Thursday, March 11, 2010

Ji Newrozê re 10 roj ma; Coşa Kurdan destpêkir


 

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Ji bo cejna Newrozê 10 roj ma.
  © HAWAR NET 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Gelê Kurd di li çar alîyê Kurdistanê û Cîhanê dest bi amadekarî û pîrozbahîyên cejna neteweyîya milletê Kurd, Newroz ê kirin. Ji aliyê kurdên dervey welêt ve pîroz kirina Newrozê destpêkir.

Li gelemperiya Kurdistanê di coşa Newroza 2010'an geştir dibe. Wek tê zanîn Amed ku 'paytexta' Newrozê ye. Newroza Amedê ku çav li rê ye, îsal wekî salên rabirdû bi sedhezaran kes li hev kom bibe û bi heycena hilbijartinan coş jî zêde be.

Kurd cejna Neteweyî Newrozê 2010’an bi deskeftîyên nû û bi têk birina planên qirêj yên dagirkeran pêşwazî dikin. Li bajarên bakûrê Kurdistanê bernameyên pîroz kirina Newrozê jî di nava vê hefeyê de dê hêdî hêdî diyar bin.

 

Ji bo Newrozê bi Walî re hevdîtin kirin

Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Diyarbekirê, bi Walî Huseyîn Avnî Mutlu re hevdîtin pêk anîn. Mutlu, bersiveke erênî da komîteya amadekar. Di bin pêşengiya nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên Diyarbekirê de Komîteya Amadekar a Newrozê hate avakirin. Endamên komîteya amadekar ku duh li hev civiyan, ji bo ku bikaribin bi awayeke fermî destûra pîrozkirina Newrozê bistînin, bi Walî Huseyîn Avnî Mutlu re hevdîtin pêk anîn. Rêveberê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Bajarê Diyarbekirê Orhan Akkuş ku agahî dan AKnews’ê, diyar kir ku Walî Mutlu bersiveke erênî daye wan û ev tişt gotin:

“Ji bo serlêdana fermî me pêşî bi Walî Huseyîn Avnî Mutlu re hevdîtin pêk anî. Bi erênî em pêşwazî kirin. Bawer nakim pirsgirêkek, tengasiyek derkeve. Em ê careke din ewraqên fermî temam bikin, bi vê dosyayê serlêdaneke fermî bikin. Ez di wê baweriyê de me ku dê bersiveke erênî bidin me.” Akkuş, da zanîn ku amadekariyên Newrozê di 1’ê adarê de bi civînek dest pê kiriye û ew ê derbarê amadekariyan û bernameyê de, di rojên pêş de daxuyaniyek bidin çapameniyê.

Gever ji bo Newrozê xwe amade dike

Îsal despêka pîrozbahiyên Newrozê li Geverê ye. Starta pîrozbahiyên Newroza îsal dê li Geverê bê dayîn. Ji ber vê yekê li cihê ku pîrozbahiyên Newrozê lê bên kirin, ekîbên şaredariyê dest bi xebatên amadekariyê kirin. Qada berê ya ku 100 hezar kes lê bi cih dibûn nû ve tê amaderkirin û li gorî 150 hezar kesan dê bê amadekirin. Derdorên qadê ji nû ve tên çêkirin û ji bo ku qad ji heriyê bê rizgarkirin, xîz tê kişandin. Alîkarê Şaredar Reşît Orbay xebat di cih de kontrol kirin û anî ziman ku amadekariyên Newrozeke dîrokî dikin û hemû amadekarî bi awayekî erênî didomin. Li aliyê din komîteya amadekar a ji 7 kesan pêk tê dê ji bo pîrozbahiyên 17'ê adarê serî li Qaymeqamtiya Geverê bide. Komîsyonên dê li gundan jî xebatê bimeşîne.Her wiha ji bo mîtînga Stenbolê jî amadekarî dan destpêkirin.


Amed wekî her sal xwe amadeyî Newrozeke dîrokî dike 

Newroza Amedê ku her sal bi beşdariya sedhazaran pêk tê, îsal jî dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin. Pîrozbaniyên îsal jî dê li newroz Parka ku li pişt Hal Bazarî ya Nû ku ji bo Newrozê Taybet hatiye avakirin dê pêk bê Starta amadekariyên Newroza Amedê ku her sal bi beşdariya sedhezaran kesan tê pîrozkirin û wê di 21'ê Adarê de pêk bê, hate dayîn. (HAWAR NET.com / servîsa nûçeyên rojevê)
© HAWAR NT 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

PÊYWENDÎDAR

Ji Newroza 2009 wêneyên pîrozbahiyê

 

© HAWAR NET 2010  

No comments:

Post a Comment