Thursday, March 11, 2010

Şertê Kurdan bo pêkanîna hikûmeta nû Kerkûk


 

HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li dor avakirina hikûmeta nû a Îraqê got ku şertê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê bo pêkanîna hikûmeta nû cîbicîkirina madeya 140ê ye.

“Pêwîst e Hevpeymanî, Goran, Yekgirtî û Komel li ser mafên kurdan yekhelwest bibin”

Endamê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ya li parlamentoya Iraqê Mehmûd Osman di daxuyaniyekê de diyar kir ku pêwîst e Lîsteyên Hevpeymaniya Kurdistanê, 
Lîsteya Goranê, Lîsteya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê û Lîsteya Komela Îslamî ya Kurdistanê pêş ku ji bo pêkanîna hikûmeta dahatû digel her aliyeke din a iraqî rê 
bikevin, li ser mafên çarenûssaz ên kurd yekhelwest bibin.

Osman amaje bi wê yekê jî kir ku eger aiyên kurd hevpeymaniyê digel aliyên din ên Iraqê bikin pêwîst e bingeha hevpeymanitiya wan bicihkirina madeya 140’ê bibe û got: 
“Bi ya min aliyên kurdî gotûbêj digel wan aliyan dikin ji bo pêkanîna hevpeymanitî ku deng anîne di prosesa hilbijartinê de. Wek aliyên Dewleta Yasayê, Lîsteya Iraqiye û 
Îtîlafa Niştîmanî.” (servîsa nûçeyên rojevê)

© HAWAR NET 2010 

No comments:

Post a Comment