Tuesday, March 16, 2010

Xewnereşkan dibînim...


16/03/2010


REYHAN ÎKE

Mîna bihareke beravêtî ye dilê min. Hişk û zuha. Ne giya lê şîn dibe û ne ken gul didin. Hemû xonce di malzaroyeke şewitî de difetisin. Bihar stewr e û adar rondikek reş e tenê dibare ji çavên min. Îro çavên min Helepçeyek şewitî ye. Rondikên tam kîmya, rondikên tam-mirin nîgareke bi êş xêz kirine li ser rûyê min.
Ez dayikek helepçeyî me îro. Erê reş diaxivim. Reş digirîm. Reş li xwe dikim. Xewnereşkan dibînim, bi kabûsên reş difetisim. Nifirên reş dikim li yên reng ji min dizîne. Her destên xwe vedikim ji bo duakirinê ji xweda besiveke reş digirim hîna. Lewma reş serwer e li cîhana min a reş bûye.
Ez dayikek qurbaniyan im îro. Li kîjan kulanê digerim zarokek dimire li ser destên min. Di her kêliyê de bêhna goştê şewitî dax dide hinava min. Guhdar bikin, dengê mirinê tê. Dengê zilmê. Ax, ma hûn jî nabînin hîna dest davêjin bedena min û keçîniya giyana min bi îxanetê dilewite li ser maseyên glover?

ÇAVÊN DIL KOR E
Hûn tenê dipirsin û dibêjin; ‘çima cilên te reş in?’ Diyar e çavên dilê we kor in. Ma hûn nizanin şer reş e, mirin reş e, kuştin reş e, kîmya reş dibare û reşiyek qetranê ye îxanet? Gotin tu dayik î, xwîna min mêtin. Gotin tu jin î bi hezaran caran ez kuştim. Gotin tu namûs î mîlyon caran dest avêtin bedena min. Dibêjin tu Helepçeya Birîndar î. Lê hîna jî nabînin birînên min ên bi derbeyên nêr vebûne û berjewendiyên bi rûpoş vedişêrin li pey birînên min. Lê dîsa jî kes li kefa destên min temaşe nake û dibêjin çima cilên te reş in.

ÎXANETA HEYÎ…
Rengê min zer, rengê min sor, rengê min kesk, binevşî, spî, nêrgizî bû kenê min. Li welatê çiyan xwedawend, hezkiriya rojê. Kaniya jinê, jiyanê, evîn û dadweriyê bûm ez. Baweriya min ked, hişmendiya min azadî bû. Lewma her li kefa destên xwe dinêrim bêriya wê demê dikim. Dema beriya ku bibim pîrek. Dema beriya ku bibim Helepçe. Dema beriya bibim namûs. Bêriya wê demê dikim ku xweza hec û mûabeta min bû. Dema beriya şer heyî, kuştin heyî, îxanet heyî. Dema reş tenê kilê li çavên min bû. Dema ez hîna xwedawend, dema evîn, dema hezdarî bi xwe bûm. Dema dayika pîroz, dema kaniya jiyanê jin bûm. Ango dema ez ya xwe bi xwe bûm, xwedî nav û nasname bûm. Bêriya xwe dikim mîna her jina ku bûye Helepçe.
Bêriya xwe dikim mîna her dayika bi derbeyên nêr parçeyek ji giyana wê çûye. Lewma li dilê xwe yê her roj nedihat darvekirin, giyana xwe ya ku her roj li bazaran nedihat firotin digerim. Ger hûn bipirsin, ya girîng ne rengê cilên min e.
Erê reş diaxivim. Ji ber di reşiyê de hiştin zimanê min. Reş digirîm. Ji ber bi kîmyayê kil dan çavên min. Reş li xwe dikim. Ji ber bûm yara reşiyê û reşî rengê min vedişêre. Xewnereşkan dibînim, ji ber rastî bi derewan hat darvekirin. Li reşemiyan dest avêtin xeyalên min. Lewma bi kabûsên reş difetisim. Nifirên reş dikim li yên reng ji min dizîne. Ji ber her çiqas dizên rengên min xwestin
winda bibim jî li nav reşiyan, rabirdû neçûye ji bîra min û cehwer jiyan im. Her destên xwe vedikim ji bo duakirinê ji xweda besiveke reş digrim hîna. Lê êdî baş dizanim destên zilmê reş in, şer reş e, kuştin reş e, destavêtin reş e, mirin reş e, îxanet reş e û rengê hişmendiya nêr reş e ku hîna serwer e li ser cîhana me.

BIRÎNÊN HELEPÇEYÊ
Ger şerm nebe ez jî ji te re dibêjim; dest ji min berde û hinekî li xwe bigere. Ma tu nabînî ez çawa bi tîrêjên rojê birînên xwe dikewînim?
Ma tu nabîni ji bo bihar avis bin, jiyan ter û şîn bibe, ken gul vekin, xoncegul baskan vekin, adar azadiyê bizên ez destên xwe li ber rojê vedikim û çiya dikim nexşeya lêgerîna xwe?
Rast e, hinek zehmet e. Lê ger tu lêgera heqîqetê yî nebe yara reşemiyan. Destên xwe bide destên min û em bi evîna rojê derman bikin birînên Helepçeyê.
Ya li jorê? Ew serpêhatiya reşiyê bû. Lewma zayenda te çibe, bira an xwişka min, dayik an bavê min, ne li rengên cilê min, li hêz, vîn, daxwaz, bawerî û evîna li nîgara dilê min temaşe bike. Ya girîng mirovbûna te ye.

No comments:

Post a Comment