Tuesday, March 16, 2010

Li herêmên şer pêşbaziya çekan


16/03/2010


Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) krîza aborî ya global bandorê li ser hilberîna çekan ên mezin nake. Her wiha pêşbaziya çekan bi taybetî li herêmên ku şer hene zêde bûne.
Li gorî rapora nû ya SIPRI’yê zêdebûna firotina çekan a global fikarên aloziyên heremên ku lê şer diqewimin zêde dikin.

ÇEKDARÎ ZÊDE DIBE
Li gorî daneyên SIPRI’yê firotina çekan di salên 2005-2009’an de ango di nava 5 salan de ji sedî 22 zêde bûye. Li gorî vê raporê Amerîka ji sedî 30 çekan difiroşe û herî zêde Amerîka çekan dibîne. Her wiha Çîn û Hindistan jî herê zêde çekan dikirin. Dîsa Sîngapur û Cezayîr jî cara yekem e ketine di nava 10 welatên ku çekan dikirin.

ÎRAN KIRÎGERÊ MEZIN E
Di rapora SIPRI’yê de tê gotin ku Îran di nava 5 salên dawî de herî zêde ji Çîne çekan dikire û di Rêza duyemîn de ye. Çîn fezayên bejahiyê, fuzeyên keştiyan û 50 wesayîtên şer difiroşe Îranê. Ev çek ji sedî 14 îxracata Çînê pêk tîne. Tê gotin ku ev çekên ku tên kirin ne li dijî peymanên ku Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî ambargoya Îranê ne. Ango ne li dijî peymanên navneteweyî ye. Lê ligel vê yekê jî cihê Çînê di nava firotana çekan a global de nîn e. Îxracata Çînê salê 380 milyon dolar e. Her wiha îxracata Amerîkayê jî salê 7 mîlyar dolar e.

ÇEKFIROŞ JI ŞER HEZ DIKIN
Di rapora enstîtuyê de tê gotin ku ev zêdebûna firota çekan bi taybetî li herêmên weke Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr, Asyaya Başûr û Başûrrojhilatê Asyayê fikaran zêde dike. Ji ber ku li van herêman şer û pevçûn hene û pir zêde di warê çekdariyê de pêşbaziyek heye. Di nava salên 2005-2009’an de ji sedê 27 balafirên şer hatine firotin. Amerîka 72 balafirên şer firotiye Yekitiya Emaretên Ereb, 52 F-16 firotiye Israîlê û 40 balafirên F-15 jî firotiye Koreya Başûr. Her wiha Rûsyayê jî 82 balafirên şer firotiye Hindistanê, 28 balafirên şer firotiye Cezayîrê û 18 balafirên susoi jî firotiye Malezyayê. STOCKHOLM

No comments:

Post a Comment