Wednesday, March 10, 2010

Mînakeke din a durûtiyê!


10/03/2010 

Derew û durûtiya dewleta tirk a li hemberî navên bi kurdî bi dawî nabe. Birayê Ceylan Onkola ku li Licê bi topa hewanê ya ji qereqola leşkeran hate avêtin jiyana xwe ji dest da, xwest ku navê keça xwe ya nû hatiye dinê bike ‘Xezal’. Lê Midûriyeta Nifûsê bi îdiaya di alfabeyê de tîpa ‘X’ tune ye, navê ‘Xezal’ qebûl nekir.
Daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyên yên wekî “Li pêşiya perwerdehî û weşana bi zimanê dayikê tu astengî tune ne” hê jî didomin. Lê Midûriyeta Nifûsê hê jî navên kurdî qebûl nakin. Ev yek jî nîşan dide ku daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk çiqaş pûç in û dixwazin kurdan bixapînin. Birayê Ceylan Onkolê, Rifat Onkol xwest ku navê keça xwe ya nû hatiye dinê bike ‘Xezal’. Lê Midûriyetê bi îdiaya di alfabeyê de tîpa ‘X’ tune ye, navê ‘Xezal’ qebûl nekir. Midûriyetê, vanê keça Rifat Onkol wekî ‘Ğezal’ Onkol nivîsand.

‘ĞEZAL’ NIVÎSANDIN
Rifat Onkol der barê mijarê de axivî û got ku wî ji bo bîranîna xwişka xwe navê keça xwe kiriye Xezal lê dewletê destûr nedayê. Onkol wiha got: “Ji bo ez nasnameya keça xwe derxim, çûm Midûriyeta Nifûsê ya Licê. Lê ji min re gotin ku ew nikarin navê Xezal di nasnameyê de binivîsin. Ligel îtirazên min jî navê keça min wekî Ğezal qeyd kirin. Min jî ji wan re got ku gelek rojname û televîzyon bi kurdî weşanê dikin. Kurdî ne qedexe ye! Lê wan jî got ku di alfabeya tirkî de tîpa ‘X’ tune ye û ji ber vê yekê jî di nasnameyê de Xezal nenivîsandin.”

NE CARA YEKEM E
Beriya demeke Şaredariya Nisêbînê bi biryara Meclîsa Şaredariyê xwestibû navên bi kurdî bide kolanan. Lê Qaymeqamiyê ev daxwaza şaredariyê bi hinceta ku “Li gorî rêgezên tirkî û xala 24’an a girtînameya têkildarî numare kirin û navnîşanê, guncav nîn e.” red kiribû.
Par jî Şaredariya Kayapinar a Amedê xwestibû navên bi kurdî bide hin parkan lê ev daxwaz jî ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû redkirin.

HATIBÛ GIRTIN
Her wiha li Rihayê jî welatiyê bi navê Ahmet Atiş, navê Hêlîn Kurdistan li keça xwe kiribû. Piştre Dozgeriya Komarê ya Rihayê der barê dayik û bavê Hêlîn Kurdistanê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Tişta herî balkêş jî ew bû ku dozgeriyê piştî 19 mehan ev lêpirsîn da destpêkirin. 
Sendroma dewleta tirk a li hemberî navên bi kurdî ne tenê ev in. Beriya wê jî ji ber navê Hêvî Jiyan Wezareta Karên Hundir lêpirsîn dabû destpêkirin.AMED


No comments:

Post a Comment