuştina bi hezaran leşker û gerîlla. Bû sedema xerçkirina bi milyaran dolar. Ez naxwazim 5 sal emrê xwe yê li girtîgehê hate kuştin li ber van windahiyen salan hesab bikim. Gelo bêyî ku bi kurdan bişêwirin û vîna wan esas bikrin, dikarin çareseriyê pêk bînin? Dikarin referandûmê pêk bînin. Ger ku kurd li dijî vê yekê derkevin dê çawa be? Ji ber vê yekê pirsgirêk bêyî vîna kurd çareser nabe."

Zana: Bêyî kuştin û pevçûn jî çareserî pêk tê

Parlamentera Berê ya DEP'ê Leyla Zana jî bi kurdî axaftin kir û mînaka çareseriya li Efrîqa Başûr da. Zana, anî ziman ku pevçûn bêyî mirin û kuştinê jî çareser dibin û wiha got: "Heta ku mirovahî hebe niqaş û pevçûn dê hibin. Lê divê ev pevçûn beyî kuştin û mirinê çareser bibin. Ya girîng em bi kîjan rêbazê li çaresesiriyê bigerin. Yek jê pevçûn e, ya din lihevhatin e. Dîroka şaristaniyê dîroka aştî û lihevhatinê ye. Kesên bi şîdetê li çareseriyê digerin pekî pêta agirê pûş geş dibin û winda dibin. Lê gelê kurd naxwaze bibe pêtên agirê pûş. kurd ji bo aştiyê bi biryar û israr e." zana, helwesta hikûmetê ya li dijî gelê kurd rexne kir û da zanîn ku hikûmet destê kurdan ê aştiyê li hewa dihêle lê Mezra Botan hêlîna aştiyê ye. Zana, xwest her kes piştgiriyê bide çareserî û aştiyê.AMED

Kalkan: Hevseng tên guhertin

28/02/2010

Demhat TOLHILDAN - BEHDÎNAN/ANF

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan da zanîn ku hevseng tên guhertin û wiha got: “Dewlet hildiweşe. Wisa xuya dike ku pergala heyî diguherînin û hevseng dê biguherin. Amedekariyên aliyan dê diyar bike ka dê kîjan alî bi ser bikeve. Mehên biharê ev ê derkeve holê. An dê ji bo çareseriyan gavan biavêjin an jî dê şer derkeve. Êdî polîtîkaya ne şer ne jî çareserî berdewam nake. Noqteya ku em niha hatinê ev e.”
Duran Kalkan da zanîn ku di demên dawî de hejmara ciwanên ku tevlî refên gerîlayên PKK’ê zêde dibe û herî dawî 70 endamên gerîla tevlî HPG’ê bûn. Kalkan di merasîmê de axivî û diyar kir ku ciwanên kurd bi beşdarbûna nav gerîlayan bersivê didin û wiha got: “Di vê pêvajoya ku em tê de ne de ciwanên kurd beşdarî gerîla dibin hem bersivê didin komployan û hem jî peyamekê didin.”
Kalkan da zanîn ku israra ciwanên kurd dê sala 2010’an ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têxin sala azadiyê û wiha pê de çû: “Hem hevalên ku mezûn dibin û hem jî hevalên ku nû tevlê dibin bi wêrekiyeke mezin ve û bi biryar tevlî vê têkoşîna pîroz dibin û ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.” Kalkan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hevseng tên guhertin û wiha axivî: “Em hem di nav têkoşîneke mezin de ne û hem jî ji bo têkoşîneke mezin amadekariyan dikin. Sala 2009’an baş derbas bû û gelek tişt hatin bidestxistin. Li ser vê esasê sala 2010’an jî dê bibe sala têkoşîneke mezin û hem jî gelek pêşveçûnên biqewimin. Wisa xuya dike ku pergala heyî û hevsengyên biguherin. Amedekariyên aliyan dê diyar bike ku kîjan alî bi ser bikeve.”

‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
Kalkan bi lêv kir ku Hêzen Parastina Gel li hemberî hemû êrîşan amadene û wiha got: “Mehên zivistanê de me perwerdehî û amadekarî pêk anîn û emê biharê têkoşînên mezin bidin. Ji bo ku sala 2010’an de di xeta azadî û demokrasiyê de serkeftin pêk bê me gelek amadekarî kirin. Di sala 2010’an de emê serkevin.” Kalkan da zanîn ku gelê kurd û ciwanên kurd bi hêrseke mezin li dijî komploya 15’ê sibatê derketine û hersal zêdetir çalakî pêk anîne. Kalkan diyar kir ku ev jî sêyemên hemleya ‘Êdî Bes e’ ye û wiha pê de çû: “Di pêvajoyên dawî de bi girtin û zextan ve pirsgirêk girê bû. Hemû tiştên derdora me û Kurdistanê girêdayî vê girêyê ye. Girtin û zext ewqas zêde bûn ku dixwazin hemû civaka bakûrê Kurdistanê bigirin. Çima ji ber ku an dê vê pêk bînin an jî pirsgirêkê çareser bikin. Êdî di navberê de mayîn çareserî nîn e. Bi girtin û zextan ve rêbazên cuda bi kar tîne. Tenê li ser kurdan zextan nameşînin wiha ye rewşa karkerên Tirkiyeyê di holê de ye.”
Kalkan da zanîn ku bi girtinên dawî ve dixwazin pêşiya çareseriyên siyasî bigirin û wiha got: “Dixwazin bi her alî ve ser me de bên û me dorpêç bikin. Dixwaze gavên tasfiyeyê yek bi yek biavêje. Ji ber ku nikarin wiha berdewam bikin.” Kalkan bilêv kir ku piştî polîtîkayên sînsî yên AKP’ê derket holê bi vekîrî êrîş dike û wiha got: “Bi darbeya 17’ê mijdarê ve erîşî Rêber Apo kirin. Piştre DTP hat girtin û siyasetmedar girtin. Ev êrîş hê jî didomin, her roj 40-50 kes tên binçavkirin û herî kêm 15-20 kesan digirin. Êdî di girtîgehan de cih nema. Me maske xistin êdî aşkera bûn dê biaxive.” Kalkan da zanîn ku ger gav bên avêtin ji bo çareseriyê amade ne û wiha got: “An dê ji bo çareseriyan gavan biavêjin an jî şerê derkeve. Rêveberiya me herî dawî deglerasyonek weşand. Ji hemû cîhanê re ragihand ku em ji bo çareseriya siyasî hene. Me bi avayekî vekirî ev aşkera kir. Lê bi tenê xwesteka me ve nabe û divê muhatabên me gavan biavêjin. Yên hemberî me durutiyê dikin, AKP wekî bukalemun kete hemû rengan û hê jî wisa tevdigere.”

‘EM NE BÊ ALTERNATÎF IN’
Duran Kalkan da zanîn ku gelê kurd bê hêz û bêçareserî nîn e û wiha got: “Me riyên aştiyê vekirî hiştin û heta dawiyê ji bo çareserî bi ser bikeve em sekinîn lê ev heta dawî wiha dewam nake. Em wekî gel û tevger bêalternatîf nîn in. Gelê me van pêşketinan qebûl nake, ji ber ku Rêber Apo dixwaze riyên aştî siyaseta demokratîk neyên girtin hemû tiştan qebul dike. Lê ev heta dawî wiha naçe. li hemberî zext û îşkenceyan sînorekî sebra vî gelî heye.”

Duran Kalkan: Dewlet hildiweşe

Kalkan anî ziman ku li Tirkiyeyê tu caran evqas krîz tune bûn û wiha got: “Sivîl, leşker, siyasetmedar û hiqûqnas hemû li hev ketin. Dewlet hildiweşe. Êdî hatin duriyanekê. Pirsgirêk wisa hatin girêdan ku êdî cihê bê girêdan nema.” Kalkan bi bîr xist ku tenê ne li Tirkiyeyê bi giştî li Rojhilata Navîn hevseng tên guhertin û heman krîz li Iraq, Îran, Afganîstanê jî hene û di guhertina hevsengyên heyî de Amerîka li gorî vê amadekariyên xwe dike û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Kalkan bibîrxist ku AKP bi têkiliyên dîplomatîk ve dixwaze riyan bibîne û wiha got: “ABD û AKP dixwazin çi bikin? Ger hêza wan têrê bike dixwazin tevgera azadiyê tasfiye bikin. Ji ber vê yekê Komploya Navnetewî didome. Komploya Navnetewî pûç hatiye derxistin lê hê bi tevahî têk neçûye. Hemû hewldanên wan ên ji bo komployê didomin û her çiqas hatibe asteke têkçûnê jî dev ji tasfiyeyê bernadin. Derfetên xwe berhev dikin û ger hêza wan têrê bike dixwazin me îmha û tasfiye bikin.”


Daxwaz û hêviyên xwe tînin ziman


28/02/2010

Îsal wateya 8’ê Adarê gelek cuda ye; lewre îsal jin dê 100’emîn salvegera 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Li her derê cîhanê jin bi çalakî û bernameyên cuda cuda daxwazên xwe dê bînin ziman. Jinên kurdistanî îsal bi dûşma ‘Jin dê di sala 100’emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin’ 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Jinan bi yek dengî qala aştî û azadiyê kir.
Jinan di nirxandinên xwe de bal kişand ser pêşketinên jinên cîhanê û bi taybetî jinên kurd. Jinên kurd çend sal beriya niha di nav 4 dîwaran de 8’ê Adarê pîroz dikir, lê niha bi hezaran jin li gund, navçe û bajaran li qadan pîroz dikin. Her wiha jin îsal jî dê li dijî çanda tecawizê, tacizê, şîdetê û qetilkirina jinê bêdengiya xwe xirab bikin. Jinên kurd û tirk der barê 8’ê Adarê û pêyamên îsal de nêrînên xwe anîn ziman.

KEVNEŞOPÎ DIDOME
Nursel Aydogan: Em 100’emîn salvegera 8’ê Adarê pîroz dikin. 100 sal beriya niha jin ji bo azadî, ked û şoreşe rê ketin. Em jî wê kevneşopiyê didominin. Em wekî jinen tirk, daxwaz dikin ku aştî pêk bê, ji bo aştiyê hewldanek xurt nîşan bidin û soza wê bidin. Dê îsal pirsgirêken jinan binîn rojeve û li hemberî pirsgirêkan têkoşînek hevpar bidin. Her wiha li qadan aştî û azadiyê biqîrin.

JI SEDÎ 100 ENCAM
Şukran Sîncar: 8’ê Adarê ji bo jinan îsal wateyeke wê cuda heye. Sala 100’emîne. Jin dê îsal di her qadê de ji sedî 100 encam bigire. Encama rêxistinbûnê, wekhevî û yekîtiye bistine. Îsal emê bi bernameyeke cuda 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Divê îsal hewldana jinan di her qadê de zêdetir bibe. Jinên kurd dîsa helwesta xwe ya li dijî pergala serdest, newekheviya aborî, şîdet û kuştin û qetilkirinê nîşan bide. Armanca jinan divê zelaltir be û daxwazên zelaltir bîne ziman û li gorî dîroka xwe têkoşînek bide û ji sedî 100 encam bigire.
Rûken Yetîşkîn: Di salvegera 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Îsal salek taybet e û 100 saliya xwe pîroz bike. Jinên Geverê dê îsal 4’ê adarê mîtîngek li dar bixin. Jinên Geverê dê wekî her sal îsal jî li qadan daxwezên xwe bînin ziman. Her wiha dê bernameyên cur bi cur ji bo 8’ê Adarê bêne lidarxistin. Bi taybetî jinên kurd xwedî wê rojê derdikevin. Jina kurd di her helê de kedkare, êş kişandiye, di hela civakê de bêtir hatiye perçîqadin û di hêla pergala serdest a mêr de eş û kul keşandiye. Bi wê sedemê jin xwedî wê rojê derdikevin.
Gulşen Deger: Têkoşîna Azadiya Kurd bandoreke girîng ser têkoşîna azadiya jinê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinên kurd hewldanen gelek girîng nîşan da. 100’emîn salvegera 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Amedê xebateke taybet pêk te. Li Gimgimê jî dê pîrozbahiyek pêk be. Êdî em naxwezin jin û dayikên kurd êdî ser wê erdnegariyê bigirîn. Dîsa bangî dewletê bikin. û li qadan li dijî operasyonan, li dijî kuştina zarokên xwe li qadan bin û aştiyê biqirîn.

BIBIN BERSIVA PÊVAJOYÊ
Hulya Kok: Ez di serî de 8’ê Adarê li jinên girtî pîroz dikim. Jinên kurd dê îsal li dijî pergala serdest, binpêkirina mafên jinan helwesteke xurt nîşan bidin. Jinên kurd têkoşîna xwe ya bi salan nîşan bidin. Li Nisebînê jin bêtir xwedî vîn û keda xwe derkeve û bibe bersiva pêvajoye. Armanc dikin ku pîrozbahiyeke baştir derxin holê. Fînala 8’ê Adarê dê li Amedê be. Em dê bi hêzek xurt tevlî mitînga Amedê bibin. Her wiha li Nisêbînê ji hela şaredariyê ve destûra fermî tê dayîn. Ew tişt ji bo me tiştek girîng e.

BI ROJEKE SÎNOR NABIN
Çaglar Demîrel: Di her helê de jinên kurd xebatên xwe didomînin û xwedî pêşketinên xwe derdikevin. Ji bo me hemûyan pîrozkirina 8’ê Adarê ya îsal girîng e. Ji ber ku ket 100 saliya xwe. Di sedsalê de nîrxandin û şîrovekirina pirsgirêk û pêşketinên jinan girîng e. Têkoşîna jinên cîhanê û bi taybetî jinên kurd gihişte astek. Her wiha têkoşîna jinên kurd ser rêxistinên din ên jinan bandoreke erênî kir. Lê pirsgirêkên ku dijîn zêdetire. Divê ev tişt baş bê zanîn pirsgirêka hemû jinan wekhevin. Dîsa dema pirsgirêka kurd bê çareserkirin, girêdayê wê pirsgirêka jinan jî helek bê çareserkirin. Bi taybetî li herêmî pirsgirêkên jinan bêtir li ber çawaye. Jinên kurd wekî her car lê zêdetir li qadan daxwazên xwe bînin ziman û çareseriya pirsgirêken xwe bigerin. Em tenê roja 8’ê Adarê we rojê re sînor nakin. Dê 1’ê adarê dest bi çalakiyan bikin. Bi taybetî îsal li Amedê bernameyên cuda hatin derxistin û Amed 3 rojan dê bibe bajarê jinan. Her wiha divê dewlet li dijî şîdeta li hemberî jinê polîtîka biafîrine. Dewlet û hikûmet li hemberî kuştina jinan bêdeng e.

Sevahîr BAYINDIR Parlamenter:Dê cîhanê biguherînin

Jin îsal dê ji sedî sed wekheviyê bi dest bixin. Sala borî binpêkirina mafên jinan derket asteke herî jor. Qetilkirina jinan, krîza aborî, şîdet, hikûmet daxwazên jinan negirt ber çav. Ligel wê jî berxwedana jinên kurd jî gihişte asteke jor. Mêr sedestî, zordarî û zextên xwe li hemberî jinê cur bi cur nîşan da. Îsal jî bi hewldan û têkoşîna hevpar gavên girîng ji xwe re bîne. Îsal jin bi hêza xwe dê cihaneke bi rihê jinan ava bikin. Dê cîhanê biguherînin

Fîlîz Koçalî Endama PM’a BDP’ê:Li her qadê birêxistinkirî ne

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li cîhanê rêxistineke girseyî û birêxistinî ye. Di salên dawiyê 8’ê Adarê hêrî zêde ji hêla jinên kurd ve li qadan tê pîrozkirin. Îsal jî dê jin li qadan bin. Ji Edeneyê heta Weranşarê, ji Stenbolê heta Colemêrg, Amed û Serhedê dê bê pîrozkirin. Li her derê dê li kolanan bin. Jinên kurd ne tenê li kolanan, li her qadê xwe bi rêxistin kirine. Di qada rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî û parlamentoyê de cih digirin. Xwedî dînamikeke mezin in. Di hêla jinên kurd de pêşketineke mezin heye. Li ser vê axê şorekeşeke jinan pêk tê. Bala Rojhilata Navîn û cîhanê ser jinên kurd e.

Sebahat Tuncel Parlamenter:Dê bêhtir bixebitin

Ji bo 100’emîn salvegera 8’ê adarê pîrozbahiyên cur bi cur tên lidarxistin. Êdî wekî kevneşopiyek li Tirkiyeyê tê pîrozkirin. Îsal bi taybetî li Amedê bi minasebeta 100’emîn salvegerê Amedê bikin bajarê jinan û îlana wê tiştî jî me kir. Ev tişt ji bo Tevgera Jinên Kurd girîng e. Dê niha bêtir xebatên xwe bikin. dê kampanyayek di 8’ê Adarê de bidin destpêkirin. Her wiha têkoşîna parlamenteren jin en parlamentoyê zêdetir derxin hole. Li dijî polîtîkayên cinsiyeta civakê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Ji bo sererastkirina qanûnên ku cinsiyeta civakê diparêze xebatan bidin meşandin. Her wiha dê têkoşîna jina ên li kolanan didin bêtir derxin hole. Di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta jinan xurt bikin. dê siyasetê civakê bikin. li dijî şîdeta li hemberî jinê berxwedaneke mezin pek bînin. pêvajoyeke wisa bidin destpêkirin.AMED- DÎHA

AKP neyarê kurdbûnê ye


28/02/2010

Yuksel TOPRAKLI - HANNOVER/ANF

Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Junge Welteyê Dr. Nikolaus Brauns li ser çareseriya pirsgirêka kurd, helwest û polîtîkayên AKP’ê û siberoja Tirkiyeyê tespît û nirxandinên balkêş kirin. Dîrokzan Nikolaus Brauns her wiha li Parlamentoya Almanyayê, ji bo Parlamenter Ulla Jelpke karê siyaseta hundir dike û niha jî li Berlînê li buroya Solîdarîtaetê kar dike. Heta niha 9 caran çûye Kurdistanê û der barê PKK’ê de pirtûkekê dinivîse. Ev pirtûk dê di meha nîsanê de derkeve.
Dr. Nikolaus Brauns wek nivîskar û rojnamegerekî alman bi nirxandina xwe ya destpêkê diyar kir ku AKP ji nêz ve şopandiye û wiha got: “AKP siyaseteke ne durist dike. Tiştê ku AKP dike heta niha ne kemalîstan û ne jî artêşê pêk aniye. Li hemberî kurdan durûtiyê dike. Olê bi kar tîne. Bi rêbazên nû têgihîştina osmaniyan nêzî kurdan dibe.” Brauns vedibêje ku AKP îro van polîtîkayan dubare dike û ne mimkûn e pirsgirêka kurd bi şêwazê osmaniyan were çareserkirin.
Dr. Nikolaus Brauns li ser helwesta civaka kurd û partiyên wê jî rawestiya. Di vê rawestinê de aşkera kir ku aliyê kurd her dem amade ye pirsgirêk bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin û ji bo diyalogê amade ye û got: “Ji bo vê qasê ji kurdan gelek caran agirbest îlan kir. Lê bersiv her dem neyînîbû û li ser gerîlayên kurd bombe hatin barandin. Dewlata tirk û hikûmeta AKP’ê polîtîkayên klasîk ên înkarê pejirandiye û li gel artêşê dimeşe.”

NATO PIŞTGIRIYÊ DIDÊ
Brauns aşkera kir ku NATO li dijî kurdan destekê dide Tirkiyeyê. Tê gotin ku bi vê riyê gelek generalên tirk dewlemend bûne. Ev general naxwazin pirsgirêk bi riyên aştiyane çareser bibe. Dê derfetên wan ji destê wan derkevin. Her wiha destnîşan dike ku ev nirxandin ji bo AKP’ê jî derbasdar e. AKP û artêş di mijara pirsgirêka kurd de hevkar in. Berjewendiyên AKP’ê ligel atêşê hene û xwe di nava pergalê de bi cih dike.
MUXATAB NEBE NABE
Nikolaus Brauns derbirî ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd daxwaz û pêşniyarên BDP, PKK, KCK û Ocalan nêzî hev in û hev temam dikin. Ev daxwaza mafên xwezayî, mafên demokratîk û mafên mirovahî ne. Ya herî berbiçav jî ew e ku dibêjin em dixwazin siyaseteke legal bidin meşandin. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Em perwedeya zimanê dayikê dixwazin. Ev daxwazên herî maqûl in. Her wiha Ocalan dibêje eger naxwazin bi min re rûnin bila bi BDP’ê re rûne û pirsgirêkê çareser bikin. Eger nikarin bi wan re jî rûnên divê destûra bingehîn biguherînin. Helbet ne mimkûn e Ocalan û PKK’ê li ber çavan negirin.

HEVKARIYA ALMANYAYÊ
Brauns aşkera kir ku ve 150 sal in hevkariya Alman û Tirkiyeyê didome. Sedema wê ‘têkliya baş’ jî aborî ye. Ji ber wê Almanya mafên mirovan binpê dike. Di vê çarçoveyê de dema qedexeya PKK'ê bê temaşekirin ev rastî derdikeve ber çavan. Ev jî nîşan dide ku Almanya dê qedexeya li ser PKK'ê ra neke.

DIVÊ KURD ÇI BIKIN
Brauns ji kurdên Almanyayê xwes ku di destpêkê de bibin pira navbera dostên xwe ên alman. Divê ji dostên xwe yên alman re bêjin: 'Hûn me tirk dihesibînin lê em ne tirk in em kurd in û em bi daxwaza xwe jî nehatin Almanyayê. Artêşa tirk gundê me şewitaniye û em neçar man dev ji welatê xwe berdin û bên vir. Ji ber panzerên Almanyayên yên ku dide Tirkiyeyê em hatine vir.
Her wiha kurdên xebatkar wek xebatkar ligel xebatkarê alman di sendîkayande cih bigirin û li dij biryarên dewletê ligel wan bin. Gelek kurd di nava partiyên alman de cih digirin û divê bigirin. Divê tiştên ku hatine serê wan bibin rojeva partiyan. Mirov li wir wekî mînak dikare nivîskar Haydar Işik bide.

HEVKARIYA KARKERAN
Dr. Nikolaus Brauns di nirxandina li ser çalekiya karkerên TEKEL’ê mijara havkariya karkeren kurd û tirk vegot. Da zanîn ku karkerên kurd roleke baş lîstin. Li dij hikûmeta AKP’ê bûn hêzeke hevgirtî. BDP’ê piştgirî da. Divê ev piştgrî hê berfiretir bê kirin da ku bandora partiyên kurd hê pirtir li ser rayagiştiya tirk bibe.

SIBEROJÊN TARÎ
Brauns helwesta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wek helwesteke neyînî nirxand û wiha pêde çû: “Em dizanin ku dewleta tirk bo ku gelê kurd û tirk bi dek û dolaban bêne rûberî hev di nav hewildanan de ye. Lê Rêberê Gelê Kurd Aptullah Ocalan, PKK û BDP berovajî pêşî li şer digirin.” Brauns vedibêje ku ew pir çûye Tirkiye û Kurdistanê di nav ciwanan de maye, rika ciwanên kurd ya li henberî polîtîka û pêkanînên dewleta tirk pir mezine. Ev xetereyeke pir mezine. Heke ne ji Ocalan be ev rik li ber teqînêye. Herî dawî TAK’ê jî xwe organîze kiriye. Dewleta Tirk cihê ku ber livê bigire provake dike. Ji bo vê jî sisetmedarên karin ber li vê bigirin dewlet wan digire, DTP’ê girt û Ocalan îzole dikin. Ev hemû di çarçoveya vê hişmendiya provake de pêk tê.

Saturday, February 27, 2010

Çalakekî çandî ê kurdên Xurasanê bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin

2010-02-27

Kurdistanmedia: Çalakekî çandî ê kurdên Xurasanê bi navê Elî Qilîçzade, di Dadgeha şopandinê de, di dosiyekî de, bi şeş mehe cezayê girtîgehê û herwiha yek milyon tumen cerîme û di doseyekî din de bi Heşt meh cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Nûçegihaniya Kurdistanê di vê derbarê de ragihand, Elî Qilîçzade bi tawana birêvebirina rê û resma Salvegera terorkirina Dr. Qasimlû di sala 2001- 2002’an de, hat giritn û bi danîna rehîna 85 milyon tumenî serbest hatibû berdan. Elî di meha gulana sala 2008’an de, bo heyamê 61 rojan di hebsa takekesî de bûye. Elî Qilîçzade dibe heftiyek din xwe bi beşa birêvebirina biryaran di Dadgeha Şîrwan û Bicinûrdê de binasîne.
Hêjayî gotini ye, Elî Qilîçzade di dadgehê de ragihandibû, eger tawana min endametî di partiyekî Kurdistanî deye, ez şanaziyê pêwe dikim, meger biryar bû ez wek kurdek di Hizbulahê de bibim endam!
Tê zanîn Elî Qilîçzade tenz nivîsê siyasî û Çîrok nîvîs û hinek çaran gotar di belavokan de belavdikir, navhatî piştî wê ku bi zor ji aliyê îdareya ewlekariyê ve malruniştî bû, dest bi nivîsandina çîrokên kurt kir.

Endamên Şêwra Navendiya rêxistina Edwar û endamên Civata Îslamî ya Zanîngeha Razî, hevdîtin digel malbata Kawe Qasimî Kirmanşahî de kirin

Kurdistanmedia: Roja 22’ê Şibata 2010’an, endamên Şêwra Navendiya rêxistina Edwara “Tehkîmî wehdet” a taya Kirmanşanê û herwiha endamê civata Îslamî a Zanîngeha Razî a Kirmanşanê, di mala Kawe Qasimî Kirmanşahî digel dayîk û babê wî çalakê mafên mirov de hevdîtin kirin û xwaziyarê heydar bûn ji rewşa navhatî bûn.
Malpera “Texîr beray beraberî” di vê derbarê de ragihand, di wê hevdîtinê de diya Kawe Qasimî Kirmanşahî tevî nîşandana keyfxweşiya xwe di piştgiriya hevalên kurê xwe di cih û warên cur bi cur di derbarê rewşa Kawe Kirmanşahî bi tundî nigeraniya xwe nîşan da. Dawudî fer diya Kawe herwiha dazanîn li gel serdana berdewam bo organên peywendîdar, heta niha nekariye tevî kurê xwe raste rast hevdîtinê pêk

bîne.
Di dema wê hevdîtinê de, endamên şêewra Navendî a taya Kirmanşanê ya rêxistina Edwar a “Tehkîmî wehdet” û herwiha hejmarek ji çalakên xwendekarên bajarê Kirmaşanê pê li ser çalakiyên aştîxwazane yên Kawe Kirmanşahî di warên mafên mirovan de hîwî kirin ku navhatî bilez bê serbest berdan.
Hêjayî gotinê ye, Kawe Qasimî Kirmanşahî, roja 3’ê Şibata 2010’an, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve di bajarê Kirmaşanê, hat girtin û di wê demê ve tenê carek digel malbata xwe de peywendiya telefonî hebûye.
Heta niha cihê man herwiha rewşa girtina Kawe tu zanyariyek di dest de nine.

Dayîkên Şemiyê gora Sabahattîn Alî pirsîn


27.02.2010

Dayîkên Şemiyê, ji bo bûyerîn kiryar nediyar bên ditîn û berpirsiyar bên darizandin li Qada Galatasarayê di heftaya 257'emîn de civiyan Dayîkên Şemiyê vê hefteyê xwastin cinayeta Nivîskarê Sosyalît Sabahattîn Alî yê 62 sal ber li sînorê Bulgarstanê hateye qetilkirin bê aşkera kirin û gora vî li ku derê ye pirsîn. Di çalakiyê de nameya Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê yê gîrtî Muharrem Erbey ya ji bo xizmên windayiyan hatiye şandin hate xwendin.

Dayîkên Şemiyê, bi wêneyên xemilandî yên windayîna li ber Qada Galatasarayê hatine cem hev û pankarta "windayî aşkera ne lê kiryar li ku ne" vekirin. Dayîkên Şemiyê vê heftyê çîroka Nivîskarê Sosyalît Sabahattîn Alî ku 62 sal ber hate kuştin xwend. Di çalakiyê de ji bo piştigiriyê bide xizmên windayiyan Şaîr Muslîm Çelîk axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê yekemîn kuştina siyasî li hemberî Sabahattîn Alî pêk hatiye. Piştî axaftina Çelîk, li ser navê komê Parlementerê DEP'ê yê berê Mahmut Alinak, daxuyanî xwend. Alinak, diyar kir ku ji ber ku Sabahattîn Ali nivîskarekî muxalîf û sosyalîst bû ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û wiha got: "Ev 62 sale kesên vî welatî rêvedibin cinayeta Sabahattîn Alî dernexistin holê bûne hevparên vê cinayetên. Ev 62 sale çi hatiye serî Alî û li ku derê hatiye defin kirin em nizanin."

'Bila dewlet berpirsyariya xwe ya di gor û kuştina Alî aşkera bike'

Alinak got ku di encamê de Alî neçar ma bi riyên qaçaxî derkeve derveyî welat û wiha axivî. "Di 31'ê adara 1948'an de ji Stenbolê veqetiya. Wî nizanibû ku ew qaçaxvanî xîsurê MAH'ê ye. Jê re gotin ku ew dê wî ji sînor derbas bikin lê li Kirklareliyê ew radestî sîxurên dewletê kirin. Wî li Midûriyeta Polîsan xistin lêpirsînê. Piştî çend rojan, cesede wî ji aliyê şivanekî ve hat dîtin. Lê dewletê cenazeyê wî neda malbatê. Wekî wî, gora wî jî winda kirin." Alinak anî ziman ku heta dewlet berpirsyariya xwe ya di windakirina Ali de qebûl neke, mirov nikare behsa pêşerojeke zelal bike. Alinak xwest ku eşyayên li gel Ali hatine dîtin bidin malbata wî û dewlet jî di şexsê wî de ji hemû civakê lêborîna xwe bixwaze.

Erbey ji xizmên windayan re name şand

Piştî axaftina Alinak, Şanoger Mehmet Atak, nameya Muharrem Erbey xwend. Erbey di nameya xwe de da zanîn ew zihniyeta van kesan winda kiriye, wî jî xistiye girtîgehê. Erbey got ku ew dê heta dawiyê pişgtiriya xwe ya ji malbatan re kêm neke.

Li Fransa û Îtalyayê 20 kurd hatin binçavkirin


27.02.2010
Li bajarê Fransa Marsîlyayê polîsan bi ser komele û çend malên kurdan de girtin. Li Komelê û malan gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonên hemwext ên li Îtalya û Fransayê de heta niha 20 kes hatine binçavkirin.

Li Fransa û Îtalya yê di oparasyonên ku ji aliyê polîsan ve hatî kirin de 20 kes hatin binçavkirin. Li Îtalyayê 11, li Fransayê jî 8 kes hatin binçavkirin. Serdegirtin di saetên sibehê de pêk hatin. Hate diyarkirin ku kesekî din jî di operasyonê de hatiye girtin.

Serê sibehê zû polîsen fransî bi hevkariya yekîneyên dijterorê bi ser komele û çend malên tên payîn yên kurdan in de girtin. Serdegirtina ku sedemê wê nehatiye zanîn heta niha li malekê de 4 bira û li maleke din de jî kesek girtin binçavan.

Oparasyona ku li bajarên Îtalya; Venedik, Treviso, Pisa, Grosseto, Modena, Udine, Pordenone, Milano, bakur û naverasta welat berfireh bûye hat zanîn biryar ji aliyê dozgerê Venedîkê ve hatiye dayîn.

Di wextê serdegirtinên malan de jî li bajar bi ser Komeleya Çandê ya Kurd de jî girtin. Serdegirtina ku bi tevilbûna sedan polîs û yekineyên taybet hatin kirin, hîn jî berdewam dike. Kurdistaniyên ku bûyer bihîstîn li nêzîkî xaniyê komeleyê kom bûn.

Polîs nahêlin kes nêzîkê komeleyê bibe. Ligel vê yekê jî girseyê bi sloganan nerazîbûn nîşanî serdegirtina komeleyê da. Hate ragihandin di navbera polîs û girseyê de demdem nakokî rû didin...

Heta niha navê kurdên hatine binçavkirin nehatiye zanîn, dozgeriyê da ragihandin ku di çarçoveya operasyonên li Fransayê de li 10 kesan tê gerîn.

Dengê girtiyan digîhînin gel


27/02/2010


Gun Radyo, bi boneya pirsgirêkên girtiyan bîne ziman her hefte bernameya bi navê "Aliyê bajar ê din" diweşîne û cih dide nameyên girtiyan. Girtiyên bi nameyan beşdarî bernameyê dibin û bi riya nameyan raman û pirsgirêkên xwe û şert û mercên girtîgehê bi guhdaran re parve dikin. Pêşkêşvana bernameya "Aliyê bajar ê din" Ruhat Emekçi, tekîldarî name û rewşa girtiyan diyar kir ku gelek girtiyên nexweş bi riya nameyan şert û mercên girtîgehê tînin ziman û roja nameya girtiyê bi navê Beşîr Ozer ê nexweş gihişt destê wê, wê rojê Ozer li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Raydo Gun, bi bernameya heftane ya bi navê "Aliyê bajar ê din" hewl dide ku deng û pirsgirêkên girtiyan bi guhdarên xwe re parve bike. Pêşkêşvanê bernameyê Ruhat Emekçî, bal kişand ser pirsgirêkên girtîgehê û diyar kir ku gelek kesên nameyan ji bernameyê re dişînin bi nexweşiyên giran in. Emekçi, anî ziman ku bi armanca bibin dengê girtiyan her hefte vê bernameyê pêşkêş dikin. Emekçî destnîşan kir ku her hefte gelek girtî têkildarî şert û mercên xwe û nexşeşiyên xwe nameyan ji wan re dişîne û wiha got: "Em êdî gelek nûçeyên kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin dibihîzin. Yekem name ji nexweşê pençeşêrê Beşîr Ozer ji mere hatibû. Roja nameya Ozer gihişt destê me, Ozer li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Vê yekê pir bandor li ser min çêkir. Min sibê nameya wî xwend êvarî jî jiyana xwe ji dest da. Dîsa nameya Hasan Kert gihişt dest me. Kert jî di nameya xwe de digot 'Dema ez mirim min li Sîlopî veşêrin'. Hefteyek piştî nameyê Hasan Kert jiyana xwe ji dest da. Kart gotibû 'Heta binpêkirinên mafan li girtîgehê bidome dê mirin jî bidomin.'"
Emekçî, destnîşan kir ku gelek girtiyên nexweş, raporên têkildarî nexweşiya xwe ji wan re dişînin û ew van raporan didin TUHAD-DER û ÎHD'ê. Emekçî, da zanîn ku girtiyên nexweş van raporên di heman demê de, bi nameyan ji Wezîrê Tenduristiyê Serokomar û Serokwezîr re jî dişînin, lê tu encamê bi dest naxin. Emekçî, anî ziman ku niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyê bi navê Halîl Guneş bi pençeşêrê ye û wiha dom kir: "Ez çûm hevdîtina Halîl Guneş. Ji min re got ez laşê xwe hîs nakim. Ez pûç bûme. Her ku dikuxuya xwîn ji devê wî dihat. Dîsa girtiyê bi navê Nurettîn Soysal êdî nikare pêdiviyên xwe bikar bîne. Îzzettîn Turan jî bi heman rengî nexweşiya wî giran e. Dibe ku sib an jî dusib agahî bê û bêjin Nurettîn Soysal, Halîl Guneş û Îzzettîn Turan jiyana xwe ji dest daye. Wê demê jî êdî her tişt dereng dimîne."
DÊ BIKIN PIRTÛK
Emekçî, destnîşan kir ku ew hemû nameyên ji girtîgehê tên kom dike û ji bo nameyan bike pirtûk amadekariyê dike. Emekçî, anî ziman ku dê di pirtûkê de nameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, nameyên zarok û nexeş di serî de hemû nameyên girtiyan cih bigre. Emekçî bang li mirovahiyê kir û wiha got: "Banga me ji hemû mirovan û cînahê ev e. Em dibêjin ji mirinê re rojek ma. Divê her kes deng û nalîna girtiyên nexweş bibhîze û her kes destê xwe dîne ser wîcdanê xwe." AMED - DÎHA

20 gund şewitandin gelek sivîl kuştin


27/02/2010

Cerdevanê bi navê Ethem Seyhan, di sala 1986'an de li gundê Tinatê yê girêdayî Nisêbîna Mêrdînê parazvaniya gund dikir û di navbera salên 1990 û 1998'an de jî cerdevanî kir. Seyhan, îtîraf kir ku dema ew cerdevan bûye wan zêdetirî 20 gund şewitandine.
Seyhan destnîşan kir ku ew û Sercerdevan Cengiz Kaymaz (Kulik) û Fermandarê Qereqola gundê Tinatê Haydar Kurekçî û hin cerdevanên din bi hev re zêdetirî 20 gund şewitandine û wiha got: "Em diçûn gundan, me ji gundiyan re digot, an hûn dê bibin cerdevan an jî hûn dê vî warî biterkînin. Min jî di şewitandina gundên wekî Çelê, Bizgurê, Cibilgirabê, Miştîne, Barbej, Sade, Karmete, Site, Kersibanê, Gundê Şêx Elî, Keberzute,Mikre, Toptepe, Hevîrne, Bacinî, Deonkê, Aferê, Gundê Xalit û gelek gundên ku niha nayên bîra min de, cih girt. Me hemû gundî li qada gund kom dikirin, ew tazî dikirin û me îşkence li wan dikir."
SÛC DIXISTIN STÛYÊ PKK’Ê
Ethem Seyhan îtîraf kir ku wan li gelek gundiyan îşkence kiriye û wiha lê zêde kir: "Sercerdevan Kaymaz ku navê Kulik li wî hatibû kirin, diçû gundên der û dorê û ji bo ku gundî bibin cerdevan zext li wan dikir. Rojek, 16 gund bi matorê ve girêdan û ew heta qereqolê bi vî awayî birin. Li qereqolê bi rojan îşkence li wan kir. Piştî ku wan gundiyan cerdevaniyê nepejiran, ew ji gund rakirin û malên wan şewitandin. Sercerdevan Kulik û Serleşker Hasan hemû kesên ku nedibûn cerdevan ji gund radikirin. Dema ku me gund dişewitandin jî ji gundiyan re digotin ku divê ew vê bûyerê wekî ku PKK'ê kiriye vebêjin û belge jî bi vî awayî bi wan didan îmzekirin. Heke kesekî çewtiyek bikira, Kulik hemû hatinên wan ên salê desteser dikir. Dîsa rojeke din jî Kulik 3 mirov birin qereqolê û bi rojan li wan îşkence kir. Piştî ku wan kesan cerdevanî nepejirand, Kulik ew radestî leşkerên ji Kayseriyê hatibûn kirin. Piştre min bihîst ku leşkeran jî 3 ji wan kesan wekî PKK'î nîşan dane û ew avêtine girtîgehê. Me jî çekên qaçax dixistin malên gundiyan. Piştre em diçûn me bi ser malên wan de digirt û ew jî wekî PKK'î nîşan didan. Me ew radestî dewletê dikirin."
BI ÎŞKENCEYÊ KUŞTIN
Seyhan daxuyand ku wan di sala 1993'yan de li mezrayeke Tinatê ya bi navê Dohmukê rojnameger Îbrahim Polat girtiye û bi îşkenceyê ew kuştiye. Ethem Seyhan der barê vê mijarê de ev agahî dan: "Dîsa em derketibûn derve. Li nêzî mezraya Dohmukê me hemwelatiyek girt. Ji me re gotin ku ew rojnameger e. Me ew bir nav erdekî beyar. Pişt re 3 erebeyên leşkerî hatin û Polat girtin ba xwe û ji me xwestin ku em ji wir biçin. Em hinekê dûr ketin. Dengê lêdanê dihat. Me bihîst ku bi lêdanê ew zilam kuştine."

KUŞTIN Û AVÊTIN BÎRÊ
Seyhan, kuştineke 'kiryarnediyar' a di sala 1992'yan de pêk hatiye jî vegot û axaftina xwe wiha domand: "Di wan salan de me ajokarekî minîbûsê bi navê Ahmet ê ku di nav gunê Tinatê û Cibirnakê de dixebitî bi hinceta 'alîkariya PKK'ê dike' kuşt. Sercerdevan Cengiz Kaymaz û Çawişê Pispor Aslan, Ahmet kuştin û birin ew avêtin bîreke avê. Piştre jî ji bo em neaxivin gef li me xwarin. Ez bawer im ku di wê bîrê de bi dehan cenaze hene. Çimkî li wê herêmê gelek kuştin pêk hatin."
Ethem Seyhan der birî ku wan di sala 1993'yan de riya minîbûsekê gund girtine û 8 kes kuştine. Seyhan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sercerdevan Cengiz Kaymaz ê bi navê kod 'Kulik' ji me re got 'em dê sibê biçin herêma Alkadasûsê, 3 PKK'î dê di wir re derbas bibin. Em dê wan bigirin û radestî dewletê bikin.' Piştre di saet 05.00'an de em 27 cerdevan û du çawişên pispor ên bi navê Alî û Arîf çûn herêmê. Me xwe veşart û piştî saetekî erebe hat. Me riya erebê girt. Kulik, rêwî peya kirin û got; 'Ez navê kê bêjim, bila derkeve pêş'. 4 nav gotin û 4 kes derketin pêş. Kulik ew kuştin û piştre jî me li gule li hemû kesên di erebeyê de barandin." Seyhan, da zanîn ku di wê bûyerê de wî jî du kesên bi navê Ahmet û Halo kuştine.” Di ser bûyerê re salekî derbas dibe cerdevanan re doz tê vekirin. Dadgehê 6 sal ceza dide Seyhan,Tacettin Sakan, Nevat Aydin, Halit Aktar, Rahmî Kaçmaz, Vecdi Ozbay, Mehmet Şeyhan, Tevkif Akbay, Abbas Taş û Şehmus Şeyda.
ÎZMÎR - DÎHA

‘Berpirsyarê Kopê Erdogan e’


27.02.2010

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş bi boneya li navçeya Kopê beşdarî civîna MYK'ê ya BDP'ê bibin çûn Kopê. Hevserokên BDP'ê Kişanak û Demîrtaş, li Kopê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş, di pêşwazîkirinê de axaftinek kir û diyar kir ku Serokwezîr û Walî li şûna kujerê Necmî Oral û Kemal Agca diyar bikin, dozê dibin Samsûnê û dixwazin ser bûyerê bigirin. Demîrtaş, anî ziman ku dê nikaribin bi vî rengî ser dozê bigrin.
Heyeta ku li derveyî navçeyê ji aliyê bi sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin piştre bi meşê heta avahiya BDP'ê ya Navçeyê meşiya. Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de bênavber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Êrîş me têk nabin", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî meşê malbatên Necmî Oral û Kemal Agca yên di bûyerên 15'ê kanûnê de li Kopê di êrîşa cerdevanekî de jiyana xwe ji dest dabûn, destegul dan Hevserokên BDP'ê. Li ber avahiya BDP'ê ya Kopê piştî Serokê BDP'a Kopê Rahmî Çelîk, Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş axivîn.

BERPIRSYAR SEROKWEZÎR E
Kişanak, li ber avahiya BDP'ê ya Kopê axivî û bal kişand ser kuştina Oral û Agca ku di bûyera 15'ê kanûnê de ji aliyê Cerdevan Tûran Bîlen ve hatin kuştin. Kişanak, anî ziman ku ji ber hevalên wan li vir jiyana xwe ji dest dane pir xemgînin û wiha got: "Gelê Kopê li hevalê xwe xwedî derket. Bi helwesta xwe bersîv da kujeran. Peyvira me jî em van kujer û hêzên tarî ronî bikin. Me dil dixwest ku Serokwezîr ji ber vê yekê lêborîna xwe bixwaze. Lê li şûna lêborinê gel sucdar kir û cerdevanê gule li ser gel baran wekî esnafekî mexdûr nîşan da. Ger ku Serokwezîr hêza li pişt vê kuştinê diyar neke, wê demê berpirsiyariyê van kuştinan ew e."

NIKARIN SER DOZÊ BIGIRIN
Hevserokê BDP'ê Salahattîn Demîrtaş, jî bal kişand ser bûyera 15'ê kanunê û anî ziman ku niha doz birine Samsûnê û dixwazin ser bûyerê bigirin. Demîrtaş, Serokwezîr û Walî rexne kir û wiha got: "Li şûna sedema bûyerê zelal bikin û sucdaran darizînin, kujeran diparêzin. Doz birin Samsûnê. Bi vê yeke dixwazin ser bûyerê bigrin. Lê em dest ji vê yekê bernadin. Em destûr nadin ku ser bûyerê bê girtin. Li tu welatê cîhanê miletek bi zimanê miletekî din perwerdehiyê nabîne. Lê zarokên kurd 5 salan tenê ferî zimanê tirkî dibin. Her sibe sond dixwin û dibêjin "Hebûna min bi qurbana tirkan be" Niha hûn rabin bi vê ferasetê li vir ne 8 salan 80 salî perwerdehiyê bidin dê çi bibe? Di pergala perwerdehiyê de bêedaletiyek pir mezin heye. Heta niha AKP'ê ji bo vî gelî tu tişt nekir. Divê AKP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên berbiçav bavêje."

Siyasetmedaran Sakik pişt kir

Selahattîn Demîrtaş diyar ku axaftina Sirri Sakik ku li Meclîsê gotibû ‘di sala 1999’an de beriya hilbijartinê ji ber ku CHP bendava hilbijartinê derbas nedikir ji partiya me re qasid şandin û gotin piştgiriyê bidin me em 20 mîlîtanan namzet nîşan bidin’ piştrast kir. Hevserokê DTP’a hatiye girtin Ahmet Turk jî gotinên Sakik pişt rast kir û got Baykal ji wan re gotiye ku ew navên kesên tên nasîn naxwazin.
Her wiha Parlamenterê DEP’ê yê berê Sedat Yurttaş jî gotinên Sakik piştrast kir û got bûye şahidê hevdîtinê. Yurttaş da zanîn ku di sala 1999’an de bi CHP’ê re 3 hevdîtin pêk anîne û ev axaftin jî di mala Sekreterê Giştî yê CHP’ê yê wê demê Eşref Erdem de pêk hatiye. Yurttaş da zanîn ku CHP’ê gotiye bila kesên wekî Ahmet Turk, Sirri Sakik û Sedat Yurttaş wekî namzet neyên nîşandin.MÛŞ

Ji bo Medîne û Ceylanê dakevin li qadan


27.02.2010

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) bi minasebeta 100’emîn salvegera 8’ê Adarê li bajarên tirk û kurdan dest bi xebatên 8’ê Adarê kir.
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk îsal bi dirûşmeya ‘Jin dê di sala 100'emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin.’ dê li qadan bin.

TÊKOŞÎNA KURD Û TIRKAN
EDENE: Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Edeneyê, bi boneya pîrozbahiya 8'ê Adarê dest bi xebatên xwe kir. Endamên Platformê, ji 8'ê Adara sala 2009'an heta niha her meh bi rêkûpêk îstatîstîka jinên hatine kuştin û rastî êrîşê hatine amade dike û ji raya giştî re aşkera dike. Endama Platformê Reyhan Kayişli, diyar kir ku platforma wan dest bi xebat û rêxistinkirina çalakiyên 8'ê Adarê kiriye. Kayişli, anî ziman ku îsal dê li dijî tacîz, şîdet û tecawizan di 100'emîn salvegera 8'ê Adarê de li qadan bin û bertekên xwe bînin ziman. Kayişli, bal kişand ser têkoşîna karkerên jin ên TEKEL'ê û diyar kir ku di qada jinên kedkar de pêşketinek mezin pêk hatiye. Kayişli anî ziman ku li dijî jinên kurd jî şîddet zêde ye û wiha got: ‘Gelek jinên kurd hem rastî şîddeta fîzîkî û hem jî rastî şîddeta manevî tên. Armanca me îsal jinên kurd û tirk bi hevre têbikoşin, daxwaz û pirsgirêkên xwe bi hevre bînin ziman.’

JI BO AŞTIYÊ BICIVIN
ÎZMÎR: Platforma Jinan a Îzmîrê, ji bo di 8'ê Adarê de peyama aştî û biratiyê bidin cihanê amadekariyan dikin. Endama DOKH'ê Yildiz Akad, destnîşan kir ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, dê daxwaza azadiya jinan bînin ziman û da zanîn ku di 100'emîn salvegera 8'ê Adarê de ew dixwazin ku êdî jin neyên çiwisandin û cîhanek ku jin lê tên parastin bê avakirin. Akad diyar kir ku divê beriya her tiştî pêşî li aştî û biratiyê bê vekirin û wiha got: ‘Bi salan e, di serî de cihê em lê dijîn, li gelekî cihan mafên jinan nayên nasîn. Di sedsala 21'an de hîna jî bi hişmendiya koledaran nêzîkahî ji jinê re tê nîşandan. Ji bo rawestandina xwîna diherike, em banga derketina qadan li jinan dikin.’

LI DIJÎ KUŞTINAN...
ENQERE: Rêxistinên jinan ên li Enqereyê, diyar kirin ku di 8'ê Adarê de dê li qadan bin û wiha gotin: ‘Li Qadan ji bo Medîniya 16 salî bi saxî hate veşartin, ji bo Ceylan Onkol ku bi guleya hewanê hate qetilkirin, bi jinên kurd ên ku nasname û zimanê wan qedexeye em dê bihevre bi qîrin. Bi mîlyonan jin, ji bo azadî, wekhevî, biratî û aştiyê dê li kolanan bin. Em dê destên we bigîhînin hemû jinên ku di bin navê namûsê de hatin qetilkirin, bi tacîz û tecawîzê ve tên çewisandin, di şeran de tên kuştin û bûne qurbanên nefretê, di girtîgehan de tên girtin, li derve keda wan tê mêtîngerkirin, keda wan a li malê nayê dîtin û jinên kurd, tirk, ermen, laz, çerkez ên cîhanê biguherînin.’

DÊ LI QADAN BIN
STENBOL: Endamên DOKH ku têkildarî 100'emîn salvegara 8'ê Adarê amadekiriyên xwe didomîne, li hemberî polîtîkayên zanyendî dê hewl bide dengê jinan di nava çalakiyên ku li salekê belav bûne bîne ziman. Şer, koçberî, xizantî, zanyendîparêzî, neteweperestî û mîlîtarîzm, li pêşiya cihgirtina jinê ya di nava jiyana civakî de astengiyên cîdî derdixe û dê li dijî wan derkevin kolanan.

MAL BI MAL DIGERIN
ERDÎŞ: Jinan, li Erdîşa Wanê ji bo mitînga di 2'yê adarê ku di çarçoveya 8'ê Adarê li parka şaredariyê pêk bê, li taxên Yeşîlova û Latîfiye mal bi mal geriyan û jin dewetî mitîngê kirin. Endama Însiyatîfa Jinê ya Erdîşê Muhlîse Varli, diyar kir ku divê di 8'ê Adarê de bi milyonan jin ji bo azadî, aşti û wekheviyê derkevin kolanan. Varli wiha got: ‘Ji bo em dengê jinên tên kuştin, rastî tecawîzê hatine, hatine kuştin, hatine girtin û ji bo jinên keda wan nayê dîtin bilind bikin, em di 2'ê adarê de mîtîngê pêk tînin.’

VÎNA JINAN DERXIN HOLÊ
RIHA: Platforma Jinan a Rihayê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir. Zubeyde Teker ser navê platformê axivî û diyar kir ku 8’ê Adarê têkoşîna li dijî kedxwarî, şer û newekheviyeyê. Teker, destnîşan kir ku dewlet bi malbatê hêz digire û vîna jinê jî wisa dişkine. Teker, got ku êdî ew dizanin ku jiyana bi wî şeklê ne qedere û li dijî wê li qadan bersiva van nêrînan bidin.

Dê li 20 cihan mîtîng bên lidarxistin

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê bi bernameyên cuda cuda dê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Nêzî li 20 cihan mîtîng dê bên lidarxistin û her wiha meş, semîner, panel, belavkirina belavokan, li taxan civîn, şahî, şandina kartan a girtîgehan hwd. dê benê lidarxistin. Mîtînga yekem dê li Wêranşarê bê lidarxistin. Jin armanc dikin ku peyama xwe ya li dijî înkar, îmha û polîtîkaya tasfiyeyê li Wêranşarê bidin û piştgiriyê bidin Şaredara girtî Leyla Guven.
1’ê Adarê li Wêranşara Rihayê, 4’ê Adarê li Gimgima Mûşê, 5’ê Adarê li Sêrt, Şirnex, Idir, Tetwana Bêdlîs û Pirsûsa Rihayê; 6’ê Adarê li Êlih, Bazîda Agiriyêû Stenbolê; 7’ê Adarê li Wan, Colemêrg, Aydin, Mêrdîn, Dêrsîm, Turgutluya Manîsayê, Edene, Îzmîr, Mêrsîn û Geverê û 8’ê Adarê jî li Amedê dê mîtîng bên lidarxistin.

Israra betlaneya fermî didome

KESK, DÎSK û TTB bi armanca ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe betlaneya fermî, careke din bang li parlamentoyê kirin. Jinan destnîşan kir ku divê polîtîkayên ku temsîliyeta jinan pêk tînin bên afirandin. KESK, DÎSK û TTB bi armanca ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe betlaneya fermî, bi parlamenterên jin re hevdîtin pêk anîn û encama hevdîtînê aşkera kirin. Li ser navê jinan Sekretera Jinan a KESK’ê Songul Morsumbul axivî û diyar kir ku pêşnûmeyeke qanûnê amade kirin û piştre çûn serdana parlamenterên jin. Morsumbul, got ku wekî 1’ê Gulanê divê 8’ê Adarê jî bibe roja betlaneya fermî. Morsumbul, daxuyand ku bi giştî hevdîtin baş bûn lê he jî partiya serdest bersiv nedaye wan.

Aliyek zindan, aliyek jî YE!


27.02.2010

ADIL ZOZANÎ

Weşanên Ronahî pirtûkên Mehmet Çakmak û Feleknaz Ucayê pêşkêşî xwendevan kirin. Mehmet Çakmak bi ‘Labîrenta Evîna Sêwî’, Feleknas Uca jî bi ‘Yekitiya Ewropayê’ tevli civata nivîskarên xwedî pirtûk bûn. ‘Labîrenta Evîna Sêwî’ afirenêriyeke ji zindanê ye. ‘Yekitiya Ewropayê’ jî dokumanteke berdest a li ser ‘Yekitiya Ewropayê’ ye.

‘EVÎNA SÊWÎ’ DIYARÎ KIR
Ji bo Mehmet Çakmak zindan bingehê lêhûrbûna ji bo wêjeyê ye. Hem çîroka xwe ya ji bo haybûna bi zimanê kurdî û hem jî hezkirina xwe ya ji bo wêjeya kurdî li girtîgehê ferq kiriye.
Ew bi xwe dibêje ku ‘çîroka xwe nivîsandiye’. Çakmak çîroka xwe jî dişibîne romaneke dûr û dirêj û dibêje bi vê destpêkê di heman demê de, min meşa xwe ya ji bo riya dûr û dirêj a romana xwe daye destpêkirin.
Nivîskar Mem Mîrxan gotina pêşiyê ya ji bo çîrokên Mehmet Çakmak nivîsandiye. Û wiha gotiye: “Û çîroka Tîravêj, çîroka generalekî evîneke kujdar heye. Tu çîrokeke vê pirtûkê roj nedîtyie. Di pişt mazgalên zindanê de hatine nivîsandin.
Û çîrokên jiyana qerimî ne. Çîrokên şoreşê ne. Çîrokên evîneke kujdar in, li serê çiyê be jî nikarin ji tîrên Erosê qamqutik birevin. Çîrokên mirinê ne. Çîroka jineke bêçare, çîroka mirina kesê ku li ber sêdarê lingali ba dike ye.”
Kêfa ku hevok û hêmayên Mehmet Çakmak bê girtin, danin aliyekî; Mehmet Çakmak bi çîrokên xwe daye ser rêgeheke nû ku wî ji nav qirnê ber bi jiyanên di nava qelebalixên bajar difilitîne. Hestên xwe azad kirine û berê xwe da ye wêjeyê. Ew bi xwe dibêje, ‘ji ber ku em dixwazin jiyana xwe bişibînin çîrokan em xemgîn dibin. Dem ajiyane me ji aliyê çîrokan ve hatibe dorpêçkirin, ma em bawer nekin em ê çi bikin?”
Mehmet Çakmak piştî ruha mehkûmê li Karaîsaliyê berbendî darvekirinê bûyê hîskirî, di heman demê de dîtiya çîroka wî ji aliyê gelek çîrokên din ve hatiye dorpêçkirin.
Her wiha ‘Labîrenta Evîna Sêwî’ destûrê dide mirov ku evîna welat di ser hemû evînan de ye. Bi salan şûn de hevokên ku îro li textê wêjeyê tên nivîsandin dê baştir bêne fêmkirin. Bandora têkoşîna azadiyê ya li ser ‘evîna sêwî’ têgeheke ku diyarî pêşeroja wêjeyê bibe.

JI PÊNÛSÊ UCAYÊ ‘YE’
‘Keça kurd’ Feleknasê ji cerebeyên xwe yên 10 salan dokumanteke berdest li ser ‘Yekitiya Ewropayê’ amadekiriye.
Li ser vê dokumantê, gelek tiştên ku bêne gotin hene. Beriya her tiştî, têrbûna welatiyên Ewropayê ya ji nasnameyan, ji bo yek ji mijarên ku xebatên sosyolojîk li ser bêne kirin e. Feleknasê bi vê dokumantê ev peywîr daniye ber me kurdan.
Çîroka resen a Yekitiya Ewropayê wekî dokumanteke teknîkî hatiye honandin. Feleknasê hinekê xwestiye cihê xwe yê di nava vê mekanîzmayê de bi bîr bîne. Ji xwe di destpêka dokumantê de aşkera jî gotiye. Ev pirtûk ji cerebeyên wê yên deh salan paliyaye. Ev wiha nav dike.
Feleknas Uca siyasetmedareke ciwan a di nava tora dîplomasiyê de cihê xwe dîtiye. Lê kurdistanîbûna xwe qet nexistiye rêza duyemîn.
Yên ku pirtûka Feleknas Ucayê digirin destê xwe, dê bixwînin; divê çîroka Feleknasê bixwînin. Lewre, heta çîroka wê neyê xwendin tam ji girîngiya vê dokumantê nayê girtin. Feleknasa ji malbateke êzidî, li Cellayê hatiye dinyayê û bi dab û nêrîtên ewropayî mezin bûyî, di heman demê de qahîmiya çand kurdewar jî nîşanî mirov dide. Û ev minak bi tenê jî nîşan dide ku tirsa ji çandên cuda, şevreşkên di nava pêlên baranên payîzan de dixuyê ne.
Bi zimanê kurdî, ji destpêkê hate îro xwendina serboriya Yekitiya Ewropayê ji pênûsê Feleknas Ucayê dê bibe sedemê xweşhaliyekê.
Wekî gotina dawî dikarin vê bêjin: Ji pênûsê Mehmet Çakmak zindan, ji pênûsê Feleknas Ucayê ‘YE’ tevli rûbarê ziman bûne. Aliyek zindan, aliyek ‘YE’!..

Li çiyayên Kurdistanê bihar


27/02/2010

Delîl FIRAT - ZAGROS/ANF

Îsal bihar zû hat welat. Lûtkeyên çiyayan bi berfa spî xemilîne û li qontaran jî hewaya biharê heye. Bi heliyana berfê û germbûna hewayê re pincaran jî serê xwe da der.
Ez û du hevalên gerîla ji bo berhevkirina pincaran çûn qontarên çiyan û me li dora çeman dest bi berhevkirina pincarê kir. Ev xwarina xwezayî ku di dawiya meha sibatê de şîn dibe, nîşaneya hatina biharê ye jî.
Li çiyayên Kurdistanê di mehên biharê de mumkun e ku mirov her cureyên gihayan bibîne. Gelek cureyên gihayan ji bo xwarinê tên berhevkirin. Heta meha gulanê ev pincar ji sifreyên gerîlayan kêm nabin. Piştî vê fêkiyên biharê derdikevin.

DEMA PINCARAN
Li çiyan gihayên wekî xerdel, guriz, gohreşk û tirşo tên berhevkirin. Gerîla ji bo berhevkirina pincarê di saetên nîvro de ku tîrêjên rojê li lûtkeyên çiyan dixe, diçin qontarên çiyan. Bi vê yekê mirov hîs dikin ku êdî bahar hatiye welat.
Her wiha ligel van gihayan di meha sibatê de gihayên wekî alo, danê çûkê, pepikê qazê, mendik, tirpuk û tûzik jî şîn dibin. Di meha adar û nîsanê de jî kulîlkên cur bi cur vedibin. Di meha adar û nîsanê de cureyên pincarê zêde dibin.
PINCAR HAT BERHEVKIRIN
Gerîlayên jin poşetên xwe bi guriz û gohreşkê tije dikin û her wiha gerîlayên mêr jî di nava kefiyên xwe dikin.
Dema ku gerîla vedigerin qadên xwe, îcar dikevin nava lêgerîna kuvarkan. Gerîlayên jin pincarê tercîh dikin û gerîlayen mêr jî dest bi berhevkirina kuvarkan dikin.
Daketin û derketin ne hêsan bû. Ji bo ku em biçin kampa xwe em ketin rê. Em li xala gerîlayên jin rawestiyan. Gerîla Stêr û hevaleke din pincar paqij kirin. Piştre ev pincar ji bo xwarina êvarê şandin mutbexê.

PIRTÛKA GIHAYÊN ÇIYAN
Nebat di jiyana gerîlayan de cihekî girîng digirin. Hin heval hene ku nebatan baş nas dikin. Gerîlaya bi navê Eylem anî ziman ku der barê gihayên çiyayên Kurdistanê de pirtûkek çap kirine. Çîroka amadekirina vê pirtûkê jî gelekî balkêş e.
Piştî vê sohbeta heval Eylem, me dît ku axirê binê beroşa pincarê pêketiye. Piştî ku pincar pijirî hate parzûnkirin û piştî vê di rûn de hate sorkirin. Ji bo xwarina êvarê pincar hate servîskirin. Her wiha ligel pincarê şorbe jî hate amadekirin.

Friday, February 26, 2010

DAXUYANIYÊN OCALAN


26.02.2010

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina Çarşema bihûrî de, bûyerên bi Plana Darbeya Balzoyê rûdane, nirxandin.

Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola Emerîkayê de pêk tên û got: "Ev Plana Balyozê, hinek ji ya Ergenekonê cûdatir e. Piştî ku Emerîkayê dît nikare bi van re bimeşe, niha wan tesfiye dike."

Ocalan got, Kurdan lîstik xera kirine, Tirkiye neçare xwe biguhere û wê kurd jî wê wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin.

OCALAN: BÛYER DI BIN KONTROLA DYA'YÊ DE PÊK TÊN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê desthilatdarî yê navdewletî yê bi girtina sûbayan hate rojevê, nirxand.

Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola DYA'yê de pêk tên û wiha dewam kir:

"Plana Balyozê li holê ye. Behsa bombekirina mizgeftan dikin. Ev tam harbûn e. Bi temamî tinekirina kurdan plan kirine. Fikirîne kurdan jî wekî yewnanan surgun bikin. Planên kuştin û surgunkirina gelek kesan kirine. Ev tiştek xeter e. Ev yek nêrîna min a, 'divê Kemalîzm ji nû ve were nirxandin' piştrast dike. Min digot, 'Tirkiye bi vê rewşa xwe nikare dewam bike.' Wan xeyal kiriye, NATO jî piştgiriyê bide vê plana wan. NATO jî piştgiriyê nade komkujiyên bi vî rengî. Plan û dînîtiya vê planê li holê ye. Lê careke dest pê kirine û nikarin jê derkevin. Emerîka jî vê qebûl nake."

OCALAN: XETA NETEWEPEREST A RADÎKAL JÎ Û XETA ÎSLAMIYA NERM JÎ DI BIN KONTROLA DYA'YÊ DE YE!

Ocalan destnîşan kir ku Emerîka, aliyê deşîfre bûye û bi van operasyonan tesfiye dike.

Ocalan, diyar kir ku xeta neteweperest ya radîkal jî û xeta îslamiya nerm jî di bin kontrola Emerîkayê de ne û wiha got:

"Tirkiye niha di nav aloziyekê de ye. Li aliyekî CHP, MHP, kemlîstên nav-artêşê, bi gotineke din, bermahiyên îttîhatiyan, yanî neteweperestên alîgirî komkujiyan. Hêza vî aliyî ne kêm e. Baskê rastgir yê Îsraîlê jî piştgiriyê dide van. Neo-conên Emerîka jî piştgiriyê didin van. Li aliyê din jî, aliyê kevneparêz ên ji AKP û Fetullahiyan pêk tê, hene. Ji Îsraîlê Netenyahû piştgiriyê dide van. A rast, tam Fetûlahî jî nîn in. Gelek cemaet hene, wekî organîzasyonekê tevdigerin..."

KURDAN LÎSTIK XERA KIRIN, TIRKIYE WÊ BIGUHERE Û WÊ KURD JÎ BÊN QEBÛLKIRIN

Ocalan wekî aliyê sêyemîn jî xeta demokratîk ya tevgera kurd û demokrat tesmîl dikin dest nîşan kir û wiha axivî:

"Li ser Tevgera Kurd, gelek lîstik hatin lîstin. Xwestin tesfiye bikin. Encam çibû? PKK û gel li ber xwe da. Di qada demokratîk de, mezin û bi hêz bûn. Min jî, li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û bi vî rengî lîstik xera bû. Êdî kurd tesfiye nabin. Ev hate dîtin. Lê belê nizanin wê bi vê rastiyê çi bikin û çawa bi vê rastiyê bijîn."

Ocalan nêrîna xwe ya ev pêvajo wê çawa bi dawî bibe jî wiha anî ziman:

"Li gorî min, di dawiya dawî de, wê li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê Tirkiye biguhere. Dema Tirkiye biguher, wê kurd jî, wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin. Min di nexşeya rê de jî diyar kiribû. Ji bo kurdan, Xweseriya Demokratîk, çareseriyeke maqûl e."

Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, rewşa niha ya li Tirkiyê, weke avantajek nirxand.

Ocalan got, werin em Tirkiyê ji hegemonyaya neteweperest û îslamiya nerm rizgar bikin û weha dewam kir:

"Kî xwe baş bi rêxistin bike û siyaseteke rast bimeşîne, wê qezenc bike. Divê xeta yekîtiya demokratîk were pratîk-kirin." û ev hişyarî kir:

'Bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin Kurdan sedsaleke din mijûl bikin'...

OCALAN: BI AVAKIRINA KURDISTANEKE BIÇÛK DIXWAZIN KURDAN MIJÛL BIKIN

Rêberê Gelê Kurd Ocalan careke din 3 riyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd anîn ziman.

Ocalan got bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin hemû kurdan bi wir ve girê bidin û bi van gotinan jî bal kişand ser vê xetereyê:

"Ya yekemîn, helwesta înkar û tinekirinê, duyemîn bi avakirina Kurdistaneke biçûk, û pêvajoya sedsaleke din mijûlkirina kurdan bi xeyala Kurdistaneke mezin e. Wê hemû kurdan, bi riya Kurdistaneke biçûk kontrol bikin. Di demên derbasbûyî de çawa bi Ocaxên Ulkucu, xeta çepgir hat pasîfîzekirin, îro jî bi riya cemaetan dixwazin tevgera me pasîfîze bikin. Derfetên bi hêz ên aborî hene. Ev derfet jî xistine dewrê. Di vê çarçoveyê de jî hin malbatan bi xwe ve girê didin. 'Osman digot, 'pêşiya min vekin, ez biçim hemû kurdên mûxafazakar bi rêxistin bikim.' Wekî vê gelek lîstik lîstin. Lê belê ti lîstik negihîşt armanca xwe."

Ocalan bi bîr xist ku AKP li ser pişta kurdên xwe yên hevpar, hewl dide tiştan bike û got:

"Di AKP'ê de her tişt girêdayî helwesta Tayîp Erdogan e. Lê ev nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Wê helwesta wan a ji bo kurdan çi be? Ya girîng ev e."

OCALAN: DI NAV VÊ ALOZIYÊ DE KÎ SIYASETEKE RAST BIMEŞÎNE WÊ EW QEZENC BIKE

Ocalan rewşa niha a Tirkiyê wekî reşweke aloz nirxand û anî ziman ku, kî di vê pêvajoyê de karibe bersiva rast bide siyaseta rojane, wê ew qezenc bike.

Nêrînên Ocalan ên di vê mijarê de wiha ne:

"Kî di nav vê aloziyê de, xwe baş rêxistin bike û siyaseta rast bimeşîne, wê ew qezenc bike. Yên me jî divê roj bi roj, siyaseteke têkûz bimeşînin. Min ewqas besha girîngiya avakirina akademiyan kir. Îro pêwistiya wan li holê ye. Eger tiştên îro diqewimin rast fêm bikin, wê karibin girtinên dawî jî pûç derxin. Divê rêbertiya demokratîk ya herêmî ya xwe derxin holê. Ev biryarên girtinê, taktîkeke dewletê ye. Bi meşandina siyaseteke rast, mirov bi rehetî dikare van girtinan pûç derxe."

Rêberê Gelê Kurd xwest ku gotina 'siyasetê bimeşînin' wekî xebateke îlegal neyê fêm kirin û got:

"Di bingehê demokratîk de xebatên muazem ên dikarin werin meşandin hene, ez dibêjim divê ev werin kirin.

"Ocalan vê hefteyê jî bal kişand ser pêwistiya jihevqetandina Kongreya Civaka Demokratîk, BDP û KCK'ê û xwest ev her sê qad tevlîhev neyên kirin.

OCALAN: DIVÊ XETA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK SERDEST BIBE Û JI BO ÇARESERIYÊ DIXWAZIM ROLÊ BILEYÎZIM

Ocalan destnîşan kir ku niha di siyaseta Tirkiyê de ya girîng pratîkbûn e û dûre jî wiha dewam kir:

"Ez dibêjim em Tirkiyeyê ji xeta tund-neteweperest-nijatperest û xeta nerm-îslamî-muhafazekar, ji van her du hegemonyayan rizgar bikin. Ev xeta yekîtiya demokratîk e. Ev deh salin tim vê dibêjim, lê xebatekê li holê nabînim. Ev rewşa kevneşop a hêzên çepgir e. Hin tişt ji ber kirine û her tim wan dûbare dikin. Vaye girseyeke bi qasî çiyayan mezin heye, ez ji vê pêde dikarim çi bikim! Di vê navberê de min xebateke bêpempa meşand. Di nav BDP'ê de be an derveyî wê de be, ya girîng ewe ku xebateke hevpar were meşandin. Ji bo vê yekê desteya koordinasyonê dikare were sazkirin, xebateke hevdeng dikare pêk were, were meşandin."


Ocalan careke anî ziman ku ew dixwaze ji bo çareseriyê rola xwe bileyze:

"Beriya demekê min nivîsa Avnî Ozgurel xwend. Digot 'Kurd, PKK û Ocalan mijarên cuda ne, lê ev têkildarî hev in û ketine nav hev, eger bi hev re li ber çavan neyên girtin pirsgirêk çareser nabe.' Digot 'her gava dixwazin Ocalan li derveyî pêvajoyê bê hiştin evê Ocalan xurtir bike.' Ev tesbîteke di cîh de ye. Rast dibêje. Di vê navberê de ez lava ji ti kesî, ji dewletê jî nakim. Min di nexşerê ya xwe de destnîşan kiribû. Hêna ku tenduristiya min derfetê dide, ez dixwazim rola xwe bilîzim."

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, bi rasthatina 8'ê Adarê jî, nirxandinên girîng kirin..
Ocalan, got, "Divê jin hemû şêweyên azadiyê pêşbixin.Li ser vê mijarê xwe zana bikin û bi felsefeya azadiye xwe biparêzin"

Ocalan, der barê Roja Zimanê Dayikê de jî peyamek da, û diyar kir ku ziman, erdnîgarî û çand bedena mirovan e û xwest herkes li bedana xwe xwedî derkeve.

OCALAN: ZIMAN, ERDNÎGARÎ Û ÇAND BEDENA MIROVAN E
LI BEDENA XWE XWEDÎ DERKEVIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanê Kurd Ebumuslum Dogan ê li Semsûrê bedena xwe da ber agir bibîranî, û sersaxî ji malbata wî re xwest..

Ocalan, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê, ev peyam da:

"Ziman û çand bedena mirovan e. Li bedenên xwe xwedî derkevin. Zimenek wisa req û rût bi serê xwe, ti wateyê îfade nake. Tevahiya van hevdû temam dikin. Eger ev yek di nava hevde bên nirxandin, bi civakeke demokratîk, maneya xwe îfade dike. Ji bo ziman, erdnîgarî û çandê, ji bo hemûyan ez dibêjim bedena mirovan.. Eger hûn li bedena xwe xwedî dernekivin, ti wateya wê namîne, bikêrî ti tiştî nayê..

OCALAN: DIVÊ JIN HEMÛ ŞÊWEYÊN AZADIYÊ BI PÊŞ BIXE
Û XWE BI FELSEFEYA AZADIYÊ BIPARÊZE

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di beşa dawî ya hevdîtana xwe de, azadiya jinê nirxand..

"Têkiliya di navbera jin û zilaman de, gelo jin dibin koleyê zilaman, yan jî zilam dibin koleyê jinan, ev yek dikare were nîqaşkirin. Li gorî min di roja me de, herdû jî, bûne koleyên hev.. Divê têkiliya navbera jin û zilaman, baş were fêmkirin. Li ser kîjan esasî, jin û zilam wê bên cem hev, ev yek girîng e. Ez gihîştim vî temenê xwe, hê jî difikirim, eger ez û jinek bên ba hev, ezê li ser kîjan esasî û kîjan mijarê, bi wê re biaxivim. Slovaj Zîzek dibêje, 'Tişta ku herî zêde min dixe nava heyecanê, bi jineke ku ji min zanatir re guftûgokirina felsefeyê ye..'
Bi jinan re, divê li ser bingeheke diyar diyalog û têkîlî, were danîn. Ez ji vê re dibêjim 'zimanê çêbûna gerdûnê, şêweya çêbûna gerdûnê.' Eger pîvanên têkîliyê li ser esasên azadiyê werin danîn, hingê dikarin bigihêjin Nîrvanayê. Ez li ser esasên rêzgirtinê nêzîkî jinê dibim. Eger jin ev qasî min dişopînin e, ev tê wê wateyê ku ew bi hin aliyên min hisiyane. Ez nirxekî mezin didim jinê."

Ocalan, got, divê jin azadiya xwe biparêze, û wiha axivî:

"Divê jin hemû şêweyên azadiya xwe bi pêş bixe. Divê di vî warî de, xwe zanatir bike.. Jineke Îskenderiyeyî bi navê Hypatîa, ji ber ramanên xwe, ji aliyê Xiristiyanên wê demê ve bi cezayê mirinê tê ceza kirin. Ji jinikê re dibêjin, 'Tu li dijî qanûnên me rabûyî.' Li hemberî êşkenceya ku lê dikin, jinik bi felsefeyê bersiva wan dide. Her ku ew êşkencê lê dikin, ew bi felsefeyê xwe diparêze û felsefeya xwe dibêje. Ji ciwanên der û dora wê kombûne re dibêje, 'Hûn ji bo berjewendiyên xwe û ji dilbijiyeke qeba a cinsî nêzîkî min dibin. Ez vê nêzikahiyê qebûl nakim.' Paşê ev jin, bi keviran tê lînckirin û wê dikujin. Divê jin jî ji bo azadiyê xwe bi vî awayî biparêze.."

Ocalan, mijara li Semsûrê ya Medîneya ji aliyê malbata xwe ve, bi saxî kirin bin axê jî bibîrxist..

û wiha got:"Li wir jin kirin bin axê, jinbûn û mirovahî kirin bin axê. Di navbera binaxkirina mirovekî û bi mîlyonan mirovî de ti ferq nîne.

Ocalan, hişyar kir ku di vê dewrê de, paşvemayîna olî gelek bi tehluke ye, û xwest ji ber vê yekê jî, jin xwe pir pêşbixin..

OCALAN: KAPÎTALÎZM MIROVAN TINE DIKE

Ocalan, di nirxandinin xwe de cih da bandorên sîstema kapîtalîst jî..

Her wiha Ocalan, anî ziman ku kapîtalîzm mirovan tine dike

"Gelek kesên betal hene. Jiyana xwendekarên zanîngeh qedandine, li qehwexaneyan diqede. Û nizanin ewê çi bikin. Ez dizanim, hê jî, hin hevalên me çixareyê dikişînin. Divê bi kapîtalîzmê nexapin. Pîrbûn girêdayî mejî ye. Divê hişê mirov bi hêz be. Hişê mirov çiqasî bi hêz be, bedena wan jî bi hêz dibe. Hişê mirov ne bi hêz be, û eger sîstem jî baş fêm nekiribe, bedena mirov jî, zû zeîf dikeve. Di pergala sermayedariyê de, dîtina heqîqetan û şîrovekirina wan gelek zahmet e. Ev pergal mirovan ji rê derdixe. Mirovên ji rê derdikevin jî, êdî bi kêrî ti tiştî nayên."