Monday, March 8, 2010

Li Elezîzê erdhej: 57 mirî


08/03/2010

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afetê ya Serokwezîrtiyê ragihand ku li navçeya Depê ya Elezîzê erdhejeke ku şîdeta wê 6.0 e pêk hatiye. Li gorî agahiyên ku ji herêma erdhej lê çêbûye de hatine girtin 57 kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek kes jî birîndar bûne. Li gundan gelek mal hilweşiyan.


Li Elezîzê duh serê sibehê saet di 04:32’yan de erdhejeke ku şîdeta wê 6.0 e çêbû. Li gorî agahiyên fermî 20 kes lê li gorî agahiyên ku ji herêma ku erdhej çêbûye hatine girtin jî 57 kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.


Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li gundê Okçuyanê 38, li Kanatliyê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha tê gotin ku li gundê Nasran û Kayalar ê jî dibe ku mirî hebin. Her wiha hate hînbûn ku di erdhejê de bi tevahî 10 gundan zirareke mezin dîtiye.

ALOZÎ DERKET


Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin bi sedan kesên ku agahiya erdhejê girtine û xizmên xwe winda kirine çûne gundê Okçuyanê. Lê ji ber ku cendirmeyan noqteya kontrolê li gund ava kirine, nehîştîn welatî bikevin gund. Li ser vê yekê di nav bera gel û cendirmeyan de alozî derket. Tenê ji gund bi ambulansan birîndaran derdixin û dibin nexweşxaneyan.


Erdheja ku li Elezîzê çêbû jibilî navenda bajar û navçeyên wî li Dêrsim, Amed, Erzirom û Çewlikê jî hate hîskirin. Erdhej li deran jî bû sedama tirsê. Welatiyên ku erdhej hîskirin derketin kolanan. Hate hînbûn ku ji bo alîkariyê ji Meletî, Erzirom, Amed û Çewlikê jî ekîbên Parastina Sivîl sewqî herêma erdhejê hatine kirin.

JI ŞAREDARIYÊ ALÎKARÎ


Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo alîkariyê wesayîtên îtfayeyê şand herêma erdhejê. Her wiha ji Xaçasor jî kon û batanî biriyê herêma erdhejê. Dîsa ekîbên AKUT’ê jî tevli xebatan bûne.


Piştî erdheja ku bû sedama windahiyan gelek erdhejên din jî çêbûn. Hate hînbûn ku piştî erdhejê 51 erdhejên din jî çêbûne.


Hin kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û nasnameyên wan hatine zelalkirin ev in: Nermîn Yildiz, Gonul Yildiz, Tugba Yildiz, Zîlan Yildiz, Emre Çîçek, Ayten Çîçek, Davut Yuksel, Kîbar Yuksel, Îzzet Çîmen, Nurettîn Çîmen, Yeter Akdag, Emrullah Akdag, Yusuf Akdag, Hasret Kale, Suyelman Tosun, Halîme Gunduz, Muhammed Zulfu Çîmen, Hîlal Yilmaz, Dervîş Ersoz, Niyazî Keleş, Hasan Huseyîn Yuksel, Cîhan Polat, Remziye Aydemîr, Feyzullah Dagdover, Tellî Erdogan, Merîs Yuksel, Muhammed Emîn Polat, Netîce Polat, Medîne Akdag, Muhammed Ozdogan, Bêrîvan Ozdogan, Ozer Urut, Nazîre Urut, Murat Urut, Fîkrî Ozdogan.


Li aliyê din ji ber erdheja li bajaroka Lalanê ya navçeya Depê ya Elezîzê hemû dibistanên bajar 2 rojan hatin betalkirin. Bi heman armancê li Dêrsimê jî dibistan hatibûn betalkirin.

LI BAŞYURTÊ ERDHEJ


Piştî erdhejê duh saet 09:47’an de dîsa erdhej çêbû. Bajaroka Başyûrt a navçeya Depê ya Elezîzê hejiya. Li gorî pîvana Richterê mezinbûna wê 5.5 pêl erdhej pêk hat.


Li gorî Rasatxaneya Kandilli ya Zaningeha Bogazîçî, li bajaroka Başyurt a navçeya Depê ya Elezîzê 2'yem car erdhej çêbû. Piştî erdheja şîdeta wê 6.0 ku duh serê sibê saet di 04.32'an de pêk hat, dîsa 40 caran li pey hev di navbera 2.5 û 4.1'an de erdhej pêk hatin. Li gorî pîvana Rîchterê saat 09.47'de di pêla wê 5.5 li bajaroka Başyurtê dîsa erdhej pêk hat. Bandora erdhejê xwe li bajarên derdorê jî da xuyakirin.

BDP’ê heyetek şand

Heyeta BDP'ê ku ji Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û şaredaran pêk tê ji bo li cihê erdhejê lêkolînan bikin çûn herêma erdhêje.


BDP'ê têkîldarî erdhejê daxuyaniyek nivîskî da û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest. Di daxuyaniya ku bi îmzeya Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat dayîn de hate diyarkirin ku di erdhejê de zêdeyî 41 kesan jiyana xwe dane û zêdeyî 100 kesan zêdetir jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di serî de kesên jiyana xwe ji dest dayî xwedê rihma xwe lê wan bike û serê malbatên wan sax be. Kesên birîndar jî xwedê silametiyê wan bide. Di erdhejên de kesên zirar dîtî jî dê şaredariyên me di demekî kinde ji bo alîkariya hemwelatiyan me bikin dê tevbigerin."


Di daxuyaniyê de ji bo gelê herêmê banga alîkariyê hate kirin û hate xwestin ku her kes alîkariyê bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heyeta BDP'ê ya ku ji Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û şaredaran pêk tê çûn cihê erdhejê. ELEZÎZ

No comments:

Post a Comment