Monday, March 8, 2010

Nakokiyên di navbera cinsan de dê çareser bibin


08/03/2010

Serokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sedsala 21’an dê bibe çareseriya nakokiyên di navbera jin û mêran.


Daxuyanî wiha dom kir: “Bi saya testpîtên pirsgirêka azadiya jinê, azadiya civakê û demokratîkbûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Abdullah îro gelek tişt derketin holê. Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna Îdeolojiya Rizgarkirina Jinan derket asta herî jor. Jin pêşengiya pergala KCK’ê dike. Tevgera Jinên Kurdistanê di 8’ê Adarê armancên xwe yên wê salê aşkera kir û ew tişt riya pêşketinê veke. Li hemberî pergala serdestiya mêran hêza rêxistin û çalakiya jinan li pêş ket. Têkoşîna jina kurd li her qada civakê derket holê.”


KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên înkar, îmha û tasfiyeyê û diyar kir ku li dijî van êrîşan jin bi serhildan, berxwedanên xwe yên li qadan, girtîgehan û çiya helwestên xwe nîşan da.

PKK: RUHÊ AZADIYÊ


Komîteya Rêveberiya PKK’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê pîroz kir. Di daxuyaniyê de diyar kir ku Rojhilata Navîn dê bi destê jinê demokratîk û azad bibe. Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşîna azadiya gel, têkoşîna azadiya jinê ye. Daxuyanî wiha dom kir: “Di têkoşînê de her tim Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyekê dide jinê. Û em jî piştgiriyê didin kampanyaya jinan. Her wiha 8’ê Adarê ruhê azadiyê ye.” BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment