Wednesday, March 10, 2010

Xemseriya dewleta Tirk bû sedema zêde bûna mirinan


 


 

DIYARBEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Gellek caran li gel ku bi heman dijwarîyê di bajarên Tirk an jî Ewrûpî de jî erdhêjên wisa pêk tên lê lê wekî li Kurdistan mirovan jiyana xwe winda nakin. 
  © HAWAR NET 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Li Kurdistanê hê jî xaniyên kerpîç ku xaniyên dema neolotîkêne hene. Sedema vê yekê jî paşde mayîna Kurdistanê dewleta Tirk ku dagir kiriye ye.

Dewleta Tirk û medyaya Tirkan beyî ku berpirsyarîyên xwe yên encama giran ya erdhêja li Elezîzê bibînin û alîkarîya pêwîst li cihên afetê bibin tenê peyaman diweşînin û sersaxiyê dixwazin.

Her wiha gellek caran li gel ku bi heman dijwarîyê di bajarên Tirk de jî erdhêjên wisa pêk tên lê lê wekî li Kurdistan mirovan jiyana xwe winda nakin. Lê dewleta tirk û medyaya Tirkî naxwazin bersiva vê nakokîyê bidin.




Ji alîyê Dewleta Tirk heta niha gellek gundên ku zirar û ziyanek mezin dîne alîkariya pêwîst nehatine şandin. Dewleta Tirk wekî her bûyer û karesatên li bakûrê Kurdistanê dîsa ne di nava livûtevgerê de ye.Karesatên wisa dema ku li Stenbol an jî bajarekî din ya Tirkîye pêk tên medyaya Tirkî û dezgehên Dewleta tirk bi lezî radibin serpîyan û qiyematê radikin û bi rojan di medyayê de bê navber nûçeyên karesatê didin,her tim dibêjin "cewazî di navbera tu herêmên Tirkîye nîne û ew jî ji me ne" lê helwesta wan bo Kurdistanê ku ne wek beşa Tirkîyeyê ye. 

Wek tê zanîn ji ber ku Dewleta Tirk veberhênana pêwîst bo bakûrê Kurdistanê pêk nayîne û ji ber vê yekê jî binesazîya bajarên li herêma bakûre Kurdistanê ne sexlem in û di her karesatan sirûştî de dirûxin.

 

KCK bi mebesta karesata erdhejî ya li Elezîzê peyameke sarsaxiyê belav kir 

Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK, bi boneya erdheja li bajarê Elezîz û Depê peyameke sersaxiyê belav kir.KCK di daxuyaniya xwe de ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.Daxuyaniya rêvebiriya KCK wiha berdewam dike: " Gelê kurd ê ku di dîroka xwe de êşên giran jiyaye îro jî bi vê erdhejiya ku vê dawiyê li Elazix-Dep pêkhat, zirar û ziyanên giran ên canî û madî da.

Bi taybetî di wê erdhejiya li herêma Dep û derdora wê de gelê me yê hejar û gundiyên welatparêz ên kurd jiyana xwe ji dest dane û zirarên wan ên giran ên madî çêbûye. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û saziyên wê dikin ku yekser destê xwe yê alîkariyê dirêjî xizmên hemwelatiyên me bikin ên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Li ser vî esasê em sersaxiyê ji malbatan re dixwazin ên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

 

Mexdûrên erhejê yên alîkarî negirtin, amadekariya koçberiyê dikin

 

Rayedarên dewletê, îdîa dikin ku ew alîkariya kesên ji ber erdheja Elezîzê mexdûr bûne dikin, lê gundî ji ber neçariyê amadekariya koçberiyê dikin. Li Gundê Okçiyan re hin alîkarî tên lê gundên din ji bilî konên Kizilayê tu alîkarî negirtin. Gundî duh êvarê di konan de man û gazinc kirin ku ji bilî leşkeran tu kes nayê gund.  (HAWAR NET.com)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment