Tuesday, February 16, 2010

Li dijî kurdan terora binçavkirinê didome


16/02/2010

NAVENDA NÛÇEYAN - AMED

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî Komploya Navneteweyî rastî êrîşên dewletê tên. Piştî çalakiyên gel gelek kes hatin binçavkirin. Li Riha, Colemêrg, Mêrsîn, Wan, Mûş û Tetwanê piştî meş û daxuyaniyên bi boneya şermezarkirina 15’ê sibatê salvegera roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, pêk hatin, bi tevahî 63 kes hatin binçavkirin. Her wiha li navçeya Tetwanê jî xebatkarê Navenda Giştî ya BDP'ê Adem Artikboga li sûkê hate binçavkirin. Li Agirî û Stenbolê kesên ku hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê.


Li Rihayê piştî meş û daxuyaniya şermezkirina 15’ê sibatê, dema girse derdiket avahiya BDP'ê ya Rihayê 35 kes hatin binçavkirin. Kesên bi îdiaya li dijî qanûna hêjmar 2911'an tevgeriya ne, Mahmut Ay, Kasîm Dengîz, Xebatkarê Azadiya Welat yê Sîweregê Huseyin Sonkaya, Kadîr Budak, Nesîh Akgul, Ramazan Satici, Aslan Aslan, Cemal Aslan, Suleyman Kilik, Ethem Kaplan, Azad Yardimci, Bekir Yapici, Ferhat Melik, Arîf Yalçin, Abîdin Bakay, Resul û Îbrahîm ku paşnavê wan nehatin hînbûn jî di navde 35 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.

ÊRÎŞÎ GEL KIRIN


Li Colemêrgê bi mebesta şermezarkirina 15’ê sibatê çalakî hatibû lidarxistin. Piştî çalakiyan 3 kes hatin binçavkirin. Her wiha li navçeya Geverê ya Colemergê jî polîsan êrîşî gel kirin.


Li Navçeya Navendî Akdenîza Mêrsînê jî piştî meşê li taxên Yenîpazar, Guneş, Şefket Sumer, Yenî Hal, Mevlana, Kurdalî, Çay, Çîlek û Ozgurluk bûyer derketin û piştî buyeran 25 kes hatin binçavkirin.


Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Adem Artikboga, li navenda sûkê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Artikboga ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Tetwanê.


Li navçeya Elbak a Wanê û Milazgîra Mûşê jî di encama serdagirina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Li Milazgirê endamê Meclîsa Şaredariyê Murat Karayalçin û rêveberê DTP’a hatiye girtin Azad Payço hatinbinçavkirin. Li Elbakê jî endamê BDP’ê Murat Tunç hate binçavkirin.


Li aliyê din 14 kesên li Agirî, Panos, Bazîd, Diyadîn, Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin, li Agiriyê derxistin pêşberî dozgeriyê.


14 kesên li Agirî, Panos, Bazîd, Diyadîn, Wan û Mûşê di encama serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin û pişt re jî biribûn Agiriyê, piştî lêpirsîna Midûriyat Polîsan a Agiriyê derxistin pêşberî dozgeriyê. Xebatkarên Navenda Gişti yê BDP'ê Gokmen Çîftçî û Nevzat Tekîd, Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê Şefîka Bîlîcî, endamên PM'ê yên BDP'ê Hamît Dilbahar û Îlhan Çelîk, Cesîm Goktepe, Veysel Şîmşek, Abdullah Kaya, Ahmet Temel, Alîkarê Şaredara Bazîdê Mehmet Babayîgît, Mîrza Şen, Saîme Bayar, Şîrîn Açik û Mustafa Akyol sewqî dozgeriyê hatin kirin.


Li 5 navçeyên Stenbolê, di serdagirtinên malan ên ku beriya 4 rojan pêk hatibûn de, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de ji 30 kesên hatibûn binçavkirin ji wan 17 kes, sewqî edliyeyê hatin kirin.


Dema ku rojnameya me çû çapê îfadeyên kesan hêj bi dawî nebûbû.

No comments:

Post a Comment