Saturday, March 13, 2010

Çalakiyên şermezarkirina komkujiyê berdewam dikin

helebce

10-03-13

Kurdistanî li çar aliyên cîhanê di 22. salvegera wê de, komkujiya Helebçê bi çalakiyên xwe şermezar dikin.

Serokê Şaxê komeleya mafêmiravan, ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, bang li welatiyan kir û xwest bi boneya 22'yemîn salvegera komkujiya Helepçeyê 3 rojan cilên reş li xwe bikin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, ji bo komkujiya Helepçeyê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyek da çapameniyê.

Colemêrgî dê 3 rojan xwe reş girêbidin

Rêxistinên saziyên sivîl û nûnerên Rêxistina BDP'ê beşdarî daxayaniyê bûn û piştgirî dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Akbulut, diyar kir ku ji 14 û heta 16'ê Adarê dê hind cûrê çalakî li dar bixin û wiha got.

"Bi boneya bîranîna 22'yemîn salvegera komkujiya Halepçeyê, em bang li welatiyan dikin ku heta 3 rojan cilên reş li xwe bikin û potên reş li şanêşînên xwe daliqînin."

Wekîdin wê bi boneya bibîranîna komkujiya Helepçeyê li Kolana Hunerê ya Êlihê pêşengeha wêneyan bê vekirin û li navenda Colemêrgê belavok bên belavkirin.

Hêzên rejîmê lê merasîmê girtin


Gundiyên Qelareş yên Serdeşt li Rojhilatê Kurdistanê jî xwestin roja 23ê mehê bi merasîmekê kesên beriya bi 22 salan li Helebçe jiyana xwe ji dest dan bibîrbînin û komkujiyê şermezar bikin.

Lê li gor nûçeyên ji herêmê bidestketine, hêzên rejîma Îranê gundî tehdît kirine ku kesên bi çalakiyê rabin wê bi giranî bêne cezakirin û rê li merasîmê girtin.

No comments:

Post a Comment