Friday, March 19, 2010

Ocalan:Piştî Newrozê pêvajoyeke nû dest pê dike û talûkeya heyî jî mezin e

ocalan

10-03-19

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku piştî Newrozê wê pêvajoyeke nû dest pê dike û got, talûke mezin e û êrîşa li hember RojTV jî, wekî biryara NATO'yê nirxand.

Ocalan anî zimên ku ev biryar, amadekariya ji bo tinekirinê ye û hişyarî da ku qirkirina siyasî dikare veguhere ya fîzîkî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser lîstikên Îngilistan, Emerîka û NATO'yê.

Ocalan anî ziman ku wê karibin wî jî hedef bigirin û weha axivî:

"Ez sibe dikarim bimirim, ya rast dikarin min bikujin. Yên ez anîme vir, xwedî hêza kuştina min in jî. Wekî mînak dikarin derman bixin nava xwarinê, dibe ku dikin jî. Ev ne tiştek zehmet e, ji bo tiştekî wiha hêza wan heye. Ji bo vê, hêza CIA jî heye. Dema ez radestî Tirkiyê kirim, peymanek pêk anîbûn. Gotibûn wî yekser nekujin. Yanî dikarin, lê belê ne yekser."

Ocalan destnîşan kir ku piştî Newrozê pêvajoyeke nû destpê dike û talûkeyeke mezin heye.

Ocalan di vê biwarê de ev hişyarî dan:

"Dixwazin kurd û tirkan bixin pêsîra hev. Lîstik hene. Lê belê kes vê bi awayekî zelal û cidî nabîne. Ez li vir xwe diçirînim. Ez nizanim, BDP'ê ev yek çiqas ferq kiriye. Ev lîstikeke Îngilistan, Emerîka û NATO'ye. Dixwazin bi derxistina şerê kurd û tirk, Tirkiyê zêdetir bi xwe ve girê bidin. Bi anîna min ya li vir, dixwestin tiştên li Baxdayê pêk anîne, li Tirkiyê jî pêk bînin. Lê belê min ev lîstik xera kir. Min pêşiya ji hev kuştina gelan girt. Ev çiqasî tê fêm kirin, nizanim. 11 salin ez ji vir diqîrim. Eger pirsgirêkê çareser nekin, tiştên ku ti kes texmîn nake, wê biqewimin. Gelê me, ne wekî keça 15 salî ya ku dikare were xapandin e. Gel hişyar bûye û wê neyê lîstikan."

Ocalan bi bîr xist ku kurdan di dema avakirina komarê de destek daye Mûstafa Kemal û dûre jî bal kişand ser rola siyaseta Ingilîz û anî zimên ku îngîlîzan, bi Konferansa Kahîreyê pêvajoya neçareseriyê ya îro daye destpêkirin û wiha got:

"Mûstafa Kemal neçar maye dev ji Mûsûl û Kerkukê, ku di nav sînorê Mîsak î Mîllî bûn berde û tawizan bide îngilîzan. Komar bi awayekî birîndar ava bûye. Bi trajediyeke wiha dest pê kiriye. Yên ku di sala 1920ê de nekarîne welêt bi dest bixin, ji sala 1926ê û pê ve û îro bi dest xistiye. Li hemberî vê, çareseriya demokratîk û hevkarî pêwist e. Hevkariya navbera kurd û tirkan ya sala 1920ê, divê îro jî di çarçoveya demokratîk de pêk bînin. Werin em li hemberî xetera Sewrê, Lozanê nû bikin. Nûkirina peymana Lozanê, tê wateya neteweya demokratîk, komara demokratîk û welatê demokratîk."

"Êrîşa li hember RojTv biryareke Nato ye û amadekariya êrîşeke ji bo tinekirinê ye"

Ocalan bi bîr xist ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê gelek xebat meşandine û yên ku di nav dewletê de dixwazin ji bo çareseriyê gavan bavêjin jî, hatine tesfiyekirin.

Ocalan anî zimên ku hukujmeta AKP'ê ji berpirsyariyê direve û got: "Ev zînniyeta tirk-suniye. Erdogan xwe vir de û wê de dike û gelek bi talûke dilîze."

Ocalan serdana Erdogan ya Londonê jî, şiband îcazeta Dogan Gureş ya sala 1993ê ku ji Londonê stendibû.

Rêberê gelê Kurd hişyarî da ku qirkirina çandî, dikare veguhere qirkirina fîzîkî û êrîşa li hemberî Roj Tv'ê jî, wekî biryareke NATO'yê nirxand û wiha dewam kir:

"Çiye wateya girtina Roj Tv'ê? Çiye wateya dewama benda ji sedî 10 ya hilbijartinan? Çiye wateya parlementeriya Tirkiyê?. Girtina RojTV, ne girtina kaneleke ji rêzê ye. Tansû Çîller jî di dema xwe de evqas êrîşî televîzyona kurd nedikir. Ev amadekariya ji bo tinekirinê ye. Qirkirina çandî dikare veguhere ya fîzîkî. Ez hişyar dikim. Ev biryareke NATO yê ye û dikarin RojTV bi temamî bigirin. Divê li devereke alternatîf, li derveyî bandora NATO'yê, ji xwe re li cihêkî bigerin. Girtinên li Ewrûpayê jî dikarin dewam bikin. Bi Heronan dikarin li kadroyên payebilind ên PKK'ê bixin, li vir jî dikarin min bikujin. Benda ji sedî 10 jî, ne pêkanîneke ji rêzêye. Ev qirkirineke siyasî ye. Bi vê dixwazin pêşiya îradeyekê bigirin. Sedema amadekariya Parlemena Tirkiyê jî, ev e. Dixwazin li parlemenê pêşiya avakirina komekê bigirin. Bêdengiya li hemberî girtinên demên dawî jî, bandor li min dike. Rûmeta min dişkîne. Çiye wateya van girtinan? Zarok, rêveber, şaredar kî tê ber wan, digirin!. Dixwazin bibêjin, em te digirin diavêjin hundur, dengê xwe dernexe. Ma tiştek wiha dibe? Ev zîhniyeta AKP'ye û gelek bi talûke ye."

"Ji bo di serdema nû de çareserî pêş bikeve, divê pêşî min bêvekirin"

Ocalan ji bo hewldanên çareseriyê bi pêş bikevin jî, hin bang kirin.
Ocalan bi bîr xist ku PKK li hemû parçeyan bi hêz bûye û got: 'PKK ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye. Ev berxwendan ne tenê ya kurdan, a gelan e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku serdemeke nû dest pê dike.

Ocalan anî ziman ku ew PKK'ê di 3 qonaxan de dinirxîne û wiha dewam kir:
"Qonaxa yekemîn, ji 1973'an heta 84'an e. Ya dûyemîn ji 1984'an heta 93'an e. Ya sêyemîn jî, ji 93'an heta roja me ya îro ye. Em ji 93'an heta niha, hewldanên ji bo çareseriyê, li hev kirin û diyalogê dimeşînin. Piştî Newrozê qonaxeke nû dikare dest pê bike. Di dîroka welatan de, qonaxên şoreşan hene. Di 1789'an de piştî şoreşa Fransa, qonaxa Napolyon, di 1917'an de piştî şoreşa Sovyetan, rewşa şerê hundur a di navbera 1918 û 1922'an de heye. Nizanim li Tirkiyê wê pêvajoyeke çareseriyê karibe pêş bikeve. Hinekî îhtîmala wê kêm xuya dike. Lê hindik be jî, hê hêviya min heye."

Ocalan pirsa, eger çareserî pêk neyê wê çi bibe pirsî, ji PKK û BDP'ê xwest ku biryarên xwe bi xwe bigirin û wiha dewam kir:

"Min rola xwe pêk dianî. Jixwe di şertên li vê derê de, tenduristiya min û rewşa min ya fîzîkî jî ne guncav e. Ez hikumxwarek im. Niha dijîm, lê wê sibe çi bibe, nayê zanîn. Dibe ku bimirim û bêm kuştin jî. Di binê vê çalê de, hêza fîzîka min ya berê jî, nema. Di van rewşan de, nikarim rêbertiyê bikim. Tiştekî bi vî rengî exlaqî jî nabînim. Ne exlaqê min û ne jî fîzîka min destûrê nadin tiştekî wisa. Ji bo PKK'ê jî, ji bo BDP'ê jî û ji bo kurdan tevan dibêjim. Bila bi xwe biryara xwe bidin. Ez texmîn dikim, PKK li her 4 parçeyan bi hêz bûye. Hêza xwe mezin kiriye. Ez hêvî dikim BDP pêvajoya aştiyê bi ser dixe. Bi qasî ku tenduristî û şertên min destûrê bidin, ez ê jî alîkariya aştiyê bikim."

Ocalan bi bîr xist ku wî berê jî ji bo çareseriyê ji rayedarên tirk re name şandibûn û anî ziman ku ew hê jî li benda bersivê ye.

Ocalan banga cidiyetê li rayedarên tirk kir û wiha got:

Ji bo di qonaxa nû de, hewldanên aştî û çareseriya demokratîk pêş bikevin, pêwist e pêşiya min vebe. Ji bo dewama hewldanên aştiyê, divê zarok û siyasetvanên girtî bên berdan û benda ji sedî 10 jî, dakeve ji sedî pêncan. Eger ev pêk bên, wê pêvajoya çareseriyê pêş bikeve û ez ê jî tiştên bikevin ser milê min bi cih bînim. Tevî ku pirsgirêkên ewqasî girîng û mezin hene, cidî nêz nabin. Ji bo Diyarbakirspor di lîgê de bimîne herkesî, Erdogan, Baykal û Bahçelî li hev kirine. Yanî eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, weke ku wê pirsgirêk çareser bibe, tevdigerin. Dixwazin Diyarbakirsporê jî, wekî alaveke tesfiyekirinê bi kar bînin. Hinek hene, wekî ku eger Diyarbakirspor di lîgê de bimîne, wê rûmeta neteweyî ya kurdan rizgar bibe, tevdigerin. Yanî ewqasî ne cidî nêz dibin. Lewma tehlûke bi rastî jî gelek mezin e.

PKK hêza xwe pêş xist, ji Silêmanî heta Behra Reş xwedî hêza berxwedanê ye

Ocalan bang li Emerîkayê jî kir û wiha got:

"Emerîka, ji bo hevdîtinê tu lave ji Talîban dikî û li ber digerî. Lê belê tevî ku em bi dilxwazî dixwazin çekan berdin, bi me re hevdîtinê pêk naynî. Tu dibêjî 'ezê biqedînim û tesfiye bikim' û bi wê niyetê bi ser PKK'ê ve diçî".

Ocalan anî ziman ku gotina 'wê PKK sînoran biguherîne' ne rast e û got: "Ti hedefa me ya guhertina sînoran nîne. Em ne evîndarên çekan in jî. Em çekan wekî alavên xwe parastinê dibînin."

Ocalan wiha dewam kir:

"Eger çareserî pêş bikeve, wê çek bên danîn. Eger bi ser pisîkekê de jî biçî ew ê xwe biparêze. Eger hûn zextan li PKK'ê bikin, wê PKK xwe biparêze û şer bike. Ew ê êdî şerê gerîla pêş bixe, çalakiyên bajaran pêk bîne, nizanim ew ê çi bike lê belê ew ê bi her awayî xwe biparêze. Ez PKK'ê baş nas dikim. PKK naşibe El Qaîde. Dikare El Qaîde ji bêrîka xwe derxe. PKK hêza xwe pêş xistiye û mezin kiriye. Di PKK'ê de 3 nifş hene. Nifşa berê, navîn û nişfa nû. Hêz, tecrûbe û rêbertiya wê heye. Ji Silêmanî heta Behra Reş hêza wê ya gerîla heye. Ew ê li ber xwe bide. Ev berxwedan ne bi tenê ya PKK û kurdan e, ev berxwendana gelan e. Ew ê li ser navê Tirkiye û gelên Tirkiyê jî li ber xwe bide."

"Dikarin berê xwe bidin Kurdên Başûr, lewma divê konferansa neteweyî li hev kom bibe"

Ocalan di beşa dawî ya hevdîtinê de jî, anî zimên ku talûkeyên heyî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê derbas dibin û li hember van talûkeyan pêşniyara pêkanîna konferanseke neteweyî dûbare kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî zimên ku tespîta wî ya ji bo nûkirina peymana Lozanê, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye û got:

"Ez vê ji bo mafên kurdên Başûr jî, pêşniyar dikim. Emerîka vedikişe. Li hember kurdên Başûr êrîş dikarin pêk bên. Li Tirkiyê jî tehlûkeya şerê kurd û tirk heye. Li hemberî van, konferanseke neteweyî gelekî girîng e. Min nêrîn û pêşniyarên xwe berê anîbûn zimên. Ez 5 pîvan û 4 pêşniyarên pratîk careke din pêşniyar dikim. Konferans dikare di çarçoveya van pîvanan de pêk were."

Ocalan xwest ku hemû kes di derbarê mezinahiya talukê de bên agahdarkirin û got: "Eger gelê Tirkiyê jî were agahdarkirin, wê ji sedî 90'ê civakê tevlî pêvajoya çareseriyê bibe."

Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê, pêwistiya Partiya Sîwan dubare anî zimên û wiha berdewam kir:

"6-7 partî hene. EMEP, ODP û EDP hene. Eger pêwist bike, wekî sîwana sîwan, tevneke ku EDP jî di navê de, were avakirin. Heta, mirov dikare biçe serdana hemû demokratan."

Ocalan vê hefteyê jî tevgera çepgir rexne kir û got:
"Pêwistî bi pratîkê heye. Divê bi berpirsyariyê rabin. Divê bi awayekî leztir alternatîfekê biafirînin. Careke din dibêjim. Çawa Mûstafa Kemal bi kurdan re hevkarî pêk anî û bi ser ket, ez jî ketime nava lêgerîna hevkariya bi Tirkan re. Ez rola xwe mezin nakim, lê belê ya dixwazim bikim ev e. Lîstikên Îngilistan, Emerîka û NATO'yê jî ancax bi vî rengî dikarin bêencam bên hiştin."

"Zeynep Kinaci û Muslum Dogan rûmeta Meletiyê ne"

Ocalan di derbarê çalakiya Muslum Dogan ku 15'ê sibatê agir berda bedana xwe de jî wiha axivî:

"Zeynep Kinaci û Muslum Dogan, rûmeta kurdîtiya Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li ber van hevalan xwe deyndar û berpirsyar hîs dikim. Min berê li dengê Zeynep Kinaci guhdarî kiribû. Li gorî min, divê li Meletiyê ji bo van hevalan abîdeyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê, şexsiyeta pîroz a van hevalan, bidin jiyîn."

Ocalan silavên xwe ji girtiyan, ji gelê Batmanê re, ji ciwan û jinan re şandin.

No comments:

Post a Comment