Thursday, March 11, 2010

Gotinên hevpar hewce ne


11/03/2010 

Şevîn MURAD BÎNGOL - BEHDÎNAN/ANF

Endama Koordînasyona PAJK’ê Zilar Stêrk, di axaftina xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê û destnîşan kir ku roja 8’ê Adarê bilinkirina têkoşîna azadiya jinê ye. Stêrk, diyar kir ku ji bo jinên kurd wateya 8’ê Adarê gelekî girîng e. 
Zilar Stêrk, bal kişand ser zîhniyeta serdest a 5 hezar salan û got ku bi salan e jinan li hemberî zîhniyeta serdest têkoşîn daye û wiha axaftina xwe dom kir: “Jin bi salan ji nasnameya xwe re biyanî hatiye hiştin. Heke kesek ji nasnameya xwe re biyanî hatibe hiştin nikare bibe xwedî vîn û nikare rêxistineke xurt ava bike. Her roj çavkaniya pirsgirêkê hate lêkolînkirin û analîzkirin. Êdî raman û fikra jinê azad dibû û dest bi çalakiyên bi tevger dibûn.”

GELEK BEDEL DAN
Endama koordînasyonê Zilar Stêrk, daxuyand ku di salên borî heya îro jin ji bo mafên xwe têkoşînên watedar dan.  Stêrk, got ku di têkoşînan de gelek bedelên giran da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Her wiha pêşketina jinên kurd gelek girîng e û bi rihetî nehate heya wan rojan. Bi hezaran çîroken qehremaniyê ya jinên kurd hene. Berxwedana jinên kurd her tim bi rêbazên cuda rastî êrîşên zîhniyeta serdest hat. Lê dîsa jina kurd li hemberî êrîşan bêdeng nebû û têkoşîna xwe berdewam kir.”

RIZGARIYA JI 4 DÎWARAN
Stêrk, diyar kir ku asta ku jina kurd gihiştiyê niha di qadên wekî îdeolojîk, felsefî, siyasî, sosyal û qadên xweparastina meşrû de xwe dide der. Stêrk, wiha axaftina xwe dom kir: “Li Kurdistanê gelek jin ji hevsa malê rizgar bûye. Di nav têkoşîna me de kesimek heye ku em negihiştine. Ev herêmên wekî lokal û kesimên lokal in. Bi taybetî li Kurdistanê hişyarbûneke jinan heye. Jin êdî xwe 4 dîwaran rizgar kir û li kolan û qadan daxwazên xwe tîne ziman. Jin di qada siyaset û civakê de gelek guhertin pêk anî. Di nav civaka kurd de rengê, deng, hest, raman û zîhniyeta li pêş e. Di pêşketina demokratîkbûnê de rol û mîsyona jina kurd gelek girîng e.  Êdî prensibên jinên kurd diyarin û li gorî prensîbên xwe tevdigerin. Jinên kurd li parlamentoyê, rêveberiyên herêmî û meclîsên herêmî de di nav rêxistinên demokratîk de cih xwe girtine. 
RENGÊ ŞOREŞÊ 
Zilar Stêrk, daxuyand ku şoreşa jinê ya li Kurdistanê pêk tê rengê şoreşa civakê aşkera dike. Stêrk, di axaftina xwe de destnîşan kir ku hêj gelek herêmên Kurdistanê jin tên qetilkirin û wiha axivî: “Heke niha jî jin tên qetilkirin û bi zîndî tên çalkirin, ew tişt tê wateya kêmasiyên me. Her kuştinek, xwekuştinek kezaba me dişewitine. Ev tişt xwe jepirsinê tîne. Çima wisa bû? Em çima negihiştin? Her çend şoreşek pêk tê, rêxistin hebe jî divê hêj jepirsina (sorgulama) asta ku em gihiştine bê kirin.”

DANASÎN GIRÎNG E
Stêrk, di axaftina xwe de destnîşan kir ku hêj baştir xwe ne dane naskirin û wê mijarê wiha anî ziman: “Heya niha me çima xwe baştir jî jinên cîhanê re nedaye naskirin. Lê mirov dikare bibeje têkoşîna me heya niha ji bo xwe nûve afirandin bû. Ji bo afirandina kesayetî, nasname, zîhniyet, ehlaq û nêrîna xwe ya polîtîk hewldan hebû. Naskirina zîhniyeta serdest û pergalê, her wiha têkoşîna li hemberî wan demek girt. Ji bo têkoşînê me xwe nûve naskir, li dijî pergalê hêza têkoşînê derxist holê. Niha jina kurd hate astek gelek girîng.”

TÊKILIYAN XURT BIKIN
Stêrk, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku niha bê dayîn û got ku niha divê têkoşîna azadiya jina kurd li hemû cîhanê bê nasîn. Stêrk, got ku jinên din binîn nik hev û pêvajoya hevpar bidin dest pê kirin û gotinên xwe wiha anî ziman: “Têkiliya me ji gelên din re hebû, lê asteke qels bû. Niha asta rêxistinbûna jinê bilinde û dikare jinên din re bikeve nav têkiliyên xurt meşa azadiyê bi hev re pêk bîne. Li her derê cîhanê jin ji ber nasnameya xwe rastî gelek pêkutiyan tê.  Di nav civakê de qalibên ku nehatî şikestî heye. Civak rol û mîsyona mêr û jinê diyar kiriye. Li gorî van rolan jin wekî nesne tê dîtin û wekî mulk tê dîtin.”

ÇANDA TECAWIZÊ…
Stêrk, got ku di 8’ê Adarê de kampanyaya ‘Têkoşîna azadiya xwe bilind bikin û çanda tecawizê ji holê rakin’ dan destpêkirin. Stêrk, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Aliyên tecawizê cinsî, civakê, çandî û zîhniyetê heye. Bi wê kampanyayê dê li dijî hemû êrîşan têkoşîneke hevpar bidin. Jin li her qada jiyanê ji çanda tecawizê re rû bi rû dimîne. Ji bo tecawizê ol, ziman, netev û reng ne girîng e, jinbûn tera dike. Her wiha di nav civaka Rojhilata Navîn de bûyerên tecawizê gelek zêdeye. Her wiha hejmara tecawiza di navmalê de (tecawiza ji aliyê hevser ve têkirin) gelek zêdeye. Di tecawizê de sûcdar na mexdûr tên sûcdarkirin. Jinên kurd li dijî wê çandê kampanya da destpê kirin.”


No comments:

Post a Comment