Saturday, March 13, 2010

Dewleta zarok-kûj vê carê jî 11 sal ceza da zarokekî


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Zarokê bi navê A. E. ku bi îdîaya "Kevir avêtiye polîsan" dihat darizandin di danişîna yekemîn de rastî 11 sal ceza hat.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

BYekemîn danişîna zarokê bi navê A. E., ku bi hinceta di salvegera derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de bi îdîaya "Kevir avêtiya polîsan" hatibû binçavkirin û girtin hate dîtin. Danişîna A. E, ku li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin girtî A.E, parêzerê A. E. Yeşîm Ateş amade bû. Di danişînê de dozger ji xala 314/2 a TCK'ê, xala 7/2 a TMK'ê û zagona hêjmar 2911' 3 cezayên cuda xwest.

A.E, ji 3 îdîayan ceza xwar

Piştî îdîaname hate xwendin, Prz. Yeşîm Ateş parastin kir û sucdariyên derbarê A.E de red kir. Ateş, piştî parastinê serbestberdan û beraata muvekilê xwe A.E, xwest. Heyeta dadgehê jî piştî navberê derbarê A.E, de bi sucdariya "Propaganda rêxistinê kiriye" salek, bi sucdariya "muxalefetiya zagona hêjmar 2911 kiriye" û "Ligel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê suc kiriye" 10 sal ceza bi tevahî 11 sal ceza birî. Heyetê piştre ji ber salê A. E, biçûk e ceza daxist 7 sal û nîvan.


Hemberî zarokên Kurd terora dewleta Tirk didome

Terorîzma dewleta tirk zarokan nasnake. Ji ber ku li Tirkîyê mekanîzma edaletê ji bona Kurdan nayê bikaranîn, pir bûyer û qetlîamên waha bêyê ku hasabê wan were pirsîn, hatine ji bîrkirin.

D 24ê nîsana Îsal de li Colêmergê zarokekî 11 salî , kete nav destê polêsan û polês heta wî bînin ber mirinê lê xistin ji aliyê rojnamevanan hate kişandin.

Her wiha bi hinceta beşdariya çalakiyan li tevahiya Tirkiyeyê bi dehan zarok hatin girtin û bi cezayên giran tên darizandin. Dayikên zarokên li Girtîgeha Pozantiya Edeneyê dimînin Fadîle Ozbay, Şefîke Alagaş, Hediye Tufan, Safiye Beyna û Koçero Uygur diyar kirin ku ew vê yekê qebûl nakin. Dayikên bal kişandin ser zordariya li ser zarokên wan li girtîgehê tên kirin, wiha gotin: "Zarokên me li girtîgehê di bin zilmê de ne. Zeîf bûne. Nikarin li xwe binêrin û hewceyiyên xwe bi cih bînin. Psîkolojiya wan xirab bûye."

Dewleta Tirk bi kuştina Ugur Kaymaz ku terorizma xwe nîşanî hemû cîhanê da bû bi êşekence kirina zarokên Kurdan terorzima xwe didomîne.

Sala par jî Cunêyt Ertûş yê 15 salî ku li Colemêrgê polîsan li ber kamerayan milê wî şkand, bi hinceta ‘li hemberî karmendê dewletê serî rakiriye’ hate girtin. Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê, der barê bûyerê de gilî kir. Cunêyt Ertûş ê 15 salî ku li Colemêrgê di pîrozbahiyên Newrozê yên ji ber destûrnedayîna Walîtiyê bi bûyer derbas bûn de polîsan li ber kamerayan milê wî şkand, piştî bûyerê hate binçavkirin.

Artêşa dagirker a Tirk li bakûrê Kurdistanê şerê qirêj li dijî gelê Kurd dimeşîne û her bihostê axa Kurdistanê dide ber top û gûleyan li aliyekî din jî bi pêkanînên xwe bi psîkolojiya gelê Kurd dileyze û zextên xwe bi her avahî zêde dike. Dewleta Tirk li alîyekî pêşketina hişmendiya neteweyî ya kurdan asteng dike û garantiya hebûna milletê kurd yanî perwerdeya bi zimanê Kurd asteng dike û li aliyekî din de jÎ bi kuştin û girtina zarokên biçûk çavê kurdan ditirsîne û rûye xwe yê rastî nîşan dide. (HAWAR NET.com / dîha servîsa nûçeyên rojevê)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment