Sunday, March 14, 2010

Bêdengiya tevkujerên kurd



14.03.2010

Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li Moskowê civîn li dar xist û di civînê de xwestin ku Sûriye erdên kurdan ên di sala 1962’yan de di çarçoveya konsepta “Kembera Ereb” de desteser kirine li kurdan vegerîne.
Li Mala Gel a Moskowê li ser tevkujiya Halepçe û Qamişloyê di bin sernava “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd û geşedanên rojene” de civîna maseya gilover hat darxistin.

ERDÊN KURDAN BIDINÊ
Di civînê de Nûnerê Başûrojavayê Kurdisatnê Faysal Halef ku li Rûsyayê dijî got ku li dij kurdan êrîşa herî bi plan di çorçoveya palana “Kembera Ereb” de dest pê kir û li bajarê Qamişloyê jî nijadperestiya ereb li dij kurdan dest bi kişandina şûr kir.
Halef wiha pêde çû: “Qatlîama Qamişloyê bi pêvajoya geşedanen başûr û bakûrê Kurdistanê komployek e û di pêşengiya baasên girêdayî Sedam Husen û îstîxbarata Sûriyeyê de pêk hatibû. Provokatorên ereb ji aliyê gel ve hatibû dîtin. Gula yekemîn waliyê herême bera kurda dabû. Armanca qetlîamê ev e ku kurdên başûr û bakûr bitirsînin û bigirin kotrolê.” Halef piştî vê vegotinê destnîşan kir ku ew bi ser neketin. Bi destpêka êrîşe er ligel Qamişloyê, Derîk, Efrîn û bajarên din ên kurdan jî rabûn ser piyan. Kurdan bi yek dengek û bi helwesteke hevpar ya giştî dengê xwe berz kirin.
Halef xwest ku Sûriye nasnameyen kurda yên di sala 1962’ayan de desteser kiriye li wan vegerîne û di çarçoveya “Kembera Ereb’ de kurdên ji cih û warên wan hatine rakirin, destûr bê dayîn ku ew vegerin ser cih û warên xwe. Her wiha kurd di çaroçoveya Makeqanûna Sûriyeyê de bê nasîn, pêşî li mafê tevlîbûna dewleta navendî bê vekirin û mafê kurdan yê bidestxistina mal û milk bê dayîn.

HEVKARÊN HALEPÇEYÊ NE
Serokê Otonamiya Çanda Kurd a Moskowê Metlep Omanov li ser tevkujiya Halepçeyê axaftineke kir. Di axaftina xwe de got ku Îran û Iraq hesabpirsîna navbera xwe di ser kurdan re didomîni.
Osmanov vegot ku ew kesên li hemberî pêkanîna Halepçeyê bêdeng man îro j îli hemberî êrîş û tevkujiyên dewleta tirk ketine nav bêdengiyê. Osmanov aşkera kir ku ew derdorên îro tevkujiya Halepçeyê bibîr tînin dê di sberojan de tevkujiyên Dêrsim, Pîran û Geliyê Zîlan jî bi bîr bînin. Osmanov da zanîn ku ew dê ji bo vê jî heta dawiyê tê bikoşin.
Di dawiya civînê de rewşenbîr û siyasetmedaran ancamnameya ku ji 7 xalan pêk tê destnîşan kir. Di encamnameyê de hat xwestin ku Girîngiya jiopolîk a Kurdistanê bê dîtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin û di maleke taybet ji bo wî bê dîzankirin. Pirsgirêka kurd ligel Ocalan bê muzekerekirin. Civaka navneteweyî ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin dest bi hewildanan bek. Di nav parteyên Kurdistanê de mafê ragihandina serbest bê nasîn. Di nav aktîvîteyên hevpar ên çandî de sînor bên vekirin û derfetê bazirganiya serbest bê afirandin.
Di belavoka encamnameyê de tê xwestin ku serdagirtinên bi ser ROJ TV’ê re bê şermezarkirin û zextên li ser bê rakirin. Rûsya pozîsyona xwe ya der barê kurdan de zalal bike û di çareserkirina pirsgirêka kurd de dest bi risteke aktûf jî bike.
Her wiha biryar hat standin ku ev biryar we nameyek bê dîzaynkirin û di serî de ji Dumayê re û rêveberên dewletê yên Rûsyayê re bê şandin. MOSKOW

No comments:

Post a Comment