Friday, March 12, 2010

Cezayê muebedê dan belavkarê rojnameyê!



12/03/2010


Xebatkarê Şîrketa Belavkariyê ya Firatê Yuksel Azak ê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat darizandin, cezayê muebedê girt.
Xebatkarê Şîrketa Belavkariyê ya Firatê Yuksel Azak ê ku ev 3 sal in girtî ye, cezayê muebedê girt. Di danişînê de Azak û parêzerê wî Servet Ozen amade bûn. Parêzer Ozan di parêznameya xwe de got ku ew tevlî mutalaya Lijneya Îdîayê nabe û wiha got: "Em van sûcan qebûl nakin. Ez dixwazim ku muwekîlê min serbest bê berdan." Azak jî sûcdariyên li dijî xwe red kir û bereata xwe xwest.

CEZAYÊ MUEBEDÊ GIRT
Lijneya Dadgehê navbereke kurt da. Dadgehê bi îdiaya "Li ser navê PKK'ê tevlî çalakiya çekdar bûye" cezayê muebedê yê hatiye girankirin da. Piştre jî li gorî nêzîkatiya Azad a ji dadgehê re girt ber çavan û ceza xist muebedê. Parêzer Ozan li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan da û got ku ew dê biryarê temyîz bikin.
Azak, di sala 2002'yan de jî dîsa ji ber di mala wî de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mahsum Şafak û Gurbetellî Ersozê hebû dîtin, hatibû darizandin. AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment