Monday, March 8, 2010

Bi hezaran jinan azadî xwest


08/03/2010

Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de mîtîng hatin lidarxistin û gelek bername hatin organîzekirin. Bi hezaran jin tevlî bernameyên pîrozbahiyan bûn û banga bilindkirina têkoşîn û azadiyê hate kirin.
Li Wanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Garaja Şaredariyê mîtîngek hat lidarxistin. Gelek jin bi kincên xwe yên kurdewarî tevlî mîtîngê bûn. Di qada mîtîngê de pankartên “Em dê têkoşîna xwe bi pêş bixin” û “Azadiya jinê temînata aştiya civakî ye” hatin vekirin û dowîzên “Jin dê bi Rojê re bicivin”, “Jina azad, jiyana azad”, “Ji komkujiyên jinan re na”, “Her roj 8’ê Adarê, her roj têkoşîn” û “Em dê nebin namûsa tu kesî” hildan. Jinan bi kincên xwe qad xemilandin.

ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIRIN
Piştî xwendina peyamên ji bo mîtîngê hatine şandin, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş axivî û diyar kir ku jin ev hefteyek e li qadan in û daxwazên xwe berz dikin. Piştî Erguneşê, Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervin Buldan axivî. Buldan, wiha got: “Ez we bi evîna azadiyê ya Bêrîtan, Ronahî, Sema, Zîlan û Viyanan silav dikim. Em bi hezaran spasiyên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikin ku ev derfet afirandin. Em bi rihetî nehatin van rojan. Me gelek rondik barandin û bedêl dan. Hê jî didin. Em her roj zarokên xwe dixin bin axê.” Buldan li ser serdegirtina Roj TV’ê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Roj TV, deng, guh û çavê kurdan e. Lê êrîşî wê jî kirin. Em vê êrîşa hovane şermezar dikin. Bila destên xwe ji ser Roja me bikişînin.”

LI BÊGIRÊ JÎ PÎROZBAHÎ
Her wiha li Bêgira Wanê jî cara yekemîn 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Li navçeyê, di saloneke dawetê de şahiyek hat lidarxistin û bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. Jin, bi kincên xwe yên neteweyî tevlî şahiyê bûn û şahî piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Şahî, bi stranên hunermendên NÇM’a Wanê bi dawî bû. WAN


No comments:

Post a Comment