Sunday, March 14, 2010

Elawî û Haşimî hatin Kurdistanê



HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Elawî û yek ji serkirdeyên wê lîsteyê Tariq Haşimî hatin Hewlêrê û çav lê ye bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re derbarê pêkanîna hikûmeta nû gotûbêjan bikin.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Berpirsê Bûroya Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, “Elawî û Haşimî dê bi Serok Barzanî û berpirsên bilind yên Herêma Kurdistanê re bicivin û yek ji mijarên civîna wan behskirina li ser rewşa Iraqê ya piştî hilbijhartinan e, hevdem dê çend pirsên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê şirove bikin”.

Mistefa wiha pê de çû, “Elawî û Haşimî dê pirsa pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê bi Serok Barzanî re gotûbêj bikin”.

Ev serdan di demekê de ye ku duhî Adil Ebdulmehî Serkirdeyê Lîsteya Tifaqa Niştimanî ku Emar Hekîm serokatiya wê dike gihîşte Hewlêrê.

Lîsteya Iraqiye yek ji lîsteyên mezin yên Iraqê ye û li gorî encamên destpêkî yên hilbijartinan dibe ku ev lîste di astekê de be ku serkirdeyên wê hizra pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê bikin... (servîsa nûçeyên rojevê)
© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment