Friday, March 12, 2010

Newroz dê bibe îlankirina vîna gelê kurd


12.03.2010

BDP'a Amedê dest bi amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê kir. Amadekariyê pîrozbahiyê bi organîzasyona 5 hezar kesan pêk tê. Hunermendên navdar ên kurd, Li Amed û navçeyan hunermendên dê beşdarî pîrozbahiyan bibin diyar bûn. Hunermendên ku dê beşdarî newroza Amedê bibin: Cıwan Haco, Serhado, Mustafa Dadar, Koma Nûjiyan, Çopî, Grup Nena,Zozan, Bulent Turan, Xemgîn Bîrhat, Ferhat Tunç û Koraya Zarokan dê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Cafer Kan, diyar kir ku îsal dê Newroz bibe îlankirina vîna gelê kurd.
Di çarçoveya amadekariyan de civînan û ziyaretên esnafan dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiya Newrozê de stard hate dayîn û dê di 21'ê Adarê de bi beşdariya mezin bi dawî bibe. Serokê BDP'ê û Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Cafer Kan, derbarê amadekariyên Newrazê agahî dan û diyar kir ku beşdariya Newroza îsal ji ya her sal bêritr be. Kan, wiha got: "Dê Newroza îsal cûda be. Wateya ku em dinin Newroza îsal, gelekî mezin e. Ji ber ku nîqaşên derbarê çareseriyê de ewqas zêdene, çareseriyek demokratîk a pirsgirêka kurd jî doza demê ye. Ji ber vê yekê jî bi vî aliyê xwe dê bibe fînal."
Kan, anî ziman ku Newroza îsal, dê li hemberî tevahî pêkutiyan bibe ceribandina vînê û wiha axivî: "Gelê kurd dê careke din vîna xwe nîşanî cîhanê bide. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rê û rêbazên demokratîk, dê Newroz bandorek gelekî cîdî bike. Çawa ku Newroz destpêka bihareyê ye, dê di heman demê de bibe destpêka çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd." Kan, destnîşan kir ku dê li gorî rihê Newrozê pîrozbahiyê pêk bînin û wiha got: "Vînek cîdî derketiya holê. Ev tenê daxwaz nîne. Ev di heman demê de referandum e. Ji daxwazê zêdetir derketine holê ya vînê ye. Ev dê bibe bersîva pêvajoya operasyon, girtin, ferzkirina qanûnên derveyî demokrasiyê û kuştinan. Gelê kurd bi daxwaza siyaseta demokratîk, makekanûna demokratîk û neteweya demokratîk, dê qadên Newrozê dagirin."
Kan, bi bîr xist ku amadekiriyên Newrozê bi beşdariya hezaran kesî ve didome, bi tevahî dînamîkên bajar dê bixebitin û Newrozê pîroz bikin. Kan, anî ziman ku Komîtiya Amadekar avakirine û serlêdana fermî kirine û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Bi taybetî komîsyona me ya teknîkî, ji bo Newroz bi awayekî hişmet bê pîrozkirin û layîqî lehiya mirovên bên wir, tu pirsgirêk neyên jîyin, ev 10 rojin dixebitin. Newroza Amedê mîlyonek na. Em dê bi mîlyonî nîv kesî re pîroz bikin." Kan, balkişand ser ku komîsyonên navendî yên ji 35 kesî avakirine. Kan, diyar kir ku li navçeyan jî amadekarî didomin û serlêdanên fermî hatine çêkirin, ji bo beşdariya ji navçeyan jî dê wesayîtan eyar bikin.
Kan, destnîşan kir ku dê tevahiya bîlbordên li Amedê dê bi afîşên Newrozê bixemlînin û ji bo nasandina Newrozê jî dê bi sedhezaran belavokên destan amadebikin. Kaya, anî ziman ku bi 5 hezar kesî re amadekariyên Newrozê dikin û xwest roja Newrozê hemû kes bi cilên neteweyî beşdarî Newrozê bibin. Kan, wiha got: "Newroz di heman demê de bihar bûne. Dê bê wateya bahra ji mirovan, bi tevahî rengên ji xwezayê bê xemilandin. Ji ber ku bi rastî dîtbariyek bihişmet derdikeve holê."

Hunermendên dê beşdar bibin

Li Amed û navçeyan hunermendên dê beşdarî pîrozbahiyan bibin diyar bûn. Hunermendên ku dê beşdarî newroza Amedê bibin: Cıwan Haco, Serhado, Mustafa Dadar, Koma Nûjiyan, Çopî, Grup Nena, Zozan, Bulent Turan, Xemgîn Bîrhat, Ferhat Tunç û Koraya Zarokan.
Hunermendên ku dê beşdarî pîrozbahiyên Newroza navçeyên Amedê bibin;
Erxenî: Rojbîn, Koma Berçem
Bismil: Brader, Koma Mehabad
Egîl: Koma Star
Dîcle: Nurcan, Engîn Derya
Çinar: Koma Hemdem, Xalîde û Memed
Kocakoy: Koma Pîroz
Hanî: Koma Demsal, Onder Dilbirîn
Hezro: Jêhat
Lice: Dîlek Hoca, Koma Rewşen
Pasûr: Koma Afat
Farqîn: Ozan Rêzan, Canê
Çermok: Koma Aram, Leyla

AMED – DÎHA


No comments:

Post a Comment