Thursday, March 11, 2010

Zengilê xeterê lê dide


11/03/2010 

Delîl FIRAT - HEWLER/ANF

Li Iraqê hê encamên fermî yên hilbijartinê nehatin aşkerakirin lê tê payîn ku kurd ji 325 kursiyên parlamentoya Bexdayê 64-70 parlamenteran bi dest bixin. Kurd li Kerkûkê bûn yekemîn û li Mûsilê jî bûn duyemîn. Tê diyarkirin ku li her du deverên Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê nelirêtî pêk hatine. 
Di sala 2005’an de 245 parlamenterên Bexdayê hebûn û kurdan 58 parlamenter derxistin û şandin Bexdayê. Li gorî rêjeya nifûsê di vê hilbijartinê de 325 parlamenter tên hilbijartin. Di parvekirina herêman de tenê 41 parlamenter dan hersê eyaletên Herêma Federal a Kurdistanê.

BI KÊMANÎ 64 NÛNER 
Bê ku encama fermî ya roja 7’ê adarê diyar bibe, li gorî encamên destpêkê lîsteya kurdan bi kêmanî 66 parlamenter dişîne Bexdayê. Ancax ji ber ku hejmara parlamenterên parlamentoya Iraqê ya Bexdayê zêde bû ligel parlamenter zêde bûn jî rêjeya nûnertiya kurdan li parlamentoya Bexdayê kêm bûn. 
Çavdêr diyar dikin ku kurdên başûrê Kurdistanê piştî ku ji bo Kerkûkê ji Amerîkayê destek standin çav li kêmbûna temsîlyeta kurda ya li Iraqê girtin û Kerkûk ligel bajarên din bê ku statuyek bo wê bê diyarkirin wek bajarên din ket hilbijartinê û kurdan li Kerkûkê piranî bi dest xist.

‘KERKÛK A KURDAN E’
Li gor PDK; YNK, Goran û lîsteya Îslamî kurd 17 parlamenter ji Silêmaniyê, 14 parlamenter ji Hewlerê, 10 parlamenter ji Mûsilê, 10 parlamenter ji Duhokê, 8 parlamenter ji Kerkûkê, 3 parlamenter ji Diyalayê û parlamenterek jî ji Bexdayê dişîne parlamentoya navendî. Bi giştî 12 parlamenterên bajarê Kerkûkê heye. 5-6 parlamenter YNK bidest dixe û 2 parlamenter PDK’ê bidest xistiye û tê gotin Goran jî parlamenterek bidest xistiye.

SILÊMANÎ YA GORAN E
Di agahiyên çapameniya herêmê de tê diyarkirin ku lîsteya Tefaqa Kurdistan ku PDK, YNK di nav de ne li Silêmaniyê li pêş e lîsetaya yekemîne. Ancax lîsteya Goran li Silêmaniyê bi kêmanî 6- 7 parlamenter bidest dixe û dibe yekemîn. 

NELIRÊTIYA AŞKERA 
Di hilbijartinê de ligel Herêma Federal a Kurdistanê ji bo hemû herêmên Iraqê tê gotin ku dema bikaranîna dengan de nelirêtî hatine kirin. Kesê ku navê xwe aşkera nekir diyar dike ku li Hewlerê dema çûye ser sindoqan nelirêtiyên pir aşkera re rû bi rû maye. Her wiha boyaxa ku bikar dihat demildest jê diçû û heman kesan çend car deng bikar dianî. 
Çavdêr diyar dikin ku destpêkê de peywirdaran ber li bikaranîne dengên mukerer girtin. Lê di piştî zext li wan hat kirin rê li ber nelirêtiyê hat vekirin.

NAKOKIYA BEŞDARIYÊ 
Çavdêr û rojnameger diyar dikin ku roja hilibijartinê ligel ku li ber buroyên hilbijartinê hejmara hilbijêran kêm bû jî di sandoqan de hejmareke zêde deng derketine. Piştî sindoq hatin girtin derket holê ku rêjeya beşdaran ya li Hewler, Dihok û Silêmaniyê ji sedî 80’ê ye. Ev jî balkêş tê dîtin. Nelirêtiyên wisa ji bo hemû deverên Iraqê tê gotin. Ji ber ku li hemû deverê rêje wek hev dertê ev jî ji bo nelirêtiyê wek daneyek şênber tê diyarkirin. Li gelenperiya Iraqê rêjeya beşdaran di navbera ji sedî 70 û 90’an de diguhêre. Komîsyona hilbijartina Iraqê diyar dike ku rêjeya beşdaran ji sedî 62 ye. di salan 2005’an de ev rêje ji sedî 75 bû.


No comments:

Post a Comment