Friday, March 19, 2010

Ocalan:Piştî Newrozê pêvajoyeke nû dest pê dike û talûkeya heyî jî mezin e

ocalan

10-03-19

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku piştî Newrozê wê pêvajoyeke nû dest pê dike û got, talûke mezin e û êrîşa li hember RojTV jî, wekî biryara NATO'yê nirxand.

Ocalan anî zimên ku ev biryar, amadekariya ji bo tinekirinê ye û hişyarî da ku qirkirina siyasî dikare veguhere ya fîzîkî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser lîstikên Îngilistan, Emerîka û NATO'yê.

Ocalan anî ziman ku wê karibin wî jî hedef bigirin û weha axivî:

"Ez sibe dikarim bimirim, ya rast dikarin min bikujin. Yên ez anîme vir, xwedî hêza kuştina min in jî. Wekî mînak dikarin derman bixin nava xwarinê, dibe ku dikin jî. Ev ne tiştek zehmet e, ji bo tiştekî wiha hêza wan heye. Ji bo vê, hêza CIA jî heye. Dema ez radestî Tirkiyê kirim, peymanek pêk anîbûn. Gotibûn wî yekser nekujin. Yanî dikarin, lê belê ne yekser."

Ocalan destnîşan kir ku piştî Newrozê pêvajoyeke nû destpê dike û talûkeyeke mezin heye.

Ocalan di vê biwarê de ev hişyarî dan:

"Dixwazin kurd û tirkan bixin pêsîra hev. Lîstik hene. Lê belê kes vê bi awayekî zelal û cidî nabîne. Ez li vir xwe diçirînim. Ez nizanim, BDP'ê ev yek çiqas ferq kiriye. Ev lîstikeke Îngilistan, Emerîka û NATO'ye. Dixwazin bi derxistina şerê kurd û tirk, Tirkiyê zêdetir bi xwe ve girê bidin. Bi anîna min ya li vir, dixwestin tiştên li Baxdayê pêk anîne, li Tirkiyê jî pêk bînin. Lê belê min ev lîstik xera kir. Min pêşiya ji hev kuştina gelan girt. Ev çiqasî tê fêm kirin, nizanim. 11 salin ez ji vir diqîrim. Eger pirsgirêkê çareser nekin, tiştên ku ti kes texmîn nake, wê biqewimin. Gelê me, ne wekî keça 15 salî ya ku dikare were xapandin e. Gel hişyar bûye û wê neyê lîstikan."

Ocalan bi bîr xist ku kurdan di dema avakirina komarê de destek daye Mûstafa Kemal û dûre jî bal kişand ser rola siyaseta Ingilîz û anî zimên ku îngîlîzan, bi Konferansa Kahîreyê pêvajoya neçareseriyê ya îro daye destpêkirin û wiha got:

"Mûstafa Kemal neçar maye dev ji Mûsûl û Kerkukê, ku di nav sînorê Mîsak î Mîllî bûn berde û tawizan bide îngilîzan. Komar bi awayekî birîndar ava bûye. Bi trajediyeke wiha dest pê kiriye. Yên ku di sala 1920ê de nekarîne welêt bi dest bixin, ji sala 1926ê û pê ve û îro bi dest xistiye. Li hemberî vê, çareseriya demokratîk û hevkarî pêwist e. Hevkariya navbera kurd û tirkan ya sala 1920ê, divê îro jî di çarçoveya demokratîk de pêk bînin. Werin em li hemberî xetera Sewrê, Lozanê nû bikin. Nûkirina peymana Lozanê, tê wateya neteweya demokratîk, komara demokratîk û welatê demokratîk."

"Êrîşa li hember RojTv biryareke Nato ye û amadekariya êrîşeke ji bo tinekirinê ye"

Ocalan bi bîr xist ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê gelek xebat meşandine û yên ku di nav dewletê de dixwazin ji bo çareseriyê gavan bavêjin jî, hatine tesfiyekirin.

Ocalan anî zimên ku hukujmeta AKP'ê ji berpirsyariyê direve û got: "Ev zînniyeta tirk-suniye. Erdogan xwe vir de û wê de dike û gelek bi talûke dilîze."

Ocalan serdana Erdogan ya Londonê jî, şiband îcazeta Dogan Gureş ya sala 1993ê ku ji Londonê stendibû.

Rêberê gelê Kurd hişyarî da ku qirkirina çandî, dikare veguhere qirkirina fîzîkî û êrîşa li hemberî Roj Tv'ê jî, wekî biryareke NATO'yê nirxand û wiha dewam kir:

"Çiye wateya girtina Roj Tv'ê? Çiye wateya dewama benda ji sedî 10 ya hilbijartinan? Çiye wateya parlementeriya Tirkiyê?. Girtina RojTV, ne girtina kaneleke ji rêzê ye. Tansû Çîller jî di dema xwe de evqas êrîşî televîzyona kurd nedikir. Ev amadekariya ji bo tinekirinê ye. Qirkirina çandî dikare veguhere ya fîzîkî. Ez hişyar dikim. Ev biryareke NATO yê ye û dikarin RojTV bi temamî bigirin. Divê li devereke alternatîf, li derveyî bandora NATO'yê, ji xwe re li cihêkî bigerin. Girtinên li Ewrûpayê jî dikarin dewam bikin. Bi Heronan dikarin li kadroyên payebilind ên PKK'ê bixin, li vir jî dikarin min bikujin. Benda ji sedî 10 jî, ne pêkanîneke ji rêzêye. Ev qirkirineke siyasî ye. Bi vê dixwazin pêşiya îradeyekê bigirin. Sedema amadekariya Parlemena Tirkiyê jî, ev e. Dixwazin li parlemenê pêşiya avakirina komekê bigirin. Bêdengiya li hemberî girtinên demên dawî jî, bandor li min dike. Rûmeta min dişkîne. Çiye wateya van girtinan? Zarok, rêveber, şaredar kî tê ber wan, digirin!. Dixwazin bibêjin, em te digirin diavêjin hundur, dengê xwe dernexe. Ma tiştek wiha dibe? Ev zîhniyeta AKP'ye û gelek bi talûke ye."

"Ji bo di serdema nû de çareserî pêş bikeve, divê pêşî min bêvekirin"

Ocalan ji bo hewldanên çareseriyê bi pêş bikevin jî, hin bang kirin.
Ocalan bi bîr xist ku PKK li hemû parçeyan bi hêz bûye û got: 'PKK ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye. Ev berxwendan ne tenê ya kurdan, a gelan e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku serdemeke nû dest pê dike.

Ocalan anî ziman ku ew PKK'ê di 3 qonaxan de dinirxîne û wiha dewam kir:
"Qonaxa yekemîn, ji 1973'an heta 84'an e. Ya dûyemîn ji 1984'an heta 93'an e. Ya sêyemîn jî, ji 93'an heta roja me ya îro ye. Em ji 93'an heta niha, hewldanên ji bo çareseriyê, li hev kirin û diyalogê dimeşînin. Piştî Newrozê qonaxeke nû dikare dest pê bike. Di dîroka welatan de, qonaxên şoreşan hene. Di 1789'an de piştî şoreşa Fransa, qonaxa Napolyon, di 1917'an de piştî şoreşa Sovyetan, rewşa şerê hundur a di navbera 1918 û 1922'an de heye. Nizanim li Tirkiyê wê pêvajoyeke çareseriyê karibe pêş bikeve. Hinekî îhtîmala wê kêm xuya dike. Lê hindik be jî, hê hêviya min heye."

Ocalan pirsa, eger çareserî pêk neyê wê çi bibe pirsî, ji PKK û BDP'ê xwest ku biryarên xwe bi xwe bigirin û wiha dewam kir:

"Min rola xwe pêk dianî. Jixwe di şertên li vê derê de, tenduristiya min û rewşa min ya fîzîkî jî ne guncav e. Ez hikumxwarek im. Niha dijîm, lê wê sibe çi bibe, nayê zanîn. Dibe ku bimirim û bêm kuştin jî. Di binê vê çalê de, hêza fîzîka min ya berê jî, nema. Di van rewşan de, nikarim rêbertiyê bikim. Tiştekî bi vî rengî exlaqî jî nabînim. Ne exlaqê min û ne jî fîzîka min destûrê nadin tiştekî wisa. Ji bo PKK'ê jî, ji bo BDP'ê jî û ji bo kurdan tevan dibêjim. Bila bi xwe biryara xwe bidin. Ez texmîn dikim, PKK li her 4 parçeyan bi hêz bûye. Hêza xwe mezin kiriye. Ez hêvî dikim BDP pêvajoya aştiyê bi ser dixe. Bi qasî ku tenduristî û şertên min destûrê bidin, ez ê jî alîkariya aştiyê bikim."

Ocalan bi bîr xist ku wî berê jî ji bo çareseriyê ji rayedarên tirk re name şandibûn û anî ziman ku ew hê jî li benda bersivê ye.

Ocalan banga cidiyetê li rayedarên tirk kir û wiha got:

Ji bo di qonaxa nû de, hewldanên aştî û çareseriya demokratîk pêş bikevin, pêwist e pêşiya min vebe. Ji bo dewama hewldanên aştiyê, divê zarok û siyasetvanên girtî bên berdan û benda ji sedî 10 jî, dakeve ji sedî pêncan. Eger ev pêk bên, wê pêvajoya çareseriyê pêş bikeve û ez ê jî tiştên bikevin ser milê min bi cih bînim. Tevî ku pirsgirêkên ewqasî girîng û mezin hene, cidî nêz nabin. Ji bo Diyarbakirspor di lîgê de bimîne herkesî, Erdogan, Baykal û Bahçelî li hev kirine. Yanî eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, weke ku wê pirsgirêk çareser bibe, tevdigerin. Dixwazin Diyarbakirsporê jî, wekî alaveke tesfiyekirinê bi kar bînin. Hinek hene, wekî ku eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, wê rûmeta neteweyî ya kurdan rizgar bibe, tevdigerin. Yanî ewqasî ne cidî nêz dibin. Lewma tehlûke bi rastî jî gelek mezin e.

PKK hêza xwe pêş xist, ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye

Ocalan bang li Emerîkayê jî kir û wiha got:

"Emerîka, ji bo hevdîtinê tu lave ji Talîban dikî û li ber digerî. Lê belê tevî ku em bi dilxwazî dixwazin çekan berdin, bi me re hevdîtinê pêk naynî. Tu dibêjî 'ezê biqedînim û tesfiye bikim' û bi wê niyetê bi ser PKK'ê ve diçî".

Ocalan anî ziman ku gotina 'wê PKK sînoran biguherîne' ne rast e û got: "Ti hedefa me ya guhertina sînoran nîne. Em ne evîndarên çekan in jî. Em çekan wekî alavên xwe parastinê dibînin."

Ocalan wiha dewam kir:

"Eger çareserî pêş bikeve, wê çek bên danîn. Eger bi ser pisîkekê de jî biçî ew ê xwe biparêze. Eger hûn zextan li PKK'ê bikin, wê PKK xwe biparêze û şer bike. Ew ê êdî şerê gerîla pêş bixe, çalakiyên bajaran pêk bîne, nizanim ew ê çi bike lê belê ew ê bi her awayî xwe biparêze. Ez PKK'ê baş nas dikim. PKK naşibe El Qaîde. Dikare El Qaîde ji bêrîka xwe derxe. PKK hêza xwe pêş xistiye û mezin kiriye. Di PKK'ê de 3 nifş hene. Nifşa berê, navîn û nişfa nû. Hêz, tecrûbe û rêbertiya wê heye. Ji Silêmanî heta Behra Reş hêza wê ya gerîla heye. Ew ê li ber xwe bide. Ev berxwedan ne bi tenê ya PKK û kurdan e, ev berxwendana gelan e. Ew ê li ser navê Tirkiye û gelên Tirkiyê jî li ber xwe bide."

"Dikarin berê xwe bidin Kurdên Başûr, lewma divê konferansa neteweyî li hev kom bibe"

Ocalan di beşa dawî ya hevdîtinê de jî, anî zimên ku talûkeyên heyî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê derbas dibin û li hember van talûkeyan pêşniyara pêkanîna konferanseke neteweyî dûbare kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî zimên ku tespîta wî ya ji bo nûkirina peymana Lozanê, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye û got:

"Ez vê ji bo mafên kurdên Başûr jî, pêşniyar dikim. Emerîka vedikişe. Li hember kurdên Başûr êrîş dikarin pêk bên. Li Tirkiyê jî tehlûkeya şerê kurd û tirk heye. Li hemberî van, konferanseke neteweyî gelekî girîng e. Min nêrîn û pêşniyarên xwe berê anîbûn zimên. Ez 5 pîvan û 4 pêşniyarên pratîk careke din pêşniyar dikim. Konferans dikare di çarçoveya van pîvanan de pêk were."

Ocalan xwest ku hemû kes di derbarê mezinahiya talukê de bên agahdarkirin û got: "Eger gelê Tirkiyê jî were agahdarkirin, wê ji sedî 90'ê civakê tevlî pêvajoya çareseriyê bibe."

Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê, pêwistiya Partiya Sîwan dubare anî zimên û wiha berdewam kir:

"6-7 partî hene. EMEP, ODP û EDP hene. Eger pêwist bike, wekî sîwana sîwan, tevneke ku EDP jî di navê de, were avakirin. Heta, mirov dikare biçe serdana hemû demokratan."

Ocalan vê hefteyê jî tevgera çepgir rexne kir û got:
"Pêwistî bi pratîkê heye. Divê bi berpirsyariyê rabin. Divê bi awayekî leztir alternatîfekê biafirînin. Careke din dibêjim. Çawa Mûstafa Kemal bi kurdan re hevkarî pêk anî û bi ser ket, ez jî ketime nava lêgerîna hevkariya bi Tirkan re. Ez rola xwe mezin nakim, lê belê ya dixwazim bikim ev e. Lîstikên Îngilistan, Emerîka û NATO'yê jî ancax bi vî rengî dikarin bêencam bên hiştin."

"Zeynep Kinaci û Muslum Dogan rûmeta Meletiyê ne"

Ocalan di derbarê çalakiya Muslum Dogan ku 15'ê sibatê agir berda bedana xwe de jî wiha axivî:

"Zeynep Kinaci û Muslum Dogan, rûmeta kurdîtiya Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li ber van hevalan xwe deyndar û berpirsyar hîs dikim. Min berê li dengê Zeynep Kinaci guhdarî kiribû. Li gorî min, divê li Meletiyê ji bo van hevalan abîdeyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê, şexsiyeta pîroz a van hevalan, bidin jiyîn."

Ocalan silavên xwe ji girtiyan, ji gelê Batmanê re, ji ciwan û jinan re şandin.

Girtiyên PKK`yî û PJAK`î Newroz pîroz kirin

girtigeh

10-03-19

Doh roja cîhanî ya girtiyên siyasî bû. Girtiyên ji doza PKK û PJAK`ê hem ji bo bîranîna vê rojê û hem jî bi boneya Newroza 2010ê daxuyanîyek dan.

Sala 1923ê Rote Hilfe 18ê Adarê bi mebesta xwedî derketina li girtiyên siyasî wekî roja girtiyên siyasî ya cîhanî ragihand.

Girtiyên PKK`yî û PJAK`î yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş, Newroz di serî de li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li tekoşerên riya azadiyê û hemû gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser rola tevgera azadiya Kurd ku bi têkoşîna xwe ya pê hempa û bi berdêlên mezin naverok û wateyeke nû li Newrozê kiriye û gotin:
"Tevgera azadiya gelê me ya ku bi rêşaniya Rêber Apo her roj xetên sor yên dagîrkeran têk dide ber bi azadiyê ve diçe. Li bajar û gundan, li çiyayên Kurdistanê, li diyasporayê, li hemî beşên welatê me, gelê me ji bo daxwazên xwe yên rewa û demokratîk têkoşîna xwe li ser hîmê biratiya gelan xurtir dike."

Girtiyên Kurd bal kişandin ser zext û guşarên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ku li ser gel û li girtîgehan birêve diçin û gotin: Rejîma Îranê ku li hember bilindbûna dengê azadîxwaz yê gelê Kurd û gelên din yên Îranê ketiye nava tirsê, hemî kiryarên hovane dixe dewrê û di serî de bi tahdîda cezayên îdamê, binçavkirin û êşkenceyan dixwaze xelkê bê deng û temenê xwe dirêj bike."

Di dawiya daxuyaniya xwe de girtiyên PKK`yî û PJAK`î gotin:
"Aşkereye ku gelê me wê Newroza 2010`ê jî wergerîne platforma bilindkirina daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê. Wê ji hemî deman bêhtir li dora tevgera xwe û rêbertiya xwe bibe xelekek. Em jî wekî girtiyên ji doza PKK û PJAK`î di girtîgehên Îranê de, tevî hemî zextên li ser xwe jî, em dê li ser felsefeya Rêber Apo ya Kurdê azad û bi rihê berxwedanî yê Mazlûm û Egîdan bi erk û wezîfeyên xwe rabûn û ala têkoşînê bilind bigrin."

Destpêka çareseriyê


19/03/2010


Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên wekî Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kirşehîr, Mardîn, Wan, Mûş, Şirnex, Êlih û Edeneyê amadekeriyên Newrozê didomin. Dê di pîrozbahiyên Newrozê de bi deh hezaran kes biherikin qadan û daxwaza aştiyê bînîn ziman.
WAN: Koma li ber avahiya BDP'ê ya Wanê hate cem hev di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê BDP'a Wanê Cuneyt Canîş, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Komîteya Amedekar a Newrozê ya Wanê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî dan. Canîş, diyar kir ku li benda hemû her kesê ne bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Caniş, anî ziman ku dê gelê Wanê di 20'ê Adarê de daxwazên xwe li qadan bîne ziman. Piştî daxuyaniyê komê li nava sukê belavok belavkirin.
ENQERE: Li Enqereyê, têkildarî amedariyên Newrozê, Komîteya Amedekar a Newrozê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxwuyaniyek da çapeminiyê. Berdevkê Hewldana 78'yan Huseyîn diyar kir ku dê 21'ê adarê li Qada Kolejê pîrozbahiya Newrozê lidarbixin.
KONYA: Endamê PM'ê ya BDP'ê Mehmet Bozdag, destnîşan kir ku dê pîrozbahiya navendi lidarbixin got ku dê hemû navçe tevli çalakiya navendi bibin. Bozdag, diyar kir ku dê 21'ê adarê li Bazara Otoyê ya Vekirî a li hemberî Otela Dedemanê Newrozê lidarbixin û hemû kes dawetî pîrozbahiyê kir.
MÊRDÎN: Li navçeyên Kerboran, Midyat, Stewr û Dêrîkê û navenda Mêrdînê dê Newroz îro bê pîrozkirin. Serokê BDP'a Mêrdînê Alî Aslan derbirî ku ji bo pîrozbahiyan hemû amederiyên teknîkî û rêxistinî hatine temamkirin û ji Newrozê banga tevlibûnê kir.
ŞIRNEX: Newroz li navçeya Cizîrê di 21'ê adarê de li qada îdmanê dê bê pîrozkirin. Her wiha wesayîtên anonsê jî di ava bajêr de digerin û anonsên Newrozê dikin. Hate ragihandin ku dê di 20'ê adarê de li gundan belavokên Newrozê bên belavkirin.
GIMGIM: Newroz dê li Qada Mihrîcanê di 21'ê adarê de bê pirzokirin. Ji ber pîrozbahiyên Newrozê navçe bi afîş û pankaratan hate xemilandin. Şaredara Gimgimê Gulşen Deger, rêveberên BDP'ê û endamên komîteya Amedekar jî di nav de li nava sukê û taxan belavok belavkirin.
WESTAN: Newroz dê di 21'ê Adarê saet di 11.00 û 15.00'an bê pîrozkirin. Li navçeyê yekemîn e Newroz tê pirozkirin û dê hûnermendê NÇM'ê ya Wanê tevlî bibin.
MILAZGÎR: Amadekeriyên Newroza Milazgîrê jî ji bo 21'ê adarê didomin. Ji bo pîrozbahiyan li navçê û gundan belavok hatin belavkirin. Dê parlementerê BDP'ê Sirri Sakik û komên mûzîkê tevlî bibin.
PANOS: Amedekariyên Newroza Panosê ya dê sibê bê kirin jî didomin. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê didomin û destura Newrozê hate girtin. Li nava sukê balavok hatin belavkirin.
MÛŞ: Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Mûşê ya di 20'ê adarê de bê kirin destûr hate girtin û di nav de Endamê PM'ê yê Bîrcan Demîr heyî komekî qelebalik belavok belavkirin. Pîrozbahiyên dê di 20'ê adarê de li Stadyuma Bajar bê kirin Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik, Endamê PM'ê yê BDP'ê Bîrcan Demîr û Koma Pel, Şehribana Kurdi, Koma Dengê Rojda û Hozan Aytaç dê beşdarî Newrozê bibin.
TETWAN: Bi daxuyaniyekê xebatên pîrozbahiya Newrozê aşkerakirin. Daxuyaniya Hevserokê BDP'a Tetwanê jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Piştî daxuyaniyê belavok hatin belavkirin.
ŞAXÊ : Serlêdana komîteya amadekar a Newrozê hate qebûl kirin. Piştî destûr derket, qada li pêşiya BDP'ê ya navçeya Şaxê amade kir. Navçeya ku amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bi dawî bûn belavok tên belavkirin.
PAYIZAVA: Dê yekem car Newroz bê pîrozkirin. Serlêdana pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Qeymeqamê Payizava yê ve hate qebûlkirin. Piştî destûr derket, endamên komîteyê li navçeyê digerin û her kesî dawetî pîrozbahiyê dikin.
EBEX: Endamên Komîtiya Amadekar a Newrozê bi boneya pîrozbahiya ku di 19'ê adarê li navçeya Ebexê bê pîroz kirin lez da xebatên xwe. Endam û rêveberên BDP'ê li Gundan û esnafan digerin û her kesî dawetî pîrozbahiyê dikin.
ÇELÊ: Ji bo pîrozbahiya navçeya Çelê ku sibê li Qada Komarê bê pîrozkirin destûra fermî derket. Piştî destûra fermî derket, Komîteya Amadekar a Newrozê li Rêxistina BDP'ê ya navçeya Çelê daxuyanî da û her kes dawetî pîrozbahiyê kirin.
ÊLIH: Li navçeya Kercewstê jî Êlihê jî destûra pîrozbahiya Newrozê ku di 21'e Adarê de bê pîrozkirin derket. Piştî destûr derket, li qada vala ya pêş avahiya Şaredariya Kercewsê dest pê kirin. Di pîrozbahiyê de dê Wekîla Seroka Koma BDP'ê Ayla Akat Ata wekî axaftvan amade bibe. Dîsa Koma Yekta, Koma Bermal dê konserekê bide. Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Selma Uner, bang li her kesî kir û xwest beşdarî Newrozê bibin.
QUBÎN: Serlêdana Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qubînê ya ji bo 19'ê adarê hate qebûlkirin. Newroza ku di 19'ê adarê de li Qubînê bê pîrozkirin, dê li Qada Termînalê bê pîrozkirin. Di amadekariyê de 2 hezar û 500 belavok hatin hatin belav kirin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Hasan Şakar, bang li her kesî kir ku sibê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.
EDENE: Newroz dê di 20'ê adarê de li Salona Şano ya Mîmar Sînan a vekirî pêk bê. Ji bo pîrozbahiyê Newrozê ku 16 partiyên siyasî û saziyên sivîl bi hevre xebatê dimeşînin ber bi dawî ve diçin. Di çarçoveya amadekariya Newrozê de dê 20 hezar belavok bên belavkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Newroz Hasan Beliren, bagn li her kesî kir ku beşdarî Newrozê bibin.

Jinan pêşengiya Newroze kir

Li Amedê beriya pîrozbahiya Newrozê ya bi heybet ku dê di 21'ê adarê de bê lidarxistin, pîrozbahiyên Newrozê yên navçeyên navendî jî didomin. Pîrozbahiyên li Baglar û Kayapinarê ku ji aliyê DOKH'ê ve hatiye organîzekirin bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin. Li Taxa 5 Nîsan a Kayapinarê bi pêşengiya Tevgera Jina Demokratîk û Azad (DOKH) ve bi beşdarbûna Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Serokê BDP'ê yê Amedê Cafer Kan, Berdevka Meclîsa Jinê ya BDP'ê Fatma Kaşan û piraniya wan jin gelek kesan pîrozbahî hate lidarxistin. Di pîrozbahiya ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK hatine vekirin de sloganên "Newroza te piroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo" hatin avêtin. Yuksel Baran, di axaftina vekirinê de Newroza gel pîroz kir. Baran, her wiha di axaftina xwede gel dawetî pîrozbahiya Newroze ya 21'ê adarê jî kir. Li Semta Gazîler a navçeya Kayapinarê jî bi beşdarbûna gelek kesan agirê Newrozê hate pêxistin. Di çalakiya Gazîlerê de jî pêşendana fîşekên hewayî pêkhat. Cafer Kan li vir axaftinek kir û da zanîn ku Newroza îsal dê gelek mezin be.

Newroz hate pîrozkirin

Li Edeneyê, pîrozbahiya Newrozê ku li taxên cûda didomin, komek zarok xwestin duriyana Daglioglu Karasuyê Newrozê pîroz bikin. Koma xwest Newrozê pîroz bikin, rastî mudexaleya polîsan hatin. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), li Taxa Gulbahçeyê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê pîrozbahiya Newrozê organîze kir. Zarokên ku li navçeya Daglioglu û Taxa Karasuyê li hev kom bûn, agir pêxistin û xwestin Newrozê pîroz bikin. Lê piştî zarokên agir vêxistin, gelek hêzên çevîk bi panzeran hatin cihê bûyerê. Yekîneyên polîsan mudexaleyî zarokan kirin û zarokekî 10 salî birîndar kirin.

Wesayîta Newrozê hate desteserkirin

Li Mêrdînê wesayîta anonsa pîrozbahiyên Newrozê ku sibê pêk tên dikir, ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin û 200 TL ceza lê hate birîn. Li Mêrdînê, wesayîta anonsê ya ji bo beşdariya pîrozbahiya Newrozê li nav taxan banga beşdariyê li gel dikir li ser Kolana Yeniyolê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Bajar ji aliyê polîsan ve hate sekinandin. Polîsan pankarta "Yan çareseriya demokratîk an jî berxwedanek bi heybet" ya bi wesayîtê ve daliqandîbû kirin hincet û wesayît desteser kirin. Polîsan diyar kir ku dadgehê biryar daye ku pankarta navborî bê qedexekirin. Her wiha polîsan 200 TL cezayê pereyan li wesayîtê birî.

Agirê Newrozê geş bû

Li Qersê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, Endama PM'ê ya BDP'ê Hatîce Çoban, şaredar jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di qadê de pankarta "An çareseriyeke demokratîk an berxwedaneke bi heybet" hate daliqandin. Di qadê de gelek sloganên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Demîrtaş, daxuyand ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî sereke pirsgirêka kurd, demokrasî, elewî, laçik, birçîtî, xizanî û bêkarî ye. Demîrtaş, bi lêv kir ku çareseriya van pirsgirêkan dê bi têkoşîna demokrasiyê pêk bê. Demîrtaş, destnîşan kir ku sala 2010'an dê bibe sala çareseriyê û wiha pêde çû: "Agirê Newrozê agirê çareseriyê, aştiyê û azadiyê ye. Ev agire li Qersê hildibe, dê li her derê Tirkiyeyê hilbibe. Demîrtaş di axaftina xwe de niqaşên guhertina makezagonê jî nirxandin û hikumeta AKP'ê rexne kir û wiha got: “Di vî welatî de hêj Serokwezîrê vî welatî dibêje 'Ez dê 100 hezar Ermeniyan der sînor bikin' Ev zîhniyet, zîhniyeta 1915'an e." Piştî axaftiana Hunermend Hemê Hecî konserek da.

NORŞÎNÊ JÎ PÎROZ KIR
Li Norşînê jî Newroz li qada piştî avahiya şaredariyê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê piştî rêzgirtinê bi pêxistina agir ê ji aliya Şaredar M. Emîn Ozkan ve hatiye pêxistin destpêkir. Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Nezîr Karabaş, axaftinek kir û da zanîn ku bi salane gelê kurd bi têkokşînê biryara xwe daye û ji bo çareseriyê êdî lazime hikumet biryara xwe bide.

‘Muxatab birêz Ocalan e’

Li Hezoya Êlihê, gel ji bo Newrozê pîroz bike ber bi qada Newroz dê lê bê pîrozkirin ve ketin rê. Di meşê de cilên herêmî yên jinan dîmenên gelekî balkêş derxistin holê. Li qada pîrozbahiyê parqarta "An çareseriyek demokratik an jî berxwedana bi heybet" û dovîzên hilgirtin. Girseyê bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", qêriyan. Parlamenter Ayla Akat Ata, Endamê PM'a BDP'ê Mehmet Candemîr, Hevserokên BDP'ê ên Êlihê Saadet Becerîklî, Şehmus Aslan, Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Meclîsa Bajar a Êlihê Salîh Aktan, Şaredarê Hazoyê Raşît Haşîmî, Şaredarê Gercuşê Esat Oner Bekîrhan, Şaredarê Bajarokê Selahattîn Bulat û bi hezaran kesên ku piraniya wan jin bûn agirê Newrozê vêxistin û govend gerandin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêz girtinê ve dest pê kir de, ji aliyê Ayla Akat Ata, Şaredarê Êlihê Serhat Temel ve agirê Newrozê hate vêxistin. Ata axivî û wiha got: “Muxatab, kesên zarokên wan li çiyê têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Muhatap, gelê kurd e. Her wiha muhatap Birêz Ocalan ê.
Pişti axaftina Akat Ata girsê dirûşmeyên "Şehît Namirin", "Bijî Serok Apo", "Newroz Pîroz be" berz kirin. Qada Newrozê bi dîmenên rengîn hat xemilandin. Pîrozbahî bi Koma Afat û Hozan Bamerd bi dawî bû.

'Newroz diyariya Tevgera Azadiyê ye'

Piştî berbanga sibê bi hezaran kes li ber avahiya BDP'a Pirsûrê hatin cem hev. Gel bi pêşengiya Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa Partiyê Mahmut Çelîk, Serokê BDP'ê ya bajar Îbrahîm Ayhan, Cîgirê Şaredarê Pirsûsê Mehmet Ozkan û ya rêveberên partiyê li ser Kolana Alîgorê ber bi Bazara Gemin ve meşiyan. Girseya ku bi cilên herêmî meşiyan sloganên "Bijî Serok Apo", berz kirin. Girseya ku bi meşê hate qadê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Dema ji bo kesên di têkoşîn azadî û demokrasiyê de jyana xwe ji dest dane rêz hate girtin girseyê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Îbrahîm Ayhan Newroza gel pîroz kir. Îbrahîm Bînîcî, diyar kir ku di warê çareseriya pirgirêka kurd de gel bi xwe muxatab e û wiha got: "Hûn bi helwesta xwe nîşan didin ku siyasetmedarên kurd û Rêberê Gelê Kurd di warê çareseriya pirsgirêkên we de muxatab in." Hunermend Kadîr Çat, Grava Rojê û Xemgin Bîrhat jî derketin ser dikê bi staranên gotin ve girse coşand.

Li navçeyên Amedê hat pîroz kirin
Li Hênêya Amedê jî yekem car Newroz bi awayekî fermî hate pîrozkirin. Newroz li qada Futbolê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Endamên Meclîsa Partiyê, Şaredarên BDP'ê rêveberên BDP'ê jî di davde bi sedan kes amade bûn. Piştî agirê newrozê hate pîrozkirin axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê kurd bi êrîş, operasyon û zixten têk naçe. Pîrozbahî bi konsera Koma Demsal û Koma Zercan bi dawî bû.
Li Pîranê jî li ber avahiya BDP'ê Newroz hate pîrozkirin. Li qadê pankartên "Sembola hevî û berxwedanê Newroz şima proz bo", "Adirê Newroz serê koyande azadî ra slam rendone" hatin daliqandin. Girseya tevlî pîrozbahiyan bû piranî cil û bergên neteweyî li xwe kirin. Gelek xwendekar ji dibistanan derketin tevlî pîrozbahiyan bûn. Girseyê bi stranên Koma Mamoste yên dimîlî û kurmancî govend girtin. Girseya li ber Şaredariya Pîranê heta qada Newrozê meşiyayî Parlamentera BDP'ê Emine Ayna, Şaredara Gêlê Petek Çapanoglu, Şaredarê Erxzniyê Fesîh Yalçin, Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner, Şaredarê Cîndiyan Mehmet Salik, Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Alî Akinci û rêveberên BDP'ê jî tevlî bûn. Emîne Ayna jî polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê rexne kir û Ayna, anî ziman ku dewletê Newroz qedexe nekiribûya zarok nedihatin kuştin. Ayna da zanîn ku dê her kurdek bibe kawayek û li dijî dehaqan di ber xwe bide.

Di bin berfê de hat pîroz kirin
Navçeya Elkê li Qada Ataturk Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên kincên neteweyî yên herêma Botanê li xwe kirine di saetên sibê de ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Jinên ku bi kincên xwe yên rengane tevli pîrozbahiyê bîne rengek cuda xistin Newrozê. Sloganên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" hatin avêtin. Piştî rêzgirtinê parlamenterên BDP'ê Sevahîr Bayindir Hasîp Kaplan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Abît îlk û Serokê BDP'ê ya Elkê Yusuf Temel agirê Newrozê pêxistin.

Amed bi rengê Newrozê xemilî

Amed beriya Newrozê bi rengê Newrozê xemilî. Amed ku bayê pîrozbahiya Newrozê lê pêl dide, li gund, tax û navçeyan ji bo pîrozbahiya Newrozê civîn tên lidarxistin û belavok tên belavkirin.
Ji bo pîrozbahiyê 30 hezar afîşên rengîn kolan û nava bajar xemilandin. Bi sedhezaran belavok tên belav kirin. 30 pankartên mezin ên "An Azadî an qet" li deverên cuda hatin daliqandin. Li gelek tax, gund û navçeyan bi dehan civîn hatin lidarxistin û hezaran mal hatin ziyaretkirin. Dîsa ji bo di roja 21'ê Adarê de xizmeta gel bikin bi dehan dolmîş pê pere hatin amadekirin. Li Parqa Newrozê jî amadekarî ber bi dawî ve diçin. Li qada Parqa Newrozê bi îmzeya KCD'ê "Ji Komkujîya Çandî, Civakî, Sîyasî re Êdi Bes e" û "An Çareserîya Demokratîk An jî Berxwedana bi Heybet" hate daliqandin.
Serokê Komîtiya Amadekar a Newrozê û Cafer Kan, diyar kir ku îsal wateya Newrozê pir mezin e û wiha got: "Divê her kes îsal bi coşek mezin û daxwazên zêde beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe. Ji bo em beşdariyek herî mezin pêk bînin, em mal bi mal digerin û hewl didin ku xwe bigîhin her kesî."
Kan, da zanîn ku ligel heyetên Ewropa û Herêma Kurdistana Federal, ji 350 rewşenbir, nivîskar û nûnerên saziyan re dawetiya beşdariya Newrozê şandine û wiha dom kir: "Ji bo mêvanan amadekariyên me didomin. Me dawetiyên bi kurdî û tirkî ji nivîskar Yaşar Kemal, Orhan Pamuk, Elif Şafak, Yeşîm Ustaoglu, Ragip Zarakolu, Migirdiç Margosyan, Rakel Dînk, Gulten Kaya, Vedat Turkalî, Îsmaîl Beşîkçî, Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamuran Bervari, Wezîrê Çandê ya Herêma Kurdistana Federal Felakedîn Kakeyî, Fîkret Başkaya, Haldun Dormen, Hevsera Aram Tîgran Sîrvart Melikyan, malbatên Muslum Dogan, Aydin Erdem, Mahsun Karaoglan, Mustafa Dag, Uğur Kaymaz, Ceylan Onkol û Enes Ata hatin dawetkirin. Endamê Amadekariya Komîteya Newrozê Mehmet Guzel jî destnîşan kir ku ji bo çûn û hatina qada Parqa Newrozê 3 riyên cuda amade kirine û tevdîr girtine. Li Çinarê di pêşengiya Şaredarê Navçeyê Ahmet Cengîz, û serokê BDP’ê yê Navçeyê A. Kadîr Dogan û payedarên din de xebatê vexwendina beşdariya pîrozbahiya Newrozê li hemû tax, kolan û gundên navçeyê pêk hat

Ji bo doza Vedat eleqeya mezin


19/03/2010


Danişîna Berpirsyarê Karên Nivîsê û Xwediyê rojnameya me Azadiya Welat Vedat Kurşun ku bi 525 sal ceza tê darizandin taloq bû.
Danişîna Berpirsyarê Karên Nivîsê û Xwedî rojnameya me Azadiya Welat ku tekane rojnameya li Tirkiyeyê weşana rojane bi kurdî ye Vedat Kurşun, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Heyeta ji xwendekarên Zanîngeha Goteburgê ya Swêdê, heyeta ji mamoste, parêzer, rojnameger û xwendekaran a ji 7 kesan pêk tê, heyeta ji 12 kesan pêk tê ya Rêxistina Navneteweyî ya li Dijî Çekên Atomê (ÎPPNW), heyetek ji weqfên ARCI û UNPONTE PER ên Îtalyayê ya ji 12 kesan pêk tê, Endama Parlamentoya Ewropayê ya berê Feleknas Uca, Xwediyê rojnameya me Azadiya Welat Eser Uyansiz, edîtorên rojnameya me Adil Zozanî, Bahar Gazanri, Leyla Ayaz, Amed Çeko Jiyan, malbata Kurşun û gelek kes tevlî danişînê bûn.
Heyetên ji Ewropayê hatîn, matmayîna xwe ya ji bo cezayê ku dozger ji Kurşun re xwestiye anîn ziman û gotin ku di dîroka çapemeniyê de mînakeke bi vî rengî em bi rast nehatine.
Heytên ku eleqeyeke mezin nîşanê dozê da, bi malbata Kurşun re jî axivîn û anî ziman ku ew ê ji bo ku ev doz di rojevê de bimîne çi ji destê wan bê dê bikin.

HATE TALOQKIRIN
Kurşun di danişînê de xwe parast û got ku wan ew nûçe bi armanca rojnamegeriyê weşandiye û beraeta xwe xwest. Parêzer Serhat Eren û Rahşan Bataray jî bi armanca parêzname amade bikin û li ser dosyayê lêkolîn bikin dem xwestin. Lijneyê ev xwestek pejirand û danişînê heta 6'ê gulanê taloq kir.

Her tişt kiribûn sûc

Di danişîna borî de 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji bo hevalê me Vedat Kurşun 525 sal ceza xwestibû. Dozger Yakup Yar di mutalayê de ji bo Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya me Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun cezayekî rekor xwestibû. Dema Kurşun peywira Midûrê Karên Nivîsan dikir bi îdiaya di 103 hejmarên rojnameya Azadiya Welat de “Propagandaya rêxistinê” hatiye kiriye, 103 caran 'cezayê propagandaya rêxistinê' û carekê jî bi “cezayê endamtiya rêxistinê” jê re xewstibû. Dozger li gorî vê yekê 525 sal ceza ji bo Kurşun xwestibû.
Dozger di mutalayê de her tişt weke sûc hesibandibû. Di mutaleya de dozgeriyê di 103 hejmarên rojnameyê de herî kêm 70 hejmar ji ber peyvên di nûçeyan de yên wekî; 'Kurdîstan', 'Gerîla', 'Şehîd', 'Rêberê Gelê Kurd', 'Birêz Ocalan' û hevdîtînên Ocalan û nûçeyên rêveberên PKK'ê kirine hinceta doz û lêpirsînê. Her wiha nûçeyên der barê şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên Girtîgeha Îmraliyê û çalakiyên li herêmê pêk hatîn jî hemû wekî hêmayên sûc hatine hesibandin. Dozger îlanên bi pere yên ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê ji aliyê malbatên wan ve jî hatine dayîn wekî; “propagandaya rêxistinê” hesiband. Dozger ev jî bes nedîtibû û nûçeyên daxuyaniyên siyastemedarên kurd ên wekî Leyla Zanayê jî kir hinceta dozê û ji bo van nûceyan jî xwestibû ku Kurşun bê cezakirin.AMED

PAJK'ê Newroz pîroz kir



19.03.2010

Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê PAJK'ê jî bi peyameke nivîskî Newroza gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Dîsa, Yekitiya Gaziyên Kurdistanê jî, Newroza 2010'an, wekî fînala meşa azadiya gelê kurd bi nav kir.
PAJK'êdi peyama xwe de cejna gelê kurd, bi taybetî jî cejna azadî û berxwedanê ya jin û zarokên kurd pîroz kir.
PAJK'ê anî ziman ku Newroz navê roja serkeftina berxwedanê ye û got: "Newroz di heman demê de, cejna berxwedan û serhildana li hemberî çanda tecawizê û sîstema serdestiya zilam ya 5 hezar salî ye." Peyama PAJK'ê wiha dewam dike:"Rêber Apo bi têkoşîna xwe her roja me veguherandiye Newrozê. Agirê Newrozê, ku sembolê berxwedana çanda me ye, hertim zindî hiştiye û geş kiriye. Êdî li Kurdistanê hemû roj, bi Newrozî derbas dibin. Em di vê pêvajoya dîrokî de Newrozê pîroz dikin. Zîhniyeta komkujîhez li hemû deveran li hemberî kurdan êrîşan pêk tîne. Li dijî planên tesfiyeyê, bi Newroza 2010'an, emê peyama 'wê jiyana azad bi ser bikeve', bidin."
PAJK'ê bi bîr xist ku jinên kurd bi slogana 'Azadiya Ocalan, azadiya jinê ye' qadên pîrozbahiyê tijî dikin û got: "Jinên kurd, wê berxwedana 8'ê adarê, bi Newrozê xurtir bikin".
PAJK'ê anî ziman ku Newroz ji bo yekitiya netewî û biratiya gelan jî xwedî wateyeke girîng e û dûre jî ji gelê kurd, hemû jin û derdorên demokratîk xwest ku agirê Newrozê geştir bikin. Yekitiya Gaziyên Kurdistanê jî, Newroza gelê kurd pîroz kir. Yekitiya Gaziyan anî ziman ku Newroza 2010'an, meşa fînalê ya Têkoşîna Azadiyê ya gelê kurd e û bi vê bîr û baweriyê Newroza 2010'an pîroz kir.

Wednesday, March 17, 2010

Dewlet di derbarê Celaliyan de berdewamiya xwe berdewam dike

zeyneb_celaliyan
10-03-17

Çarenûsa girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan mehkûma cezayê îdamê ye, nayê zanîn. Hêzên sîxuriya Îranê Îtla`atê beriya bi mehekê Celaliyan ji girtîgeha Kirmaşanê derxistin û birin ciyekî ne diyar.

Parêzer Xelîl Behramyan ragihand ku di rewşa muwekîla wî Celaliyan de ti guhertin nîne û tevî hemî hewldanên wan jî, dewlet bêdengiya xwe berdewam dike.

Zeyneb Celaliyan ku ev du salin di bin tehdîda dardekirinê de di girtîgehê de tê ragirtin, di dadgeheke 7 deqîqeyî de, bi tohmeta endametiya PJAK`ê û hewldanên dij ewlekariya nîzam ji aliyê Dadgeha Şoreş ya Îranê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.

KCK: Divê Cejna Newrozê bibe hemleyeke nû


karayilan_

10-03-17

Serokatiya Konseya Birêvebir a KCK, xwest Newroza 2010an bi beşdariyeke xurt bibe hemleyeke nû.

KCK Banga yektîya neteweyî li hêzên Kurdistanî kir û got; ew kesên her bi çi sedemê dibe bila bibe ji tevgerê dûrketine bi wesîleya vê newrozê pêwist e beşdarî hemleya Êdî Bes e bibin.

Peyama KCKê ya Newrozê wiha ye: " Em cejna newrozê ya ku cejna berxwedan û azadiya Kurdistan û gelên Mezopotamyayê ye, di serî de li Rêber Apo yê ku careke din newroz li cewherê wê yê azadîxwazî û berxwedaniyê vegerandiye, li gelê xwe yê ku xwe careke din bi agirê newrozê afirandiye, li gerîlayên azadiyê, li berxwedanvanên zindanan, li malbatên şehîdan û li hemû gelên herêmê pîroz dikin û hêvî dikin ku ew ê azadî, aştî û demokrasiyê bi xwe re bîne. KCK di berdewamiya daxuyaniya xwe de di serî de cejna Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Zekiye, Rahşan û Ronahî pîroz dike û dibêje ev heval, şehîdên newrozê ne yên ku bi şewitandina bedena xwe ew tarîtî ronî kirin ya ku dagirkeran dixwest li welatê me pêkbînin. Em wan û hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîrtînin. Bersiva herî rast ji bo bîranîna van şehîdên me yên nemir ew e ku Newroz li gora rûhê wê yê berxwedêrî bêpîrozkirin û li dijî her cure koletî, cewisandin, newekheviyan û bêdadiyan pêwiste têkoşîn were bilindkirin.

"Newroz giheştina serkeftinê ye"

KCK li himberî her cure polîtîkayên îmha û tinekirin, zordarî û fişarê banga yekîtiyê dike û giringiya berxwedan û serkeftinê diyar dike û dibêje Newroz jiyana demokratîk û azadî, aştî û geheştina serkeftinê ye.

Do bi rêberiya Kawayê Hesinkar li dijî dagirkeran agirê serhildanê yê gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn ku ji aliyê ti hêzekê de nahatiye vemirandin hatibû pêxistin. Îro jî bi ramanên Rêber Apo, bi wan hersî darikên kibrît yên ku Kawayê Hemdem Mazlum Doxan di bin şertên pir dijwar de agirê newrozê bi awayekî ku ew ê ti carî neyê vemirandin gur û xurt pêxistine. Tevî hemû êrîşên taybet û dijwar jî, hêviyên gelê me yên azadîxwazî geştir bûne. Ji wê rojê heta îro agirê newrozê li zindanan, li çiyan, li sikak û kolanan wek daxwaza bi azadî jiyana gelê me gur têpêxistin. Li dijî vê rabûna gelê me ya bi heybet a ser piyan tirseke mezin ketiye dilê dijminan.

"Agirê Newrozê nehate vemirandin"

Newroz ne tenê wan hêzên dagirker ên ku welatên me dagir dikin tirsandiye her wisa ew hêzên ku gelê me li Lozanê kirine qurbana berjewendiyên sermayeya navneteweyî jî tirsandiye. Ji ber vê yekê ew hêzên navneteweyî û NATO ji bo vemirandina vî agirî ketine tevgerê. Û li ser vî esasî wan Rêber Apo dîl girtin. Lê tevî vê komloya navneteweyî jî, ev agir ji Îmraliyê heta serhildana gelê me û heta Çiyayên Kurdistanê bi gurbûn pêdike û rê li ber qehremantiyên nû vekiriye.

Têkoşîna rizgarîxwaziya gelê kurd a ku bi agirê Newrozê pêşdikeve, dê bi wê êrîşa li navenda Nato ya li Brukselî jî, pêşî lê neyê girtin. Ji ber ku ev agirek e ku bi têkoşîneke mafdar a gelekî dibe hêzeke civakî û bilind dibe. Ev agir hêza xwe ji mafdarî, rastî û kûrahiya xwe ya dîrokî werdigire. Îro gerîllayên azadîxwaziya Kurdistanê di nava agirê xeleka Newrozê re bi derbasbûn li ser xeta parastina rewa dibe xwedî îradeyeke polayî û agirê azadiyê bi tecrûbeya xwe 26 salan li serê piraniya çiyayên Kurdistanê bilind dike.

Ew ti hêz û qewet nikaribe wê ji çiyayên Kurdistanê, ne jî ji dilê gelê me bikişîne û bavêje. Gelê kurd li ser xeta Rêber Apo ji bo agirê newrozê bigihîne azadiyê bûye îradeyeke mezin a civakî. Gerîlla li ser xeta parastina rewa û bi tevgera serhildanê ya ku pêşxistiye bi encamên siyasî û leşkerî têkoşîna azadiyê aniye pêvajoya fînalê.

"Ji bo tasfiye bi ser bikeve hewldanên nû hene"

KCK dibêje em dixwazin li ser esasê van pêşketinên derketine holê pirsê çareser bikin, ji ber vê jî Rêberê me ji bo çareseriyeke mayinde mexşeyeke rê amade kiriye û pêşkêşî dewletê kiriye. Tevî hemû wan gavên çareseriyê yên ku ji aliyê tevgera me de hatine avêtin jî, dewleta Turk heta niha ji bilî rêbazên leşkerî yên tinekirin û têkbirên pêve ti gav navêtiye. Her operasiyonên xwe yên leşkerî û siyasî berdewam dike.

Ji ber ku dewleta turk polîtîkaya tasfiyekirina tevgera Azadîxwaziyê ji rojeva xwe ranekiriye û hêzên navdewletî jî kirine şîrîkên vê polîtîkayên xwe yên qirkirinê. Di vê Newroza 2010 a ku em niha pêşewaziya wê dikin, tevgera azadîxwaziyê hem ji bo şerekî berfireh û hem jî ji bo çareseriyeke aştiyane ya mayinde amade ye. Rêveçûna pêvajoyê bi temamî bi helwesta AKP ve girêdayî ye. Bersivdayina wî destê aştiyê yê Rêber û gelê me bi avêtina gavên praktîk mumkun e. Di rewşeke dijber de ji xwe bi hezaran siyasetmedarên kurd, kadro û çalakên kurd di zindanê de ne ew rewş gelek dijwar bibe.

"Divê Newroza 2010an bi hêztir derbas bibe"

Bêguman ew ê beşdariya gelê me ya di Newroz 2010 an de diyar ker be. Pêwist e gelê me ji hersalê zêdetir bi xurtî û coşeke mezin beşdarî pîrozbahiyên newrozê bibe û îradeya xwe ya ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane berztir biqîrin. Divê bi dengê herî bilind hemû dunyayê pê bihesînin ku ew xwedî li projeya aştî ya rêber apo derdikevin. Gelê welatparêz ê kurdistanê, ciwanên hêja û jina azadîxwaz pêwist e bi ruhekî serhildaniyê beşdarî pîrozbahiyên newrozê bibin û di nava aştiyê de pîroz bikin. Bêguman di vê li hemberî wan tevgerên dewletê yên bi hîç û pûç hesibandinê bêdeng nemînin, lê pêwist e ku di çarçoveya çalekiyên demokratîk de payamên girîng ji bo raya giştî bêne dayin.

Ji ber ku Cejna newrozê ji aliyê hemû gelên herêmê ve tê pîrozkirin pêwist e newroz bibe wesîleya biratî û aştiya gelên herêmê. Em pêwist e li ser esasê çareserkirina pirsa kurd a bi awayê demokratîk vê cejnê bikin cejna biratiya gelê Kurd, Ereb, Fars, Ereb, Asûrî û Ermaniyan. Dîsa cejna newrozê pêwist e bibe cejna hemû cînên bindest û kedkar û zehmetkêşan. Û bibe platformeke azadîxwazan.

Banga yekîtiyê li hêzên neteweyî hate kirin

Tevgera azadîxwazîya Kurdistanê di pêvajoyeke girîng de newroza 2010 pêşwazî dike. Divê ev newroz bibe destpêka avêtina du gavên giring. Pêwist e sala 2010 hemû hêzên neteweyî pirsgirêkên di navbera xwe de bi gûftûgokirinê çareser bikin û vê salê bikin sala yekîtiya neteweyî. Banga me li hemû hêzên Kurdistaniyan ew e ku sala 2010 an, bikin sala yekîtiya demokratîk a neteweyî. Ji bo vê jî, kombûna li derdora platformeke neteweyî pêwist e bibe armanceke serekî û bingehîn.

Gava duyemîn, pêwist e newroza 2010 bibe sala destpêkirina veguhertina hemleyeke têkoşîna azadiya civakî. Di serî de dînamîka azadiya Kurdistanê ciwanên kurd û jinên kurd ê azadîxwaz û hemû hêzên neteweyî bi hemû hêzên xwe û bi derbaskirina hemû astengiyan beşdarî nava rêxistin û newrozê pîroz bikin. Pêwist e sêyemîn merheleya Hemleya Êdî Bes e, wek merhela fînalî û hêza serketinê ya meşa azadiyê bê pêşxistin .

KCK di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got; Îro roj roja bi hêzkirina rêxistinbûyina xwe û bilindkirina serhildanê ye. Cejn û rojeva gelê me îro ev e. Bi wesîleya cejna newrozê ya ku yekîtî, birayetî û roja têkoşînê ye û li ser esasê banga rêbertiya me ji ber sedemên cuda yên ku ji tevgera me cuda bûne, hemû ew kesên ku têkiliya wan bi hereket an jî bi awayekî giştî bi tevgera azadîxwazî û demokrasiyê re nemane, qut bûne, divê li wan ciyên ew lê ne bila têkiliyê deynin û careke din beşdarî nava refê me bibin û em li ser vî esasî careke din bang li her kesî dikin ku tevlî nava hemleya Êdî bes e bibin. Em careke din bang li hemû welatparêzan dikin ku di roja cejna newrozê ya ku roja yekîtî, birayetî û têkoşînê ye bi awayekî hê bi hêztir bibin yek, bi rêxistin bibin û bi gurkirinî bilindkirina agirê newrozê dikin.