Wednesday, March 17, 2010

Hesabê Helepçeyê hê jî nehatiye pirsîn


17/03/2010


Sîpan KOÇER - SILÊMANÎ/ANF

Serokê berê yê PÇDK'ê Dr. Faîk Gulpî ku dadgeha tevkujiya Helepçeyê şopand destnîşan kir ku mîna tê xwestin ji berpirsê tevkujiyê hesab nehatiye pirsîn û hê jî birînên Helepçeyê nehatine pêçan.
Dir Faîk Gulpî, ku têkildarî sedem, bandor û rewşa heyî ya mexdûrên Helepçeyê axivî û bibîrxist ku di salên borî de bûyina navendiya têkoşîn û berxwedana li dijî rejîma Iraqê û lewma jî ji bo tevkujiyê ev der mîna hedef hatiye destnîşankirin. Gulpî pêvajoya beriya tevkujiyê û şaşiyên ji aliyê partî û tevgerên kurd ve hatine kirin jî wiha rêz kirin: "Partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê dixwestin bi têkoşîna çekdarî mafên kurdan bidest bixin û li Iraqê demokrasiyê bipêş bixin. Lê belê ji şerê wê demê yê di nav bera Iraq û Îranê de dûr nesekînin. Demekê bi Artêşa Iraqê re êrîşî Îranê kirin, paşê saf guhertin û bi Îranê re êrîşî Iraqê kirin. Bi vê stratejiya şaş zemîna tevkujiyê hate avakirin. Di 14'ê adara 1988'an de pêşmergeyên girêdayî YNK, PDK, Partiya Sosyalîst û Tevgera Îslamî ya Kurdistan tevî leşkerên Îranê di nava 24 saetan de herêma Helepçe, Hewreman û Deşta Şerezurê girtin dest. Ev yek jî bû sedema bikaranîna çekên giran û tevkujiya Helepçeyê li ser vê bingehê pêk hat. Heger hêzên kurdistanî wê demê pêşengî ji pasdarên Îranê re nekira û beşdarî şer nebûya ev tevkujî pêk nedihat. Li aliyê din ji herêma kendavê derbasbûna şer a ser erdnîgariya Kurdistanê li gorî berjewendiyê welatên Ewropayê yên enerjiya xwe ji herêmê tedarîk dikirin bû. Lewma şaşiyên tevgerê kurd û berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî dema hatin gel hev ji bo tevkujiya Helepçeyê zemîn ava bû."

HESAB NEPIRSÎNE
Dr. Faîk Gulpî ku dadgehkirina rêveberên rejîma Baas şopandin destnîşan kir ku di van dadgehkirinan de tevkujiyên li hemberî kurdan ketin plana duyemîn û bi giştî li gorî plan û programa DYA û Şiiyan dadgeh hate meşandin. Gulpî, bibîrxist ku hesabê tevkujiyên li hemberî kurdan nehate pirsîn û der barê dadgehkirina berpirsên van tevkujiyan de jî nerînên xwe wiha rêz kirin: "Di dadgehkirina baasiyan de rola kurdan gelekî kêm bû. Rola kurdan asta alîkarîbûna şiî û DYA'yê derbas nekir. Kirinên li hemberî kurdan ji aliyê hêzên desthilatdar ên başûrê Kurdistanê ve zû tên jibîrkirin û tu plana wan a bi deşîfrekirina rejîma Sedam re rawekirina kurdan û şoreşa kurdan tunebû. Di encamê de mahkemeyên mijar gotinê (Dadgeha Bilind a sûcên Iraqê) ji aliyê DYA'yê ve hate sazkirin, rêveberiya bingehîn û hêza pratîzekirina biryarên dadgehê şiiyên Iraqê bûn. Heger rola kurdan hebûya dê yên mîna Sedam û Alî Hesen Mecîd ji sûcên mîna Helepçe û Enfalê bihata dadgehkirin û cezakirin. Dadgehê ne li gorû giraniya sûcan, li gorî kronolojiya sûcan doz hatin ditîn. Ev yek jî bû sedem ku tevkujiya Helepçeyê giraniya xwe winda bike û bi vê yekê gelek agahiyên girîng hatin windakirin. Ronîkirina tevkujiyan li aliyekî kurdan roleke neyînî jî girte ser xwe. Mînak yek ji pîlotê ku tevkujiya Helepçeyê pêk anî bi navê Tariq Ramazan hate girtin lê bi talîmata Celal Talabanî serbest hate berdan û ji holê winda bû. Mîna encam dikare were gotin ku doza Helepçeyê ne li gorî berjewendiyê kurdan bû û edalet bicih nehat."

REWŞA MEXDÛRAN
Dr. Faîk Gulpî têkildarî rewşa mexdûrên tevkujiya Helepçeyê de jî ragihand ku bi tu awayî nikare were gotin ku birînên Helepçeyê hatine pêçan. Di vê mijarê de Gulpî rêveberên başûrê Kurdistanê jî rexne kirin û rewşa heyî ya Helepçe û mexdûrên Helepçeyê wiha rawe kir: "Piştî serhildana Başûr ji bo gelê ku ji tevkujiya Helepçeyê zirar dît destê alîkariyê nehat dirêjkirin. Hikûmeta herêmî neket nava hevkariyeke bi mexdûran re. Mîna ku ev ne bes e bi her awayî cihgirtina îradeya Helepçeyê ya di nava rêveberiyê de asteng kirin. Her çiqasî di Destûra Bingehîn a Iraqê de herêmên zirar zêde dîtine ji nû ve tên sererastkirin jî Helepçe di nava vê yekê de nehat dîtin. Tiştê ku hatiye kirin jî bi tu awayî têr nake ku birînên Helepçeyê derman bike."

DEMOKRATÎKBÛN
Serokê berê yê PÇDK'ê Dr. Faîk Gulpî têkildarî tiştê ji niha û pêde werin kirin jî nerînên xwe anîn ziman û ev bang li gelê Helepçeyê kir: "Ji bo gelê Helepçe, kesên ji tevkujiya Helepçeyê zirar dîtin û malbatên şehîdan banga min ev e; Derveyî sîstema desilatdariya herêmî ya başûrê Kurdistanê divê rêxistinbûyina xwe ya demokratîk bi xwe pêk bînin. Bi rêya vê rêxistinbûyînê mafê xwe dikarin daxwaz bikin û ji bo çereseriya pirsgirêkên gelê kurd dikarin bibin hêz."

No comments:

Post a Comment