Wednesday, March 10, 2010

ROJ TV dengê gelê kurd e


10/03/2010 

Hevseroka BDP’ê li dijî gotinên Erdogan ên wekî ‘Ez bang li wan dayikên piştgirî didin PKK’ê dikim’ ên ku li Rihayê gotibû bertek nîşan da û got: “Qet nebe nekevin nav jinan.” Kişanak bi serdegirtina Roj Tv’ê jî şermezar kir û got ku Roj Tv’ê dengê kurdan a li mişextiyê ye. Kişanak got ku Ewropa jî bi vê operasyonê bûye şirîkê pişaftina çand û zimanê kurdan û wiha axivî: “Pirsgirêka kurd û ermeniyan pirsgirêa navxweyî ya Tirkiyeyê ye.”
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di civînaa koma partiya xwe de axivî û bi gelemperî li ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rawestiya. Kişanakê xemgîniya xwe ya ji bo erdheja Elezîzê jî anî ziman û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku hemû birîn bên dermankirin û ji bo rê li ber felaketên bi vî rengî bê girtin jî tedbîrên berfireh gên girtin. Em çûn cihê erdhejê, me êşa wan par ve kir. Niha ji sedî 93’yê Tirkiyeyê bi erdheyên mezin re rû bi rû ye. DIvê em dêdî tedbîran bigirin. Di paşerojê de felaketên mezin pêk hatin lê dîsa jî me ji wan tu ders negirtin.”

ERDHEJA ELEZÎZÊ
Gultan Kişanak got ku negirtina tedbîran jî bû amûreke mezin a van mirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokwezîr radibe û ew kesên di malên kerpîç de dijîn berpirsyar dike. Ma wiha dibe? Ma qey Wezareta Îskan û Avahîsaziyê tu tedbîr negirtin? Gelo we kontrol kir ku ev mal li dijî erdhejê dikarin li ber xwe bidin an na? Hikûmet nikare berpirsyariya xwe biavêje ser kerpîçan.” Kişanak bal kişand ku ew 100’emîn salvegera 8’ê Adarê pîroz dikin û di sala 100’emîn de hemû jin daketina qadan û azadiya xwe xwestine. Kişanak wiha lê zêde kir: “Gelek hevalên me yên jin 8’ê Adarê di girtîgehê de pîroz kirin. Di nav van hevalên me de şaredar jî hene. Em 8’ê Adarê li wan jî pîroz dikin û silavên xwe dişînin. Em hêvî dikin ku ew di demeke kurt de derkevin. Ez di şexê Bêrîvanê de 8’ê Adarê li hemû zarokên mexdûrên TMK’ê jî pîroz dikim. Em xemgîn in ku em hê jî wan zarokên xwe ji nav dîwaran xelas nekiriye.”

ŞÎDET DIDOME
Gultan Kişanak daxuyand ku jinan têkoşîneke pir mezin daye lê dîsa jî hemû bûyerên şîdet, tacîz û destdirêjiyan ên li dijî jinan bi dawî nebûne. Kişanak wiha axivî: “Hê jî şîdet bi dawî nebûye. Li gorî daneyan ji 3 jinan yek, rastî şîdetê tê. Girîna li pey miriyan, gazinc kirin û meşa li pey tabûtan ne çarenûsa jinan e. Di hemû bûyerên şîdeta li dijî jinan û di her hêsireke jinan de berpirsyariya dewlet û civakê heye.” Kişanak da zanîn ku li Tirkiyeyê stargeh gelek kêm in û pirsgirêka jinên mexdûr bi piranî dikare bi zêdekirina stargehan bê çareserkirin. 
Kişanak li ser pirsgirêka jinan a îstihdamê jî sekinî û wiha got: “Şîdeta li dijî jinê ne tenê bi awayekî fizîkî ye û gelek cureyên wê hene. Bi taybetî jin ji ber bêderfetiyên aborî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû tên hiştin.” Kişanak bang li hikûmetê kir ku cihê îstihdamê ji jinan re veke. Kişanak di axaftina xwe de der barê bandora şer a li ser jinan de jî axivî û got ku cerdevanî û şer bandoreke gelek xirab li ser jinan dike. 
SERDAGIRTINA ROJ TV’Ê
Kişanak zextên dewletên Ewropayê yên li ser ROJ TV û saziyên kurd jî nirxandin û wiha got: “Amûrên rojnamegeran tên xirakirin û şikandin. Li hemberî rojnamegeran şîdeta fizîkî hate pêşxistin. Ev hemû li derveyî feraseta demokrasî û azadiya ramanê ne. Ev hemû li welatekî Ewropayê yê ji xwe re dibêje ‘ez demokratim’ çêdibin. Mixabin dema yên mijara gotinê kurd bin tu nirxên mirovahiyê nayên nasîn. Li vir ez bangî hikûmeta Belçîkayê dikim. Divê derhal ji kurdan lêborînê bixwaze. Ev operasyon li hemberî mafê kurdan ê zimanê dayikê û azadiya agahdarbûnê êrîşek e. ROJ TV dengê gelê kurd e û nayê birîn. Carna frekansan dişînin vir wir. Hûn nikarin vî dengî bibirin.”

KOMKUJIYA ERMENIYAN
Gultan Kişanak got ku hikûmet bi operasyon û kuştinan bersiv dide daxwazên gelê kurd ên ji bo aştî û demokrasiyê û gotinên xwe wiha domand: “Ma we ev 30 sal in kîjan pirsgirêk çareser kir? We aştiyê anî? We hêsirên dayîkan rawestand? Ma pêşîlêvekirina we ev e? Van polîtîkayên DYA’yê me ji çareseriyê dûr dixe. Xwestin bi operasyona li dijî Roj Tv’ê û saziyên kurd, bertekên Tirkiyeyê yên li dijî Ermenisatanê rawestînin. Ev polîtîkayên qirêj in.”

KRÎZA DARAZÊ
Kişanak li ser krîza darazê jî rawestiya û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin ên maf û azadiyê hene. Ji ber vê yekê jî heke guherîna makeqnûnê pêk neyê, tu kes nikare behsa aştî û demokrasiyê bike. Heke em hemû zagon û qanûnan biguherînin, daraz dikare serbixwe be. Divê TMK jî di dema herî kin de bê betalkirin. Em careke din dibêjin, em ji gûherîna makeqanûnê ya ji bo demokratîkbûyên re amade ne. Lê heke makeqanûn xizmeta demokratîkbûyînê neke, em dê piştgirî nedinê.”ENQERE - DÎHA


No comments:

Post a Comment