Sunday, March 7, 2010

Berxwedana ROJ TV’ê silav kirin


07/03/2010


Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) berxwedana kurdan a li dijî operasyona Belçîkayê silav kir û bang li hemû kurdên li Ewropayê kir ku bi hêztir dengên xwe bilind bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev berdewama siyaseta Ewropayê ku kurdan dike qurbana berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk e.” Hat gotin ku ROJ TV di serî de dengê gelê kurd û dengê hemû gelên Kurdistanê ye û êrîşên terora dewletê ya li ser ROJ TV û KNK’ê bi tundî hat şermezarkirin û wiha hate gotin: “Di nav kurdan de ROJ TV û KNK xwedî hurmet in û bi hovane êrîşî her du saziyan û siyasetmedarên kurd û daxwaza azadiya kurdan û jiyaneke mirovahî dikin. Binçavkirina birêz Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar bazarên qirêj ên hikûmeta Belçîkayê û navneteweyî dide nîşandan. Bi vê operasyonê dixwazin gelê kurd biçûk bixin. Divê Belçîka dev ji binçavkirinan berde û demildest kesên hatine binçavkirin serbest berde.” Di daxuyaniyê de li hemberî operasyonê kêfxweşiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu hat bibîrxistin û hat gotin ku ev nîşaneya bazara qirêj a di navbera her du welatan de îşan dide. Hat gotin ku ev operasyon berdewama komkujiya hikûmeta AKP’ê ne û li dijî gelê kurd pêk hatiye û wiha hate gotin: “Dewletên Ewropayê bi van operasyonan dibêjin ‘bêtir şer bikin, bêtir qetlîaman li ser kurdan bimeşînin lê para me jî bidin’ lê wekî berê îro jî bi van operasyonan nikarin vîna kurdan tune bikin. Kurd tu caran ji azadiyê tawîzan nadin. BERLÎN

No comments:

Post a Comment