Showing posts with label © Newroz TV. Show all posts
Showing posts with label © Newroz TV. Show all posts

Friday, March 19, 2010

Ocalan:Piştî Newrozê pêvajoyeke nû dest pê dike û talûkeya heyî jî mezin e

ocalan

10-03-19

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku piştî Newrozê wê pêvajoyeke nû dest pê dike û got, talûke mezin e û êrîşa li hember RojTV jî, wekî biryara NATO'yê nirxand.

Ocalan anî zimên ku ev biryar, amadekariya ji bo tinekirinê ye û hişyarî da ku qirkirina siyasî dikare veguhere ya fîzîkî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser lîstikên Îngilistan, Emerîka û NATO'yê.

Ocalan anî ziman ku wê karibin wî jî hedef bigirin û weha axivî:

"Ez sibe dikarim bimirim, ya rast dikarin min bikujin. Yên ez anîme vir, xwedî hêza kuştina min in jî. Wekî mînak dikarin derman bixin nava xwarinê, dibe ku dikin jî. Ev ne tiştek zehmet e, ji bo tiştekî wiha hêza wan heye. Ji bo vê, hêza CIA jî heye. Dema ez radestî Tirkiyê kirim, peymanek pêk anîbûn. Gotibûn wî yekser nekujin. Yanî dikarin, lê belê ne yekser."

Ocalan destnîşan kir ku piştî Newrozê pêvajoyeke nû destpê dike û talûkeyeke mezin heye.

Ocalan di vê biwarê de ev hişyarî dan:

"Dixwazin kurd û tirkan bixin pêsîra hev. Lîstik hene. Lê belê kes vê bi awayekî zelal û cidî nabîne. Ez li vir xwe diçirînim. Ez nizanim, BDP'ê ev yek çiqas ferq kiriye. Ev lîstikeke Îngilistan, Emerîka û NATO'ye. Dixwazin bi derxistina şerê kurd û tirk, Tirkiyê zêdetir bi xwe ve girê bidin. Bi anîna min ya li vir, dixwestin tiştên li Baxdayê pêk anîne, li Tirkiyê jî pêk bînin. Lê belê min ev lîstik xera kir. Min pêşiya ji hev kuştina gelan girt. Ev çiqasî tê fêm kirin, nizanim. 11 salin ez ji vir diqîrim. Eger pirsgirêkê çareser nekin, tiştên ku ti kes texmîn nake, wê biqewimin. Gelê me, ne wekî keça 15 salî ya ku dikare were xapandin e. Gel hişyar bûye û wê neyê lîstikan."

Ocalan bi bîr xist ku kurdan di dema avakirina komarê de destek daye Mûstafa Kemal û dûre jî bal kişand ser rola siyaseta Ingilîz û anî zimên ku îngîlîzan, bi Konferansa Kahîreyê pêvajoya neçareseriyê ya îro daye destpêkirin û wiha got:

"Mûstafa Kemal neçar maye dev ji Mûsûl û Kerkukê, ku di nav sînorê Mîsak î Mîllî bûn berde û tawizan bide îngilîzan. Komar bi awayekî birîndar ava bûye. Bi trajediyeke wiha dest pê kiriye. Yên ku di sala 1920ê de nekarîne welêt bi dest bixin, ji sala 1926ê û pê ve û îro bi dest xistiye. Li hemberî vê, çareseriya demokratîk û hevkarî pêwist e. Hevkariya navbera kurd û tirkan ya sala 1920ê, divê îro jî di çarçoveya demokratîk de pêk bînin. Werin em li hemberî xetera Sewrê, Lozanê nû bikin. Nûkirina peymana Lozanê, tê wateya neteweya demokratîk, komara demokratîk û welatê demokratîk."

"Êrîşa li hember RojTv biryareke Nato ye û amadekariya êrîşeke ji bo tinekirinê ye"

Ocalan bi bîr xist ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê gelek xebat meşandine û yên ku di nav dewletê de dixwazin ji bo çareseriyê gavan bavêjin jî, hatine tesfiyekirin.

Ocalan anî zimên ku hukujmeta AKP'ê ji berpirsyariyê direve û got: "Ev zînniyeta tirk-suniye. Erdogan xwe vir de û wê de dike û gelek bi talûke dilîze."

Ocalan serdana Erdogan ya Londonê jî, şiband îcazeta Dogan Gureş ya sala 1993ê ku ji Londonê stendibû.

Rêberê gelê Kurd hişyarî da ku qirkirina çandî, dikare veguhere qirkirina fîzîkî û êrîşa li hemberî Roj Tv'ê jî, wekî biryareke NATO'yê nirxand û wiha dewam kir:

"Çiye wateya girtina Roj Tv'ê? Çiye wateya dewama benda ji sedî 10 ya hilbijartinan? Çiye wateya parlementeriya Tirkiyê?. Girtina RojTV, ne girtina kaneleke ji rêzê ye. Tansû Çîller jî di dema xwe de evqas êrîşî televîzyona kurd nedikir. Ev amadekariya ji bo tinekirinê ye. Qirkirina çandî dikare veguhere ya fîzîkî. Ez hişyar dikim. Ev biryareke NATO yê ye û dikarin RojTV bi temamî bigirin. Divê li devereke alternatîf, li derveyî bandora NATO'yê, ji xwe re li cihêkî bigerin. Girtinên li Ewrûpayê jî dikarin dewam bikin. Bi Heronan dikarin li kadroyên payebilind ên PKK'ê bixin, li vir jî dikarin min bikujin. Benda ji sedî 10 jî, ne pêkanîneke ji rêzêye. Ev qirkirineke siyasî ye. Bi vê dixwazin pêşiya îradeyekê bigirin. Sedema amadekariya Parlemena Tirkiyê jî, ev e. Dixwazin li parlemenê pêşiya avakirina komekê bigirin. Bêdengiya li hemberî girtinên demên dawî jî, bandor li min dike. Rûmeta min dişkîne. Çiye wateya van girtinan? Zarok, rêveber, şaredar kî tê ber wan, digirin!. Dixwazin bibêjin, em te digirin diavêjin hundur, dengê xwe dernexe. Ma tiştek wiha dibe? Ev zîhniyeta AKP'ye û gelek bi talûke ye."

"Ji bo di serdema nû de çareserî pêş bikeve, divê pêşî min bêvekirin"

Ocalan ji bo hewldanên çareseriyê bi pêş bikevin jî, hin bang kirin.
Ocalan bi bîr xist ku PKK li hemû parçeyan bi hêz bûye û got: 'PKK ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye. Ev berxwendan ne tenê ya kurdan, a gelan e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku serdemeke nû dest pê dike.

Ocalan anî ziman ku ew PKK'ê di 3 qonaxan de dinirxîne û wiha dewam kir:
"Qonaxa yekemîn, ji 1973'an heta 84'an e. Ya dûyemîn ji 1984'an heta 93'an e. Ya sêyemîn jî, ji 93'an heta roja me ya îro ye. Em ji 93'an heta niha, hewldanên ji bo çareseriyê, li hev kirin û diyalogê dimeşînin. Piştî Newrozê qonaxeke nû dikare dest pê bike. Di dîroka welatan de, qonaxên şoreşan hene. Di 1789'an de piştî şoreşa Fransa, qonaxa Napolyon, di 1917'an de piştî şoreşa Sovyetan, rewşa şerê hundur a di navbera 1918 û 1922'an de heye. Nizanim li Tirkiyê wê pêvajoyeke çareseriyê karibe pêş bikeve. Hinekî îhtîmala wê kêm xuya dike. Lê hindik be jî, hê hêviya min heye."

Ocalan pirsa, eger çareserî pêk neyê wê çi bibe pirsî, ji PKK û BDP'ê xwest ku biryarên xwe bi xwe bigirin û wiha dewam kir:

"Min rola xwe pêk dianî. Jixwe di şertên li vê derê de, tenduristiya min û rewşa min ya fîzîkî jî ne guncav e. Ez hikumxwarek im. Niha dijîm, lê wê sibe çi bibe, nayê zanîn. Dibe ku bimirim û bêm kuştin jî. Di binê vê çalê de, hêza fîzîka min ya berê jî, nema. Di van rewşan de, nikarim rêbertiyê bikim. Tiştekî bi vî rengî exlaqî jî nabînim. Ne exlaqê min û ne jî fîzîka min destûrê nadin tiştekî wisa. Ji bo PKK'ê jî, ji bo BDP'ê jî û ji bo kurdan tevan dibêjim. Bila bi xwe biryara xwe bidin. Ez texmîn dikim, PKK li her 4 parçeyan bi hêz bûye. Hêza xwe mezin kiriye. Ez hêvî dikim BDP pêvajoya aştiyê bi ser dixe. Bi qasî ku tenduristî û şertên min destûrê bidin, ez ê jî alîkariya aştiyê bikim."

Ocalan bi bîr xist ku wî berê jî ji bo çareseriyê ji rayedarên tirk re name şandibûn û anî ziman ku ew hê jî li benda bersivê ye.

Ocalan banga cidiyetê li rayedarên tirk kir û wiha got:

Ji bo di qonaxa nû de, hewldanên aştî û çareseriya demokratîk pêş bikevin, pêwist e pêşiya min vebe. Ji bo dewama hewldanên aştiyê, divê zarok û siyasetvanên girtî bên berdan û benda ji sedî 10 jî, dakeve ji sedî pêncan. Eger ev pêk bên, wê pêvajoya çareseriyê pêş bikeve û ez ê jî tiştên bikevin ser milê min bi cih bînim. Tevî ku pirsgirêkên ewqasî girîng û mezin hene, cidî nêz nabin. Ji bo Diyarbakirspor di lîgê de bimîne herkesî, Erdogan, Baykal û Bahçelî li hev kirine. Yanî eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, weke ku wê pirsgirêk çareser bibe, tevdigerin. Dixwazin Diyarbakirsporê jî, wekî alaveke tesfiyekirinê bi kar bînin. Hinek hene, wekî ku eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, wê rûmeta neteweyî ya kurdan rizgar bibe, tevdigerin. Yanî ewqasî ne cidî nêz dibin. Lewma tehlûke bi rastî jî gelek mezin e.

PKK hêza xwe pêş xist, ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye

Ocalan bang li Emerîkayê jî kir û wiha got:

"Emerîka, ji bo hevdîtinê tu lave ji Talîban dikî û li ber digerî. Lê belê tevî ku em bi dilxwazî dixwazin çekan berdin, bi me re hevdîtinê pêk naynî. Tu dibêjî 'ezê biqedînim û tesfiye bikim' û bi wê niyetê bi ser PKK'ê ve diçî".

Ocalan anî ziman ku gotina 'wê PKK sînoran biguherîne' ne rast e û got: "Ti hedefa me ya guhertina sînoran nîne. Em ne evîndarên çekan in jî. Em çekan wekî alavên xwe parastinê dibînin."

Ocalan wiha dewam kir:

"Eger çareserî pêş bikeve, wê çek bên danîn. Eger bi ser pisîkekê de jî biçî ew ê xwe biparêze. Eger hûn zextan li PKK'ê bikin, wê PKK xwe biparêze û şer bike. Ew ê êdî şerê gerîla pêş bixe, çalakiyên bajaran pêk bîne, nizanim ew ê çi bike lê belê ew ê bi her awayî xwe biparêze. Ez PKK'ê baş nas dikim. PKK naşibe El Qaîde. Dikare El Qaîde ji bêrîka xwe derxe. PKK hêza xwe pêş xistiye û mezin kiriye. Di PKK'ê de 3 nifş hene. Nifşa berê, navîn û nişfa nû. Hêz, tecrûbe û rêbertiya wê heye. Ji Silêmanî heta Behra Reş hêza wê ya gerîla heye. Ew ê li ber xwe bide. Ev berxwedan ne bi tenê ya PKK û kurdan e, ev berxwendana gelan e. Ew ê li ser navê Tirkiye û gelên Tirkiyê jî li ber xwe bide."

"Dikarin berê xwe bidin Kurdên Başûr, lewma divê konferansa neteweyî li hev kom bibe"

Ocalan di beşa dawî ya hevdîtinê de jî, anî zimên ku talûkeyên heyî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê derbas dibin û li hember van talûkeyan pêşniyara pêkanîna konferanseke neteweyî dûbare kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî zimên ku tespîta wî ya ji bo nûkirina peymana Lozanê, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye û got:

"Ez vê ji bo mafên kurdên Başûr jî, pêşniyar dikim. Emerîka vedikişe. Li hember kurdên Başûr êrîş dikarin pêk bên. Li Tirkiyê jî tehlûkeya şerê kurd û tirk heye. Li hemberî van, konferanseke neteweyî gelekî girîng e. Min nêrîn û pêşniyarên xwe berê anîbûn zimên. Ez 5 pîvan û 4 pêşniyarên pratîk careke din pêşniyar dikim. Konferans dikare di çarçoveya van pîvanan de pêk were."

Ocalan xwest ku hemû kes di derbarê mezinahiya talukê de bên agahdarkirin û got: "Eger gelê Tirkiyê jî were agahdarkirin, wê ji sedî 90'ê civakê tevlî pêvajoya çareseriyê bibe."

Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê, pêwistiya Partiya Sîwan dubare anî zimên û wiha berdewam kir:

"6-7 partî hene. EMEP, ODP û EDP hene. Eger pêwist bike, wekî sîwana sîwan, tevneke ku EDP jî di navê de, were avakirin. Heta, mirov dikare biçe serdana hemû demokratan."

Ocalan vê hefteyê jî tevgera çepgir rexne kir û got:
"Pêwistî bi pratîkê heye. Divê bi berpirsyariyê rabin. Divê bi awayekî leztir alternatîfekê biafirînin. Careke din dibêjim. Çawa Mûstafa Kemal bi kurdan re hevkarî pêk anî û bi ser ket, ez jî ketime nava lêgerîna hevkariya bi Tirkan re. Ez rola xwe mezin nakim, lê belê ya dixwazim bikim ev e. Lîstikên Îngilistan, Emerîka û NATO'yê jî ancax bi vî rengî dikarin bêencam bên hiştin."

"Zeynep Kinaci û Muslum Dogan rûmeta Meletiyê ne"

Ocalan di derbarê çalakiya Muslum Dogan ku 15'ê sibatê agir berda bedana xwe de jî wiha axivî:

"Zeynep Kinaci û Muslum Dogan, rûmeta kurdîtiya Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li ber van hevalan xwe deyndar û berpirsyar hîs dikim. Min berê li dengê Zeynep Kinaci guhdarî kiribû. Li gorî min, divê li Meletiyê ji bo van hevalan abîdeyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê, şexsiyeta pîroz a van hevalan, bidin jiyîn."

Ocalan silavên xwe ji girtiyan, ji gelê Batmanê re, ji ciwan û jinan re şandin.

Girtiyên PKK`yî û PJAK`î Newroz pîroz kirin

girtigeh

10-03-19

Doh roja cîhanî ya girtiyên siyasî bû. Girtiyên ji doza PKK û PJAK`ê hem ji bo bîranîna vê rojê û hem jî bi boneya Newroza 2010ê daxuyanîyek dan.

Sala 1923ê Rote Hilfe 18ê Adarê bi mebesta xwedî derketina li girtiyên siyasî wekî roja girtiyên siyasî ya cîhanî ragihand.

Girtiyên PKK`yî û PJAK`î yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş, Newroz di serî de li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li tekoşerên riya azadiyê û hemû gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser rola tevgera azadiya Kurd ku bi têkoşîna xwe ya pê hempa û bi berdêlên mezin naverok û wateyeke nû li Newrozê kiriye û gotin:
"Tevgera azadiya gelê me ya ku bi rêşaniya Rêber Apo her roj xetên sor yên dagîrkeran têk dide ber bi azadiyê ve diçe. Li bajar û gundan, li çiyayên Kurdistanê, li diyasporayê, li hemî beşên welatê me, gelê me ji bo daxwazên xwe yên rewa û demokratîk têkoşîna xwe li ser hîmê biratiya gelan xurtir dike."

Girtiyên Kurd bal kişandin ser zext û guşarên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ku li ser gel û li girtîgehan birêve diçin û gotin: Rejîma Îranê ku li hember bilindbûna dengê azadîxwaz yê gelê Kurd û gelên din yên Îranê ketiye nava tirsê, hemî kiryarên hovane dixe dewrê û di serî de bi tahdîda cezayên îdamê, binçavkirin û êşkenceyan dixwaze xelkê bê deng û temenê xwe dirêj bike."

Di dawiya daxuyaniya xwe de girtiyên PKK`yî û PJAK`î gotin:
"Aşkereye ku gelê me wê Newroza 2010`ê jî wergerîne platforma bilindkirina daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê. Wê ji hemî deman bêhtir li dora tevgera xwe û rêbertiya xwe bibe xelekek. Em jî wekî girtiyên ji doza PKK û PJAK`î di girtîgehên Îranê de, tevî hemî zextên li ser xwe jî, em dê li ser felsefeya Rêber Apo ya Kurdê azad û bi rihê berxwedanî yê Mazlûm û Egîdan bi erk û wezîfeyên xwe rabûn û ala têkoşînê bilind bigrin."

Wednesday, March 17, 2010

Dewlet di derbarê Celaliyan de berdewamiya xwe berdewam dike

zeyneb_celaliyan
10-03-17

Çarenûsa girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan mehkûma cezayê îdamê ye, nayê zanîn. Hêzên sîxuriya Îranê Îtla`atê beriya bi mehekê Celaliyan ji girtîgeha Kirmaşanê derxistin û birin ciyekî ne diyar.

Parêzer Xelîl Behramyan ragihand ku di rewşa muwekîla wî Celaliyan de ti guhertin nîne û tevî hemî hewldanên wan jî, dewlet bêdengiya xwe berdewam dike.

Zeyneb Celaliyan ku ev du salin di bin tehdîda dardekirinê de di girtîgehê de tê ragirtin, di dadgeheke 7 deqîqeyî de, bi tohmeta endametiya PJAK`ê û hewldanên dij ewlekariya nîzam ji aliyê Dadgeha Şoreş ya Îranê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Li Çewlik, Cizîr, Erdîş, Qamişlo, Heleb û Kubanê komkujiya Helebçe hate şermezar kirin

helebce_enqere

10-03-17

Li Çewlikê, Cizîrê, Erdîşê û Qamişloyê jî di 22.salvegera Komkujiya Helebçe de, bi çalakiyan kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û banga xurtkirina têkoşîna azadiyê hate kirin.

Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê û Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Cizîrê, merasîmek bîranînê li dar xist ku endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên KURDÎ-DER û TZP Kurdi jî di navde, bi sedan kes tê de amade bûn.

Di bîranînê de sînevîzyon û wêneyên komkujiyê hatin pêşandan û piştre Şanoya Birca Belek, skeça komkujiya Helepçeyê leyîst ku bi baldarî hate temaşe kirin.

Li Çewlîkê jî BDP, Egîtîm Sen û ÎHD'ê li Şaxa Egîtîm Sen'ê bi panêlek hevpeş komkujiya Helebçeyê şermezar kirin.

Di panelê de endama Koma Çareseriya Aştî û Demokrasiyê Gulbahar Çîçekçî jî di axaftina xwe de bibîr anî ku di serdema Seddam Hiseyn de, ji 100 hezarî bêhtir kurd bûne hedefa êrîşan û jiyana xwe ji dest dan.

Li Erdîşê jî li ser komkujiyên Helepçe û Qamişlo panelek hate lidarxistin.
Di panelê de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Cuneyt Canîş beşdarî panelê bûn.
Axaftvanan kom kujî şermezar kirin û xwestin komkujiyên li ser gelê kurd bi dawî bibin.

Li Başûr-Rojavayê Kurdistanê jî Helebçe hate şermezar kirin

Gelê Kurd li Başûr-Rojavayê Kurdistanê jî bi hejmarek çalakî, komkujiya Helebçe şermezar kir.

Doh li Qamişlo gel li hev kom bû û di 22.salvegera wê de, komkujiya Helebçe kû di encama kîmyabarana rejîma BAAS ya 16ê Adarê de nêzîkî 5 hezar kurd jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û kesên di tevkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.

Li aliyê din, hêzên Îstîxbarata Sûriyê rê zanîngeha Helebê dorpêş kir û rê li çalakiyên xwendekarên Kurd yên ji bo şermezarkirina tevkujiya Helebçeyê girt.

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Sûrî her weha, li ser israra xwendekarên kurd ya pêkanîna çalakiyê, hejmarek xwendekar xistiye binçavan û xwendekarên endamê BEAS jî di vê navberê de xwendekarên Kurd tehdîd kirine ku heger ew çalakiyan bikin, ew dê ji dibistanê bêne avêtin.

Lê tevî dorpêçkirina hêzên rejîma Sûriyê jî, li taxên Kurdan Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên Helebê, li bajarê Kubanê gel dakete kolanan û bi çalakiyên cur be cur komkujî şermezar kirin.

Tuesday, March 16, 2010

Ji Kongra-Gel daxuyaniya Halepçe

kongra-gel
10-03-16
Dîwana serokatiya Kongra-Gel, bi boneya qirkirina Helepçeyê daxuyaniyek da, di daxuyaniya xwe de dibeje; em sersaxiyê ji gelê me yê ku jiyana xwe di qirkirinê de ji destdan re, dixwazin û dibêjin, îro gelê Kurd ne bêxwedî, bêparastin û bêrêber e. Kongra- Gel diyar dike ku di vê qirkirinê de pênc hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Piraniya van zarok û jin bûn. Ev mirovên bêtewan bi awayekî wehşî hatin kuştin. Tevî ku gelek sal di ser bûyerê re derbasbûne, hê jî, şopên vê bûyerê ji mejî û bîra gelê me derneketiye.

Kongra-Gel wiha dirêjî dide daxuyaniya xwe: Ji ber berjewendiyên xwe li himberî bûyerê bêdeng mayina wan hêzên serdest û dewletên navneteweyî, kir ku rejîma Baas a şoven û xwedî siyaseta melletpers a paşverû bi awayekî dijmirovî bi metodên wehşî û dirinde êrîşî gelê kurd bike. Her çiqas di ser vê qirkirinê re demeke dirêj derbas bûbe, rejîma Baas hatibe rûxandin, Seddam û hevkarên wî hatibin dardakirin, hê jî, metirsiya qirkirina li ser gelê kurd ranebûye, dibêje Kongra-Gel û wiha berdewam dike; berevecî li çarparçeyan qirkirina çandî heye û hewldanên tasfiyeyê di rojevê de ye.

Sîstema kapîtalîst a desthilatdar di xwaze bi polîtîkayên xwe yên şoven, desthilatdarî, zordarî, înkar û tunekirinê gelê kurd tune bike. Îro ew siyaseta dijmirovî ya ku di serî de li dijî Rêberê gelê Kurd Apo, partiyên siyasî yên kurd û siyasetmedarên kurd tê meşandin berhema polîtîkayên heman van hêzên desthilatdar e. Dîsa qirkirina Qamişlo, Şingal, Gazîpaşa û gelek kuştinên kiryar nediyar, ew êrîşa li dijî zarokên kurdan, wek kuştina Ceylan Onkul û Ugur Kaymaz hemû encama van polîtîkayên çewisandin û tepisandina gelê kurd e. Ev hemû diyar dikin ku ew polîtîkayên qirkirina gelê kurd berdewam dikin. Divê baş bêzanîn ku îro gelê kurd xwedî Îdeolojî ye. Pêşeng û rêberê tevgera azadixwaziya demokratîk û serdemî ye. Vê jî, kiriye ku gelê kurd karibe bibe xwedî îrade, hêz û derfeta xweparastinê. Îro gelê kurd kariye doza xwe derxe asta navneteweyî û gûftûgoyan li ser çareseriyê bide kirin. Wek Kongra-Gel banga me li hemû raya giştî û derdorên demokratîk ew e, ku li hemberî vê bêdengî û bêdadiyan rawestin û li gorî normên mafê mirovan ên navdewletî tevbigirin û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Kongra-Gel bang li gelê kurd jî dike; Pêwist e gel li wan nirxên hatine afirandin xwedî derkeve, bi bihêzkirina yekîtiya xwe ya neteweyî konferansa xwe ya neteweyî pêkbînin û têkoşîna xwe ya azadîxwaziyê bilindtir bikin. Divê gelê me meha Adarê bike, meha berxwedan û azadî, jiyan û serkeftinê. Divê ew kesên ku fermana qirkirinê dane bêne rûreşkirin. Li ser vî esasî em hemû şehîdên xwe yên ku di Qirkirina Helepçe û di qirkirinên din de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bibîrtînin û girêdana xwe ya bi bîranîna wan re diyar dikin. Heta em demokrasî, azadî û yekîtiya gelan pêkbînin û bigihînin encamê, em ê, toşîna xwe berdewam bikin.

Monday, March 15, 2010

PJAK:Îran dixwaze tevgera me reş û terorîze bike



10-03-15

pjak_kordinasyon

Di derbarê rewşa dawî ya siyasî ya Îran û rojhilatê Kurdistan û wê hemleya berfireh a ku rejîma Îran dij bi gelê kurd û tevgera azadîxwaziya gelê kurd daye destpêkirin, kordînasiyona partiya jiyana Azadiya Kurdistanê PJAKê daxuyaniyek giring belav kir.

Kordînasiyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK di daxuyaniya xwe de dibêje:
" Xebat û têkoşîna azadîxwaziya gelê kurd bi qehremaniya şehîdan û bi berxwedaneke dîrokî û pêşengiya Rêber Apo û bi tevgera azadîxwaziya gelê Kurd giheştiye astekê ku gelê Kurd ji herdem û wextê bêtir nêzîkî azadî û mafê xwe yê rewa bûye. Li himberî wan dujmin û neyarên gelê me yên ku li hemû cîhanê ji bo tasfiyekirin û ji navbirina gelê me di nava hewldaneke pîlangeriyê de ne, gelê me li hemû aliyên Kurdistanê li tevgera xwe ya azadîxwaziyê xwedî derdikeve.

Jixwe ev pîlan û dekên van hêzên biyanî ji aliyê gelê me ve baş têne naskirin û zanîn, ji ber ku çi dema gelê me li Kurdistanê pêşketinekê di warê neteweyî de pêkbîne, ev hêz dikevin tevgerê û bi tûndî êrîşî ser tevgerê dikin û dixwazin kar û xebatê asteng bikin."

Kordînasiyona PJAK îşaret bi wê rastiya pêşbîniya tevgera azadîxwaziya Kurdistanê ya ji bo sala 2010 an kir ku rast derketiye û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe:

"Bi tenê me texmîn dikir ku ew ê gelê kurd bi êrîşeke berfireh re rûbirû bimîne. Bi taybetî jî êrîşa dewletên Rojava, wek mînak ew êrîşa ku ji aliyê Dewleta Beljîkayê ve hate ser kanala telefizyona Roj Tv û siyasetmedarên kurd, hemû ev êrîş nîşana hewldana tasfiyekirina tevgera gelê kurd e. Di 6 adarê de hêzên polîsên Alman, serokê partiya me Heval Hecî Ehmedî bi sedeme hîç û pûç desteserkirin. Pişt re ji aliyê wezareta karê derve yê îranê ve, bi awayekî fermî dawa li Almanyayê ji bo radestkirina serokê partiya me hate kirin."

PJAK pîlan û armancên rejîma Îranê aşkere dike û dibêje: Ji ber ku ev daxwaza Îran ji aliyê dewleta Almanyayê ve nehate pejirandin, niha dewleta Îranê dest bi hewldaneke berfireh a propoxandayê kiriye û careke din daxwaz li dewleta Almanyayê kiriye ku serokê Partiya me radestî rejîma Îranê bike. Li ser vî esasî ji aliyekî de bang li sefîrê Almanyayê dike û li aliyekî din jî, propogandaya reşkirinê li dijî tevgera me dixe dewreyê û dixwaze tevgera me terorîze bike. Rejîma Îranê di van propoxandayan de wek ku aliyê zulimlêkirî ew be tevdigere û dixwaze gelên Îranê li dijî partiya me sor bike. Rejîma Îslamî ya Îranê di çarçoveya van propoxandayên xwe yên bêbingeh de dixwaze tevgera me wek amûr, hêzeke kirêgirtê rojava nîşan bide. Bi taybetî jî roja înaya 12 adarê û di dema xutbeyê de, li piraniya bajaran û bi rêya meleyên camiyan û bi taybetî jî bi rêya hinek meleyên xwefiroş ên kurd, dozaja propoxandaya derew û bê bingeh li Camiyan gihand asteke berz. Di heman rojê de li dijî tevgera azadîxwaziya gelê me hewldanên komkirina îmzeyan hatin organîzekirin.

"Gelê Kurd nabe maşeya siyaset û çekdarê çi aliyan û dest ji mafên xwe jî bernade"

PJAK`ê bibîr anî ku ne cara yekê ye ku propagandayên bi vî awayî yên reşkirina aliyên muxalif û opozîsyon tê kirin û got:
"Dîroka Komara Îslamî bi buyerên weha tije ye. Karbidestên rejîmê gelek caran, ji bo tasfîyekirin û ne rewa nîşandana aliyên muxalif û ji bo meşrû nîşandana kiryarên xwe yên dijmirovane, di bin navê şerê li dij kafiran de, serî li heman şêwazan dane."

PJAK`ê di derbarê kampanya reşkirinê ya ku dewletê li hember wan daye destpêkirin de weha got:
"Dibe ku li Îranê hin alî û kesayetîyên girêdayî rojava hebin û dewletên rojava hewl didin mudaxeleyî karê hundir yê Îranê dikin. Lê nikare bête qebûlkirin jî ku hemû alyên azadîxwaz wekî bikirêgirtiyên rojava bêne dîtin û daxwazên wan yên azadîxwaz neyêne dîtin."

PJAK`ê ev nêzîkahiya rejîmê wekî fêlbaziyeke siyasî bi nav kir û bibîr anî ku van siyasetan gelek kesên ku di rastiyê de dilsozên Îranê ne jî, ber bi siaysetên rojava ve birine û got:
"Çawa di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de jî derketiye holê, nêzîkahiyên bi vî rengî, belkî ji bo demekê dengê azadîxwaz yê gelan birî be, lê nekariye bi temamî serkut bike, çareseriyek mayînde derneketiye holê, lê pirsgirêk girantir û kûrtir kirine."

PJAK`ê rejîma Îranê hişyar kir ku dest ji siyasetên xwe yên tasfîyekirinê bikişîne û weha berdewam kir:
"Divê Îran baş bibîrbîne ku heger ev şêwe helwest çareserî bûaa, paş tasfîyekirina tevgerên din yên Kurd li Rohjilatê Kurdistanê, tevgereke din ya nû serî hilnedida. Lê ev siyasetên rejîmê, ne tenê tevger bi dawî kir, çawa tê dîtin jî, bi rêbertiya partiya me PJAK`ê li ser riya felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, tevgerek modern, xurt û serbixwe ya ya gelê me derkete holê, her ku diçe bihêztir dibe û xwe wek erkdarê demokratîzekirina Îranê dizane."

PJAK`ê îdîayên rejîmê ku goya ew bi hêzên rojava ve girêdayîne jî red kirin û got, em pişta xwe tenê bi hêza xweser ya gelê xwe girêdidin û weha got:
"Em bi îradeya xwe ya azad siyasetek serbixwe birêve dibin. Partiya me ji ber ku hemû hawsengîya siyasî ya hêzên derve, her weha siyaset û pîlangeriyên komara Îslamî li Rojhilatê Kurdistanê vala derxistine, hem Rejîma Îranê û hem jî Amerîkayê partiya me xistiye nav lîsteyên xwe yên goya rêxistinên terorîst. Ev yek ji aliyekî ve asta bêwatebûna têgeha wan ya terorîzmê ye û ji aliyê din ve jî heqîqet û mafdariya têkoşîna me piştrast dike."

Kordînasyona PJAK`ê her weha daxuyankirin ku hîç hêz û aliyek bi çi awa û projeyan nikare rêbaza zelal ya tevgera wan reş nîşan bide û got:

"Kurd, êdî ne Kurdên berê ne. Li ser esasê hemû ezmûn û tecrûbeyên dîrokî, siyaset û pîlanên hêzên dijminane vala derdixin, ew ti caran nabin maşeyên siyaset û çekdarên ti aliyan û her weha ji mafên xwe yên rewa jî tawîzan nadin."

"Divê gelê me bi hestiyariya giringiya vê qonaxê tevbigere"

PJAK destnîşan dike ku di bihara 2009 a li ser banga KCKê, PJAKê qonaxa bêçalekiyan da destpêkirin û dibêje: "Ew rejîm bû ku bi pêşxistina alozî û dardakirina ciwanên kurd û operasiyona serbazî, siyaseta şerxwaz û dijminayetî pêşxist. Diviyabû rejîma îranê heta niha têgeheştibûya ku em dibin her halûmercê de jî li hemberî hemû êrîşan bêdeng namane û manînin jî. Partiya me ji bo rê li pêşiya dijwariyan bigire, gelek caran biberpirsiyariyetiyeke siyasî asta şer û pêvcûnên û çalakiyên gerîlla, bi taybetî di qona dawî de li Mako û Xoyê Û Urmiye û li gelek ciyên din, di çapemeniyê de ranegihand."

PJAK, heldanên rejîma Îranê ji bo terorîzekirin û ferzkirina vê etîketê li ser tekoşîna azadîxwaz û demokrat û rewa ya gelê kurd, bi taybetî di mizgeftên ku saziyên dîne jî, wek hewldaneke metirsîdar dibîne. Wek biryardayinekê ji bo pêkanîna qetlîam û enfaleke nû li ser gelê kurd dibîne. Kordînasiyona PJAK, di vê derbarê de dibêje:

"Ti êrîşên bi vî rengî nikarin pêşiya tevgera me ya azadîxwaz û rewa bigirin. Û li hemberî her cure êrîş û pîlangeriyek, em ê gel û tevgera xwe biparêzin. Divê rejîma Îran partiya me û hîç hêzeke din nede berhevdu, û wisa fam neke ku radestkirina serokê Partiya me ji aliyê hêzên rojava ve, dikare gelê me bêdeng bike û têkoşîna me asteng bike. "

PJAK encamên pîlabngeriya 15 sibatê tîne bîra Îranê û dibêje: "Divê komara îslamî tecrûbeya pêwist ji radestkirina Rêberê gelê kurd Apo a ji aliyê Îsraîlê ve werbigire û baş bizanibe ku, pîlangeriyên bi vî rengî astengiyan li hemberî têkoşîn û xebata me bike û dê rewşeke berevaciya vê derkeve holê."

Herwiha PJAK bangaweziyê li rayedarên komara Îslamî ya Îranê dike û dibêje:

"Sala 2010 nekin sala şîdet û pêvçûn û şerê. Bi van kiryaran Îranê nexin nava talûkeyan û tevlî pîlana tasfiyekar a hêzên navneteweyî û hêzên dijbigelê kurd nebin."

Her wiha PJAK bang li gelê me yê rojhilat dike û daxwazê ji wan dike ku bi taybetî talokeya di vê merheleyê de bibînin û xwe li hemberî hemû rewşên dijawar amade bikin û tedbîrên pêwist ji bo xweparastinê werbigirin. PJAK bang li ciwanan kir ku bi rengekî berfireh tevlî nava refên gerîla bibin. Û da ku karibin ji bo parastina gel û bi destxistina azadiya rastîn, bibin bersiv.

Di dawiyê de Kordînasiyona PJAK dibêje: "Gelê kurd ê musilman bi hemû mezhebên xwe ve, pêwist e bi têgeheştineke rast a li îslam û welatparêzî û bi hevgirtineke xurt li hemberî siyaseta taswiyekarî, û fermana enfaleke nû li ser gelê kurd û xwe birêxistin bike û bibe xwedî helwest. Di her şert û mercekî de divê karibe xwe biparêze. Di heman demê de divê li hemberî têgehên kirêgirtiyan, hinek kesên ku bi navên zanyên dînî û ayînî tevdigerin helwest bigirin û xebata pêwist jî bi meşînin."

Çarenûsa Celaliyan bi berdewamî nayê zanîn



10-03-15
zeyneb_celaliyan
Di rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de heta niha jî ti zelalî derneketiye û di derbarê çarenûsa wê de tiştekî ber bi çav nayê zanîn.

Tevî fikarên malbat û parêzerê Celaliyan jî, rayedarên dewletê bêdengiya xwe berdewam dikin.

Parêzerê çalaka siyasiya kurd Zeyneb Celaliyan, ku cezayê îdamê lê hatiye birin, Xelîl Behramiyan doh ragihandibû ku guman hene li hember muwekîla wî destdirêjiya cinsî bê kirin û dûre jî bê dardekirin.

Zeynep Celaliyan, zêdeyî mehekê ye, ji aliyê hêzên sîxuriya Îranê Îtla`atê ve ve bêyî ti sedem û sebeb, ji girtîxaneya Kirmaşan ku tê de dihate ragirtin ji bo ciyekî nediyar hatiye veguhestin.

Tevî hemû hewldanên parêzerê Celaliyan û çalakên mafê mirovan jî di derbarê çarenûsa wê de ti agahdarî nayêne wergirtin.

Parêzer Xelîl Behramiyan di derbarê rewşa dawî ya Zeynep Celaliyan de dûbare bibîranî ku Celaliyan ev meheke wendaye û ev yek wan dixe nava tirs û fikaran.

Behremiyan her wiha got: Pêkanînên dawî yên zindanên Tewhît û Kehrîzeg yên Tehranê tirsa me zêdetir dikin. Ji ber ku Zeynep keçe, îhtîmal heye ku beriya bê îdam kirin, li hember wê destdirêjiya cinsî bê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di salên dawî de li Îranê, girtiyên keç, beriya ku bêne dardekirin, li yekî ji rayedarên dewletê têne mehrkirin, destdirêjiya cinsî li hember wan pêk tê û dûre têne îdamkirin. Lewra li gor qanûna ku rejîma Îranê ji xwe re çêkiriye û qilifekî Îslamî lê kiriye, nabe ku jinek nezewicî bê darvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya heftane ya bi parêzerê xwe re bal kişand ser rewşa girtiyên Kurd li Îranê ku bi cezayê îdamê hatine cezakirin û silavên xwe yên taybet ji Zeyneb Celaliyan re şiyandin.

Ocalan xwest ku li girtiyan xwedîtî bê kirin û got:
"Li Îranê yên ku ji ber siyasetê cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn û di bin tehdîda dardekirinê de têne ragirtin hene. Ez ji wan re sebrê dixwazim. Divê xwe ragirin. Di nava wan de hevalek bi navê Zeynep Celaliyan jî heye. Ez silavên xwe yên taybet ji wê re dişînim."

PÇDK:Divê modernîteya sermayedar bê dadgehkirin


Ji bo çapkirinê
17:29 10-03-15
pcdk_kordinasyon
Desteya rêvebir ya Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê PÇDK`ê di 23.salvegera kîmyabarana Helebçe de bi daxuyaniyekê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest bibîranîn û xwest ku di salvegera Helebçe de, siyaseta ne-demokratîk ya modernîteya sermayedar bê dadgehkirin.

Li hember talûkeya komkujiyên nû jî PÇDK`ê got: Ji bo ku karesatên bi vî rengî dûbare nebin pêdivî bi helwest û îradayek neteweyî û demokratîk heye.

Kordînasyona PÇDK`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aştîxwaziya gelê Kurdistanê û got: Gelê me çi çaxan bi daxwaza xwe çek hilnegirtiye. Ji bo parastina nasname, ferheng, çanda neteweyî û pêkhatina demokrasiyê neçarî vê bûye û tenê di çarçoveya parastina xwe ya rewa de bikaraniye. Lê berovajî vê, dewletên desthilatdar hemû cûre çekên giran, gelek caran û herî dawî jî li Helebçe li hember gelê me çekên kîmyewî jî bikar anîn.

PÇDK`ê di êrîşên li ser gelê Kurd de rola modernîteya sermayedar jî destnîşan kir û got ku çekên komkuj, berhemên vê sîstemê ne.

PÇDK`ê bal kişand ser wê ku talûkeya pêkhatina komkujiyên nû Kurdistanê hê jî heye û got: Di vê demê de ku ji hemî deman bêhtir behsa mafên mirov tê kirin, li seranserî cîhanê û bi taybetî li Kurdistanê, ji hemî deman bêhtir, talûkeya komkujiyan heye û li hember vê PÇDK`ê banga yekîtiya neteweyî û helwestek hevbeş kir.

Kordînasuona PÇDK`ê di vê derbarê de weha got:
"Wekî tê zanîn, hem dewleta Tirkiyê û hem jî dewleta Îranê li hember tevgera azadiyê ya gelê Kurd di salên dawî de li gelek ciyan çekên kîmyewî bikar anîn. Modernîteya kapîtalîst bê navber pêşketîtirîn çekên xwe difroşe desthilatdarên Kurdistanê. Li aliyekî din jî daxwaza kurdan ya pejirandina van komkujiyan wekî jenosîd jî, ne tenê ev welat, her weha sosyaldemokratên wan jî ku xwe wekî parazvanên gelên bindest dibînin jî vê yekê red dikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Kordînasyona PÇDK`ê xwest ku, ji bo xwedî derketina li Helebçe û hemû nirxên neteweyî û demokratîk, girîng dît ku ev siyasetên modernîteya kapîtalîst bêne eşkere kirin û her weha ji bo rêlêgirtina komkujiyên nû û ji bo avakirina yekîtiya neteweyî û demokratîk jî banga avakirina konferansa neteweyî ya Kurdan kir.

Sunday, March 14, 2010

Behramiyan: Li ser Zeyneb Celaliyan metirsiya destdirêjiya cinsî heye

zeyneb_celaliyan

17:11 10-03-14

Xelîl Behramiyan parêzerê Zeynep Celaliyan çalaka siyasiya kurd, ku cezayê dardakirinê lêhatiye birin, ragihand ku egera destdirêjiya cinsî li himberî muwekîla wî heye û bicîanîna cezayê wê yê dardakirinê di rojevê de ye.

Zeynep Celaliyan, zêdeyî mehekê ye, ji aliyê hêzên rejîmê ve bê ti sedem û sebeb ji girtîxaneyê ji beşa jinan ji bo ciyekî nediyar hatiye veguhestin. Piştî şopandina parêzera wê, û di encama hewldana çalakên mafê mirovan de heta niha jî, ti agahdariyek di derbarê çarenûsa wê de nehate zanîn.

Parêzer Behremiyan, do di hevpeyvînekê de, digel malpera Rûz, ragihandiye, dema ez fêrbûm ku ti parêzeran dosyaya Zeyneb Celaliyan negirtin, ez yekser ketim nava tevgerê min serî li cîgirê dozgeriya bajarê Kirmanşa da, û min doza hevdîtinê digel Zeynep Celaliyan kir. Behramiyan ragihand, piştî serdana girtîgeha dîzilava ji min re hate gotin, ku ev girtîgeha mêran e, û girtiyeke jin tenê jî li vê girtîgehê nayê girtin. Û pêwist e ku serdana girtîgeha jinan a ku li ser rêya di navbera bajarên Kirmanşah û Sine ye bikim. Dema min serdana wî cîhî kir, ji min re gotin, ku ev nêzîkî mehekê ye, ku Zeynep ji wir jî veguhestine ciyekî din ê nediyar.
Dema min pirsa sedema vê veguhestinê kir, wan ti bersivek nedane min.

Behramiyan di derbarê rewşa Zeynep a dawî û ciyê destbiserbûna wê de destnîşankir ku hemû hewldanên wî bê encam mane û niha Zeynep Celaliyan mehek e ku winda ye. Ev jî bûye sedama tirsa me. Behremiyan her wiha got: Helbet ew metirsiya me ji ber wê tecrûbeya zindanên Tewhît û di vê dawiyê de girtîxaneya Kehrîzeg li Tahran zêdetir bûye. Ji ber ku Zeynep Keçeke ciwan e, û îhtîmala destdirêjiya cinsî li beramberî wê heye û hê pişt re jî ew ê cezayê wê yê dardakirinê bînin cî.

Hêjayî gotinê ye ku di van salên dawî de girtiyên keç ên siyasî ku cezayê dardakirinê li wan hatibû birîn, berî bicîhanîna cezayê wan, destdirêjiya cinsî li hemberî wan hatiye kirin û pişt re keç li yek ji karbidestê rejîm têne mehrkirin, hê pişt re wan li sêdarê didan. Paxav û tirsa me ew e ku ev yasa li hemberî girtiya Kurd Zeynep Celaliyan bê bicîanîn û îhtimala vê bûyera dijmirovî kiriye ku malbata wê têkeve nava fikar û tirsan.

Ocalan: Divê Kurd Kongreya Neteweyî û xeta xwe ya hevbeş ya parastinê avabikin

ocalan

17:15 10-03-14

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya beriya Newrozê de banga avakirina Kongreyeke Neteweyî, pêkanîna xetek hevbeş ya parastinê kir û hişyarî da ku talûkeya êrîşek dawî heye û got: Dikarin hewlbidin ku komkujiyên deh caran ji Helebçê mezintir jî pêk bînin.

Ocalan destnîşan kir ku partiyên çep dikarin di bin banekî de jî bibin yek û got:
"Heger ev yek pêk were, benda ji sedî dehan bi asanî dikare bê derbas kirin û hêzek gelek xurt dikare derkeve holê. Û ev yek wê wekî lehiyê, hemû yasa, sazî û kirinên nedemokratîk li ber xwe bibe û paqij bike."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya heftane de buyerên dawî yên li Tirkiyê, Îran, Sûriye, Kurdistan û Ewropayê rûdan jî nirxandin.

Ocalan xemgîniya xwe ya di biwara erdheja Elezîzê de jî anî zimên û sersaxî li malbatên kesên di buerê de jiyana xwe ji dest dane kir.

"Divê êdî zimanê sosyalîzma reel neyê bikaranîn"

Rêberê gelê Kurd Ocalan di derbarê hewldanên sazbûnên nû yên aliyê çepgir li Tirkiyê de jî tesbît û nirxandinên girrîng kirin û got ku divê zimanê klasîk yê sosyalîzma reel êdî bê bicîhiştin.

Ocalan bal kişand ser avabûna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê û di vê derbarê de weha got:
"Xuyaye di eniya çep ya Tirkiyê de pêşketina herî berbiçav ya demên dawî avabûna vê partiya nû ye. Di rewşa heyî de, ew dikarin incex ji sedî 1-2`yên dengan bigrin, lê heger baş kar bikin û îtîfaqan pêkbînin ew dikarin bêhtir jî bidestbixin. Divê kesên ku di eniya çep de cîh digrin, yekîtiyek berfirehtir pêkbînin û bikaranîna zimanê sosyalîzma reel, ku tê zanîn êdî derbaskirin û xwe nû bikin."

Ocalan her weha anî zimên ku divê çepgir, li dor xalên xwe yên hevbeş werin cem hev û got:
"Hemû derdorên sosyaldemokrat divê piştrastbin ku em ne cûdaxwaz in û em ji dil in. Em giringiyek mezin didin hevkarî û yekîtiya demokratîk ya gelan. Lewra, em jiyana bi hevre ya li ser esasê welatê demokratîk, neteweya demokratîk, komara demokratîk û destûra bingehîn ya demokratîk diparêzin û dixwazin. Ev jî ji Tirkiyeyê re tişta herî girîng û pêwîst e."

"Benda ji sedî deh ya hilbijartinan, di rastiyê de benda li hember demokrasiyê ye"

Ocalan dubare li ser giringiya yekîtiya partiyên demokratîk ya di bin banekî de rawestiya û weha got:

" BDP jî di vê cidî nêzîkî van xebatan bibe. Heger ev yekîtî pêk were, dê benda ji sedî deh bi asanî bê derbas kirin. Hêzeke wekî lehiyê xurt derkeve holê ku hemî yasa, sazî û kiryarên antîdemokratîk jî bide ber xwe û paqij bike. Ez bawer dikim ku ji bo pêkhatina vê yekîtiya xurt jî zemînê guncav heye."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ji ber ku bi kêrî wê tê, AKP naxwaze benda hilbijartinan rake û ev jî rûyê AKP`ê yê antîdemokratîk derdixe holê.

Ocalan di vê biwarê de weha berdewam kir:
"Benda hilbijartinan ku di rastiyê de, benda li hember demokrasiyê ye, daxwaza sermayeya global e jî. Û ji ber ku AKP siyasetên van derdoran birêve dibe jî zû bi zû ber bi guhertina wê jî nayên."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtian vê hefteyê de jî bal kişand ser pêşniyaza AKP`ê ya, ji bilî parlementeriya parêzgehî, sîstema "parlementeriya di asta seranserî welêt de" jî û got:
"Ev polîtîkayek xapandinê ya ji bo tasfîyeyê ye. BDP ji xwe li hember vê derdikeve û daxwazên xwe jî eşkere kirin. BDP dikare wergere projeyeke aştiyê."

"Ez ne li dijî marksîzmê me, rexneyên min çêker in"

Rêberê gelê kurd di berdewama daxuyaniya xwe de diyarkir ku ew ne li himberî marksîzmê ye û silav li Sevîm Bellî û Mîhrî Bellî kir. Ez hêvî dikim, di demeke kurt de tenduristiya wî baş bibe. Îdeala wan îdeala me ye û em ê hertim vê îdeala bidin jiyandin. Dîtinên min ên di derbarê komunalîzma demokratîk de tên zanîn. Ew rexneya min a li Marksîzmê divê baş bê fêmkirin. Ez ne li himberî Marksîzmê me, bi tenê rexneyên çêker dikim. Marks jî di dema ciwaniya xwe de li ser komunalîzmê xwedî raman bû. Wî tesîr ji komuna Parîsê wergirtibû, di nûciwaniya xwe de hindek raman li ser meseleya Komunalîzmê pêşxistibû. Axaftinek kiribû li ser esasê ku dikare li derdora komunalîzma demokratîk bi hezaran ciwan bêne birêxistin.

"Ji kesên cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn re sebirê dixwazim"

Hêjayî gotinê ye ku rêberê gelê kurd di berdewama daxuyaniya xwe de li ser hilbijartinên li Iraq, dardakirinên li Îranê û pêşketinên li Suriyeyê rawestiya û wiha got: Di hilbijartinên Iraqê de cudahiyeke giring ku derkete pêş tevgera Goran e. Ji aliyê zîhniyetê, feodaliyê û ji bo guhertina avahiya eşîrtî hindik be jî ji yên din cudatir e. Li Îranê jî yên ku ji ber siyasetê cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn û hê jî li bendene hene. Ez ji wan re sebirê dixwazim. Pêwist e xwe bigirin. Di nava hevalên li Îranê girtîne ne de hevalek bi navê Zeynep Celaliyan jî heye. Ez silavên xwe yên taybet ji wê re dişînim. Ji ber tevkujîya Qamişlo ez careke din sersaxiyê ji gelê me yê Başûrê Rojava re dixwazim. Pêwist e rêxistinbûyina xwe xurtir bikin.

"Divê konferansa neteweyî bicive"

Rêberê gelê kurd bi nêzîkbûna Newrozê re peyamek da. Ocalan wiha got: Bi wesîleya nêzîkbûna Newrozê re banga min ji bo hemû gelê me, ji hemû gelê me yê ku li Suriyeyê, li Îran, li Iraq û li ewrûpayê dijîn re ev e; Wek ku min berê jî di parastinnameyên xwe de diyar kiribû, dikare di çarçoveya pênc prensîb û çar pêşniyarên praktîkî de konferansa neteweyî bicive, kongireyeke neteweyî divê bê avakirin. Ev kongre divê ji bo hemû kurdan polîtîkaya hevbeş diyar bike. Xetên parastina hevbeş bêne hûnandin û hêzên parastinê bêne hevbeşkirin. Xetera êrîşeke beramberî gelê kurd herdem heye. Tê zanîn Emerîka ji Iraqê vedikişe. Dewletên Ereban dikarin wê avahiya federala kurdan a li Başûr bifetisînin. Divê haya van jî ji vê xeterê hebe û pê zanibin.

"Talûkeya pêkhatina komukijyên 10 caran ji Helebçê mezintir heye"

Ocalan hişyarî da ku hewldanên pêkanîna komkujiyên mezin dikare di rojevê de bin û xwest ku Barzanî û Talebanî di cidîyeta rewşê de bin.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê derbarê de weha got:

"Talûkeya hêrîşeke dawî ya herî mezin heye. Ez hişyar dikim. Dikarin hewlbidin ku komkujiyên deh caran ji Helebçê mezintir jî pêk bînin û hewl bidin ku sazîbûna Kurd ya Federal ji holê rakin. Barzanî û Talebanî divê di cidîyeta rewşê de bin."

"Divê Kurd Kongreyek Neteweyî, meclis û hêzên xwe yên parastinê bikin yek "

Ocalan li hember êrîşan xwest ku Kurd xwe bikin yek û weha got:

"Ji bo ku Kurd jî nekevin rewşa gelên Ermenî û Rûm, divê yekîtiya xwe avabikin. Wekî gava yekê, kongreyek netewî û mecliseke netewî ya havbeş bê avakirin û wekî gava duyem jî, divê Kurd, li hember talûkeyên heyî hêzên xwe yên parastinê bixin yek."

Wekî gava sisiyan jî Ocalan got ku divê Kurd organeke rêvebir ya neteweyî, ya bi şêwaza Rêxistina Rizgariya Filistîn ava bikin.

"Min ji bo çareseriyê, ji PKK û dewletê re name şiyandin"

Ocalan di hevdîtina xwe de careke din bibîr anî ku ew alîgirên çareseriya demokratîk û aştiyane ne ûp bal kişand ser nameyên ku wî di vê biwarê de ji dewlet û PKK`ê re şiyandine.

Ocalan got:
"Tevî wê ku hemû hewldanên me yên di vê derbarê de berdewam jî dikin, lê çareserî pêş nakeve. Ez vekirî dibêjim; min ji bo çareseriyê, hem ji PKK`ê û hem jî ji dewletê re mektûb şiyandin. Ez li benda bersivên wan im. Ka em dê bibînin çi bersiv tên."

"Operasyonên li Ewropayê, berdewamiya armancên tasfiyê ne"

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan operasyonên li Ewropa yên li hember Kurdan birêve diçin jî nirxandin û got, operasyonên li Ewropayê, berdewamiya armancên tasfiyeyê ne.

Ocalan di vê derbarê de ev tesbît kirin:
"Operasyonên li Ewropayê, berdewamiya hewldanên tesfiyeyê yên li Tirkiyê ne û li pişt wan Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê hene. Siyaseta Ingilîz û Amerîkiyan e û navenda wê London e. Li paş AKP`ê siyaseta Anglo-Sakson heye. Xeta CHP û MHP`ê faşîzma Tirkîtiya sipî ye û dîtina wan ya li pirsgirêka Kurd li ser esasê înkar û ji holê rakirinê ye. Lê ya ku AKP jî dike, faşîzma kesk ya Tirkîtiyê ye. Xeta Tirkîtiya sipî ya CHP û MHP`ê, xwe dispêre xeta Îttîhat Terakî ku heta salên 1906an diçe û li paş wê, faşîzma Elman heye. Zihnîyeta li ser Enver Paşa û gelek yên wekî wî bi bandor, ev zinnîyet bû û heta bi avabûna Komarê jî berdewam kir."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê ve girêdayî behsa pejirandina komkujiya Ermeniyan ji aliyê Swêdê ve jî kir û bal kişand ser nerezayetiyên Denîz Baykal yên li hember biryarê.

Ocalan weh aberdewam kir:
"Baykal biryar wekî êrîşeke li hember komarê nirxand. Ev nîşana wê ye ku Baykal, nûnertiya zihnîyeta îttîhat terakî ku xwe dispêre sazîbûna li ser esasê desthilatdariyê. Mistefa Kemal, bi avabûna Komarê re hewl da hinekî serbixwe bimîne lê piştre, Ingilîzan piştgiriya îtthatçiyan kirin. Wekî tê zanîn, bi vî awayî, bi riya kadroyên Îtthatçî yên wekî Îsmet Paşa û Fewzî Çakmak, dor li Mustafa Kemal girtin û ew bê bandor kirin. Hetta, mirina Mustafa Kemal jî bi guman e. Niha tişta xuya dike ewe ku, DYA û Ingilîstanê desteka xwe ya bi van Îttîhatçiyan re kişandine û li ciyê wan, ew alîkariya AKP`ê dikin. Polîtîkayên Îslama nerm jî ev in.

"Ya AKP dike, faşîzma turkîtiya kesk e"

Rêberê gelê kurd wiha berdewam kir: Polîtîkaya ku AKP pêktîne, ji ber vê sedemê faşîzma Turkîtiya kesk e û got: Ev ji çareseriyê zêdetir; wek ku çareser dikin xwe didin xuyakirin lê tevna tasfiyekirinê dirêsin. Ji ber vê ev polîtîka pir bi xeter e. Ev polîtîkaya Ingilîzan e. Kokên vê heta sala 1550 kûr dadikeve. Ingilîzan bi vê polîtîkayê mudaxeleyî Ispanyayê kirin, pêşî Portekîz jê qutkirin. Rewşa Baskiyan encama vê ye. Wan bi bikaranîna Prusyayê împaratoriya Avusturya û Macarîstanê lewaz kirin û dûre jî hilweşandin. Dîsa împaratoriya Osmaniyan bi van polîtîkayan hate belavkirin. Ha wek ku li Qibrisê, li Ermenistanê, li Yewnanistanê kirin wan bi avakirina Qibriseke biçûk, bi avakirina Yewnanistaneke biçûk, bi avakirina Ermenistaneke biçûk ev gel bi xwe ve girêdan. Polîtîkayeke ku dişibe vê li ser kurdan jî diceribînin.

Bi avakirina dewlet-netewek kurd a biçûk li Başûrê Kurdistanê, hemû kurdan bi wê ve girêbidin û bi rêya ji wir kontrolkirina wan, dixwazin wan têxin xizmeta polîtîkayên xwe.

Dixwazin vê li Amedê jî pêş bixin. Ji bo vê jî, ew dixwazin tevgera azadîxwaz a ku rawestaneke wê ya serbixwe heye û nûnertiya kurdê xwedî îradeya azad dike, tasfiye bikin. AKP dixwaze bi destê wan kurdên xistiye nava xwe, vê bike. Esas ew projeya bi navê vebûn, praktîzekirina van polîtîkayan e. Sermayeya gilobal ev rol daye AKPê. Mebest ji polîtîkaya desthilatdariya cîhanî ya salên 30î, li Turkiyeyê afirandina çîneke burjuvazî ya alîgirê CHP bû.

Em bêjin Vehbî Koç: bi saya van polîtîkayan ji dukkaneke biçûk bû xwediyê Huldîngiyeke Globalî. Di şert û mercên asayî de, ma tiştek wisa pêkan û destdêr e? Ev hemû wek pêwistiyên wan polîtîkayan cîhanî hatine pêkanîn.

"Xebata afirandina çîneke alîgirê AKP"

Niha hewldan ji bo afirandina çîneke alîgirê AKP heye, Ocalan got; ji vê re sermayeya kesk tê gotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: Bi heman awayî dixwazin bi destê AKPê çîneke burjuwa Kurd a hevkar bi afirînin. Ji xwe ev kar li Başûr hema bêje hatiye çareserkirin. Heman vê polîtîkayê dixwazin derbasî Amedê jî bikin. Lê dema em bêjin hemû AKP wisa ye dikare şeş be, dikare di nava wê de demokratên jidil, yên alîgirê çareseriyê jî hebin. Ji bo Erdoxan gotina tiştekî zelal û sedîsed zehmet e.

Di derbarê wî de hinek pirsnîşanê min hene. Gelo birastî çareseriyê dixwaze lê hêza wî nagihîje vê! Ez vê nizanim, dikare hêza wî negihêjiyê. Ev ji bo min pirsnîşan e. Bûyera Ozal heye. Ozal birastî jî jidil bû, Zarokê Anatoliyayê bû. Wî hinek xwest derkeve derveyî vê polîtîkaya Ingilîz-DYEyê. Birastî jî aştî dixwest, ji ber vê yekê wan Ozal ji holê rakirin, têkbirin. Ecevît jî hinek wisa bû, ji loma ew jî felc kirin, ew tasfiye kirin. Ez jî ji aliyê CIA û MOSSADê ve radestî turkiyeyê hatim kirin. Divê mirov baş di van hemûyan bigihîje, fêm bike. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin desteserkirin. AKP siyaseta demokratîk tasfiye kir, ew wan kesan derdixin pêş ên ku xizmetê ji têgeheştina wan a siyasî re dikin.

Ji ber ku ew ji siyaseta demokratîk ditirsin van siyasetên wisa pêktînin. Akademiyên siyasî giring e. Ji bo siyaseta demokratîk pêwist e. Ew di ferqiyeta giringiya siyaseta demokratîk de ne, ji loma jî, ew dixwazin bi vî awayî têkevin pêşiya kurdan û pêşiya wan bigirin. Niqaşa guhertina qanûnê ya girêdayî zarokan heye, dadgehkirina zarokan, têfikirandin ji çarçoveya kanûna terorê bêderxistin. Ev niqaş jî negavên berbi çareseriyê de ne.

"Ez silavê li gelê me yê li Îzmîrê dikim"

Rêberê gelê kurd di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: Ji girtîgehan name tên. Nameyên ku baş hatine nivîsandin hene. Ez hemû hevalên di zindanan de silav dikim û bi taybetî jî ez silavê xwe ji gelê me yê li Îzmîrê re dişînim. Dîsa silavên min ên taybet li hevalên jin hene, û di xebata wan de serkeftinê dixwazim. Herwiha ez silavan li belavkarên rojnameya Gunlikê dikim, silavê li hemû xebatkarê wê dikim.

Tê xwestin ku roja kîmyabaranê bibe betlana fermî

halebce_

17:08 10-03-14

Komeleya Qurbaniyên Helebçe xwestin ku hem parlemena Kurdistan û hem jî ya Bexdayê roja komkujiya Helebçe 16ê Adarê wekî rojek fermî îlan bikin.

Cîgirê Serokê Komeleya Qurnabiyên Helebçeyê Aras `Ebîd nerazeyetî nîşan da ku çawa salroja damezrandina sipayê Îraqê dibe roja fermî lê ne roja pêkhatina kîmyabarana Helebçe?

Hêjayî gotinl ye, tevî ku hem Parlemena Îraqê û hem jî Dadgeha Bilind Sûcan ya Îraqê karesata kîmyabarana Helebçe wekî komkujî û jenosayd qejirandine jî, lê hîna ev roj ne ji aliyê parlemena navendî ya Îraqê û ne jî ji aliyê Parlemena Herêma Kurdistanê ve wekî rojeke fermî ne hatiye pejirandin.

Beriya Newrozê terora girtinê dest pê kir

polis_girtin

17:03 10-03-14

Her ku Newroz nêzîk dibe, dewlet û rayedarên wê jî dikevin nava tirsê û ji bo rê li pîrozbahiyên Newrozê bigrin dest bi binçavkirina gel kirin.

Ji 9 kesên ku li Navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin binçavkirin 8 ji wan bi îdîaya ku "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin û di serdegirtina malan de li Mersînê jî kesek hate binçavkirin.

Li Şirnex û navçeyên wê jî di serdagirtinên malan ên hevdem de bi îdîaya ku "Di Newrozê de îhtîmala sûc bikin heye" 16 kes hatin binçavkirin.

Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê, 9 kes bi îdîaya ku "beriya Newrozê dê çalakiyan pêk bînin" hatibûn binçavkirin, şandibûn Dadgeriya Nobedar a Cezayên Giran a Wanê.

Piştî jêpirsînê 8 kes bi sûcdariya, "Li ser navê rêxistinê sûc kirine" û "Propagandaya rêxistinê" kirine hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye ku dadger her weha biryara veşartî di derbarê dozê de daye.

Beriya Newrozê di nava 6 rojan de 5 je zarok, bi giştî 13 kes hatin girtin.

Li taxa Temîrtaş ya Torolslara Mersînê jî doh polîs avête ser malekê û di encamê de endamê OZYURT-DER`ê Talat Aydin binçav kirin ku sedema wê nehat zanîn.

'Di Newrozê de îhtîmala sûc bike'

Ciyekî din ku terora girtinê ya beriya Newrozê lê destpêkir Şirnex e.
Polîsan serê sibê li Şirnex û navçeyên wê Cizîra Bohta, Silopya û Elkê bi ser gelek malan de girtin û 16 kes desteserkirin.

Hate zanîn ku di lêgerîna demdirêj a li malan pêk hat de alavên di malan hatine belavkirin û texrîb kirin û di encamê de li Şirnexê kesek ku navê wî nehate zanîn, li Cizîrê Sînan Kadak, Cuneyt Înan, Celal Alar, Nîhat Dogan, Abdurrahîm Dalmiş û Alî Şahîn, li Silopyayê jî Endamê MEYA-DER'ê Ramazan Tugurlu, Endamê Meclîsa Şaredariyê A. Abdullazîz Tanrikulu û 3 kesên navên wan nehatin zanîn, li Elkê jî Ziya Ataman, Casîm Guven, Sabrî Abî û Nasfettîn Aşan hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin bi hinceta ku berê ew beşdarî meşan bûne û "Îhtîmala ku di Newrozê de sûc bikin heye" hatine binçavkirin.Hate zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de zarok jî hene. Li aliyê din hate zanîn ku di dema binçavkirinên li Elkê de welatî rastî lêdanê hatine. Hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birine Şirnexê.

BDP bê navber Kongreyên xwe yên bajaran li dardixe

Barış ve Demokrasi Partisi (BDP)

16:58 10-03-14

BDP'ê li Manîsa, Riha, Mêrsîn, Dêrsim, Colemêg û Îdirê kongreyên bajaran pêk anîn

Di kongreyan de êrîşên li dijî kurdan hate şermezarkirin û hate xwestin ku ji bo çareseriyê, kurd muhatab bên girtin.

Rêxistina BDP'ê ya Manisa li Salona Çandê ya Şaredariyê 1'emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş û endamên MYK'ê yên BDP'ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn.
Di kongreyê de Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş axaftinek kir û hewldanên AKP'ê yên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de rexne kir. Di kongreyê de Kerem Taylan bû Serokê Rêxistina BDP'ê ya Manisayê.

Rêxistina BDP'ê ya Rihayê jî 1'emîn kongreya xwe li salona Şehîtlîk Çamlikê bi beşdariya hezaran kesî pêk anî. Di kongreyê de parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, endam û rêveberên BDP'ê, endam û aktîvistên DOKH'ê û nûnerên saziyên sivîl amade bûn.
Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Di kongreyê de ji bo Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan Adile Fîdan hatin hilbijartin.

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê kongreya xwe li Salona Sporê ya Colemêrgê pêk anî. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, şaredarên navçe û Colemêrgê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û endamên koma aştiyê beşdari kongereyê bûn.

Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê jî li Salona Dawetê kongreya xwe pêk anî. Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak, Alîkarê Hevserokê BDP'ê Demîr Çelîk, endamên PM'ê, endamên DOKH'ê gelek saziyên sivîl ên civakî tevlî kongereyê bûn.

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê jî kongreya xwe li Salona Konferansê ya Şaredariyê pêk anî. Parlementerê BDP'ê Şerafettin Halis, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahin, Endamê PM'ya BTP'ê Dundar Ercan, nûnerên partiyên siyasî, komeleyên elewî û çepgir û gelek kes beşdarî konferansê bûn.
Di hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hatî de Murat Bolat û Amber Kurdgozu ji bo hevserokatiya bajar hatin hilbijartin.

Rêxistina BDP'ê ya Îdirê jî li Salona Dahwetê ya Baho, 1'emîn Kongreya Asayî ya xwe pêk anî. Parlementera Îdirê Pervîn Buldan, Wekîlê Şaredar Huseyîn Malk, şaredarên Bazîd, Dîgor û Halfeliyê û nûnerên saziyên civakî başdar bûn. Piştî axaftina di hilbijartinê de Salih Tikiz bu serokê bajar.

Saturday, March 13, 2010

Rejîma Îranê li hember tevgera Kurd û serokê PJAK`ê mizgeft xistin dewrê

terora_dewleta_irane

10-03-13

Melayên rejîma Îranê di bin navê Îslemiyetê de tohmeta ku wan li hember gelê kurd kirine dubare kirin.

Pişti girtin û azadkirina serokê PJAKê Hacî Ehmedî doh gelek pêşnimêjên înê li mizgeftan bahsa girtina serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Hacî Ehmedî kirin.

iran_teror

Lê kesek ji van meleyan cesaret nekir bahsa sucên ku wan li hemberî gelê kurd kirine bikin.

Îmamê bi navê, Îmamêyê Kaşanî, di pêşnimêja Tehranê de doh di dema xutbeyê de got ku Serokê PJAKê Hacî Ehmedî terorist e. Di berdewamiya axaftina xwe de got: Dewleta Alman ew azad kir ji ber ku ew li dij komara Îslamî tekoşîn dike. Wekî din got ku; tevgera Kurd tevgereke terorîst e.

Di heman demê de Yusif Tebatebayî pêşnimêjê bajarê Esfahanê, girtin û azadkirina Hacî Ehmedî wek senaryo û övekê bi nav kir.

iran_teror_2

Ehmed Elemol Xoda pêşnimêjê bajarê Meşhedê jî bal kişand ser xwepêşandana alîgirên rejîmê yê li ber sefareta Alman ya li Tehranê û got: Dewleta xwînxwar ya Alman Hacî Ehmedî azadkir lê me wek terorîst binavdikin.

Li bajarê Kirmanşanê jî pêşnimêjê bi navê Mehdî Erebpûr, di wa`aza roja înê de got ku Hacî Ehmedî û tevgera kurd herdu jî terorîst in.

Pêşnimêjên gelek bajarên din yên Îranê yên wek Poldoxter, Nayîn, Astara, Ciroft, Damxan, Şuşter, Bûşer, Erdestan û Taliş li ser vê babetê sekinîn û tevgera azadiya gelê kurd wek terorîst bi nav kirin.


Divê neyê jibîrkirin ku, herçiqas li gelek bajarên Îranê meleyan li dij serokê PJAKê Hacî Ehmedî waz dabin jî, li piraniya bajarên Kurdistanê pêşnimêjan ji tirsa serhildana Kurdistaniyan li mizgeftan li ser vê babetê nesekinîn.

Li aliyekî din Elî Ekber Welayetî şêwirmendê Xamaneyî di pirsên siyaseta derve de li ser girtina serokê PJAKê Hacî Ehmedî got; avrûyê siyasetvanên Almanyayê li cihanê çû.
Wîlayetî herweha got; Ev nîşana vê yekê ye ku dewleta Alman ne serbixwe lê tenê bi destûra Amerîka tevdigere.


Ev gotinên şêwirmendê Xamaneyî di wextek weha de têe gotin ku wezareta Xezineya Amerîkayê sala derbasbuyî hemû dehatên PJAKê blokekirin.

Ev daxuyaniyên desthilatdarên rejîma Îranê di demek weha de tên kirin ku hemû cîhan Rejîma Îranê bi kirinên terorîstî tewanbar dikin.

Ji bo Celaliyan li Norwêcê çalakiya komkirina îmzeyan

celaylan2


10-03-13
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku bi cezayê îdamê re rûbirû ye û di girtîgeha Kirmaşanê de dihate ragirtin, ev meheke ji aliyê hêzên Îtla`atê ve ji bo ciyekî nediyar hatiye veguhestin û fikar hene ku dardekirina wê di rojevê de be.

Piştî ku parêzerê Celaliyan, Xelîl Behramiyan di vê derbarê de agahî dan raya giştî, Kurdistaniyan zor dan çalakiyên xwe yên piştgiriyê.

Komîteya Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Komîteya PJAK`ê yên welatê Norwêcê jî, ji bo ku bala raya giştî bikişînin ser rewşa Zeyneb Celaliyan, Şîrîn Elemhulu û girtiyên din yê Kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ku bi cezayê îdamê re rûbirû ne, li ber parlemena Norwêcê çalakiyeke îmze komkirinê dane destpêkirin.

Çalakiya Kurdistaniyan wê her roja şemiyê di navbera saet yek û nîvê paş nîvro û şeş ê êvarê de birêve biçe.

Friday, March 12, 2010

Êşkenceya li hember Ocalan li DMME ye

dmme_

Binpêkirinên mafan û êşkenceyên li Îmraliyê li Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropayê ne.

Meha Cotmeha 2008ê li girtîgeha Îmraliyê, personelê girtîgehê li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mudaxeleya fîzîkî pêk anîbûn û lê bêrêzî kiribûn.

Li ser vê yekê parêzerên Ocalan li ser vê û bi awayekî giştî di derbarê birêveçûna dadgeh û pêkanînên paş wê yên li Îmraliyê de serî li Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropayê dan.

Di serlêdanê de hate gotin ku di mijara Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Tirkiyê mafê dadgehkirina bêalî, misogerkirina jiyanê binpêkirine û her weha cudakarî û eşkence kirine.

Di serlêdana ku ji aliyê parêzerên Ocalan Îrfan Dundar, Hatice Korkut, Emran Emekçi, Îbrahim Bilmez, Omer Guneş, Cengiz Çiçek û Faik Ozgur Erol ve hate kirin de ev binpêkirinên mafan hatine rêzkirin:
" Ocalan ji roja 16 ê Sibata 1999ê, ji roja ku ew anîne Tirkiyê heta bi 17ê Mijdara 2009ê di hucreyeke 13 metre çarçik de hate ragirtin, 22 heta 23 saetên rojê di vê hucreya yek tebeq û bê tuwalet û serşok de derbaskirine. Bêhtirê rojan tenê saetekê derxistine ciyê hewastendinê ku tenê ji 45 metre çarçikan pêk dihat û 4 aliyên wê bi dîwaran girtî û bi têlên rêsayî pêçayî bû.

Di serlêdanê de her weha bal hatiye kişandin ser binpêkirinên mafan yên di dema hevdîtinan de jî.

Di vê biwarê de hatiye gotin ku, Ocalan tenê dikariye hevdîtina bi xizmên xwe re ji paş camekanekê pêk bîne û hemû hevdîtinên wî yên bi parêzer û malbata wî re ji aliyê rayedaran ve hatine guhdarîkirin.

Ji bilî 50 roj cezayên ragirtina di hucreyê de yên sala 2008a, di serlêdana parêzeran de buyera 15 ê Cotmehê ya sala 2008ê ku di encama êrîşa li hember huceya wî de, li hember Ocalan mudaxeleya fîzîkî pêk hat û ji aliyê personelê girtîgehê ve bi mirinê hat tehdîtkitin jî heye.

Belavkirina fîlmek li dijî Tevgera Azadiya Kurd

iran_teror

Rejîma Îran ji bo dijayetiya Tevgera Azadîxwaziya Kurd bike ji hemû alavên xwe sûd werdigire. Dezgehên propogandaya rejîma Îranê dest bi montaja hinek fîlm û wêneyan kirine, bi boneya bi awayekî xerab nîşandana Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd van fîlman di telefizyonên hundir û di kanalên satalîtî de belav dike.

Piştî desteserkirina Hecî Ehmedî serokê partiya jiyana Azad a Kurdistanê ji aliyê dewleta Alman, desthilatdarên Rejîmê piştgiriya xwe ji bo vê kirina welatê ewrûpayê diyarkirin û daxwaza radestkirina Hecî Ehmedî ji bo Îranê kir.
Elî Larîcanî serokê meclîsa Îran di vê derbarê de ragihand: Hewldana radestkirina Hecî Ehmedî ji bo Îranê bi awayekî dîplomatîk destpêkiriye. Lê hema di heman rojê de serokê PJAK Hecî Ehmedî serbest hate berdan û di daxuyaniyekê de got: Girêdana girtina min bi dozeke ku berê li himberî min hatibû vekirin re hebû û ji xwe ew doz li berjewendiyê min biencam bibû.

Di vir de durûtiya berpirsiyarên rejîmê bi awayekî zelal diyar bû, serê sibeha wê rojê wan pestê dewletaên ewrûpa dida, lê hema piştî azadbûna Hecî Ehmedî bi çend seatan wan axaftina xwe guherîn û Ramîn Mîhmanperest berdevkê wezareta derve ya Îranê, girtina serokê PJAK Hecî Ehmedî wek leyistika dewleta Elmanya binav kir û hema roja dîtir jî, meclîsa rejîma Îranê gazî balyozê Alman ê li Tahranê kir da ku serwextîkê di derbarê azadkirina serokê PJAKê de bide.

Di vê girêdanê de ragihandina navxweyî ya rejîma Îran dest bi montajkirina çend wêne û dîmenan kiriye, bi armanca danasîna Tevgera Azadîxwaziya gelê kurd wek Terorîst.

Di demeke ku rejîma Îranê ya îslamî li hemû aliyên kurdistanê bi dehan çalakên siyasî û welatparêzên kurd teror kirine ji ber ku ew li dijî sîstema çewisêner û zordar a Îranê derketibûn, îran filmên wisa amade dike û behsa van kirinên xwe yên dijmirovahiyê nake.

Di raporta telefiziyonan de hinek dîmenên telefizyonên navdewletî hatine bikaranîn bi mebesta nîşandana Partiya Azad a Kurdistan û hinek partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê wek terorîst. Hinek kes di van fîlman de hinek kesên ku ti eleqeya wan bi PJAkê re tunene wek ku ew endamên wê bin têne nîşandan.