Sunday, March 7, 2010

KARAYILAN:Şer ferz dikin


07/03/2010

Gulistan TARA - BEHDÎNAN/ANF

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan erîşên li hemberî ROJ TV û siyasetmedarên kurd bi tundî şermezar kir û bangî gelê kurd kir ku çalakiyên xwe xurtir û bilindtir bikin. Karayilan, destnîşan kir ku heke êrîş bi dawî nebin dê kurd xwe biparêzin.
Karayilan, got ku li dijî kadroyên legal ên kurd di 14’ê nîsanê de pêleke êrîşê hate destpêkirin û wiha got: “Armanca van pêlên êrîşan ew e ku zemîna siyasî ya kurd tasfiye bike ye. Pêla ku li Tirkiyeyê hate destpêkirin lingê wê yê Ewropayê jî tê pratîzekirin. Di roja ku pêşnûmeya komkujiya ermeniyan de operasyona bi vî rengî plankirî ye. Piştî Fransa, Îtalyayê li Belçîkayê û êrîşên Almanyayê yê li ser PJAK’ê xuya dike ku êrîşek li dijî saziyên demokratîk ên kurd hene.”

ÊRÎŞ NEHIQÛQÎ NE
Karayilan, daxuyand ku li gorî dewleta tirk hemû saziyên kurd ên bi rêxistinkirî weke terorê dibîne û wiha got: “Operasyona li Belçîkayê pêk hatî jî nîşan dide ku Belçîka jî tevli vê planê bûye. Çawa li Tirkiyeyê partiyên legal ên wekî DTP têne girtin û şaredar têne kelepçekirin. Belçîkayê jî bi ser dengê gelê kurd ROJ TV digire û siyasetmedarên kurd kelepçe dike. Tu aliyê hiqûqî yên van êrîşan û tu meşrûbûna wan tune ye.”
Karayilan, destnîşan kir ku DYA û hêzên NATO’yê Belçîkayê wekî maşayê bi kar tîne û wiha got: “Xuya dike ku bi kar anîn di vir de heye. Senator Jean Lambert di daxuyaniya nivîskî de daxuyandiye ku rêveberiya DYA’yê ji bo dengê ROJ TV bibire pêkutiyan li Belçîkayê dike. Em jî weke Lampert difikirin û dibêjin li pişt vê operasyonê DYA heye.” Karayilan, diyar kir ku DYA dixwaze Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.
XEBATKAR PÎROZ KIR
Karayilan, da zanîn ku hemû amûrên ROJ TV yên ji bo weşanê hatin texrîbkirin, ligel vê yekê ew berxwedana xebatkarên ROJ TV’ê pîroz dike. Karayilan, got ku ev operasyon bi armanca çewisandinê hatiye kirin, dixwazin bitirsînin. Karayilan, got ku ev êrîşeke dijminane ye û divê îzahata vê yekê ji aliyê Belçîkayê ve bê kirin. Karayilan, diyar kir ku dewleta tirk di 2’yê adara 1994’an de li dijî saziyên demokratîk ê kurd operasyon da destpêkirin û Ewropa niha wê yekê temam dike û wiha got: “Niha jî dewleta Belçîkayê bi girtina Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal tiştê ku dewleta tirk dikir temam dike.”

ŞER FERZ DIKIN
Li ser pîrozkirina operasyona Belçîkayê ya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Karayilan wiha got: “Divê ev bê zanîn ku ev tê wateya pûç derxistina xebatên ji bo aştiyê. Yekitiya Ewropayê û paytexta wê dewleta Belçîkayê dixwaze çi bike em dixwazin fêm bikin. Ev yek tê vê wateyê; hûn aştiyê nekin, dev ji karên aştiyê bedrin. Bi awayekî aşkera şer ferz dikin. Em wisa fêm dikin. Li her derê terora polîsan ferz dikin. Dixwazin derfetên çareseriya aştiyê ji holê rakin. Terora dewletê ferz dikin. Ji bo me jî ji bilî riya berxwedanê tu riyên din nahêlin.”
Li ser xistina torbe ya serê siyasetmedarên kurd û girtina wan jî wiha got: “Êrîşeke ku gelê kurd rencîde dike û biçûk dixe ye. Gelê kurd dê di binê van êrîşan de nemîne. Ji bo vê jî em îzahatekê dixwazin. Ev ne êrîşeke wiha hêsan e. Pêkanîneke ku bi xwe re geşedanên giran bîne.” Karayilan, bilêv kir ku bi vê yekê aştiya kurd-tirk naxwazin û ev operasyoneke ku rê li pêşiya xebatên aştiyê digire.
Karayilan, bang li hemû kurdên li Ewropayê kir ku li siyasetmedar û saziyên xwe xwedî derkevin, li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Her wiha Karayilan, bang kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê jî kir ku bêdeng nemînin.

8’Ê ADARÊ PÎROZ KIR
Karayilan, her wiha 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir. Karayilan, ragihand ku jina azad di çalakiyên 8’ê Adarê de li welat û devreyî welat li hemberî hemû neheqiyan dê peyamên girîng bidin û wiha got: “Di van çalakiyan de dê gelê kurd li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bike û li dijî êrîşên navneteweyî bêdeng nemîne. Gelê kurd dê careke din nîşan bide ku tu carî dev ji rûmeta xwe bernade.”
Karayilan, berxwedana gelê kurd ku di 5’ê adarê de li Ranyayê dest pê kir jî pîroz kir. Karayilan, destnîşan kir ku gelê me yê li başûrê Kurdistanê dê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.

No comments:

Post a Comment