Sunday, March 7, 2010

Demîrtaş Ewrûpayê hişyar kir: Hişê xwe bidin serê xwe


07 Adar, 2010

DIYARBEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Demîrtaş got; "Gel êdî nayê lîstikê"...
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, di 1'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina Bajarê Stenbolê de axivî û êrîşa li dijî Roj TV'ê şermezar kir.

Demîrtaş, diyar kir ku bi operasyona Belçîkayê ya li dijî Roj TV'ê û siyasetmedarên kurd hewldana AKP'ê zelaltir bû û wiha got: "Ger ku vîna gelê kurd a siyasî li Enqere, Amed, Brukselê û Îmraliyê ango Qandîlê neyê naskirin wê demê dê li ku bê demê dê li ku bê naskirin. Şardaran digrin, partiyan digrin, televîzyonan digrin û piştre jî ji bo êrîşa li dijî siyasetmedarên kurd ji Belçîkayê re spasiyê dikin. Neheqiyê li gelê kurd dikin. Navê vê yekê ne çareserî ye. Ev yek tasfîye ye. Gel êdî nayê lîstikê. Ger ku hûn naxwazin gelê kurd bînin hemberî xwe wê demê hişê xwe bidin serê xwe. (dîha)
© Hdayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment