Sunday, March 14, 2010

LI ŞIRNEXÊ PROVOKASYON


14/03/2010


NAVENDA NÛÇEYAN - AMED

Leşkerên girêdayî Tabûra Mîllî ya Şirnexê li bajaroka Gundikê Melê endêmê DTP’î Kerem Gun û 2 hevalên wî dan ber guleyan. Di bûyerê de Gun hate qetilkirin û 2 hevalên wî jî birîndar bûn.
Tîma bi Xencer ku li Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Şirnexê bi qetilkirina mirovan, şewitandina gundan û gefan hatibû rojevê careke din bi qetilkirina ciwanekî DTP’a hate girtin hate rojevê. Hate zanîn ku li bajaroka Gundikê Melê leşkerên girêdayî Tabûra Mîllî kemîn danîn û ciwanê bi navê Kerem Gun, ku tê gotin demekê Serokê Baskê Ciwanên DTP’ê yê bajaroka Sêgirgê bû û 2 hevalên wî dan ber guleyan. Di encama bûyerê de Gun jiyana xwe ji dest da û 2 hevalên wî jî birîndar bûn. Gun rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî bûyerê leşkeran ketin û derketina Gundikê Melê kirin bin kontorlê. Hate gotin ku di nava bûyerê te endamên Tîma bi Xencer jî heye.

KIRINÊN TÎMA BI XENCER
Tîma bi Xencer bi têkîldarî qetilkirina endamên DTP’ê Necman Olmez û Ferhat Edîş jî hatibû rojevê. Endamên DTP’ê Necman Olemz û Ferhat Edîş di 25’ê tirmeha 2009’an de dema ku diçûn Mîhrîcana Berxbirê hatibûn qetilkirin. Di qetilkirina Olmez û Edîş de qeydên deng ên endamên Tîma bi Xencer hatibû bidestxistin. Endamê Tîma bi Xencer Zekî Akdogan di qeydên dengan de gotibû bi agahiya dewletê Olmez û Edîş hatine qetilkirin. Her wiha di bûyera qetilkirina Hecer Uslu de jî ev tîm hatibû rojevê.

BAYINDIR PIRSNAME DABÛ
Parlamentera BDP’ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir beriya demeke ji bo ku ev tîma ku bi kuştina mirovan tê rojevê bê lêkolînkirin pirsnameyek dabû meclîsê. Bayindir xestibû ku komîsyona lêkolînê bê avakirin. Bayindir di pirsnameyê de wiha gotibû ku ev tîm li Kurdistanê bi taybetî bi şewitandina gund, daristan, gef, kuştin, revandina mirovan û gulebaranan di rojeva gel de ye. Bayindir, gulebarandina 29’ê îlona 2007’an de li gundê Hemkaya Elkê ya li hemberî mînîbusa cerdevanan pêk hat”i û qetilkirina 12 kesan, bi bîrxistibû û bal kişandibû li ser rapora mafên mirovan. Dîsa Bayindir, bûyera 25’ê tîrmeha 2009’an a navçeya Elkê ya Şirnexê ku endamên DTP’ê Necman Olmez û Ferhat Edîş jiyana ji dest dan jî bibîrxistibû. Her wiha Bayindir, destnîşan kiribû ku di bûyera 15’ê kanûna 2009’an de li navçeya Kopê pêk hatî û qetilkirina 2 kesan û birîndarkirina 8 kesan de jî heman şik tên kirin.

TÎMA BI XENCER ÇI YE?
Tîma bi Xencer ji kesên sivîl, leşker û cerdevanan pêk tên. Li Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Şirnexê gefan li gel dikin, xerecê kom dikin û tirsê di nava gel de belav dikin. Bi taybetî bi wesayîtan li zozan û çiyayan digerin. Her wiha li ser wesayîta ku pê digerin jî “Bahoza Cudî” nivîsandine. Şêniyên herêmê beriya demeke diyar kiribûn ku 12 endamên vê tîma bi mînîbuseke ve digerin. Ev tîm dema ku li gundan digere plakayên wesayîtên xwe jî diguherin. Dîsa beşdarî operasyonên li hemberî gerîlayên HPG’ê dibin û kemînan davêjin ber gerîlayan.

Cenaze hate definkirin

Cenazeyê Kerîm Gun piştî otopsiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Malbatê cenaze bir bajaroka Sêgirkê û li vir bi beşdariya bi sedan kesan hate definkirin. Her wiha BDP’î jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Ji bo Gun konê sersaxiyê jî hate vedan.

No comments:

Post a Comment