Friday, March 19, 2010

Girtiyên PKK`yî û PJAK`î Newroz pîroz kirin

girtigeh

10-03-19

Doh roja cîhanî ya girtiyên siyasî bû. Girtiyên ji doza PKK û PJAK`ê hem ji bo bîranîna vê rojê û hem jî bi boneya Newroza 2010ê daxuyanîyek dan.

Sala 1923ê Rote Hilfe 18ê Adarê bi mebesta xwedî derketina li girtiyên siyasî wekî roja girtiyên siyasî ya cîhanî ragihand.

Girtiyên PKK`yî û PJAK`î yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş, Newroz di serî de li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li tekoşerên riya azadiyê û hemû gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser rola tevgera azadiya Kurd ku bi têkoşîna xwe ya pê hempa û bi berdêlên mezin naverok û wateyeke nû li Newrozê kiriye û gotin:
"Tevgera azadiya gelê me ya ku bi rêşaniya Rêber Apo her roj xetên sor yên dagîrkeran têk dide ber bi azadiyê ve diçe. Li bajar û gundan, li çiyayên Kurdistanê, li diyasporayê, li hemî beşên welatê me, gelê me ji bo daxwazên xwe yên rewa û demokratîk têkoşîna xwe li ser hîmê biratiya gelan xurtir dike."

Girtiyên Kurd bal kişandin ser zext û guşarên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ku li ser gel û li girtîgehan birêve diçin û gotin: Rejîma Îranê ku li hember bilindbûna dengê azadîxwaz yê gelê Kurd û gelên din yên Îranê ketiye nava tirsê, hemî kiryarên hovane dixe dewrê û di serî de bi tahdîda cezayên îdamê, binçavkirin û êşkenceyan dixwaze xelkê bê deng û temenê xwe dirêj bike."

Di dawiya daxuyaniya xwe de girtiyên PKK`yî û PJAK`î gotin:
"Aşkereye ku gelê me wê Newroza 2010`ê jî wergerîne platforma bilindkirina daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê. Wê ji hemî deman bêhtir li dora tevgera xwe û rêbertiya xwe bibe xelekek. Em jî wekî girtiyên ji doza PKK û PJAK`î di girtîgehên Îranê de, tevî hemî zextên li ser xwe jî, em dê li ser felsefeya Rêber Apo ya Kurdê azad û bi rihê berxwedanî yê Mazlûm û Egîdan bi erk û wezîfeyên xwe rabûn û ala têkoşînê bilind bigrin."

No comments:

Post a Comment