Monday, March 15, 2010

Heyecana Newrozê dest pê kir

15.03.2010

Amadekariyên Newroza îsal ku dê i Amedê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin didomin. Xebatên Newroza ji aliyê UNESCO yê ve wekî "Abîdeya mîrateya çandê ya mirovahiyê" hate îlankirin, li çar aliyên bajar bi civînên gel û ziyaretên esnafan didome. Li Qada Newrozê jî amadekarî didomin û ji bo pêxistina agir, meşale tên amadekirin.
Li Qada Newrozê dika ji 320 metrekareyan pêk tê hate sazkirin. Her wiha li bin dikê odeyên çapemeniyê û yên hewcehiyên din hatin amadekirin. Li ber dikê ekrana ji 24 meterkareyan pêk tê hate amadekirin. Her wiha ji bo çapemeniyê jî cihekî cuda, ji bo mêvanan platformek li ber rexê dikê hate amadekirin. Li qadê hêj xebat didomin. Riyên ji bo Qada Newrozê diçin hemû tên paqijkirin. Disa li ber qadê ji bo firoşkarên seyar ên çay û xwarinê difiroşin hate çêkirin. Her wiha ji bo gel bi awayekî rihet bigihêje qadê 3 riyên piştî Hala Nû dikarin bikar binin û gelek destşo û pêgeh li qadê dê bên avakirin.
Muzîka Newrozê ya her sal bi sedhezaran kesî bi coş dike jî amadeye. Strana Awazên Çiya ya par negihîştiye Newrozê ya bi navê "Newroza Arî" dê îsal li Newrozê bê guhdarkirin. Ji bilî wê stranê dê gelek stranên din ên Aram Tîgran, Koma Berxwedan jî ku ji tirkî û kurdî pêk tê 19 staran hatin amadekirin. Bi hezaran afîş jî li navçeyan hatin belavkirin. Di afîşên Newrozê yên îsal de Kewokên spî yên simgeya aştiyê, wêneyê Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Enes Ata kû hatibûn qetilkirin cih digirin. Bilî van ji bo banga Newrozê li naved û navçeyan civînên gel tên lidarxistin. Bernameya Newrozê jî êdî hêdî hêdî safî dibe. Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak, Siyasetmedar Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Berdevkê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê M. Şerîf Gençdal, Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç û Şaredarê Bajarê Mezîn ê Amedê Osman Baydemîr jî di navde gelek siyasetmedar tevlê bibin. Gelek heyetên ji Ewropayê tên jî dê tevlî Newrozê bibin. AMED

No comments:

Post a Comment