Monday, March 8, 2010

Ji zarokê girtî:Dengê me bibihîzin!


08/03/2010

Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, zarokê girtî yê bi navê A. O. (17) ku 2 sal in girtî ye, bi nameyekê pirsgirêkên zarokên girtî vegot. A. O. xwest nameya wî di rojnameyan de bê weşandin û her kes halê wan bibihîze.
Zarokê 17 salî yê bi navê A.O. di 19'ê cotmeha sala 2008'an de li navçeya Silopiya Şirnexê piştî beşdarî mîtînga DTP'ê ya bi navê "Ne AKP ne jî Ergenekon, Komara Demokratîk" bû hate binçavkirin û hate girtin. Derbarê A. O. de bi hinceta "kevir avêtiye, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê rakirine" ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve doz hate vekirin. Doza li A. O. vebû di 16'ê hezîrana sala 2009'an de bi encam bû. A. O. bi sûcdariyên "Propagandaya rêxistinê kiriye", "Endamê rêxistinê ye", "Beşdarî meş û xwepêşandanên dijzagonî bûye" bi tevahî 13 sal û 6 meh bi cezayê hepsê hate cezakirin. Cezayê A. O. ji ber temenê wî daket 7 sal û 6 meh cezayê hepsê.
A. O. dema hate girtin 15 salî bû. A. O. ku 2 sal in li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimîne der barê şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên zarokên girtî de nameyek şand. A. O. di nameyê de diyar kir ku 20 kes di odeyekê de dimînin û rayedarên girtîgehê li şûna 20 kesan, têra 15 kesan xwarinê didin wan. A. O. da zanîn ku li odeyê ji bo 8 kesan ranza hene û 12 kes neçar dimînin ku li erdê razên. A.O, di nameya xwe de bang li parazvanên mafên mirovan kir û xwest dengê wan bibihîzin. A. O. di nameya xwe de daxwazên xwe wiha anî ziman: "Deriyê azadiyê li me vekin. Li vir derûniya me xira dibe. Em edaletê dixwazin. Di odeya me de zarokên di bin 13 salî de jî hene. Em dixwazin azad bibin. Pirsgirêkên me her ku diçin mezin dibin. Roj bi roj hejmar zêde dibe û bi vê yekê re pirsgirêkên me jî zêde dibin."
A. O. xwest nameya wî di rojnameyan de bê weşandin û dewlet halê wan bibîne. AMED

No comments:

Post a Comment