Monday, March 8, 2010

Di 100'emîn salvegerê de Coşa jinan gihêşt asta herî bilind



DIYARBEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek deverên Cîhan û Kurdistanê de roja jinan bi çalakîyên cûrbicûr hate pîroz kirin.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Li bajarên Kurdistanê û metropolan ji bo 8’ê Adarê jinan daxwazên xwe bi dirûşman anîn ziman. Jinan got, divê teqez şer û zextên li ser kurdan bêne sekinandin.

8ê Adarê roja jinên kedkar yên cihanê, li bakûrê Kurdistanê ji aliyê jinên kurd ve jî hate pîrozkirin. Pirozbahîyên ku hefteke berê destpêkiribû bi dawî bûn.

Bi mebesta “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cihanê” li Amedê mitîngek hat lidarxistin. Di mitînga ku ji aliyê Tevgera Jina Azad ve hatibû amadekirin de daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd hat kirin.

Mitînga “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cihanê”, bi beşdariya bi hezaran jin ku bi kinc û lîbasên kurdî hatibûn, li meydana Îstesyonyê ya li Amedê hat lidarxistin. Di mitîngî de wêneyên Leyla Qasim, Klara Zetkin, Bêrivan û Ayşenur Zarakolû û pankartên wek “Em namûsa kesî nîn in”, “Destên ku dirêjî Roj TV bibin bila bişkên”, “Jin jiyan azadî”, “Em ji bo aşîtiyê bi israr in” û wd. hatin berzkirin.

Li Diyarbekirê bi hezaran jin hatin ba hev û ji bo roja jinan 3 kîlometre meşiyan. Jin bi kincên kurdewar ên gelêrî tevli meşê bûn. Di meş û mitîngê de bûyereke yekemîn pêk hat; transeksûelên kurd jî bi pankaretk kurdî tevli mitîngê bûn.

Ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jin li Qada Deriyê Çiyê li hev kom bûn û bi def û erbaneyê 3 kîlometre ber bi qada Stasyonê ya mitîngê ve meşiyan. Jinên ki dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî heştê adarê” berz kirin, balkêş bû ku kincên kurdewar xiftan li xwe kirin.

Hevseroka Partiya Aşîtî û Demokrasiyê-BDPê Gulten Kişanakê axaftinek kir û di axaftina xwe de bal kişand li ser axaftina Serokwezîr ya li Ruhayê kir û got; “Heta tu şîret li jinan dikî, beriya hemûyan tu empatî (xwe bixe şûna yên din). Bihêlin bila jin êş û azarên xwe bi hev re bijîn daku karibin bi hev re li çareseriyên hevpar bigerin û peyda bikin.

Li vî welatî hê bi hezaran dayîkên kuştiyan, windakiriyan hene ku kevireke goristanê tune ku hêstir bi ser re birjînin. Li vî welatî bi hezaran kuştiyên qisasnediyar û widakirî hene. Ger hun van êş û azaran nebînin, vê yekê piştguh bikin, hun nikarin li vî welatî aşîtî û demokrasiyê bicîh bikin. Ev 8 sal e hun desthilatdar in, lê hê jî hun ciwanên vî welatî dişînin mirin û kuştinê. Berî her tiştî divê tu ji dayîkên leşkeran lêborîn bixwazî.”

Li Komeleya ÇIRA çalekiyên 8ê Adarê


Bi mebesta “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cihanê”, li Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê, ji aliyê jinan ve çalekî hatin lidarxistin. Gelek kes beşdarê bernamê bûn û di nav çoşek mezin de vê roja teybet hat pirozkirin.

Di destpêka bernameyê de li ser giringiya “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cihanê” hat rawestandin û herweha bal hat kişandin li ser kesayetî û tekoşîna jinên ku di dîrokê de di vî warê de li hemberê zilm û zordariyê serî hildane û di vê warê de jiyana xwe dest dane. Di berdewamiya bernameyê de ji bona wan kesayetiyên bi vî rengî slaytek hat nîşandan. Herweha, di slaytê de jiyana jinên ku di nav tekoşîna neteweyî ya Kurd de cîh girtine, jî hat nîşandan.

Di çarçoveya bernameyê de, Îlknûr Mizrak li ser navê Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê axaftinek kir. Mizrak di axaftina xwe de weha got; “Roja 8ê Adarê di sala 1857an de li bajarê New York yê Emerîkayê bi qasî 40.000 kedkarên tekstîlê ji bona jiyanek baş dest bi grevê kirine. Lê, ev grev ket ber xezeb û êrişa hêzên emnî yên Emerîkayê û bû sedemê alozî û bûyerên mezin. Di aloziyê de pêşangeh hat şewitandin û di vê şewitandinê de piraniya wan jin, bi tevayî 129 karkêr hatin kuştin.

Cîhan 8 Adarê pîroz kir

Îro li gellek welatên cîhanê Roja Navnetewî ya Jinan tê pîroz kirin. Sekreterê Giştî yê NY Pan Gî Mûn bi boneyî cejna 8 Adarê daxuyanîyek belav kir û got, ku di 15 salên dawî da di warê mafê jinan da gellek pêşketin hatiye bi dest xistin. Bi taybetî her ku diçe di zêdetir dewletan de wekheviya cinsan tê pêk anîn, derfeta piraniya keç heye ku perwerdeya seretayî bistînin, û gellek jin dikarin bi karsazî û sîyasetê ve mijûl bibin.

Li Rûsyayê 8 Adarê cejnekî delal e. Îro bi teqezî hemû jin diyarî û kulîlk distînin û gellek jin jî, ji karûbarên malê azad dibin. Li Amêrîkayê 8 Adarê wekî cejn nayê pîroz kirin, lê belê bi boneyê vê rojê çend tedbîr werin li dar xistin. Îro li Koşka Sipî serokkomar Barak Obama û hevjina wî Mîşel mêvandariyeke bidin..

8’ê Adarê Çawa Bû Roja Jinan

8ê Adara 1857ê de li bajarê New York a DYE, jinên ku di sektora tekstîlê de dixebitîn bo bidestxistina mafên wekhev bi mêran e dest bi têkoşînê kirin û biserketin.



Di panqartê de "Jin nîvê ezmanê di destên xwe de pê digrin" dinivîse


Di sala 1910ê de li Danîmarkê konferansa Sosyalîst Enternasyonel ya Jinan de roja destpêkirina têkoþîna jinên Emerîkî 8ê Adarê wek “Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” hate îlan kirin.

Di sala 1977an de Neteweyên Yekbûyî 8ê Adarê bo hemû jinan “Roja Jinan” hate qebulkirin. (HAWAR NET.com / ajansan / servîsa nûçeyên rojevê)
© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment