Saturday, March 13, 2010

Rapora DYA’yê:Îşkence berdewam e



13/03/2010


Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya mafên mirovan a 2009’an de balê dikişîne ser pêkanînên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê. Di raporê de tê destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê li Tirkiyeyê kirinên wekî îşkence, muameleya xirab û lêxistinê pêk tîne. Her wiha bal hate kişandin ser pêkutiyên ku li dijî BDP’ê pêk tên.
Rapora ku ji alî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hatiye amadekirin li ser van xalan radiweste:
- Hêzên ewlekariyê tevli hin kuştinên derqanûnî dibin. Di vê derbarê de lêpirsîn û girtina wan gelekî kêm e û pir kêm ew kes tên cezakirin.
- Rewşa girtiyên di zindanan de ji alî hejmarê ve gelekî zêde bûye û kapasîte derbas kirine û personelên pêwirdar ên zindanan xwedî perwerdehiyeke kêm û qels in.
- Burokratên hikûmet û dewletê bi hin daxuyaniyên xwe bandorê li ser biryarên dadgeriyê dikin û dadgerî bêalîtiya xwe winda dike. Têkiliya nêz a di navbera dozger û dadgeran de bandorê li ser dadê dike û dema gelekî dirêj a hin dozan probleman bi xwe re derdixîne.
- Dengê medyayê bi riya bac û cezayên giran tê sînorkirin. Azadiya înternetê tê binpêkirin û sînorkirin. Dadgeh di gelek mijaran de biryara astengkirina malperên înternetê dike.
- Rêlibergirtina hin baweriyên olî û astengiyan li ber lîderên wan baweriyan pêk tînin.
- Pêşî li kuştinên bi navê namûsê û zewaca di temenê biçûk de nayê girtin û di wî warî de zagon nayên serastkirin. Tevî ku di zagonê de zewaca di temenê biçûk de qedexeye jî dîsa pêşî li zewacên wiha berdewam dikin.
- Tevî serastkirinên di qanûna 301’ê de jî dîsa jî dozger ji ber ‘sedemên îdeolojîk’ lêpirsînan berdewam dikin.
- Têkiliya nêzîk a di navbera dozger û dadgeran de di biryara dozan de bê dadiyê bi xwe re tîne.
- Li gorî qanûnan nabe ku binçavkirinên kêfî werin pêkanîn lê hin caran ev qanûn tê binpêkirin û dema binçavkirinan hê jî gelekî dirêje.
- Sala derbasbûyî derbarê derbarê personelên jandarma de 155 gilî çêbûne lê ji van giliyan tenê derbarê personelekî din karên îdarî pêk hatine.
- Bi sedan endamên DTP û BDP'ê hatin binçavkirin û hê jî binçavkirin û tacîzkirina endamên rêxistinên mafên mirovan, çavdêrên mafên mirovan û endamên çapemeniyê berdewam dike.
- Li gorî daneyên Wezareta Dadê 2 hezar û 622 zarok hatine girtin. li gorî saziyên sivîl piraniya van zarokan ji berk u di dema xwepêşandanan de kevir avêtine polîsan hatine girtin.
- Sala derbasbûyî, 46 kes ji alî hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin ji berk u guh nedanê talîmata ‘raweste’ û ev yek li gor sala berî wê hejmareke zêdetir.
- Heta 1 kanûna 2009’an 33 girtî di zindanan de û 5 kes jî di bin çavan de mirine. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî bi giştî 116 girtî ji ber nexweşiyê mirine û 34 girtî jî xwe intîhar kirine.
- Li 367 zindanên ku kapasîteya wan derdora 106 hezarane 114 hezar û 500 girtî li wan zindanan dimînin. Her wiha nêzî 60 hezaran jî di nêz de li hêviya danişîna xwe ne.
- Di nexweşxaneyan de doktor û psîkolog kêm in, ji ber sedemên cuda dermankirina 672 girtiyên nexweş bi rengekî bi rêk û pêk, çênabe nayê.
- Di 17’ê mijdarê de hin girtiyên din transferî Imraliyê cihê ku Abdullah Ocalan lê dimîne hatin kirin, odeya Ocalan ji ya berê biçûktire.
- Di nava salê de 34 ji ber gotinên wan hatin binçavkirin 29 weşan bi rengekî demikî hatin rawestandin û 62 pirtûk hatin berhevkirin.
- Zextên polîs û darazê li dijî endamên DTP û BDP berdewam dikin. Li ser van endaman zêdeyî 1000 dozî hatiye vekirin.
- Ji bo girtina malperên înternetê dadgehan 2 hezar û 601 talîmatên girtinê dane û ev yek li gor sala derbasbûyî dide xuyakirin ku gelekî zêde bûye.
- Di nava salê de li dijî bîroyên DTP serdegirtin pêk hatin, gelek endamên wê partiyê hatin girtin û li dijî wan gelek doz û lêpirsîn hatin vekirin. Jandarma û polîsan wekî din jî bi gotinan jî gef lig elek endamên DTP kirine. Di dema xwepêşandanan de bi rengekî kêfî binçavkirin hatine kirin. WASHINGTON

No comments:

Post a Comment