Sunday, March 14, 2010

Ocalan: Divê Kurd Kongreya Neteweyî û xeta xwe ya hevbeş ya parastinê avabikin

ocalan

17:15 10-03-14

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya beriya Newrozê de banga avakirina Kongreyeke Neteweyî, pêkanîna xetek hevbeş ya parastinê kir û hişyarî da ku talûkeya êrîşek dawî heye û got: Dikarin hewlbidin ku komkujiyên deh caran ji Helebçê mezintir jî pêk bînin.

Ocalan destnîşan kir ku partiyên çep dikarin di bin banekî de jî bibin yek û got:
"Heger ev yek pêk were, benda ji sedî dehan bi asanî dikare bê derbas kirin û hêzek gelek xurt dikare derkeve holê. Û ev yek wê wekî lehiyê, hemû yasa, sazî û kirinên nedemokratîk li ber xwe bibe û paqij bike."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya heftane de buyerên dawî yên li Tirkiyê, Îran, Sûriye, Kurdistan û Ewropayê rûdan jî nirxandin.

Ocalan xemgîniya xwe ya di biwara erdheja Elezîzê de jî anî zimên û sersaxî li malbatên kesên di buerê de jiyana xwe ji dest dane kir.

"Divê êdî zimanê sosyalîzma reel neyê bikaranîn"

Rêberê gelê Kurd Ocalan di derbarê hewldanên sazbûnên nû yên aliyê çepgir li Tirkiyê de jî tesbît û nirxandinên girrîng kirin û got ku divê zimanê klasîk yê sosyalîzma reel êdî bê bicîhiştin.

Ocalan bal kişand ser avabûna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê û di vê derbarê de weha got:
"Xuyaye di eniya çep ya Tirkiyê de pêşketina herî berbiçav ya demên dawî avabûna vê partiya nû ye. Di rewşa heyî de, ew dikarin incex ji sedî 1-2`yên dengan bigrin, lê heger baş kar bikin û îtîfaqan pêkbînin ew dikarin bêhtir jî bidestbixin. Divê kesên ku di eniya çep de cîh digrin, yekîtiyek berfirehtir pêkbînin û bikaranîna zimanê sosyalîzma reel, ku tê zanîn êdî derbaskirin û xwe nû bikin."

Ocalan her weha anî zimên ku divê çepgir, li dor xalên xwe yên hevbeş werin cem hev û got:
"Hemû derdorên sosyaldemokrat divê piştrastbin ku em ne cûdaxwaz in û em ji dil in. Em giringiyek mezin didin hevkarî û yekîtiya demokratîk ya gelan. Lewra, em jiyana bi hevre ya li ser esasê welatê demokratîk, neteweya demokratîk, komara demokratîk û destûra bingehîn ya demokratîk diparêzin û dixwazin. Ev jî ji Tirkiyeyê re tişta herî girîng û pêwîst e."

"Benda ji sedî deh ya hilbijartinan, di rastiyê de benda li hember demokrasiyê ye"

Ocalan dubare li ser giringiya yekîtiya partiyên demokratîk ya di bin banekî de rawestiya û weha got:

" BDP jî di vê cidî nêzîkî van xebatan bibe. Heger ev yekîtî pêk were, dê benda ji sedî deh bi asanî bê derbas kirin. Hêzeke wekî lehiyê xurt derkeve holê ku hemî yasa, sazî û kiryarên antîdemokratîk jî bide ber xwe û paqij bike. Ez bawer dikim ku ji bo pêkhatina vê yekîtiya xurt jî zemînê guncav heye."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ji ber ku bi kêrî wê tê, AKP naxwaze benda hilbijartinan rake û ev jî rûyê AKP`ê yê antîdemokratîk derdixe holê.

Ocalan di vê biwarê de weha berdewam kir:
"Benda hilbijartinan ku di rastiyê de, benda li hember demokrasiyê ye, daxwaza sermayeya global e jî. Û ji ber ku AKP siyasetên van derdoran birêve dibe jî zû bi zû ber bi guhertina wê jî nayên."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtian vê hefteyê de jî bal kişand ser pêşniyaza AKP`ê ya, ji bilî parlementeriya parêzgehî, sîstema "parlementeriya di asta seranserî welêt de" jî û got:
"Ev polîtîkayek xapandinê ya ji bo tasfîyeyê ye. BDP ji xwe li hember vê derdikeve û daxwazên xwe jî eşkere kirin. BDP dikare wergere projeyeke aştiyê."

"Ez ne li dijî marksîzmê me, rexneyên min çêker in"

Rêberê gelê kurd di berdewama daxuyaniya xwe de diyarkir ku ew ne li himberî marksîzmê ye û silav li Sevîm Bellî û Mîhrî Bellî kir. Ez hêvî dikim, di demeke kurt de tenduristiya wî baş bibe. Îdeala wan îdeala me ye û em ê hertim vê îdeala bidin jiyandin. Dîtinên min ên di derbarê komunalîzma demokratîk de tên zanîn. Ew rexneya min a li Marksîzmê divê baş bê fêmkirin. Ez ne li himberî Marksîzmê me, bi tenê rexneyên çêker dikim. Marks jî di dema ciwaniya xwe de li ser komunalîzmê xwedî raman bû. Wî tesîr ji komuna Parîsê wergirtibû, di nûciwaniya xwe de hindek raman li ser meseleya Komunalîzmê pêşxistibû. Axaftinek kiribû li ser esasê ku dikare li derdora komunalîzma demokratîk bi hezaran ciwan bêne birêxistin.

"Ji kesên cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn re sebirê dixwazim"

Hêjayî gotinê ye ku rêberê gelê kurd di berdewama daxuyaniya xwe de li ser hilbijartinên li Iraq, dardakirinên li Îranê û pêşketinên li Suriyeyê rawestiya û wiha got: Di hilbijartinên Iraqê de cudahiyeke giring ku derkete pêş tevgera Goran e. Ji aliyê zîhniyetê, feodaliyê û ji bo guhertina avahiya eşîrtî hindik be jî ji yên din cudatir e. Li Îranê jî yên ku ji ber siyasetê cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn û hê jî li bendene hene. Ez ji wan re sebirê dixwazim. Pêwist e xwe bigirin. Di nava hevalên li Îranê girtîne ne de hevalek bi navê Zeynep Celaliyan jî heye. Ez silavên xwe yên taybet ji wê re dişînim. Ji ber tevkujîya Qamişlo ez careke din sersaxiyê ji gelê me yê Başûrê Rojava re dixwazim. Pêwist e rêxistinbûyina xwe xurtir bikin.

"Divê konferansa neteweyî bicive"

Rêberê gelê kurd bi nêzîkbûna Newrozê re peyamek da. Ocalan wiha got: Bi wesîleya nêzîkbûna Newrozê re banga min ji bo hemû gelê me, ji hemû gelê me yê ku li Suriyeyê, li Îran, li Iraq û li ewrûpayê dijîn re ev e; Wek ku min berê jî di parastinnameyên xwe de diyar kiribû, dikare di çarçoveya pênc prensîb û çar pêşniyarên praktîkî de konferansa neteweyî bicive, kongireyeke neteweyî divê bê avakirin. Ev kongre divê ji bo hemû kurdan polîtîkaya hevbeş diyar bike. Xetên parastina hevbeş bêne hûnandin û hêzên parastinê bêne hevbeşkirin. Xetera êrîşeke beramberî gelê kurd herdem heye. Tê zanîn Emerîka ji Iraqê vedikişe. Dewletên Ereban dikarin wê avahiya federala kurdan a li Başûr bifetisînin. Divê haya van jî ji vê xeterê hebe û pê zanibin.

"Talûkeya pêkhatina komukijyên 10 caran ji Helebçê mezintir heye"

Ocalan hişyarî da ku hewldanên pêkanîna komkujiyên mezin dikare di rojevê de bin û xwest ku Barzanî û Talebanî di cidîyeta rewşê de bin.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê derbarê de weha got:

"Talûkeya hêrîşeke dawî ya herî mezin heye. Ez hişyar dikim. Dikarin hewlbidin ku komkujiyên deh caran ji Helebçê mezintir jî pêk bînin û hewl bidin ku sazîbûna Kurd ya Federal ji holê rakin. Barzanî û Talebanî divê di cidîyeta rewşê de bin."

"Divê Kurd Kongreyek Neteweyî, meclis û hêzên xwe yên parastinê bikin yek "

Ocalan li hember êrîşan xwest ku Kurd xwe bikin yek û weha got:

"Ji bo ku Kurd jî nekevin rewşa gelên Ermenî û Rûm, divê yekîtiya xwe avabikin. Wekî gava yekê, kongreyek netewî û mecliseke netewî ya havbeş bê avakirin û wekî gava duyem jî, divê Kurd, li hember talûkeyên heyî hêzên xwe yên parastinê bixin yek."

Wekî gava sisiyan jî Ocalan got ku divê Kurd organeke rêvebir ya neteweyî, ya bi şêwaza Rêxistina Rizgariya Filistîn ava bikin.

"Min ji bo çareseriyê, ji PKK û dewletê re name şiyandin"

Ocalan di hevdîtina xwe de careke din bibîr anî ku ew alîgirên çareseriya demokratîk û aştiyane ne ûp bal kişand ser nameyên ku wî di vê biwarê de ji dewlet û PKK`ê re şiyandine.

Ocalan got:
"Tevî wê ku hemû hewldanên me yên di vê derbarê de berdewam jî dikin, lê çareserî pêş nakeve. Ez vekirî dibêjim; min ji bo çareseriyê, hem ji PKK`ê û hem jî ji dewletê re mektûb şiyandin. Ez li benda bersivên wan im. Ka em dê bibînin çi bersiv tên."

"Operasyonên li Ewropayê, berdewamiya armancên tasfiyê ne"

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan operasyonên li Ewropa yên li hember Kurdan birêve diçin jî nirxandin û got, operasyonên li Ewropayê, berdewamiya armancên tasfiyeyê ne.

Ocalan di vê derbarê de ev tesbît kirin:
"Operasyonên li Ewropayê, berdewamiya hewldanên tesfiyeyê yên li Tirkiyê ne û li pişt wan Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê hene. Siyaseta Ingilîz û Amerîkiyan e û navenda wê London e. Li paş AKP`ê siyaseta Anglo-Sakson heye. Xeta CHP û MHP`ê faşîzma Tirkîtiya sipî ye û dîtina wan ya li pirsgirêka Kurd li ser esasê înkar û ji holê rakirinê ye. Lê ya ku AKP jî dike, faşîzma kesk ya Tirkîtiyê ye. Xeta Tirkîtiya sipî ya CHP û MHP`ê, xwe dispêre xeta Îttîhat Terakî ku heta salên 1906an diçe û li paş wê, faşîzma Elman heye. Zihnîyeta li ser Enver Paşa û gelek yên wekî wî bi bandor, ev zinnîyet bû û heta bi avabûna Komarê jî berdewam kir."

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê ve girêdayî behsa pejirandina komkujiya Ermeniyan ji aliyê Swêdê ve jî kir û bal kişand ser nerezayetiyên Denîz Baykal yên li hember biryarê.

Ocalan weh aberdewam kir:
"Baykal biryar wekî êrîşeke li hember komarê nirxand. Ev nîşana wê ye ku Baykal, nûnertiya zihnîyeta îttîhat terakî ku xwe dispêre sazîbûna li ser esasê desthilatdariyê. Mistefa Kemal, bi avabûna Komarê re hewl da hinekî serbixwe bimîne lê piştre, Ingilîzan piştgiriya îtthatçiyan kirin. Wekî tê zanîn, bi vî awayî, bi riya kadroyên Îtthatçî yên wekî Îsmet Paşa û Fewzî Çakmak, dor li Mustafa Kemal girtin û ew bê bandor kirin. Hetta, mirina Mustafa Kemal jî bi guman e. Niha tişta xuya dike ewe ku, DYA û Ingilîstanê desteka xwe ya bi van Îttîhatçiyan re kişandine û li ciyê wan, ew alîkariya AKP`ê dikin. Polîtîkayên Îslama nerm jî ev in.

"Ya AKP dike, faşîzma turkîtiya kesk e"

Rêberê gelê kurd wiha berdewam kir: Polîtîkaya ku AKP pêktîne, ji ber vê sedemê faşîzma Turkîtiya kesk e û got: Ev ji çareseriyê zêdetir; wek ku çareser dikin xwe didin xuyakirin lê tevna tasfiyekirinê dirêsin. Ji ber vê ev polîtîka pir bi xeter e. Ev polîtîkaya Ingilîzan e. Kokên vê heta sala 1550 kûr dadikeve. Ingilîzan bi vê polîtîkayê mudaxeleyî Ispanyayê kirin, pêşî Portekîz jê qutkirin. Rewşa Baskiyan encama vê ye. Wan bi bikaranîna Prusyayê împaratoriya Avusturya û Macarîstanê lewaz kirin û dûre jî hilweşandin. Dîsa împaratoriya Osmaniyan bi van polîtîkayan hate belavkirin. Ha wek ku li Qibrisê, li Ermenistanê, li Yewnanistanê kirin wan bi avakirina Qibriseke biçûk, bi avakirina Yewnanistaneke biçûk, bi avakirina Ermenistaneke biçûk ev gel bi xwe ve girêdan. Polîtîkayeke ku dişibe vê li ser kurdan jî diceribînin.

Bi avakirina dewlet-netewek kurd a biçûk li Başûrê Kurdistanê, hemû kurdan bi wê ve girêbidin û bi rêya ji wir kontrolkirina wan, dixwazin wan têxin xizmeta polîtîkayên xwe.

Dixwazin vê li Amedê jî pêş bixin. Ji bo vê jî, ew dixwazin tevgera azadîxwaz a ku rawestaneke wê ya serbixwe heye û nûnertiya kurdê xwedî îradeya azad dike, tasfiye bikin. AKP dixwaze bi destê wan kurdên xistiye nava xwe, vê bike. Esas ew projeya bi navê vebûn, praktîzekirina van polîtîkayan e. Sermayeya gilobal ev rol daye AKPê. Mebest ji polîtîkaya desthilatdariya cîhanî ya salên 30î, li Turkiyeyê afirandina çîneke burjuvazî ya alîgirê CHP bû.

Em bêjin Vehbî Koç: bi saya van polîtîkayan ji dukkaneke biçûk bû xwediyê Huldîngiyeke Globalî. Di şert û mercên asayî de, ma tiştek wisa pêkan û destdêr e? Ev hemû wek pêwistiyên wan polîtîkayan cîhanî hatine pêkanîn.

"Xebata afirandina çîneke alîgirê AKP"

Niha hewldan ji bo afirandina çîneke alîgirê AKP heye, Ocalan got; ji vê re sermayeya kesk tê gotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: Bi heman awayî dixwazin bi destê AKPê çîneke burjuwa Kurd a hevkar bi afirînin. Ji xwe ev kar li Başûr hema bêje hatiye çareserkirin. Heman vê polîtîkayê dixwazin derbasî Amedê jî bikin. Lê dema em bêjin hemû AKP wisa ye dikare şeş be, dikare di nava wê de demokratên jidil, yên alîgirê çareseriyê jî hebin. Ji bo Erdoxan gotina tiştekî zelal û sedîsed zehmet e.

Di derbarê wî de hinek pirsnîşanê min hene. Gelo birastî çareseriyê dixwaze lê hêza wî nagihîje vê! Ez vê nizanim, dikare hêza wî negihêjiyê. Ev ji bo min pirsnîşan e. Bûyera Ozal heye. Ozal birastî jî jidil bû, Zarokê Anatoliyayê bû. Wî hinek xwest derkeve derveyî vê polîtîkaya Ingilîz-DYEyê. Birastî jî aştî dixwest, ji ber vê yekê wan Ozal ji holê rakirin, têkbirin. Ecevît jî hinek wisa bû, ji loma ew jî felc kirin, ew tasfiye kirin. Ez jî ji aliyê CIA û MOSSADê ve radestî turkiyeyê hatim kirin. Divê mirov baş di van hemûyan bigihîje, fêm bike. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin desteserkirin. AKP siyaseta demokratîk tasfiye kir, ew wan kesan derdixin pêş ên ku xizmetê ji têgeheştina wan a siyasî re dikin.

Ji ber ku ew ji siyaseta demokratîk ditirsin van siyasetên wisa pêktînin. Akademiyên siyasî giring e. Ji bo siyaseta demokratîk pêwist e. Ew di ferqiyeta giringiya siyaseta demokratîk de ne, ji loma jî, ew dixwazin bi vî awayî têkevin pêşiya kurdan û pêşiya wan bigirin. Niqaşa guhertina qanûnê ya girêdayî zarokan heye, dadgehkirina zarokan, têfikirandin ji çarçoveya kanûna terorê bêderxistin. Ev niqaş jî negavên berbi çareseriyê de ne.

"Ez silavê li gelê me yê li Îzmîrê dikim"

Rêberê gelê kurd di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: Ji girtîgehan name tên. Nameyên ku baş hatine nivîsandin hene. Ez hemû hevalên di zindanan de silav dikim û bi taybetî jî ez silavê xwe ji gelê me yê li Îzmîrê re dişînim. Dîsa silavên min ên taybet li hevalên jin hene, û di xebata wan de serkeftinê dixwazim. Herwiha ez silavan li belavkarên rojnameya Gunlikê dikim, silavê li hemû xebatkarê wê dikim.

No comments:

Post a Comment