Saturday, March 6, 2010

Bi hezaran Kurdistanî bêedeletiya Ewrûpayê şermezar kirin


DIYARBEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Bi hezaran kes bi armanca protestokirina biserdegirtina sazî û dezgehên kurd û desteserkirina siyasetmedarên kurd, li paytexta Belçîkayê Brukselê kom bûn û bi drûşma “Roj Tv ne bê xwedî ye” meşiyan.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Li Paytextê Belçîkayê li Brûkselê li dora 8 hezar Kurd ji ber lisergirtina Roj Tv û girtina sîyasetmedarên Kurd çalakîyan derbaz dikin. Roja 4`ê Adarê polîsê Belçîkayê di studyoyên Roj Tv`yê lêgerîn derbazkirin û her weha hinek sîyasetmedarên Kurd bincav kirin.

Di nav wan da endamên Kongra Gel Zubeyîr Aydar û Remzî kartal jî hene. Partîya Karkerên Kurdistanê bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku li hember operasyonên dewleta Belçîkayê çalakîyan pêkbînin û wan protesto bikin.

Meş, li Qada Îstasyona Nord saet di 13:00 de dest pê kir û bi hezaran kes beşdarê çalakiyê bûn. Çapemeniya navneteweyî û ya Belçîkayê eleqeyeke mezin nîşanê çalakiyê dan. Ciwanên ku ji herêma Limburg a Belçîkayê tevlî bûbûn, pankarta “Belçîka, nebe lîstokê DYA`yê” vekirin. Piştî meşê mitîngek hat lidarxistin û Serokê KNK`ê Tahir Kemalîzade axaftineke tûj kir û Belçîkayê û Yekîtiya Ewropayê hişyar kir. Xebatkara Roj Tv`yê Necîbe Karadaxî jî axaftinek kir û wiha got: “Ji me re dibêjin terorîst, lê yên vê êrîşê kirine terorîst in, em dengê gelekî ne.” Siyasetmedarê kurd Cuma Tak jî di axaftina xwe de diyar kir ku ev konsepta li dijî gelê kurd, konsepta komkujiya siyasî ye, lê Roj Tv dengê gel e û dê nikaribin dengê gel bibirin. Parlamentera Mêrdînê ya BDP`ê Emîne Ayna jî beşdarê çalakiyê bû, axaftineke kin kir û silav li berxwedana çalakvanan kir.

Wek tê zanîn Amed ku 'paytexta' Newrozê ye. Newroza Amedê ku çav li rê ye, îsal wekî salên rabirdû bi sedhezaran kes li hev kom bibe û bi heycena hilbijartinan coş jî zêde be.

Li bakûrê Kurdistanê di gellek bajaran de protesto


Bêhiqûqiya Ewrûpayê li bakûrê Kurdistanê jî hate şermezar kirin. Serdagirtina Roj TV'î û saziyên kurdan ên li Belçîkayê bi girseyî hate şermezarkirin. Rêxistinên BDP'ê yên Sêrt û Mêrsîn, Wan, Riha û Edeneyê serdagirtina Roj TV'î û girtina siyasetmedarên kurd ên li Ewrupayê şermezar kirin û balkişandin.

Li Navçeya Geverê, di buyera piştî çalakiya şermezarkirina êrîşa Belçîka ya li dijî Roj TV û siyasetmedarên kurd pêk de, kesek bi guleyê birîndar bû. Li aliyê din ji ber ku polîsan bombeya gazê avêtin malekê 3 kes jahrînî bûn. 6

Li Şirnexê 8'ê Adarê bi mîtîngekê û li Navçeya Pirsûs a Rihayê jî bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di mîtîngan de êrîşa li dijî Roj TV hate şermezarkirin.

Li Hewlêrê êrîşa li dijî Roj TV hate şermezarkirin

Şermezarkîrîna êrîşa polîsên Belçîka ya li dijî Roj TV zêde dibe. Li Herêma Federal a Kurdistanê, çampeniyê êrîşa li dijî Roj TV şermezar kir.


Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Ferhad Awnî, bi daxwîniyekê êrîşa li dijî Roj TV'ê şermezar kir. Berpirsê Bîroya Hewlêrê yê Peyam TV'ê Mihemed Acîcelal jî êrişa li dijî stutoya Roj TV şermezar kir. Acîcelal, diyar kir ku ev êriş êrişe li dijî çapmeniya Azad û wiha got: “ Em wek Payam TV'ê êrişa ku ji aliyê polîsê Belçîka a li dijî Roj tv û MMC û çapmeniya azad pêk hatiye şermezar dikin. Ev yek li dijî exlaqê azadiya ramanê ye.

Ev êriş li welatek pêk tê ku ji xwere dibêje ez welatek demokratim, ev êriş nayê qebûlkirin." Berpirsê Radyo û Telfizyona Zehmetkêşan Armanc Alî ku radyo û televîzyon yê wan li nava bajêrê Hewlêrê weşanê dike êrişa li dijî stodyuya Roj TV mehkum kir. (Anf, Dîha, ajansan / servîsa nûçeyên rojevê)


© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment