Thursday, March 11, 2010

Bila Belçîka lêborînê bixwaze


11/03/2010 

Li Erzirom û Wanê kongreyên BDP’ê pêk hatin û BDP’a Êlihê bang li gel kir ku beşdarî kongreya ku îro pêk bê bibin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di kongreya BDP’ê ya Wanê de axivî û diyar kir ku divê Belçîka lêborînê ji kurdan bixwaze û wiha got: “Divê AKP di serî de TMK’ê rake. Ji vê TMK’ê re êdî bes e.”
2’emîn Kongreya Awarte ya BDP’a wanê bi beşdariya hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, parlamenter Ozdal Uçer, endamê PM’ê, şaredarê Wanê Bekîr Kaya, şaredarên navçeyên Wanê û endamên saziyên civakî pêk hat. Salon bi rengê kesk, sor û zer hate xemilandin û pankartên ku operasyona Brukselê şermezar dike hatin daliqandin. Ozdal Uçer anî ziman ku divê girtiyên siyasî serbest bên berdin û şert û mercên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên rast kirin. 
Kişanak bilêvkir ku bi girtina Remzî Kartal, Hatîp Dîcle û Zubeyîr Aydar ve dixwazin têkoşîna kurdan asteng bikin û wiha got: “Birêz Hatîp Dîcle, Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar şandin girtîgehê lê kurdên têkoşîna xwa ya jiyaneke azad bidomînin. ROJ TV deng û guhê kurdan e û hêza kesî têre nake bêdeng bike.” Kişanak da zanîn ku Ergenekon û Balyoz di encama têkoşîna kurdan de deşîfre bûn û wiha got: “Di encama têkoşîna kurdan de dewleta kûr deşîfre bûye. Ji ber vê yekê deynê Erdogan lêborînê ji kurdan re heye. Divê Erdogan bibêje ‘Ez dewleteke ku bi salane zilmê we dike rêvedibim û li ser navê dewletê lêborînê dixwazim.” Kişanak diyar kir ku bi salan e behsa siyasîbûna darazê dikin û wiha got: “Ger şaredar niha girtîbin  sedema vê siyasîbûna darazê ye. Dema vê darazê Şêx Seîd daliqand jî siyasî bû li Amedê qetlîam pêk anî jî siyasî bû. 
Kişanak diyar kir ku divê AKP TMK’ê rake heta ev zagon ranebe guhertina makeqanûnê ne mimkun e. Di encama hilbijartinê de Cuneyt Canîş bû serokê BDP’a Wanê û revberiya partiyê jî ji van kesan pêk tê;, Nurettîn Turgut, Naîm Işik, Hatîce Tokluîçten, Îsmaîl Demîr, Cevdet Altindag, Fevziye Şîran, Ahmet Enterlî, Nacî Erkol, Leyla Işik, Kerem Kaplan, Muhyettîn Aksin, Kaniye Şeker, Cemal Aktaşli û Nebî Koçak.

LI ERZIROMÊ KONGRE 
Parlamenterê BDP’ê Îbrahîm Bînîcî, şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk, endamê MYK’a BDP’ê Abdulkerîm Bîngol, enadmê PM’a BDP’ê Zahîr Saritaş û endamên saziyên civakî beşdarî kongreyê bûn. Zahîr Saritaş anî ziman ku bangî rêxistinbûnê kir. Îbrahîm Bînîcî diyar kir ku şaredarê Îdirê M. Nurî Guneş di girtîgeha Erzeromê de ziyaret kiriye û wiha got: “Tevgera Azadiya kurdan rêxistina jin û ciwanan e. Me bi ciwanan ve dest pê kir. Dê li wir wiha jî bi ciwanan ve dom bike. Daxwaza me ew e ku li vir wiha bêtir jin û ciwan di rêveberiyan de cih bigirin.” Bînîcî operasyona li Belçîkayê şermezar kir. Piştî hilbijartinê Riza Guler bû serokê BDP’a bajar û ji bo rêveberiyê jî ev kes hatin bijartin; Osman Ozbey, Sabahattîn Yilmaz, Çîçek Sarialtın, Mehmet Koçak, Melîk Okyay, Nesîm Sarikaya, Mehmet Ozkut û Sebekî Saridemîr. WAN - ERZIROM


No comments:

Post a Comment