Sunday, March 14, 2010

AKP bi pêşîlêvekirinê pêşiya kurdan digire


14/03/2010


Civaknas Joost Jongerden, hewldana AKP'ê ya pêşîlêvekirina kurd, wekî ‘pêşîgirtina siyasî ya li tevgêra kurd’ nirxand. Jongerden got ku bi daxwaza kurdan a ji bo ‘demokrasiya radîkal’ pergala KCK'ê derketiye holê.
Dr. Joost Jongerden di sempozyuma Înîsiyatîfa Ciwan û Aştiyê ya ji aliyê xwendekarên zanîngeha Dîcle û Bogazîçiyê ve pêk hat de têkîldarî pirsgirêka kurd, nêrînên balkêş anîn ziman. Jongerden, wiha got: "Yanî 3 sal berê jî, 30 sal berê jî 70 sal berê ji pirsgirêka kurd nû kirin. Pirsgirêka kurd çiqas nû be jî her tim şertên çareseriyê hatin guhertin." Jongerden, bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêkê 3 sal û an jî 30 sal berê wekî hev nîn in. Jongerden, da zanîn ku pirsa "pirsgirêka kurd heye" ne girîng e lê pirsa "muxataba pirsgirêka kurd kî ye" girîng e.

PERGALA KCK’Ê
Jongerden wiha pê de çû: "Pirsgirêka kurd bi serhildanê dest pê kir, bû girseyî û li gelek cihan birêxşistin bû. Her wisa projeyên vê tevgerê yên safî û net hene. Ji van projeyan yek 'Demokrasiya Radîkal’ e. Bi vê projeyê Tevgera Azadiyê ya Kurd careke din xwe ji nû ve afirand. Pergala KCK'ê wekî encama vê yekê derkete holê. Ji bo siyaseta Tirkiyeyê jî rojev û ramanên wan hene." Jongerden, daxuyand ku tu ramanên partiyên din ên Tirkiyeyê yên wisa tune ne û wiha berdewam kir:
"Wan pişta xwe da pêşeroja xwe. Ji cihên jê hatî, ber bi virê ve dimeşin. Hemû gotinên wan ên kevin û klîşe ne. Dibêjin yek welat, yek netew, yek al yanî bûn yekparêz."
Jongerden, bal kişand ser hilbijartina 29'ê Adarê ya herêmî û anî ziman ku dewlet ji siyasîbûna têkoşîna azadiyê tirsiya. Jongerden, anî ziman ku bêyî siyasetmedarên kurd xizmetê bidin operasyona girtinê hate destpêkirin û wiha got: "Di demên dawî de têkoşîna gelê kurd di hilbijartina herêmî de bû hêz. Bi hilbijartina herêmî re şaredarî ji 5 bajaran derket 8 bajaran, ji 32 navçeyan derket 51 navçeyan. Her çiqas AKP'ê li Amedê kedeke pir mezin da jî dîsa DTP'ê dengê xwe li Amedê zêde kir." Jongerden, bal kişand ser operasyona li dijî DTP-BDP'ê jî û wiha got.
"Li pişt serkeftina DTP'ê hêza KCK'ê dîtin. Tenê ji vê yekê dilzar nebûn. Di heman demê te ji têkoşîna azadiyê jî tirsiyan. Tirsiyan ku têkoşîna azadiyê bibe rêxistin û sazî."
Jongerden, li ser "Peşîlêvekirina Kurd" a AKP'ê jî rawestiya û anî ziman ku têkoşîna azadiya kurd bersiveke siyasî û îdolojîk e. Jongerden, anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi pêşîlêvekirina kurd rê li pêşiya têkoşina azadiya kurd bigire û wiha dom kir:
"Sedema girtin û binçavkirinan jî ev yek e. Ev polîtîka li ser kurdan ji mêj ve tên meşandin." Jongerden, destnîşan kir ku hikûmet her tim tevgêra azadiya gelê kurd li hemberî xwe wekî gefekê dibîne û naxwaze bi pêş bikeve. Jongerden, da zanîn ku projeya tevgera azadiyê komara demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk, girîng in. AMED

No comments:

Post a Comment