Wednesday, March 10, 2010

Klute: YE zordariya li ser kurdan dibîne


10/03/2010 

Guneş UNSAL - AMED/DÎHA

Endamê Parlamentoya Ewropayê Jurgen Klute, da zanîn ku heke kurd karibin hemû civakên li Tirkiyeyê di bin sîwanekê de li hev kom bikin, dê karibin bandorekê li ser hikûmetê çêkin û bi lezgînî Tirkiyeyê ber bi demokrasiyê ve bibin. Klute, ragihand ku diyaloga di navbera kurdan û YE'yê de pêk bê, dê pêvajoya çareseriyê zêdetir bi pêş bixe.
Endamê Parlementoya Ewropayê û Parlementerê Parçiya Çep a Alman Jurgen Klute, der barê çareseriya pirsgirêka kurd û nêzîkatiya Tirkiyeyê de agahiyên girîng dan. Klute, anî ziman ku Yekitiya Ewropa, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd zorê li Hikûmeta Tirkiyeye nake û tu projeyên wê yên çareseriyê jî nîn in. Klute, destnîşan kir ku çareserî bi partiyeke sîwane ku bandorê li ser hemû civakên Tirkiyeyê bike û karibe hemû gelan hembêz bike, pêkan e. Klute, ji bo çareseriyê bal kişand ser girîngiya partiya sîwan û wiha got: "Zextên li ser kurdan bi girtina DTP'ê li ber çavê hemû YE’yê bi awayekî zelal diyar bû. Ev zext û zordarî li dijî karker, sendîka û hemû kesên demokrasiyê dixwazin jî hêdî hêdî xwe didin der. Ji ber vê yekê divê hemû hêz û kesên di bin zext û zordariyê de dibin partiyek sîwan de li hev kom bibin. Partiyek sîwan û yekîtiyek hêzên demokratîk mafê kurdan û astengiyên li pêşiya demokrasiyê pêkan e bi dawî bibe."
TIRKIYE Û YE
Klute, da zanîn ku axaftinek Ahmet Turk a sala 2008'an pir bandor li ser wî kiriye û got Ahmet Turk jî bal kişandiye ser pêdiviya partiya sîwane. Klute, xetereya pirsgirêka di navbera gelê kurd û Hikûmeta Tirkiyeyê de jî bi bîr xist û wiha axivî: "Niha gelê kurd bi zextên hikûmeta Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Divê Ewropa li hemberî vê yekê di nava hewldanan de be. Klute, bal kişand ser pêdiviya têkilî û dîplomaiya gelê kurd û welatên Ewropayê û wiha got: "Heke ku Tirkiye YE’yê dixwaze, bi vî halî nayê qebûlkirin. Divê xwe rast bike. Divê krîterên YE'yê bi cih bîne. Ji bo Tirkiye bikeve bin sîwana YE’yê pêwîst e şertên wê û daxwazên wê bi cih bîne û li gorî pîvanên YE'yê tevbigere."
GAVÊN HATINE AVÊTIN…
Klute, bal kişand ser girîngiya partiya sîwane û anî ziman ku hewldanên Ahmet Turk û BDP'ê girîng in. Klute, sekna gelê kurd jî nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ahmet Turk di kongreya DTP'ê ya sala 2008'an de bal kişandibû ser partiya sîwane. Hewldanek gelê kurd û saziyên kurd ji bo me girîng e. Ev hewldan ji bo hemû Ewropayê gaveke nû ye. Li gorî YE'yê li Tirkiyeyê hin gav tên avêtin, lê ne bes in. Bi Taybetî girtina DTP'ê gaveke pir neyînî ye. Ev niha li Parlemetoya Ewropa tê niqaşkirin. Ewropa dixwaze zextên li dijî gelê kurdan bi dawî bibin. Heke ku Tirkiye bi rastî dixwaze bikeve bin sîwana YE'yê divê daxwazên YE'yê bi cih bîne."
'HAY JI ZEXTAN HEYE'
Klute, bal kişand ser nêzîkatiya YE’yê ya li hemberî zextên li dijî kurdan û wiha got: "Em dizanin ku niha zêdeyî hezar siyasetmedar û nûnerên kurd girtî ne. Her wiha em dizanin zêdeyî hezar zarokên kurd jî girtî ne. Divê ev rewş hemû çareser bibin. Ev ji bo YE'yê pirsgirêkek mezin e. Heta ku ev pirsgirêk bi riyên demokratîk çareser nebe, divê tu kes ne li bendê be ku YE der barê Tirkiyeyê de biryarên erênî bistîne. Tirkiye ji ber helwesta li dijî kurdan, hate hişyarkirin. Di konferansê de ji kesên têkoşîna mafên xwe didin re piştgirî hate dayîn. Lê dîsa jî di vî warî de mirov nikare bêje Yekitiya Ewropayê ji bo çareseriyê tiştekî nû dike yan jî zextên girîng li Tirkiyeyê dike."


No comments:

Post a Comment