Wednesday, March 10, 2010

Li dijî çanda tecawizê kampanya


10/03/2010 

Berîtan SARYA - BEHDÎNAN /ANF

Jinan îsal di 100’emîn salvegera 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li qadan daxwazên xwe anîn ziman û roja xwe bi coş pîroz kir. Ji hêla Tevgera Jinên Kurd ve di 8’ê Adarê li dijî çanda tecawizê kampanyayek hate destpêkirin.
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) Zekiye Nurhak, diyar kir ku bi minasebeta 100’emîn salvegera 8’ê Adarê kampanyayek dane destpêkirin. Kampanya dê salek bidome. Nurhak, got ku ji bo balê bikîşinin ser çanda tecawizê û raya giştî hişyar bikin, li dijî îdeolojiya serdestiya mêr têbikoşin ew kampanya hate destpêkirin. 
Kampanya bi navê ‘Têkoşîna azadiya xwe bilind bikin û canda tecawizê ji holê rakin’ dane destpêkirin. Kampanya dê salek bidome. Armanc dikin ku bi wê çalakiyê di nav civakê de li hemberî çanda tecawizê hişyariyek derxin holê. Her wiha wekî tevgera jinan dê bi tevgerên jinên cîhanê re komcivînek bê lidarxistin.
Zekiye Nurhak, destnîşan kir ku hewcedariyeke heye ku platforma jinên cîhanê bê avakirin. Nurhak, diyar kir ku li ser vê esasê xebata komcivînê dan destpêkirin û wiha got: “Em dixwazin ku li hemberî pirsgirêkan çareseriyên giştî bibinin û rêxistinek xurt û hevpar avabikin. Heke ew tişt pêk bê dê xetereyên îdeolojiya serdestiya mêr ser jinê ji holê rabe.”

KEVNEŞOPIYA 30 SALAN
Endama koordînasyonê Nurhak, diyar kir ku kevneşopiyeke 30 salan heye û li ser wê esasê tiştên ku hatî qezençkirin xurttir bikin, bighijinin asta herî jor. Nurhak wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke niha bi hezaran jin li qadan daxwazên xwe bi reng, ziman û nasnameya xwe tînê ziman ev tişt tê wateya asta daxwaza azadiyê. Bi bedelên giran hatin heya wê rojê û kedek mezin hate dayîn. Mîrata ku hatiye hiştin, divê xwedî li derketineke mezin pêk bê.”

PLATFORMÊN HEVPAR
Zekiye Nurhak, daxuyand ku ligel pêşketinên mezin divê li hemberî pirsgirêkan platformên hevpar hebin. Nurhak, da zanîn ku qezençkirina zanetî û vîna azad girîng e û wiha axaftina xwe dom kir: “Pirsgirêka herî girîng ya ku derdikeve li hemberî rêxistinên jinan ên cîhanê pirsgirêka zîhniyeteye. Heta ku zîhniyeta serdest ji holê ranebe vîna azad û zanebûn naye bidest xistin. Ji ber wê jî divê li dijî jina kole û serdestiya mêr têkoşîneke hevpar bê dayîn. Divê jin xwe di hêla felsefe û îdeolojîk de xwe pêş bixe. Bi wê zanebûnê dê bêtir pergalê şîrove bike. Her wiha ji bo hemû jinan tişta herî girîng aştiyê. Ji bo jinan gava yekem hêza xwe yê xwaser derxe holê û xwe ji nêzîkatiyên mulk rizgar bike. Dîsa xweparastina meşrû jî ji bo jinan girîng e. Divê jin li hemberî dewlet û şîdetê rêbazên parastinê bibine.”

XETEREYÊN MEZIN
Kampanyaya ku bi navê ‘Têkoşîna azadiya xwe bilind bikin û canda tecawizê ji holê rakin’ gavek girîng e. Kampanya li dijî nêzîkatiyên dewletê, binpêkirina mafê jinan bê birêvebirin. Nurhak, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li bakûr, terora dewletê, girtin, şîde û zext, li Îranê îdam û teslîm girtin, li Suriyeyê girtin, li başûr jî lokerî heye. Dagirkerî, talan, asîmîlasyon, fihûş, şîdet, terora dewletê, bê nasname hiştin li hemberî mirovatiyê xetereyên herî mezin e. Kampanyaya me li dijî van pêk anînan bê meşandin.”

No comments:

Post a Comment