Tuesday, March 16, 2010

KCK:Ji bo Helepçeyên nû pêkneyên yekîtiya neteweyî pêwist e

kck_
10-03-16
Serokatiya Konseya birêvebir a KCK, di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera Qetlîama Halepçe de dibêje; Ji bo ku careke din li Kurdistanê Halepçeyên nû pêkneyên, ew ê xebata xwe ya ji bo yekîtiya demokratîk a neteweyî bi hêztir bikin û têkoşîna azadiya berztir bikin. KCK, diyar kir ku tevkujiya Helepçeyê di çerika dawî ya sedsala 20 an de piştî Hîroşîmanyê komkujiya herî mezin e. Û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: Gelê kurd di dîrokê de bi gelek tevkujiyan re rûbirû meye. Em wan kesên ku ev tewana dijmirovahî û însanetî kirine ya ku wek komkujî tê qebûlkirin, bi hemû hêrza xwe ya şoreşgerî û welatparêzî şermezar dikin.

KCK di berdewama daxuyaniya xwe de dibêje; em şehîdên Helepçeyê bi rêz û hurmet bi bîrtînin. Ew zîhniyeta dewleta netewe ya dagirkerî ya ku tevkujiya Helepçe pêkanî hê îro jî ji bo berdewama hebûna xwe pêdagir û bi israr e. Ji dêvla ku gelê kurd wek gelekî herî kevn ê Mezopotamyayê bibînin û rêzê ji îradeya wî re bigirin, ew gelê kurd wek madeya xam a ji bo temamkirina prosesa neteweya Turk, Fars û Ereb dibînin û di wê polîtîkaya xwe ya tinekirina gelê kurd de israr dikin. Her wiha ew Kurdistanê deverek ji bo netewbûn û belavbûna xwe dibînin û di vê zîhniyetê de pêdagirî dikin.

Serokatiya Konseya birêvebir a KCK dibêje; ji ber vê sedemê gelê kurd, hema hema bêje di her seheyê de bi polîtîkayên sîstematîk ên dijwar ên pişaftin, çewisandin û sorgonkirinê re rûbirû ye. Di rewşên ku berxwedana gelê kurd nayê şikenandin, polîtîkayên helandinê encam nade jî, ew siyaseta dagirkerî ya zîhniyate tinekirinê hê berdewam e. Hê jî ji sedî çilê axa Başûrê Kurdistanê venegeriyaye ser herêma Kurdistan û rizgar nebûye. Yanî hê pirsgirêk bi temamî çareser nebûye. Hinek derdorên nijadperest û şoven, hê jî tehemûla wan tuneye ku gelê kurd wek civateke azad bibe xwedî statuyekê. Ev jî diyarde û nîşana wê ye ku hê jî bi temamê xetereyên wek Helepçe ji ser Kurdan ranebûye. Bi taybetî di demeke ku vekişîna hêzên Emerîkayê ji Iraqê di rojevê de ye, bi tenê ne Ereb, Turk jî xwedî heman polîtîka û helwesta dijberin li himberî Başûrê Kurdistanê.

Serokatiya Konseya birêvebir a KCK wiha dirêjahî dide daxuyaniya xwe; Ew ji hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re dibêjin heger hûn digel me li dijî PKK û Tevgera Azadîxwazî ya Bakur şer bikin mafê we yê jiyanê heye, berevacî em ê bêhnê li we biçikînin. Dîsa dewleta Turk bi amadekariyên tevkujiya siyasî re êrîşeke berfireh a leşkerî jî amade dike. Ew çekên kîmyawî yê tevkujiya Helepçeyê ji Ewrûpayê hatin sîparîşkirin. Ewrûpa demekê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî çekên kîmyewî ji bo tevkujiya Helepçeyê firotin, îro jî dîsa ji bo berjewendiyên xwe yên herêmê, ji bo wan polîtîkayên dewleta Turk ên dagirkerî û tevkujiyê li Ewrûpayê siyasetmedarên kurd desteser dike û fişaran dixe ser Roj Tv a ku telefizyona herî mezin a kurdan e.

KCK di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje; Gelê me di 22mîn salvegera helepçeyê de divê di her seheyê de vê tevkujiyê protesto bike, ji bo ku careke din Helepçe pêkneyên divê yekîtiya demokratîk a neteweyî û rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Raya giştiya demokratîk a dunyayê û mirovahî pêwist e li himberî vê tewana mirovahiyê ya ku li dijî mafê here demokratîk û bingehîn ê gelê kurd hatiye kirin bêdeng nemîne û ji bo careke din tevkujî û komkujiyên li Kurdistan û li ser rûyê dunyayê pêkneyên, pêwist e li wan mesuliyetên xwe xwedî derkeve.

No comments:

Post a Comment