Monday, March 8, 2010

Bi Sedema Erdhejîneka Bihêz 51 kes li Bakure Kurdistane (Tirkîye) Hatin Kuştin.



08/03/2010

Bi sedema erdhejîneka bihêz li rojhilata Tirkîye bi kêmî ve 51 kes hatin kuştin.
Ziyanên erdhejînê li Qereqoçan, Duşembî 8-ê Adarê, 2010.
Ziyanên erdhejînê li Qereqoçan, Duşembî 8-ê Adarê, 2010.

Hikûmeta Tirkîye di destpêkê de ragehand ku 57 kes hatin kuştin, belê paşî jimara kuştiyan kire 51.

Erdhejîna bi hêza 6.0 sipêdeya roja Duşembî devera Elezîz hejand û bo sedeme herifîna xanî û mizgeftan li jimareka gundên wê deverê. Bi kêmî ve 70 kesên din birîndar bûn.

Dezgehê Çavdêriyê Kandilli ragehand ku ew erdhejîn demjimêr 4:32 sipêdê nizîkî bajerokê Qereqoçan çêbû.

Ji bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêra Dengê Amerîka Xecîcan Farqîn li Diyarbekirê.

Raport
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment