Saturday, March 6, 2010

Maç betal bû; Li stada Amedê bi marşa Herne Pêş protesto


DIYARBEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Maç hate betal kirin
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

EÎro hefteya 24'ê ya Super Lîga Tirkiyeyê de, li Diyarbekirê çavê her kesê lê maça digel Bursassporê bû. Lê dema li beriya maçê bûyer derketin. Aligirên Diyarbekîr sparê di dema xwendina marşa Tirkan de marşa Herne Pêş xwendin û piştre di navbera aligirên D.bakispor û Bursasporê de alozî derket.

Aligirên Diyarbakirsporê neheqiyên ku li Bûrsayê hatibûn kirin protesto kirin. Li ser midaxelya polîsan pevçûn derket. Bi derketina pevçûnê hekemên maçê bi aveyekî lêzûbêz maçê betal kirin. Rêvebirên D. Bakir sporê dijî biryarê deketin û gotin hekem bi qastî biryaraeke wisa digrin, pevçûn wê zêde dewam nekiriba.

Wekî tê zanîn, maça ewil li Bursayê hatibû leyîstin. Di wê maçê de terefdarên Bursasporê bi sloganên, "PKK bila biçe der" êrîşî terefdarên Diyarbekirsporê kiribûn û bûyerên nexweş rûdabûn. Rovanşa wê maçê îro li Diyarbekirê bû.. (HAWAR NET.com)


© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment