Friday, March 19, 2010

Ji bo doza Vedat eleqeya mezin


19/03/2010


Danişîna Berpirsyarê Karên Nivîsê û Xwediyê rojnameya me Azadiya Welat Vedat Kurşun ku bi 525 sal ceza tê darizandin taloq bû.
Danişîna Berpirsyarê Karên Nivîsê û Xwedî rojnameya me Azadiya Welat ku tekane rojnameya li Tirkiyeyê weşana rojane bi kurdî ye Vedat Kurşun, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Heyeta ji xwendekarên Zanîngeha Goteburgê ya Swêdê, heyeta ji mamoste, parêzer, rojnameger û xwendekaran a ji 7 kesan pêk tê, heyeta ji 12 kesan pêk tê ya Rêxistina Navneteweyî ya li Dijî Çekên Atomê (ÎPPNW), heyetek ji weqfên ARCI û UNPONTE PER ên Îtalyayê ya ji 12 kesan pêk tê, Endama Parlamentoya Ewropayê ya berê Feleknas Uca, Xwediyê rojnameya me Azadiya Welat Eser Uyansiz, edîtorên rojnameya me Adil Zozanî, Bahar Gazanri, Leyla Ayaz, Amed Çeko Jiyan, malbata Kurşun û gelek kes tevlî danişînê bûn.
Heyetên ji Ewropayê hatîn, matmayîna xwe ya ji bo cezayê ku dozger ji Kurşun re xwestiye anîn ziman û gotin ku di dîroka çapemeniyê de mînakeke bi vî rengî em bi rast nehatine.
Heytên ku eleqeyeke mezin nîşanê dozê da, bi malbata Kurşun re jî axivîn û anî ziman ku ew ê ji bo ku ev doz di rojevê de bimîne çi ji destê wan bê dê bikin.

HATE TALOQKIRIN
Kurşun di danişînê de xwe parast û got ku wan ew nûçe bi armanca rojnamegeriyê weşandiye û beraeta xwe xwest. Parêzer Serhat Eren û Rahşan Bataray jî bi armanca parêzname amade bikin û li ser dosyayê lêkolîn bikin dem xwestin. Lijneyê ev xwestek pejirand û danişînê heta 6'ê gulanê taloq kir.

Her tişt kiribûn sûc

Di danişîna borî de 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji bo hevalê me Vedat Kurşun 525 sal ceza xwestibû. Dozger Yakup Yar di mutalayê de ji bo Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya me Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun cezayekî rekor xwestibû. Dema Kurşun peywira Midûrê Karên Nivîsan dikir bi îdiaya di 103 hejmarên rojnameya Azadiya Welat de “Propagandaya rêxistinê” hatiye kiriye, 103 caran 'cezayê propagandaya rêxistinê' û carekê jî bi “cezayê endamtiya rêxistinê” jê re xewstibû. Dozger li gorî vê yekê 525 sal ceza ji bo Kurşun xwestibû.
Dozger di mutalayê de her tişt weke sûc hesibandibû. Di mutaleya de dozgeriyê di 103 hejmarên rojnameyê de herî kêm 70 hejmar ji ber peyvên di nûçeyan de yên wekî; 'Kurdîstan', 'Gerîla', 'Şehîd', 'Rêberê Gelê Kurd', 'Birêz Ocalan' û hevdîtînên Ocalan û nûçeyên rêveberên PKK'ê kirine hinceta doz û lêpirsînê. Her wiha nûçeyên der barê şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên Girtîgeha Îmraliyê û çalakiyên li herêmê pêk hatîn jî hemû wekî hêmayên sûc hatine hesibandin. Dozger îlanên bi pere yên ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê ji aliyê malbatên wan ve jî hatine dayîn wekî; “propagandaya rêxistinê” hesiband. Dozger ev jî bes nedîtibû û nûçeyên daxuyaniyên siyastemedarên kurd ên wekî Leyla Zanayê jî kir hinceta dozê û ji bo van nûceyan jî xwestibû ku Kurşun bê cezakirin.AMED

No comments:

Post a Comment