07/03/2010
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê da zanîn ku operasyona Belçîkayê berdewama polîtîkayên dewleta tirk a înkar û îmhayê ne û wiha hate gotin: “Yên ku sînora sebra kurdan dipîvin divê bizanibin ku tehamulê sebrê hatiye bezandin.”
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê der barê operasyonên ku li Ewropayê li hember kurdan pêk tên daxuyaniyek hişk da. Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin ku operasyonên Fransa, Îtalya û Belçîkayê bi talîmata Amerîkayê ve pêk hatiye û ev yek li dijî têkoşîna gelê kurd darbeyek e. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ROJ TV li çar perçeyên Kurdistanê û li hemû cîhanê ji aliyê kurdan ve wekî dengê qêrîna azadiyê tê qebûlkirin û serdagirtina studyoyan û birîna weşanê tê wateya destdirêjkirina rûmeta gelê kurd.”
Hat gotin ku Serokê Kongra Gelê Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar û endamên KNK’ê û ji pişt re jî binçavkirina serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi hovane hatine binçavkirin û girtin û ev yek jî nîşaneya konseptan êrîşan nîşan dide û wiha hate gotin: “Êrîşên ku herî dawî li Belçîkayê li hember kurdan pêk hatiye wekî berdewama konsepta înkar û îmhayê ne. Li ser gelê kurd hîn derdor bi daxwazên li dij mirovahiyê ve lîstikên qirêj dimeşînin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêza gelê kurd ya bersivan bide heye û wiha hate gotin: “Yên ku sînora sebra kurdan dipîvin divê bizanibin ku tehamulê sebrê didin zorê.”
Hat gotin ku dewleta tirk salek e konseptekê êrîşê bi kar tînin û darbeya 17’ê sermawêzê ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû ve lingê wê yê navneteweyî tê temamkirin û Fransa, Îtalya û Belçîka konsepta înkar û îmhayê ku li hember gelê kurd pêk tê temamdikin. Di daxuyaniya însîyatîfê de hat gotin ku hemû çalakiyên ku ji bo gelê kurd nirxên xwe biparêzin meşrû ne. AMED/ANF
No comments:
Post a Comment