Monday, March 15, 2010

Çarenûsa Celaliyan bi berdewamî nayê zanîn



10-03-15
zeyneb_celaliyan
Di rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de heta niha jî ti zelalî derneketiye û di derbarê çarenûsa wê de tiştekî ber bi çav nayê zanîn.

Tevî fikarên malbat û parêzerê Celaliyan jî, rayedarên dewletê bêdengiya xwe berdewam dikin.

Parêzerê çalaka siyasiya kurd Zeyneb Celaliyan, ku cezayê îdamê lê hatiye birin, Xelîl Behramiyan doh ragihandibû ku guman hene li hember muwekîla wî destdirêjiya cinsî bê kirin û dûre jî bê dardekirin.

Zeynep Celaliyan, zêdeyî mehekê ye, ji aliyê hêzên sîxuriya Îranê Îtla`atê ve ve bêyî ti sedem û sebeb, ji girtîxaneya Kirmaşan ku tê de dihate ragirtin ji bo ciyekî nediyar hatiye veguhestin.

Tevî hemû hewldanên parêzerê Celaliyan û çalakên mafê mirovan jî di derbarê çarenûsa wê de ti agahdarî nayêne wergirtin.

Parêzer Xelîl Behramiyan di derbarê rewşa dawî ya Zeynep Celaliyan de dûbare bibîranî ku Celaliyan ev meheke wendaye û ev yek wan dixe nava tirs û fikaran.

Behremiyan her wiha got: Pêkanînên dawî yên zindanên Tewhît û Kehrîzeg yên Tehranê tirsa me zêdetir dikin. Ji ber ku Zeynep keçe, îhtîmal heye ku beriya bê îdam kirin, li hember wê destdirêjiya cinsî bê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di salên dawî de li Îranê, girtiyên keç, beriya ku bêne dardekirin, li yekî ji rayedarên dewletê têne mehrkirin, destdirêjiya cinsî li hember wan pêk tê û dûre têne îdamkirin. Lewra li gor qanûna ku rejîma Îranê ji xwe re çêkiriye û qilifekî Îslamî lê kiriye, nabe ku jinek nezewicî bê darvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya heftane ya bi parêzerê xwe re bal kişand ser rewşa girtiyên Kurd li Îranê ku bi cezayê îdamê hatine cezakirin û silavên xwe yên taybet ji Zeyneb Celaliyan re şiyandin.

Ocalan xwest ku li girtiyan xwedîtî bê kirin û got:
"Li Îranê yên ku ji ber siyasetê cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn û di bin tehdîda dardekirinê de têne ragirtin hene. Ez ji wan re sebrê dixwazim. Divê xwe ragirin. Di nava wan de hevalek bi navê Zeynep Celaliyan jî heye. Ez silavên xwe yên taybet ji wê re dişînim."

No comments:

Post a Comment