Saturday, March 13, 2010

Kurdologê mezin mir



13/03/2010


Rahmî YAGMUR - MOSKOW/ANF

Kurdologê mezin Mîhaîl Semenovîç Lazerev mir. Lazerev, bê navber 50 salan xebatên kurdolojiyê kirin. Cenazeyê Lazerev duh li Moskowê radestî axê hate kirin. Lazerevê di Beşa Rojhilat de serokatiya Beşa Kurdolojiyê dikir di 7’ê adarê de li mala xwe çû ser dilovaniya xwe. Lazerev li ser kurdan gelek pirtûkên zanyarî û gotar nivîsandine.
Kurdologê mezin Mîhaîl Semenovîç Lazerev pirtûkên xwe yên ‘Pirsgirêka Kurd 1891-1917’, ‘Emperyalîzm û Pirsgirêka Kurd (1917–1923)’, ‘Kurdistan û Pirsgirêka Kurd (1923-1940)’ navdar bûbû. Lazerev di nava zanyarên Rûsyayê de, li ser Rojhilatê yek ji zanyarên pêşketî bû. Lazerev ligel Prof. M.A. Gasratyana û S.H.Mgoî ji bo pênasekirina siyaseta kurd a sedsala 20’an û dîroka kurdan lêkolînên girîng kirine.
Lazerev di 8’ê gulana 1930’ê de hatiye dinyayê, di sala 1952’ê de Zankoya Dîroka Rojhilata Nêz a Zanîngeha Dewletê ya Moskowayê qedand. Demeke li ser dîroka Osmaniyan xebetî û osmanî hîn bû. Di heman zanîngehê de bû endamê beşa dîrokê. Di sala 1956’ê de li Beşa Yekitiya Sevyetê ya Rojhilat de ku li Lenîngratê ye dest bi kar kir. Di salên ku Sovyetan dixwest li Rojhilata Navîn roleke aktîf bilîzin de li Lenîngratê xebatên li ser dîroka Rojhilat hatin berfirehkirin û her wiha Beşa Zanyarî ya Kurdî jî hate berfirehkirin. Û beşeke vê xebatê ji bo Moskowê hate neqilkirin.


GOTARA YEKEMÎN
Xwendekar û hevkarê wî yê xebatê Dr. Noder Masekî li ser xebatên zanyarî yên Lazerev ev nirxandin kirine: “Monografiya yekemîn a Lazerev ku di sala 1960’ê de bi navê ‘Dorpêça Osmaniyan a Rojhilatê Erebîstanê’ nivîsandibû, eleqeyeke mezin dît. Geşedanên dramatîk ên sala 1950’î yê li Iraqê çêbûn pirsgirêka kurd careke din anî rojevê. Gotara xwe ya yekemîn di sala 1964’ê de bi sernavê ‘Pirsgirêka Kurd (1891-1917)’ weşand.
Di vê gotarê de analîza pirsgirêka kurd hatiye kirin û tespîta; riya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di pirsgirêka kurd de derbas dibe kir. Ji bo ku Kurdistan bê fêmkirin ev xebat gihişt ber destê siyaset û armancên entelektûel. Lewre, di serdemeke aloz a parvekirina emperyalîstan de hatibû nivîsîn û ji bo kurdan tespîtên pir girîng tê de hatibûn kirin. Her wiha ji bo vê gotarê arşîva Çarîtiya Rûsyayê û Wezareta Karên Derve hatibûn vekolan. Di nava van dokumanan de nêrîn û lêkolînên dîplomatên li Stenbol, Bedlîs, Bazîd, Urmiye û Kermanşahê xebetîn hebûn.
Di gotarê de hewldanên ji bo zêdekirina nifuza xwe ya dewleta tirk, Îran û welatên pêşveçûyî yên li ser Kurdistanê hatibûn nirxandin. Rewşa aborî, siyasî û civakî ya Kurdistanê hatibû vekolan û têkoşîna eşîran a ji bo azadiyê li hemberî Îran û tirkan hatiye dayîn hatibû analîzkirin.

BAL KIŞAND SER ZILMÊ
Li gorî xebatên Lazerev di nava 40 salên dawî de hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo asîmîlekirina kurdan di radeya herî dijwar de pêk hatibûn. Û her wiha tespîta Tirkiyeya hemdem pirsgirêka kurd qebûl nekiriye û mafên kurdan redkirine. Ligel vê jenosîda rejîma Baas a Iraqê di sala 1963’ê de li hemberî kurdan pêk anî jî vekola bû.”
Lazerev di sala 1972’ê de bi navê ‘Pirsgirêka Kurd 1891-1917’ yekemîn pirtûka xwe weşand. Piştre, pirtûkên xwe yên bi navê ‘Emperyalîzm û Pirsgirêka Kurd (1917–1923)’, ‘Kurdistan û Pirsirêka Kurd (1923 1940)’ weşandin. Her wiha li ser pirsgirêka kurd zêdetirî 200 gotaran weşandin. Mijarên ‘Ji aliyên jeopolîtîk ve Kurdistan’, ‘Totalîzma rastgir a ereban’, ‘Jeopolîtîka nû ya pirsgirêka kurd’ û ‘Di îslamê de Kurdistana nû’ girtin dest.

BÊYÎ BAKUR NABE…
Lazerev di heman demê de li ser pirsgirêkên navneteweyî şêwirmendiya Enstîtuya Rojhilat a Zanîngeha Dewletê ya Moskowê kir. Salên dawî dest bi xebatên li ser dîroka Kurdistanê kir. Û wekî yekemîn zanyarê hemdem ê dîroka kurdan tê qebûlikirin. Di destpêka salên 90’î de piştgiriyeke aktîf da başûrê Kurdistanê. Û tim anî ziman ku heta pirsgirêka kurd li bakurê Kurdistanê neyê çareserkirin, çareseriyeke mayînde pêk nayê.
Mîhaîl Semenovîç Lazerev di sala 1993’ê de gotareke li ser pirsgirêka kurd ji bo rojnameya Nivazimaya nivîsand û gotara xwe de anî bû ziman ku Rûsya di qada navneteweyî de mudaxilî pirsgirêka kurd nîn e. Lazerev bi gotara xwe rê nîşanî Rûsyayê da û anî ziman ku Rûsya di qada navneteweyî de mudaxilî pirsgirêka kurd bibe. Bi vê nêrîna xwe jî yek ji entelektûelên serkêş ên Rûsyayê ye. Lazerev digot divê pirgirêka kurd li gorî hiqûqa navneteweyî bi giştî li ber çavan bê girtin û çarenûseke yekgirtî bê tercîhkirin. Û her wiha digot, li Rojhilata Navîn dema çareseriya pirsgirêka kurd hatiye.

No comments:

Post a Comment