Monday, March 15, 2010

Ji ber nakokiya hêzên Iraqê kurd bûn hêza stratejîk

15.03.2010

Delîl FIRAT - HEWLÊR/ANF

Encama hilbijartinên giştî yên Iraqê ya 9 roj berê beş bi beş tê aşkerakirin. Derket holê ku partiya yekemîn partiya Serokwezirê Iraqê Nûrî El Malîkî ye. Malîkî bo ku hikûmeta koalîsyon ava bike dest bi hevdîtinan kir. Piştî hilbijartinan Serokwezîrê berê yê Iraqê Iyad Allawî û Alîgirê Cîgirê Serokomar Adel Abdel Mehdî û Tariq Haşîmî bo ku bi kurdan re hikûmetê ava bikin dest bi hevdîtinan kirin. Tê payîn ku kurd li derdora 70 parlamenteran bi dest bixin.


Li Iraqê encama hilbijartinên 7’ê adarê bi giştî ne diyar in. Nîvê dengan hê nehatine hejmartin. Ancax encamên derketine holê destnîşan dikin ku lîsteya Tifaqa Dewleta Hiqûqê ya Serokwezîrê Şiî Nûrî El Malîkî li pêş e. Bertekên berfireh bi boneya nelirêtî hatine kirin jî hene.

HIKÛMETA KOALÎSYONÊ


Li ser encaman Komîsyona Hilbijartinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lîsteya Tifaqa Dewleta Hiqûqê li Bexdayê ji sedî 18’ê dengan bi dest xistiye. Li gorî vê gelek di pêşiya lîsteya Konseya Îslamiya Bilind a Iraqê û lîsteya Lîderê Şiî Muqtada Sadr de ye. Encama teqez roja 18’ê adarê diyar dibe. Ancax Nûrî El Malîkî nikare bi serê xwe bibe hikûmet.


Tifaqa Neteweyî ya Iraqê ku ji partiyên olî pêk tê û partiya Îyad Allawî dengên wan bi qasî hev in. Di nav her du partiyan de tenê çend hezar deng hene. Li gorî encaman li 4 eyaletên şiî yên başûr û Bexdayê Malîkî bi ferqeke zêde li pêş e. Li van eyaletan bi giştî 105 kursî hene. Lîsteya Allawî tenê li bakurê Bexdayê ku pirtir sunî lê dijîn li pêş e.


KÎ DÊ BIBE SEROKWEZÎR?


Malîkî di hilbijartinê de kursiyên zêde bi dest xistine. Ancax ev hejmar wî nake Serokwezîr. Bo ku bibe Serokwezîr divê li parlamentoyê piraniya dengên parlamenteran bi dest bixe. Ev jî ne pêkan e. Partiyên din jî naxwazin careke din Malîkî bibe Serokê hikûmetê. Ev jî di damezrandina hikûmeta nû de dê giraniya kurdan zêdetir bike. Li gorî encaman kurd nêzî 70 kursiyan bi dest dixin û ji niha ve li ser vê hesabê ji bo avakirina hikûmetê ya bi kurdan re hevdîtin dest pê kirine. Encama ku Komîsyona Hilbijartinê aşkera kir de dertê holê lîsteya Tifaqa Kurdistan li Hewlerê, lîsteya Goran li Silêmaniyê yekemîn in. Li Kerkûkê kurdan piraniya kursiyan bi dest xist û li Mûsilê bûn duyemîn.

HEVDÎTINÊN BI KURDAN RE


Çawa li herêmê rengê rewşê diyar bû lîderan li deriyê kurdan da û xwestin bi wan re hikûmetê ava bikin. Serokwezîrê berê Allawî û Cîgirê Serokomar ê sunî Tariq Haşîmî roja şemiyê hatin Hewlêrê û bi Serokê Hêrêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn.

HIKÛMETA BÊ MALÎKÎ


Hevdîtina di navbera Allawî û Barzanî de li Selahedînê pêk hat. Barzanî diyar ki ku ew hê hevdîtinan dikin. Allawî jî destnîşan kir ku ew bi tifaqa Kurdistanê re hevdîtinan dike û got: “Der barê afirandina aramiya Iraqê de em wek hev difikirin.”


Lîderê Şiî Adel Abdel ku ji lîsteya Tifaqa Neteweya Iraqê hat hilbijartin jî roja înê hat Hewlêrê. Bi Barzanî û Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin kir.


Çavdêrên ku hevdîtinan dinirxînin vedibêjin ku dil heye di nav kurdan û şiiyên lîsteya tifaqa Neteweyî ya Iraqê de koalîsyonek bê avakirin. Her du alî jî naxwazin careke din Malîkî wekî Serokwezîr bibînin. Li gorî çavdêran serkeftina Malîkî pêkan e lê ne pekan e ku Lîsteya Kurd, Tifaqa Neteweya Iraqê û Allawî bihêlin Malîkî bibe hikûmet. Berpisê Karên Derve yê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Felah Mustafa jî diyar kir ku hatina Îyad Allawî, Tariq Haşîmî û Adel Abdel Mehdî giraniya bandora kurdan a li ser siyaseta Iraqê destnîşan dike.

HEVDÎTINÊN MALÎKÎ


Endamê lîsteya Dewleta Hiqûqê Abbas El Bayatî daxuyanî da. Diyar kir ku Malîkî di hilbijartinê de bûye partiya yekemîn. Di vê çarçoveyê de Mekeqanûna Iraqê maf dide Malîkî ku bi her çar komên din re hevdîtinan bike. Dikare bi kê re li hev bike pê re hikûmetê ava bike. Lê Bayatî nav neda ku hevdîtinên Malîkî bi kîjan koman re pek tê.

No comments:

Post a Comment